Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi destê malpera sinemayakurdi.net û Tor Filmê tê birêvebirin, ev cara ewil e dê were lidarxistin. Festîval balê dibe ser rewşa zimanê Kurdî. Temaşavan wê mehekê karibin online li filman temaşe bikin û filmên serketî hilbijêrin.
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya ku tenê filmên 1 deqeyî dikaribûn beşdar bibin, da zanîn ku miracaetên festîvalê bi dawî bûne û bi giştî 47 filmên 1 deqeyî miracaetî festîvalê kirine. Festîvalê jî ji nav van filman 16 film neqandine û dê van filman bi awayekî online li ser malpera “mihrican.sinemayakurdi.net” belav bike û bike ku li wan were temaşekirin. 
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi rêya sinemayakurdî.net û Tor Filmê tê lidarxistin. Festîval cara ewil e tê lidarxistin. Ji bo balê bibe ser rewşa zimanê Kurdî, festîvalê babeta xwe ya îsal weke “zimanê Kurdî” diyar kiribû û xwestibû li ser zimanê Kurdî filmên 1 deqeyî werin çêkirin. 
 
Yek ji berpirsên festîvalê sînemager Ferat Kevir ji nûçegihanê Yenî Ozgur Polîtîka Ardîn Dîren re derbarê festîvalê de axiviye. Kevir diyar kir ku ew li bendê bûn ku miracaet zêdetir bin, lê hejmara filmên hatine jî ne kêm e û ji bo destpêka festîvaleke piçûk a online baş e. 
 
‘ME XWEST SERPÊHATÎ BIBIN DÎMEN' 
 
Ferat Kevir da zanîn ku zimanê Kurdî zimanekî wisa ye ku dema mirov pê diaxivin yan jî dinivîsin, yan lêdanê dixwin, yan tên girtin yan jî tên sirgûnkirin û kuştin. Li hêleke din wî got, ev ziman bi salan e hatiye qedexekirin ji lewma jî wan xwestiye weke festîvaleke Kurd destpêka wan bi zimanê Kurdî be, ji lewma ev babet ji xwe re kirine armanc.
 
Ferat Kevir got: “Dewletên serdest ji xwe nehiştine Kurdî bikeve bibistan û zanîngehan. Li kolanan jî bikaranîna zimanê Kurdî qedexe bû. Kurdî kirine zimanê malê. Di van salên dawî de jî bi kreş, tv û medya civakî dixwazin bi bişaftina zexmtir Kurdî ji malan jî derxin. Bi hezaran mînak hene. Zimanekî di dewrên qedîm de wek zimanê Kurdî êş nekişandiye. Hebin jî ez nizanim. Me xwest em van serpêhatiyan bikin dîmen û belav bikin.”
 
‘ÇIMA EM NEBIN DENGÊ KURDÎ?’
 
Kevir got, îro roj teknolojî pirr bi pêş ketiye, mirov dikarin tenê bi dîmenên 1 deqeyî dengê xwe bigihînin her dera dinyayê. Kevir pirseke wiha dike: “Çima em ji Kurdî re nebin deng û serpêhatiyên wê  belav nekin?” û wiha pê de diçe, “Mebesta me ya pêşî ev bû. Wekî din balbirina ser ziman bû. Îro herkes telefonên destan bi kar tîne. Di van telefonan de kamera û bernameyeke hêsan ya montajê heye. Nexasim ciwan dikevin ser şopên çewt û mewt. Me xwest em hinekî vê şopa wan biguhêzin ser rojeva wan ya esil. Em nikarin bibêjin, em bi serketin û guhertineke mezin çêbû, lê me qevzek avêt û em ê meşa xwe dewam bikin”
 
‘HEYA EM XERÎDAREKÎ BIBÎNIN' 
 
