Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike

  • rojane
  • 10:05 22 Kanûn 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Îbrahîm Êzidî, da zanîn ku PDK li herêmê sîxûrtiyê dide ferzkirin û wiha got: " Hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê PDK’ê şûna MÎT’ê kar dike. Cihê ku  MÎT xwe negehînê PDK’ê wê dike." 
 
Di 9’ê cotmeha 2019’an de bi armanca şikandina berxwedana civaka êzidî di navbera Hikûmeta Iraqê û Hewlêrê de peymana "Şengalê" hate îmzekirin. Peymana ku beyî vîna êzidiyan hate îmzekirin bû mijara bertek û rexnekirinê.  Peymana bi piştgirî û hevkariya Tirkiyeyê hatibû îmzekirin û pişt re di 23'ê nîsanê de operasyonên wê yen derveyî sînor ên li dijî herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistanê hatin destpêkirin. Her wiha bi vê operasyonê re ji aliyê Dewleta Tirk ve li dijî Wargeha Mexmûrê û Şengalê jî êrişên hewayî pêk hatin. Di vê çarçoveyê de balafirên şer ên Tirkiyeyê di 16’ê tebaxê de sûka Şengalê bombe kirin û Fermandarê YBŞ’ê Seît Hesen û biraziyê wî Îsa Xwedêda hatin kuştin. Di 17’ê tebaxê de jî Tirkiye Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê yê Şengalê bombe kir. Di vê êrîşê de 4 xizmetkarên tenduristiyê û 4 endamên YBŞ’ê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Herî dawî di 7 û 11'ê kanûnê de jî Tirkiyeyê li dijî bajaroka Xanesorê ya Şengalê du êrişên hewayî pêk anîn. Di van êrişan de jî Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Mervan Bedel jiyana xwe ji dest da û 2 zarokên wî jî birîndar bûn. 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî ku li Şengalê dijî û geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopînê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî û têkildarî mijarê nirxandin kirin.  
 
'HEDEF VÎNA CIVAKA ÊZIDIYAN BÛ' 
 
Rojnameger Îbrahîm Êzidî, diyar kir ku hedefa êrişên Tirkiyeyê ji kesan wêdetir rêxistinbûyîna civaka êzidî ye û wiha axivî: "Piştî lidarxistina Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Şengalê ku tevahiya pêkhateyên Şengalê beşdar bûbûn, plan û êrîşên li ser Şengalê zêde bûn û şêwazê van êrişan hatin guhertin. Dijminahiya Dewleta Tirk a li dijî êzidiyan bi vê  pêngavê hîn zêdetir bû. Dewleta Tirk dixwaze vê peyamê bide êzidiyan, 'Em ê îradeya we û gavên ku hun  ji bo azadiya xwe diavêjin bi tu awayî qebûl nekin'. Ji ber vê piştî hilbijartinên Iraqê ev erîş hin zêdetir bûn. Êzidî û Şengal bûn hedef.  Herî dawî jî ji bo ku rê liber rêxistinbûyînna êzidiyan bigirin erişî Merwan Bedel kirin. Piştî vê jî êrîşî ser Meclisa gel a Xanesorê kirin. Bi van erîşan re cardin pêvajo hate guhartin. Dewleta Tirk wê bêcudahî îradeya êzidiyan bike hedef."
 
'LI ŞÛNA MÎT'Ê PDK KAR DIKE' 
 
