STENBOL - Malbat û hevpîşeyên rojnamevan Metîn Goktepe wî di salvegera 26’emîn a qetilkirina wî de li ser gora wî bibîranîn.
Rojnamevan Metîn Goktepe di 8’ê çileya 1996’an de li Stenbolê hatibû qetilkirin û 26 sal di ser re derbas bû. Hevpîşe û malbata Goktepe di salvegera 26’an de li ser gora wî ya li Goristana Kemera navçeya Esenelar Stenbolê bîbîranîn. Gora Metînî bi qerenfîl, wêne û rojnameya Evrenselê hat xemilandin. Xwişka wî Meryem Goktepe, Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz, Parlamenter û rojnamevan Ahmet Şik, gelek rojnamevan û kes beşdarî bîranînê bûn û deqîqeyek rêz girtin.
ENERJIYA WÎ RÊ NÎŞANÎ WAN DIDE
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat axivî û destnîşan kir ku enerjî û keda Metîn Goktepe ji wan re bûye nîşandayîna rê û rêbaz û ew di dilê wan de dijî.
DÊ METÎN JI BÎR NEBE
Meryem Goktepe ya xwişka Metîn Goktepe jî axivî û destnîşan kir ku doza Metîn ji bo wan bidawî nebûye û ew ê tu carê Metîn ji bîr nekin.
ROJNAMEVAN DI VÊ RIYÊ DE DIMEŞIN
Serokê Giştî yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Gokhan Dûrmûş jî diyar kir ku rojanmevanên niha û yên bên wê li ser rêya Metîn li pey rastiyan bimeşin û ew ê dev ji daw û doza Metîn bernedin.
XWEDÎ LI VÎ RUHÎ DERKEVIN
Serokê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî anî ziman ku li Tirkiyê mafê agahî ango nûçe wergirtinê bi qasî mafê nan girtîng e û ew ê her ruh û keda Metîn bidin jiyandin û xwedî lê derkevin.
MÎRAS LI PEY XWE HIŞT
Parlamenter Ahmet Şik jî da zanîn ku ji bo xwedî li mîrasa Metîn derkevin îro li vir in û dê her xwedî li vê mîrasê derkevin.
KUJER HEMAN IN
Dayika Berkîn Elvan, Gulsum Elvan jî axivî û destnîşan kir ku kujerên Metîn û kurê wê Berkîn heman kujer in.
Bernameya bîranîn piştî axaftinan bi dawî bû.