Kevir bi bîr xist ku li gelek welatan festîvalên bi vî rengî tên organîzekirin û bi hezaran kes serî li van festîvalan didin. Wan jî bi vê armancê xwestiye mihrîcaneke bi vî rengî amade bikin û ji bo sînemaya Kurdî bibin palpiştek. Kevir li gel kêfxweşiya filmên hatine, hin rexne jî kirin û got, derûdora me ango kesên bi Kurdî re eleqedar in zêde ne xemxur in di vî alî de û wiha dewam kir; “Mixabin, li Kurdistanê jî rojev her saet diguhere. Derxistina berhemekê hunerî hinekî ji ber van rojevan zehmet dibe. Salên dawî pirr dijwar derbas bûn û wisa xuya dike ku çend salên li pêşîya me jî wê hinekî wisa dewam bikin. Lê divê dîsa jî ev yek rê li ber afirîneriya me negire. Berhemên baş di kaosan de têne afirandin. Hinekî berxwedan liv serketinê bi xwe re tîne. Nexasim sînemakarên Kurd bêdeng man. Saziyên me yên Sînemayê wisa. Me dixwest ku bi sedan film li ser zimanê Kurdî hatibane. Lê ne tenê ji bo vê Festivalê, ji bo her cureyê hunerê Kurdî xemsariyek heye. Yanî bi rastî bazara Kurdî ji her hêlê ve hîna jî ji dema Ehmedê Xanî nebihuriye. Mixabin qewî kesade bazar! Nînin ji vî qumaşî re xerîdar. Heya em xerîdarekî bibinin û em vî zimanî bikin sertaca cîhanê, em ê xebatên bi vî awayî bidomînin.”
 
JURÎ TEMAŞEVAN IN 
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî bi şêweyekî nû dê derkeve pêşberî temaşevanan. Di vê festîvalê de jurî wê tine bin. Filmên hatine neqandin, dê li ser malpera mihrican.sinemayakurdi.net werin barkirin û temaşevan bi awayekî online li wan temaşe bikin. Pergala hatiye hazirkirin, ji bo filmekî tenê dayîna dengekî qebûl dike û ji bilî rayekê kes nikare zêdetir dengê xwe bide filman. Rêveberê malpera sinemayakurdi.net Ferhat Baysal jî got,  ji lewre wan pergaleke ewle ava kiriye ku kes nikare bi meqsedeke din tevbigere.
 
Baysal ji bo vê yekê jî dibêje, “Me nexwest em biryarê ji komek jurî re bihêlin, bila temaşevan bibin jurî, li filman temaşe bikin û ew binirxînin filman.” 
 
Dewleta Tirk berê xwe gihandina malperê qedexekiribû, lê niha mirov dikare xwe bigîne malperê.
 
'PÊDIVIYA ME BI SPONSORAN HEYE' 
 
Ferat Kevir jî herî dawî got, di karên wiha de berdewamî pirr girîng e û ev tişt bi sponsoran ve girêdayî ye.
 
Kevir got, ji bo festîval karibe xebatên xwe bidomîne pêdiviya wan bi sponsoran heye û ji bo alîkariyê jîderiyê wan li her kesî vekiriye. Kevir got, “Sponsor çiqasî zêdetir bibin, karê me jî baştir û xurttir dibe. Em difikirin her sal bi babetên cuda derkevin pêşberî sînemavan û temaşevanên sînemayê.”
 
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî ya 2022’yan bi saya sponsorên weke “Yekîtiya Mamosteyên Kurd li Ewrûpa”,
 
“Çêvedaniya Haco” , “Roj Fladenbrotbäckerei” , “DonerLand” bi rêve diçe û kesê bi navê Îbrahîm Zorel jî weke şexs piştgirî daye festîvalê da ku filmên beşdar bûne heqdestekî bigirin û karibin bi vê xelatê filmên dîtir çêkin. Di dawiya dengdana festîvalê de sê xelat wê werin dayîn. Her xelatek 500 euro ye. Û her wiha filmek jî wê xaleteke taybet ango tenê plaket wergire. 
 
Filmên hatine neqandin dê bi qasî mehekê li ser malperê bin û kesên bixwazin bi hêsanî dê karibin li filman temaşe bikin û deng bidin filman. Dengdayîna filman dê 10’ê çileyê 2022’an dest pê bike û 10’ê sibatê jî bi dawî bibe.
 
FILMÊN NEQANDΠ
 
Filmên ji bo festîvalê hatine neqandin ev in: Hişê Zarok-Fırat Yavuz, Reşê - Felat Diljîn, Sms - Zanyar Mihemmedînko, Xwekuştin-Huseyîn Denlî, Vegera Giyan-Bêrîvan Karatorak, (Ne) Ji Welat-Adar Taş, Zar-Delîl Remedan, Êdî Bêyî Tîrs - Ridvan Diharo, Dema Niha - Ali Cikkan, Kîme Ez-Yıldırım Aslan, Nîne-Hoşîn Îssa, QWX-Nurullah Akcan, Tercûme-Omer Faruk Baran, Dem û Dewran-Resûl Bafeyî, Li Malê - Xelîl Akgul, Teriya Kûçik-Zelda Sarya
 
