* Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujiya Parîsê wekî darbeyê pênase kiribû û gotibû: "Azadiya jinê, têkoşîna Sakîneyê ye. Ez ê hesabê Sakîneyê bipirsim, ez ê kujeran eşkere bikim."
* Emrah Nebîoglû, diyar kir ku birayê wî yê girtî ku gurçikên wî xera bûne, her diçe guh û çavên wî jî qels dibin û got: "Berî bi derengî bikeve divê birayê min biçe nexweşxaneyê û tedawî bibe."
* Hikûmeta Iraqê hewl dabû derdora Kampa Mexmûrê bi têlan dorpêç bike. Welatiyên li dijî vê hewldana hikûmetê dest bi çalakiya nobedê kirine gotin: "Em vê biryara bêhiqûqî qebûl nakin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin."
* Jiyan Tosûn, parêzera Garîbe Gezerê, bal kişand ser giliya wan a bi biryara neşopandinê bi dawî bû û destnîşan kir ku Girtîgeha Kandirayê ser sûc dinixumîne.
* Nûnerên partiyên siyasî nerazîbûna xwe ya ji bo daristana ku dê li Kirklar Daxiyê li ser navê Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî bê çêkirin anîn ziman û gotin: "Gaveke din a înkarkirinê ye. Em qebûl nakin."
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 306’an de berdewam bike.
* Li Amedê rêxistinên girseyî yên demokratîk û saziyên civakî yên sivîl wê têkildarî rewşa pêvajoya siyasî ya giştî li Hotêla Demîr a li Sûrê bicivin. (10.00)
* Rojnamevan Metîn Goktepe wê di salvegera 26'emîn de li ser gora xwe ya li Esenlera Stenbolê were bibîranîn. (11.00)
* Dayikên Şemiyê wê di hefteya 876'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin û daxwaz bikin ku kujer werin darizandin. (12.00)
* KCD, DBP, HDP û DAD wê ji bo bîranîna nivîskar Haydar Işik li Eywana Konferansê ya Şaredariya Dersimê bernameyek bîranînê li dar bixin. (12.00)
* Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê wê çalakiya bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin" li dar bixin. (12.00)
* TJA û Dayikên Aştiyê wê têkidlarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylana a Îzmîrê daxuyanî bidin. (13.00)
* Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Baroya Amedê wê di roja 54'emîn de berdewam bike. (13.00-15.00)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê wê di hefteya 511'emîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî wê di hefteya 383'emîn de li ber ÎHD'a Enqereyê balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* Şaxa ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş wê li avahiya xwe çalakiya "Em li girtîgehan mirinê naxwazin, jiyanê diparêzin" li dar bixe. (14.00-17.00)