Êzidî, bi lêv kir ku cihê pêşengên civaka êzidîji aliyê PDK'ê ve tên tespîtkirin ji Tirkiyeyê re tên ragihandin û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: "Di roja yekemîn a rojiya êzidî de Merwan Bedel şehîd xistin. Bi vê Dewleta Tirk dixwaze bibêje 'Ez dijminê olê we me'.  Ji ber wê di roja herî pîroz de erîş kirin. Ev ne rasthatineke. Dibe ku bi mehane li ser van  pêkanîna amadekarî kiribin. Ji her kesî zêdetir em rastiya Dewleta Tirk dizanin. Di her erîşeke ku pêk tînin de peymak jî didin. Bi DAIŞ'ê em tune nekirin û niha jî bi balafirên şer erîş dikin. Em dizanin van erîşan Tirkiye bi tena serê xwe pêk nayne. Eger NATO çek nedabûna Tirkiyeyê ev tişt pêk nedihat. Her wiha Koolîsyona Navneteweyî ya Dijî DAÎŞ’ê asîmanê Şengalê li ber tirkan venekiribûna îro ev erîş çênedibûn. Em dibînin ku ev planeke navnetewî ye li ser me tê meşandin. Yek ji aliyên ku dixwaze bi vê planê êzidiyan tune bike û nehêle jî PDK’ê ye. Niha li Şengalê piştgirî dide hin kesên ku van karên tirsonek dikin. Van kesan ji xwe re weke ajan dide karkirin. Ev plana PDK’ê ne ji niha ve dest pê kiriye. Dema ku vegera gel ji bo Şengalê dest pê kir hin malbat ji bo ku karê sîxurtiyê bikin bi taybet hatin hilbijartin û şandin Şengalê. Li Şengalê li şûna MÎT’ê PDK kar dike. Cihê ku MÎT xwe negehînê PDK şûna wê kar dike."
 
'PDK SÎXÛRTIYÊ FERZ DIKE'   
 
Di berdewamê de Êzidî, da zanîn ku gelek malbatên welatparêz ji ber zext û gefên PDK'ê derketine derveyî welat û axaftina xwe wiha domand: "Hêzên Parastinê yên PDK’ê dema  ku êzidiyan digire gefa li wan dixwe ku derheqê pêşengên êzidî û ji kesên rêveberiya xweser de agahiyan bide wan. Dema ku agahiyek ket destê hêzên parastina PDK'ê rast e rast dikevin berdestê MÎT'ê.  Ev agahî ne vala ye. Em yek bi yek karên PDK’ê li Şengalê ji nêz ve  dişopînin. Li Şengalê gelek ciwanên êzidî yên rojnemevan di saziyên ragihandinê yên PDK’ê de ji bo debara xwe bikin kar dikirin.  Lê herî dawî PDK’ê ji van kesan xwestiye ku karê îstixbaratî ji bo wan bikin. Ev ciwan neçar mane ku dev ji kar berdin. Ji van hin kesan jî ji tirsan berê xwe dane welatên derve. Reqemên telefonê yên malbatên welatparêz ku dema DAÎŞ’ê li Şengalê şer kirina bi rêya kesên bi ser PDK’ê ve dikevina destê MÎT’ê.  Mixabin ev tişt li ber çavê Iraqê û Netewên Yekbûyî tê kirin. Lê heta niha tu lêpirsînek nehatiye destpêkirin. Kîngê êrîşek Dewleta Tirk çêbûbe Iraqê jî li Şengalê alozî derxistiye û xwestiye ku bikeve cihê di bin kontirola YBŞ’ê de."
 
'KESEK NIKARE RAST E RAST ERÎŞ BIKE' 
 
Di dawiya axaftina xwe de Êzidî, destnîşan kir ku civaka êzidî li dijî her erişê amade ye û ev tişt got: "Ev êriş ne ku zirarê didin Şengalê. Ev êriş ji aliyê dijminê ezidiyan ve tên kirin û dixwazin bi van erişan êzidiyan tune bikin. Herkes dizane ku di van rojên dawî de liv û tevgera DAÎŞ’ê di aliyê Mexmûr û Kerkûkê de zêde bûne. Lê mixabin weke ku tê dîtin pêşmerge nikarin li hemberî DAIŞ’ê li ber xwe bidin. Planê DAÎŞ’ê yê li ser Şengalê têk çûne. Bi  saya YBŞ’ê,YJŞ’ê û Asayîşa Êzidîxanê tu kes nikare bi rehetî erişî Şengalê bike. Loma Tirkiye jî şûna DAÎŞ’ê êrişî êzidiyan dike. Gelê me ku buye xwedî vîn ji  her êrişeke ku bê kirin  re amadeye.  Ev yek îspata ku êzidî bûne xwedî bîrdoziyeke bi rêxistinî. Dema ku civakek bû xwedî bîrdoziyek bihêz û xwe li ser perwerde kir êdî gotina, 'Em ne amade ne'  ji wê kes û civakê re nîne. Em niha dibînin di hemû saziyên êzidiyan de bîrdozî pêşketiya ev jî dibe sedem ne Iraq, ne PDK û ne jî Tirkiye nikare rast e rast erişî êzidiyan bike. Tirsa vê bîrdoziyê di nava wan de pêşketiye û ji ber wê jî dijmin dest bi planên veşartî dike."
 
