* Cîgirê Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ercan Bîrcan ku berê hatibû gotin gendeliyeke li dor 5.5 milyon TL kiriye, piştî serdana Şaredariya Rezanê kir bi 4 rojan birayê wî bû Midûrê Emlak Îstimlaqê.
* Ji ber ava qenalîzasyonan a diherike Çemê Dicleyê û çopên tên avêtin, bêhna genî ji çem tê. Cizîriyan bertek nîşanî vê da û gotin: "Ev der, rûyê berra yê qeyûm e."
* Endamê Desteya Rêvebir ê Odeya Bijîşkan a Stenbolê Osman Kuçukosmanoglû, diyar kir ku her diçe rewşa girtiyên nexweş xirabtir dibe û ATK'ya ku rapora "dikare di girtîgehê de bimîne" dide girtiyên nexweş jî sûcê li hemberî mirovahiyê dike.
* Di ser qetilkirina Metîn Goktepe re 26 sal derbas bûn. Hevpîşeyên wî diyar kirin ku Goktepe rêya wan ronî kiriye û gotin: "Dê kesên pênûsa Metîn hilgirin tim hebin."
* Serdal Yildirim ê ji sedî 98 astengdar û Ergîn Aktaş ê her du destên wî tune ne nayên berdan. Dêya Yildirim got: "Ger tiştek bê serê kurê min, ez ê destê xwe ji pêsîra dewletê nekişînim."
* Dosyeya doza Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin bi demboriyê re rûbirû hat hiştin û ser dosyeyê hat girtin. Birayê wî got: “We demê dizî. Em ê dozê bibin AYM’ê û pişt re jî bibin DMME’yê.”
* Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar wê di roja 305'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Metîn Lokumcu wê li Dadgeha Trabzonê berdewam bike. (09.00)
* Çalakiya rûniştinê ya Malbata Gulistan Doku ku li ber Edliyeya Dersimê daye destpêkirin di roja 7'an de wê bidome. (12.00-14.00)
* Platforma Tenduristiyê ya Amedê wê têkildarî şert û mercên xebatkarên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.30)
* Malbat û parêzerên Cemîl Kirbayir ê di binçavan de hat windakirin wê têkildarî dosyeya Kirbayir a bi demboriyê re rûbirû maye li ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (13.00)
* Malbatên girtiyan wê li Amedê di roja 53'yemîn de Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê berdewam bikin. (13.00-16.00)