STENBOL - Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, serdana DÎAYDER’a ku demekî dirêje desthilat dike hedef kirin.
Hevserokên Kongreya Demokratîk (HDK) Esengul Demîr, Cengîz Çîçek, endamê Lijneya Rêveber Sedat Şenoglû û berdevkên Meclîsa Stenbolê serdana Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) ku demekî dirêje desthilat dike hedef, kirin.
Endamên DÎAY-DER’ê şande pêşwazî kir. Hevberdevkên HDK’ê yên daxwazên xwe yên derbasbûyînê ji HDK’ê re pêşkeş kirin, derbarê tiştên qewimîn de agahî girtin. Hevberdevkan diyar kir ku li dijî hedef nîşandan û sûcdariyên ser DÎAY-DER’ê, heta dawiyê li cem wan e.