MA / Zeynep Dûrgût
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

25/12/2021
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2021'AN
24/12/2021
17:00 Nobeta Edaletê di roja 16’an de ye: Bila girtiyên nexweş bên berdan
16:55 Xwendekara ku birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
16:45 Di Nobeta Edaletê de banga têkoşîna hevpar hat kirin
15:57 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê xwe ji bo kongreya mezin amade dike
15:30 Girtiyen Girtîgeha Tekîrdagê: Ewlehiya canê me tune ye
15:22 Îdianameya meleyan beriya dadgehê ji medya havûzê re hat şandin
15:22 Li Şirnexê rêyên 20 gundan hatin girtin
14:30 Ayla Akat: Yên daxwaza mudaxiliyê dikin dikaribûn êrişan bisekinandina
14:08 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
14:03 Başaran: Çavkaniya pirsgirêkan bêhiqûqiya li Îmraliyê ye
14:00 Di êrişa çekdarî ya li dibistanê de kesek birîndar bû
13:37 Dadgeha Bilind cezayê Hevşaredarê berê yê Wanê Bekir Kaya erê kir
13:20 Berwarî: Li Rojhilata Navîn bêyî Ocalan çareserî ne pêkan e
13:19 Parlementerên HDP’ê piştgiriya dan malbata Şenyaşar
13:10 Doza Kobanê: Mîkrofona parêzerên dozê hat girtin
12:36 Ji nobeta ‘Em jiyanê diparêzin’ bang kirin: Girtiyên nexweş berdin
12:34 HDP'ê cejna Noel û Yaldo pîroz kir
12:09 Mal û milkê 770 kesî hatin desteserkirin
11:44 Serlêdanên pêşbirka helbestan a Arjen Arî dest pê kir
11:34 Nobeda Sêmalka di roja 81'an de didome
11:28 Malbata Şenyaşar: Edalet tune be nan jî tune ye
11:22 Li Wanê gelek kes hatin binçavkirin
10:13 Ocalan: Çareseriya krîza aborî hilweşandina îqtidarê ye
09:39 Piştî qurbaniyên Roboskiyê êş, azar, xemgînî...
09:36 Bêyî ku kiryar û winda bên dîtin dosyeya Çemê Merîçê hat girtin
09:14 Pîrani: Ên DAIŞ'ê xwedî dikin Tirkiye û PDK ne
09:13 Sekreterê Giştî yê TÎHV'ê: Tecrîd hatiye asta tiştekî bê gotin nemaye
09:13 Meaşê kêm bi zemên tên kirin heliya
09:12 Ên nikarin debara xwe bikin: Dê gel şemaqê li nav guhê îqtidarê bixe
09:11 Berdana rojnameger Dogan 5 sal taloq kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2021'AN
08:49 Li Wanê bi pileya 4.0 erd hejiya
23/12/2021
18:38 Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi meşê protesto kirin
17:24 Piştî 30 sal û 3 mehan hat berdan
17:13 Parlamenterê HDP’ê yê berê hat berdan
16:58 Ji bo kongreya ciwanan û mîtîngê bang kirin
16:56 Li Şirnexê rêvebera HDP’ê hat girtin
16:50 Jinan serdana Nobeda Edaletê kir
16:36 Danişîna Doza Kobanê dê sibê berdewam bike
16:31 Wê dadgeha binîqaş êdî li dozên siyasî nenêre
16:31 HDP wê li navenda Rihayê mitînga ‘edaletê’ li dar bixe