Kesên dixwazin li filman temaşe bikin û dengê xwe bidin dikarin di ser malpera li jêr re vê bikin:
 
Ji bo dengdayînê; sinemayakurdi.net 
 

Sernavên din

11/01/2022
10:22 Malbata Şenyaşar: Em vê zilmê qebûl nakin
10:21 Rojnameger Tallî: NY perçeyeke plana ambargoya li ser Mexmûrê ye
09:45 ‘Li Îstîklalê tenê bi kurdî qedexe ye!’
09:37 Cenazeyê Koç piştî çend mehan dan malbata wî
09:07 ‘Tecrîd meseleya tevahiya hêzên demokrasîxwaz e'
09:06 ‘Firingiya bê ax çêdibe, bê gubre nabe!'
09:06 Sarica: Sekna Ocalan a li Îmraliyê hîmê bingehîn ê azadiyê ye
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:44 Serokê Parlamentoya Ewropayê Sassolî jiyana xwe ji dest da
10/01/2022
21:53 Şanoya "Werne Ziman" hat pêşandan
21:41 Hejmara kesên li Şirnexê hatin binçavkirin bû 24
21:19 Rojnamevan Huseyîn Narli jiyana xwe ji dest da
18:31 Li Yuksekdag û 13 jinên din cezayê dîsîplînê hat birîn
18:09 Girtiyê nexweş Başaran rakirin nexweşxaneyê
17:50 Derbarê Guzel a HDP’î de bi lez û bez fezleke hat amadekirin
17:11 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
16:57 Li Rihayê mirina biguman a jinekê
16:39 Karkerê ku li Duhokê di înşaetê de ket jiyana xwe ji dest da
16:30 Çalakiya malbata Dokû di roja 10’emîn de ye
16:22 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar a li dijî tecrîdê kirin
16:13 ‘Em ne cenazeyan, wan bi xwe dixwazin’
15:49 Sutçu yê êrişî HDP’ê kiribû, li ser îtîrazê hat girtin
15:38 Di Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê de xwestin dozger were guhdarkirin
14:54 ‘Li 12 jinên rojnamevan 17 sal cezayê hefsê hat birîn’
14:40 Di salekê de herî kêm 2 hezar û 170 karkeran jiyana xwe ji dest dan
14:05 Aydenîz: Em ê bi esasgirtina yekitiya neteweyî kongreya xwe li dar bixin
13:11 ‘Desthilat ji bo rojnamevanan vegeriye pergala îşkenceyê’
12:51 HDP wê li dijî êrişan li Amedê mîtîngê li dar bixe
12:16 Êrişkarên li Enqereyê bi fermana dozgeriyê hatin berdan
11:53 Di lêpirsîna ‘binpêkirina nepentiyê’ ya 3 rojnamevanan de biryara neşopandinê hat dayîn
11:39 Ferît Şenyaşar: Wê ‘kê qetil kirin’ ji parlementerên AKP’ê were pirsîn
11:23 HDP: Rojnamevanên ku xwedî li rûmeta pîşeyê derdikevin hene
10:54 Guzel: Nayê qebûlkirin ku wêne bibin bingeha sûcdariyan
09:49 Egîtîm Senê dest bi dayîna dersa kurdî kir
09:07 Platforma Yekitiya Jinên Kurd her şeş jinên şoreşger bi bîr anîn
09:07 Biryara neşopandinê dan Sezgîn û Altintaş
09:07 Hejmara 3'yan a Kovara Destarê gihişt ber destê wêjehezan
09:07 Dr. Yavîç: Dibe ku li herêmê hejmara pêketiyan zêde bibe
09:07 Îşkencekar Haydar Alî Ak bi pêkanînên xwe dîsa di rojevê de ye
09:07 Rojnamevan: Zext bi rêxistinbûyînê dikarin bên derbaskirin
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08:19 Hunermend Taşdogan li Qoser, Êlih û Amedê konser li dar xistin
09/01/2022
20:29 Ji ber koronayê 173 kesên din jiyana xwe ji dest dan
20:22 Her sê jinên şoreşger li navçeyên Stenbolê hatin bibîranîn
18:18 Li Şirnexê hejmara binçavkirinan derket 14’an
17:53 Malbatên Girtiyan: Bila Wezareta Dadê êdî dengê me bibîhize
17:27 Malbatên di nobetê de serdana TÎHV û Odeya Bijîjkan a Wan û Colemergê kirin
17:06 Bûldan: Em neçar in ku AKP û MHP’ê bişînin
