Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye

img
RIHA - Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji bo Hecî Esvet Şeyaşar û kurên wî Celal û Adil ên ji hêla parêzvan û xizmên parlementerê AKP'î ve hatin kuştin li ber Edliyeya Rihayê "Nobeda Edaletê" digirin, 300 roj in bênavber çalakiya xwe ya nobedê li dar dixin. 
 
Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê parêzvan û xizmên Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz di çaçroveya xebatên hilbijartinê de serdana kargehan kiribûn û di dema serdana keargeha mala Şenyaşarê de êriş biribûn ser mala Şenyaşarê. Di vê rişê de Celal, Adil, Mehmet, Fadil û Ferît Şenyaşar birîndar bûbûn. Xizmên Yildizê AKP'î êrişên xwe li nexweşxaneyê jî domandibûn û li vira Celal û Adil Şenyaşarê bi giranî birîndar kuştibûn. Bav Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li nexweşxaneyê li ber çavê hevjîna xwe Emîne Şenyaşarê hatibû lînçkirin û kuştin. 
 
Serddozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî bûyerê lêprisîn dabû destpêkirin û lêpirsînê di 18 mehan de temam kiribû. Lê belê dozgeriyê îdianame tenê derbarê bûyerên li kargehê qewimîbûn amade kiribû û bûyera li nexweşxaneyê ji nedîtîve hatibû. Lêprisîna derbarê bûyerên li nexweşxaneyê de jî bi biryara "veşarî" didome. Di danişîna biryardayînê ya 2'yê Nîsanê de li Fadil Şenyaşarê ji malbata wî 3 kes hatibûn qetilkirin û birîndar bûbû 37 sal û 9 meh ecza hatibû birîn. Piştî bûyerê bi 15 mehan, di 18'ê Îlona 2019'an de Enver Yildiz, birayê wekîlê AKP'î, bi 50 parêzvanan hatibû Edliyeya Rihayê û hatibû girtin. Dadgehê 18 sal ceza li wî jî birîbû. 
 
Ferdên malbata Şenyaşarê li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê erkanên dewletê hatibûn qetilkirin. Di ser bûyerê re sal derbas bûn lê belê hê jî bi navê edaletê tiştek pêk nehatiye. Ji ebr vê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Nobeda Edaletê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ji wê çaxê heya niha didome. 
 
Me têkildarî berxwedana nêzî salekê ya dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar xulase kir: 
 
ADAR
 
* 9 Adar: Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar gotin "êdî sebra me nema" û li ber edliyeyê Nobeda Edaletê dan destpêkirin. 
 
* 15 Adar: Dayik Şenyaşar bi îdiaya "heqaret li karmendên dewletê" kiriye di roja 7'an a nobedê de hat binçavkirin. 
 
* 25 Adar: Dayik Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyalar di roja 17'an a çalakiyê de hatin binçavkirin. 
 
* 30 Adar: Dayik Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di roja 22'yan a çalakiyê de hatin binçavkirin. 
 
NÎSAN
 
* 1 Nîsan: Polîsan di roja 24'an a nobedê de mudaxileyî çalakiyê kirin. Polîsan li Ferît Şenyaşar xist. Şenyaşar rakirin nexweşxaneyê. 
 
* 2 Nîsan: Ji ber bûyera li kargehê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hat birîn. 
 
* 10 Nîsan: Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû di roja 33'yan a nobedê de hevdîtin bi malbatê re kir. Davûtoglû got, dê dozê bişopînin. 
 
GULAN
 
* 17 Gulan: Malbatê ji ber qedexeya pandemiyê çalakiya xwe 17 rojan li malê li dar xist, lê di roja 70'yî ya çalakiyê de cardin çû ber edliyeyê. 
 
* 20 Gulan: Dayik Emşne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, di roja 73'yan a nobedê de, beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan hatin derbkirin û binçavkirin. 
 
HEZÎRAN
 
* 19 Hezîran: Malbat, di roja 103'yan a nobedê de li Dîlokê hevdîtin bi Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû re kir. 
 
* 22 Hezîran: Polîsan di roja 106'an de cardin mduaxileyî nobedê kirin. Di mudaxileyê de dayik Şenyaşar nerihet bû û ket erdê û wê rakirin nexweşxaneyö. 
 
TÎRMEH
 
* 14 Tîrmeh: Beriya serdana Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar cardin hatin binçavkirin. 
 
TEBAX
 
* 10 Tebax: Di roja 155'an a çalakiyê de gava malbat çû nimêj bike, dowîzên wan ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin. 
 
