ENQERE - Serokatiya Meclisê, li şûna ku destdirêjiya polisan lêkolîn bike pêşnûmepirsa têkildarî mijarê "qebe û biêş" dît û li Parlamenterê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû vegerand.
Di 1'ê kanûna 2021'an de li navçeya Ayvalik a Balikesîrê polisan xwestibû welatiyê bi navê Mehmet Volkan Esbalat û hevalekî wî bidine sekinandin. Lê ji ber ku alkol vexweribûn li polisan nesekinîbûn. Piştre polisan wan dabû sekinandin û îşkence li wan kiribûn. Malbatê, têkildarî mijarê ev agahî dabû: "Polis piştî ku bi deqeyan berî ser pişta wan didin, guleyan li erebê direşînin û wan didine sekinandin. Kurê min û hevalê wî ji wesayîtê pêya dikin û li wan didin. Serê çekê kirine maqata hevalê kurê min. Dozger ji bo raporeke têrker bide wan kurê min û hevalê wî careke din şandiye Nexweşaneya Dewletê ya Bûrhaniyê ye"
Parlamenterê HDP'ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû, derbarê îşkence û destdirêjiya ku di 1'ê kanûna 2021'an de li navçeya Ayvalik a Balikesîrê pêşnûmepirsekê dabû Serokê Meclisê û xwestibû ku Wezîrê Karên Hundir Sulyeman Soylû têkildarî mijarê daxuyanî bide. Serokê Meclisê Mûstafa Şentop, li şûna ku destdirêjiya polisan lêkolîn bike vê pêşnûmepirsa Gergerlîoglû "qebe û biêş" dît lê vegerand.
Gergerlîoglû, vegotinên malbatên ên têkildarî îşkence û destirêjiyê jî di pêşnûmepirsa xwe dabû. Serokê Meclisê, gotinên malbatê "Serê çekê kirine maqata hevalê kurê min" bi hinceta rêziknameyê "qebe û biêş" dîtiye û pêşnûmepirsê qebûl nekiriye.
Gergerlîoglû, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku Serokê Meclisê sûcê veşartina sûc dike.
MA / Berîvan Altan