16:50 Bîranîna her sê jinên şoreşger: Faîl li Enqerê ne
16:04 Parlamenterên HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya malbata Dokû kirin
15:43 Komekê bi kêran êrişî serokê TÎPê kir
15:42 TTB: Xebatên derzîkirinê yên desthilatê ne zelal in
15:02 Sakîne Cansiz hat bibîranîn: Wê jin hesab bipirse
11:49 Ayşe Hiso: Ji ber neqebûlkirina têkçûnê êrişî Kobanê dikin
11:26 Malbata Şenyaşar: Dev ji parastina serdestan berdin!
10:35 Rapirsîna Sosyo Polîtîkê: HDP ji sedî 11,5 dengan digire
09:28 Li Cizîrê 2 kes hatin binçavkirin
09:07 Girtiyê ku pêçiyên wî dirizin û ji sedî 78 astengdar nayê berdan!
09:06 Amedî: Em daristana li ser navê dijminê kurdan Bahçelî qebûl nakin
09:05 Bijîşk Ûgûrlû: Li girtîgehan şîr û potik bi dest zarokan nakevin
09:04 Aborîzan Muftuoglû: Li dijî pergala şêlandinê avakirina pergaleke nû divê
09:03 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê Ustercî: Hewldana malbatan qêrîneke ji bo jiyana girtiyan e
09:01 Altan: Axirê rojnamevanên berxwedêr hene
09:00 ROJEVA 9'Ê ÇILEYA 2022'YAN
08/01/2022
16:54 JÎTEM'ê Ahmet Kaya kuşt, lêpirsîn nehat vekirin
16:48 Çalakiya rûniştinê ya malbata Doku di roja 8’an de ye
16:40 ÎHD: Divê girtiyê Çabûk tavilê were berdan
16:40 QSD'ê Wezareta Parastinê derewand
16:30 Nobeta Edaletê di roja 54’emîn de ye: Em ê ji vir ranebin
16:22 Li Girê Spî teqîn: 3 leşker mirin
16:14 Li dijî Kobanê êriş: Kesek mir û gelek kes birîndar bûn
16:12 Li Parîsê meşa bigirseyî: Bila edalet bi cih were
16:05 Gunay: Ocalan temînata aştiyê ye
15:57 Nivîskar Haydar Işik li bajarê xwe hat bibîranîn
15:56 Ji bo girtiyên nexweş meşiyan: Em ê ji bo zarokên xwe têbikoşin
15:32 Bi tevî halê wî yê emeliyatkirî dîsa birine girtîgehê
15:20 Malbatên di Nobeta Edaletê de serdana ÎHD’ê kirin
14:09 Li Qersê 4 herêm hatin qedexekirin
14:09 ‘ATK bi fermanê dixebitin’
14:06 Di ‘operasyona bertîlê’ ku polîs jî di nav de 16 kes hatin girtin
13:47 Rojnamevan Metîn Goktepe li ser gora xwe hat bibîranîn
13:31 Li Amedê rêxistinên girseyî kom bûn: Em dikarin bi hev re pirsgirêkan çareser bikin
13:31 Li Şirnexê jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
13:14 Xizmên Windayan ji darazê re gotin: Nebin şirîkê vî sûcî
12:13 ‘Fikrên Sakîneyê û hevalên wê şoreş ava kirin’
12:13 Bi hêceta ‘Te çima li konvoya qeyûm nihêriye’ hat binçavkirin!
11:54 Malbata Şenyaşar: Li Rihayê gel dixwaze neheqî bi dawî bibe
11:27 ‘Metîn silav dabe kê şopek bi wan re hiştiye’
10:42 Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî dest pê dike
09:54 Albûma ‘Feqî’ ya hunermend Firat Med derket
09:07 Parêzer Tosûn: Edliye û Girtîgeha Kandirayê ser sûc digirin
09:07 Mexmûrî: Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin
09:07 Guh û çavên girtî Nebîoglû her diçe kerr û kor dibe
09:07 Ocalan: Azadiya jinê têkoşîna Sakîneyê ye
09:07 Berteka partiyên siyasî ya ji bo daristana li ser navê Bahçelî: Em qebûl nakin
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2022'YAN
07/01/2022
16:58 Cerdevanê ku zaroka 16 salî îstîsmar kir hat girtin
16:56 Ûca: Navnîşanî komkujiyên Parîs û Silopiyayê Enqere ye
16:34 Ozsoy êrîşên li dijî goristan û cenazeyan ji Soylû pirsî
16:30 Salek e sîxurtî lê tê ferzkirin