* 12 Tebax: Malbat di roja 157'an a nobedê de cardin bi mduaxileya polîsan re rû bi rû ma. Polîsan pankarta malbatê sûc hesiband û cezayê pere li Ferît Şenyalar birî. 
 
ÎLON
 
* 9 Îlon: Ji ber lêgerîna wê ya ji bo edaletê doz li Emîne Şenyaşarê hat kirin. Bi hinceta ku "heqaret" li Îbrahîm Halîl Yildizê AKP'î kiriye doz lê hat kirin. 
 
* 10 Îlon: Dayik Emîne Şenyaşar ji ber bi hinceta "heqaret" li Yildiz kiriye doz lê hat kirin, iştî vê dozê bi rojekê vê carê bi hinceta "heqaret" li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kiriye îfade da. 
 
* 15 Îlon: Têkildarî êrişê dîmenine nû derketin holê. Hat tespîtkirin ku kesekî ku bi keleşkofê êriş biriye ser kargeha mala Şenyaşarê daxilî doseyê hatiye kirin. 
 
* 24 Îlon: Di roja 200'î ya nobedê de 200 parêzer tevli nobedê bûn. Parêzeran di daxuyaniyê de bal kişandin ser bêdengiya darazê û gotin: "Daxwaza malbata Şenyaşarê daxwaza me hemûya ye." 
 
COTMEH
 
* 6 Cotmeh: Di roja 212'an a nobedê de bi hinceta gotina wî "ji qesrê ditirsin" derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîn hat destpêkirin. 
 
* 16 Cotmeh: Serokê Giştî yê DEVA'yê Alî Babacan serdana malbatê kir. Babacan got: "Ji xeynî têkoşînê tu rê tune ye." 
 
* 23 Cotmeh: Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz di roja 229'an a nobedê de serdana malbatê kir û got: "Em ê bi hev re edaletê bînin." 
 
MIJDAR
 
* 4 Mijdar: Dayik Emîne Şenyaşar ku nexweş ket û tevî seroma di milê xwe de nobeda xwe doman, cardin bi mudaxileya polîsan re rû bi rû ma. 
 
* 9 Mijdar: Dayik Emîne Şenyaşar ku got "Kujerên zarokên min bidarizînin" cardin bi hinceta "heqaret li karmendên dewletê" kiriye ket ebr lêpirsînê. 
 
* 13 Mijdar: Parlementerê AKP'î Ahmet Eşref Fakibaba ji bo malbata Şenyaşarê got: "Ji ber ku min wê çaxê got 'terorîst in', ez ji ber xwe fedî dikim. Xwedê sebr û hedanê bid Emîne Şenyaşarê. Dilê min diêşe." 
 
* 19 Mijdar: Biryar hat dayîn ku doza ku bi hinceta "heqaret" li parlementerê AKP'î Yildiz kiriye û doza bi hinceta "heqaret" li Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû kiriye li Emîne Şenyaşarê hat kirin, bê yekkirin. 
 
* 28 Mijdar: Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû di roja 265'an a nobedê de serdana malbatê kir û got: "Em bi bûyerê dizanin. Xwedê alîkarê we be. Înşeleh wê rojekê edalet pêk bê." 
 
* 30 Mijdar: Dayik Şenyaşar, bi hinceta "heqaret" kiriye di roja 267'an a nobedê de careke din îfade da. 
 
KANÛN
 
* 9 Kanûn: Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglû di roja 267'an de li ber edliyeyê serdana malbatê kir û got: "Ez ê şopdarê vê dozê bim." 
 
* 9 Kanûn: Ji bo teşxîskirina êrişa hat kirin cara 3'yan ji bo îfadeyê gazî malbatê kirin. Di zabitnameya teşxîskirinê de "kiryar nediyar" hat nivîsandin. 
 
* 20 Kanûn: Walîtiya Rihayê daxwaza malbatê ya ji bo konvevegirtina li ber edliyeyê red kir. 
 
* 21 Kanûn: Cara 11'an bi hinceta "heqaret kiriye" ji bo îfadeyê gazî Dayik Emîne Şenyaşarê kirin. 
 
* 27 Kanûn: Bi hinceta "heqaret" li Parlementerê AKP'î Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye vê carê li Enqereyê doz li dayik Emîne Şenyaşarê hat vekirin. 
 
*30 Kanûn: Di roja 245'an a Nobeda Edaletê de vê carê ji ber gotinên wê careke din ji bo îfadeyê gazî dayik Emîne Şenyaşar kirin. Şenyaşar ji dozger re got: "Careke din ji bo îfadeyê gazî min nekin, herin kujerên zarokên min bibînin." 
 
