Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe

img

STENBOL - Stenboliyan ku diyar kirin ji ber krîza aborî nikarin debara xwe bikin gotin: "Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şemaqê li nav guhê dewletê bixe." 

Li Tirkiyeyê hingî fiyetê tiştan biha dibe êdî welatî nikarin nan jî bikirin. Stenboliyan bal kişandin ser krîza aborî û destnîşan kirin ku divê gel bersiva musebîbê krîza aborî îqtidarê bide. 

  
HILBIJARTINA PÊŞWEXT
 
Xebatkara çapemeniyê Ozge Ozcan anî ziman ku li Tirkiyeyê xwe ewl hîs nake. Ozcanî destnîşan kir ku her roj fiyet biha dibin û got: "Xedê aliyê kesên bi meaşê kêm dixebitin bike. Diviyabû meaşê kêm herî kêm bûbûna 6 hezar. Hezar û 700 lîre ji berîka gel derxistin. Rewş qet nebaş e. Jiyan zehmet bûye. Dê mirov ji ber krîza aborî terka welêt bikin. Ez li cem malbat xwe me, lê dîs ajî zehmetiyê dikişînim." 
 
NIKARIM BI 12 HEZARAN DEBARA XWE BIKIM
 
Vûral Canbûl ku ji bo debara xwe bike li 3 devaran wekî ewlehîparêz dixebite, destnîşan kir ku îqtidar di qesran de dijî û tu têkiliya wê bi gel re nemaye. Canbûl, diyar kir ku rojê nêzî 18 saetan dixebite û dahata wî ya ehane 12 hezar TL ye. Canbûl, anî ziman ku 12 hezar têra wî nake û got: "4 zarokên min hene, xaniyê min ê kirê ye. Ez 2 hezar û 800 TL'yî heqê kirê didim. Heqê ceryan, av û gazê, xwarin û vexwarin tiştek di dest de namîne. Ez bi vî halî nikarim debara xwe bikim, îja yên bi meaşê kêm dixebitin dê çawa debara bikin? Dewlet pêşî divê têkeve etra gelê xwe. Heya dewlet ev dewlet be dê rewşa wiha be. Gava mirov birçî bimînin dê her tiştî bikin." 
 
‘WÊ GEL ŞELMAQÊ LÊXE'
 
Canbûl, bibîr xist gava Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dev ji seorkwezîrtiyê berdaye di qaseya welêt de 35 milyar euro hiştiye û bal kişand ser Serokkomarê AKP'î Erdogan û got: "Lê Erdogan welêt şêland. Wisa dişêlîne, tu nizanî çi dike. Dolar geh zêde dike geh kêm dike. Alîgirên wî nesîbê xwe jê digirin. Li gor qafê xwe dijîn. A dibe bi me feqîran dibe. Lê gava tu baixivî jî tu dibî 'terorîst'. Nexwe ez 'terorîst im.' Digire bila bigire, ma wê çend kesan bigire. Dê 100 kesî bigire an hezar kesî. Helbet wê rojekê gel dakeve kuçeyan û şelmaqê li nav guhê dewletê bixe." 
 
Canbûl, anî ziman ku îqtidar gel bi teknolojiyê dixapîne û xwest mirov êdî çavvekirî bin. 
 
MA HEYA KU DERÊ?
 
Ahmet Ertekînê teqawidbûyî destnîşan kir ku bi aşkerekirina meaşê kêm yê berê her tişt du qarî biha bûye û got: "Bi zêdebûna dolar re meaşê kêm bêqîmetir bû. Fiyet biha bûn, dolar kêm kirin. Lê ên xisirîn em in. Ku derê vî tiştî xweş e? Ma mirov ji tişta ku ji berîkê kêm dibe dibêje min qezenc kiriye? Meaşê teqawidbûyînê têr nake. Ez bi firotina simîtan an jî karine din debara xwe dikim, lê dê ev heya ku wisa dewam bike? Roja ku em naxebitin, em çokên xwe ber bi zikê xwe ve dikişînin. Wekî din em nikarin ji anvd erkevin." 
 
‘EZ AVA ZÊDE TEVLÊ DIKIM'
 
Ertekîn, anî ziman ku zebze û fêkî jî gava dibe êvar diçe wan ji bazarê dikire, ji lew re ber êvarî erzan dibin û got: "Gava em xwarinekê çêbikin, ji bo em têr bixwin em avê zêde dixinê. Polîtîkayên îqtidarê me germ nakin, me diqerisînin. Di zikê me de lodên qeşayê çêbûne. Di ser 500'î re parlementer hene, lê ne xema wan e. Tu tiştî nadin gel. Êdî em li çareya serê xwe mêze dikin. Êdî em kêm dikin û bi vî awayî hewl didin debara xwe bikin. Yanî em ên kevin li xwe dikin, em li gor şertên rojê tevdigerin. Em hewl didin bi vî awayî îdare bikin." 
 
‘DIVÊ AKP BIÇE'
 
Necmettîn Donmez jî bilêv kir ku ji bo tiştên erzan bistîne diçe 10 marketan. Donmez, bibîr xist ku AKP 20 sal in îqtidar e û êdî wextê wê yê çûyînê hatiye. Donmez got: "Êdî tu pêwendiya wan bi gel re nemaye. Gel ji bîr kirine. Ji lew re pir zengîn bûne. Wekî Harûn hatin, wekî Karûn zengîn bûn. Di dema vana de zengînb êtir zengîn, feqîr bêtir feqîr bûn." 
 
‘AKP Û HÎTLER'
 
Donmez, destnîşan kir ku tekane berpirsê hemû pirsgirêkan feraseta "yek"zilamî e û ha Hîtler ha AKP, heman tişt in. Donmez got: "Hîtler jî wekî AKP'ê welêt perîşan kir. Îbnî Haldûn dibêje çi; ger hûn karbidestiyê têxin destê zilamekî tenê, dê bibe despot, dê meşa wî biguhere, paşê jê weye xweda ye. Niha îqtidar jî ketiye vî halî. Her rojd u roj sûreya 'nas'ê dixwîne Behsa dîn dike. Îqtidar êdî xwe di ser mirovan re dihesibîne, xwe wekî nîv-xweda dihesibîne. Xwedê dawiya me bi xêr ke." 
 
 
 

Sernavên din

25/12/2021
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN