STENBOL - Di doza ku TOHAV'ê ji bo betalkirina giştînameya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ku di bûyerên civakî de qeydkirina deng û wêne kişandinê qedexe dikir vekiribû de biryara "rawestandina birevebirinê" hat dayîn.
Weqfa Lêkolînên Hiqûqî û Civakî (TOHAV), ji bo betalkirina giştînameya Miduriyeta Giştî ya Emniyetê ku di bûyerên civakî de qeydkirina deng û wêne kişandinê qedexe dikir serî li Şûreya Dewletê dabû. 10'emîn Daîreya Şûreya Dewletê, serlêdana TOHAV'ê nirxand û biryara "rawestandina birevebirinê" giştînameyê da. Şûreyê, di hinceta biryara xwe de destnîşan kir ku giştîname azadiya agahî girtinê, mafê rêzgirtina jiyana taybet û azadiya ramanê bi sînor dike û li dijî 13'emîn xala Destûra Bîngehîn e.
Beriya niha jî Şûreya Dewletê, li ser serlêdana baro û rêxistinên sivîl heman biryarê dabû.