* 31 Kanûn: Dayik Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar sala 2021'ê li ber Edliyeya Rihayê, di Nobeda Edaletê de derbas kirin. 
 
MA / Emrûllah Acar

Sernavên din

04/01/2022
15:47 Li Wanê di 3 salan de 160 penaberan jiyana xwe ji dest da
15:28 Polisan êrişî malbatên girtiyan kir
15:10 Siyasetmedarên jin ên kurd hatin bibîranîn
15:07 Li Silopiyayê mamosteyek bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
15:01 Xizmên girtiyan li komcivîna HDP'ê ne: Dawî li siyaseta darbestan bînin
14:42 ‘Dosya Sutçu ji me direvînin’
14:34 Rapora DFG'ê sala 2021'an: 62 rojnameger girtî ne
14:16 Parêzeran serî li CPT da: Bila pêkanînên îşkenceyê bi dawî bibin!
13:55 Biryara neşopandinê dan rojnamevan Ozgul
13:53 Li Îzmîrê HDP'ê dest bi xebatên kongreyê kir
13:36 MÎT'ê sixurtiyê lê ferz kir û PDK'ê jî wî dersînor kir
13:00 Malbata Şenyaşar: Em ê têkoşîna xwe bidomînin
12:24 Li Îzmîrê mirina biguman a jinekê
12:12 Parêzerên Ocalan careke din serlêdana hevdîtinê kirin
12:05 Hevalê odeyê yê Erkmen ê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da: Ewlehiya canê me tune
11:36 Qurana Mela Kasim desteser kirin
10:49 6 sal in îfadeya yek kesî jî nehatiye girtin
09:25 Amîrê polîsan milê serokê MHP'î şikand
09:07 Şagirta Sêvê Demîr: Sêvê, mamosteya bîrdoziya jinê ye
09:07 'Fîşekên li kurdan diteqînin dibin zem û vedigerin'
09:07 Dayikên Aştiyê: Ji bo aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:07 Tapoyên avahiyên ku çêkirine ji bîr kirine!
09:07 Ji îstinafê biryareke emsal: Amîrên mulkî nikarin mudaxileyî darizandinê bikin
09:03 Malbata Gulîstanê dixwaza Abarakov bê darizandin
09:01 Hişyariya ji bo Omîcronê: Dibe ku em bi tsûnamiyekê re rû bi rû bimînin
09:00 ROJEVA 4'Ê ÇILEYA 2022'YAN
03/01/2022
17:31 Malbatên di Nobeda Edaletê de ber bi Enqereyê ve ketin rê
17:20 Çalakiya malbata Dokû di roja 3’yemîn de berdewam dike
16:55 Di Nobeta Edaletê de destnîşankirina têkoşînê
16:40 Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê avakirina xwe ragihand
16:30 Malbata Şenyaşar daxwaza piştgiriya hiqûqî kir
16:28 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kiriklarê didome
16:10 Ji TMMOB'ê bersiva qeyûm: Hûn ne xwediyê bajar karmendekî tayînkirî ne
16:01 Sutçu yê bi çekê êrişî HDP’ê kir hat berdan
15:50 HDP wê li Êlihê kongreyê li dar bixe
15:47 Dozger xwest êrişkarê HDP’ê Sutçu were girtin
15:27 Yenîsahneyê bernameya xwe ya meha Rêbendanê aşkera kir
13:06 Li bendê ye ku êrişkarê HDP'ê Sutçu sewqî edliyeyê bê kirin
12:50 Li Colemêrgê 11 herêm hatin qedekirin
12:37 Sakîne Cansiz: Ji bilî azadiyê dostên jinan tune ne
12:15 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Stenbolê ye
11:45 Enflasyon ji sedî 21'an derket ji sedî 36'an
11:44 Artêşa tirk Duhok bombebaran kir
11:24 Bersiva Amediyan a ji bo qeyûm: Xwediyê vê derê gel e
11:17 PDK'ê bêyî agahiya hikûmetê deriyê sînor girtî ye
10:44 Parastina "sorkirinê" ya faîlê ku jina êzidî kuştibû derew derket
10:09 Hevala Gulistan Dokû: Winda nebû hat windakirin
09:15 Vaye nava malên 'Bi tîpa Sûr'
09:12 Parêzerê DÎAYDER'ê Epozdemîr: Dozname nîne buxtanname ye
09:11 Jina ku herkesî da ser rêya wê: Pakîze Nayir
