NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên li Kobanê di encama êrişa SÎHA’yê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an.
Balafirên Biçek û Bêmirov (SÎHA) ên Tirkiyeyê di 25’ê Mijdarê de êrişî maleke li Taxa Şehîd Peyman a Kobanê kiribûn û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 7 kes jî birîndar bûbûn. Hejmara kesên di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 5’an.
Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kobanê, aşkera kir ku 3 kesên din ên li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dane û dermankirina 4 kesên din a li nexweşxaneyê didome.
Navên kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: “Nûjiyan Ocalan, Viyan Kobanê, Rojîn Ehmed Îsa, Mirhef Xelîl Îbrahîm, Welîd Menla Hisên.”
Kesên jiyana xwe ji dest dane wê îro bi merasîmeke ku li Kobanê were lidarxistin werin veşartin.