09:00 ROJEVA 3'Ê ÇILEYA 2022'YAN
02/01/2022
20:16 Li Mêrdînê mirina biguman a jinekê
19:27 Êrîşa li dijî HDP’ê li Şîrînevlerê hat şermezarkirin
16:34 Dayik Dokû: Gulistan li ku ye?
16:19 Pêşniyara jinan a çareseriyê: Divê deriyên Îmraliyê bên vekirin
15:38 ‘Nobeta Edaletê’ ya li Amedê di roja 48’an de ye
15:34 Meclîsa Dayikên Aştiyê avakirina xwe ragihand
13:30 Bedela nûçeyê: 67 rojnameger bi daxwaza hezar û 334 salan hatin darizandin
13:06 Hevşaredarê Gêlê Akkûl sewqî Lijneya Dîsîplînê hat kirin
12:07 DÎSKÎ’yê bi hefsê gef li welatiyan xwar
11:28 Malbata Şenyaşar: Edaleta ku em lê digerin wê di sala 2022’yan de bê
11:20 Bernameya Meha Çileyê ya Şanoya Bajêr a Amedê diyar bû
10:50 Piştî zaman bi graman dest bi kirîna penîr kirin
10:06 Girtiyên nexweş nayên berdan: Dewlet kuştinê tercîh dike
09:02 Înfaza girtî Hurriyet Dogan hat şewitandin
09:02 'Fatma bi qasî ku karibû barê cîhanê hilgire wêrek bû'
09:00 Şakar: Ger tecrîd bê şikandin dê rejîma tahdeyê bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2022'YAN
01/01/2022
19:30 Malbata Gulîstan Dokûyê li ber Edliyeya Dersimê çalakiya rûniştandinê da destpêkirin
17:01 Li Aydinê mirina biguman a jinekê
16:33 AYM'ê daxwaza berdana girtiyê nexweş red kir
16:12 Malbatên girtiyan bi daxwaza ‘edaletê’ dest bi sala nû kirin
15:22 ÎHD: Bila girtiyê nexweşê giran Korkmaz demildest were berdan
14:46 Xizmen windayan ji bo Komkujiya Dîgorê daxwaza edaletê kirin
14:40 Boltan tevî rapora ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî nayê berdan
14:11 Dayikên Şemiyê: Ji bo sûcên li dijî mirovahiyê werin ronî kirin em ê têbikoşin
14:11 Gardiyanan hewl da girtiyekî bifetisînin
13:53 9 penaberên ku Tirkiyeyê wan dabû OSO'yê radestî Îranê hatin kirin
13:23 Malbata Şenyaşar: Sedema zeman bêedaletî ye
13:23 TJA’yê sala nû li gelan û li jinan pîroz kir
12:31 Ji damezrînerê DÎAYDER'ê Înal: Kesê bûxtan li me dike terorîstê herî mezin ê dinyayê ye
11:27 Li Osmaniyeyê 5 Efrînî hatin girtin
11:02 Nexweşxane dibê ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ ATK dibê ‘dikare bimîne’
09:56 Sala nû bi zeman hat: Zemê anîn ser gaza sirûştî û sotemeniyê
09:40 Nikaribûn kenê wê bitepisînin: Ruhê berxwedêr ê Sêvê li her derê Kurdistanê ye
09:20 Ceyranê di navbera ji sedî 52 û 130'yî de zem kirin
09:19 Li Wanê bangawaziya li dijî tecrîdê têkoşîn
09:19 Lêgerîna ji bo edaletê ya malbata Şenyaşarê di roja 300'î de ye
09:14 '2022, dê bi azadiya Ocalan re bibe sala serkeftinê'
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2022'YAN
31/12/2021
20:52 Orkestra Ma klîbek nû çêkir
18:30 Bêyî ku li benda testa DNA'yê bimînin 4 cenaze li 'Goristana Bêkesan' hatin veşartin
18:09 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 25’emîn de ye
18:02 Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga berdanê hat kirin
17:11 DÎAYDER: Ne doz e komplo ye
16:54 Rojnamegeran hem beraet kir hem jî ceza li wan birîn
16:34 HDK’ê serdana DÎAY-DER’ê kir
16:12 Platforma Zimanê Kurdî sala nû pîroz kir
16:05 Hevserokên Giştî yên HDP'ê ji bo sala nû peyamek weşand
15:47 Aktîvîst TJA'yê Sumeyye Gok sewqî Qeyseriyê hat kirin