16:30 HDK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:02 HDP’ê li Mêrsînê dest bi amadekariyên kongreya xwe kir
15:46 ÎHD'ê nobeta 'Em jiyanê diparêzin' da destpêkirin
15:19 Ceza li endam û rêveberên Komeleya Sarmaşikê hat birîn
15:04 ‘Doza Sereke ya KCK’ê ku ji nû ve tê dîtin hat taloqkirin
14:31 Doza Kobanê: Armanca dozê tunekirina HDP’ê ye
14:08 KESK: Divê mûçeyên kedkarên camweriyê bê zedekirin
13:58 ‘Bila faîlên komkujiyan werin darizandin’
13:48 Biryara berdewamkirina girtina Kavala hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Em ji bo çareseriyê hevdîtinan dikin
13:21 Parêzeran ji bo biçin Îmraliyê careke din serlêdan kirin
12:32 Di doza Efe Tektekîn de ji ATK’ê raporek nû hat xwestin
12:07 Li Edenê zilamekî jinekê birîndar kir
12:01 Malbata Şenyaşar: Edalet di bin serweriya zaliman de ye
11:24 Malbatên sê karkerên sûrî ku hatin şewitandin: Ev nijadperestî û hovîtî ye
11:15 Li Bakur berf dibare
11:14 Nobeta Sêmalka di roja 80'yî de didome
10:52 Girtiyê nexweş Aslan: Em di bin zextê de ne
10:28 Temenê Bagerê biçûk mezin kirin û heta hetayê ceza lê birîn
09:21 Bi pîyangoya qeyûm tayinî Nûnertiya RTUK'ê ya Herêmê hat kirin
09:14 Banga ji bo tevlîbûna kongreya ciwanan
09:14 Partiyên siyasî yên li Îzmîrê: Divê xwedî li berxwedana Îmraliyê bê derketin
09:12 Ji rêxistinên mafên mirovan banga ji bo doza Denîz Poyraz
09:11 Girtî: Em ê li ber xwe bidin
09:10 Sewalvan: Em heywanên xwe difiroşin û pê ji bo yên mayî êm dikirin
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2021'AN
22/12/2021
18:51 HDP'ê serdana Partiya Saadetê kir
17:17 Komeleya Jinan a STAR serdana Nobeta Edaletê kir
16:59 Li Îzmîrê 7 kes hatin berdan
16:22 Li Rihayê ji bo mîtînga ‘Niha dema edaletê ye’ bang kirin
15:53 Faîlê kuştina Ayşe Tayûrak berdan
15:53 Hunergeha Welat vê carê ‘Awazên Wendayî' zindî kir
15:34 Kedkarên tenduristiyê êrişa li bijîjk şermezar kir
15:34 Nobeta Edaletê di roja 37’an de ye: Em ê bigihin armanca xwe
15:33 Tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin
15:21 Dadger bersûcê destdirêjiyê Osman Çur beraet kir
15:04 Şandeya TMMOB'ê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:57 Ji ÎHD’ê çalakiya ‘Em jiyanê diparêzin’
14:07 Biryara neşopandinê dan îfadeyên ‘Kurdistan û Birêz Ocalan’
13:42 Doza Malbata Îzol: Ji bo 12 kesan 48 car cezayê muebetê hat xwestin
13:42 Serokkomarê Şîliyê Garbrîel Borîc: Kurd tên qirkirin
13:17 Rojnamevan Turfent sersala xebatkarên ajansa me pîroz kir
13:07 Girtiyên jin kovara bi navê 'Tevn' derxistin
13:06 Çîrokên ku jinên girtî dinivîsinin wê bên berhevkirin
11:38 Ciwanên HDP’ê amadekariya kongreyê dikin: Em ê modela jiyana nû pêşkeş bikin
11:05 Malbata Şenyaşar: Em ê riyek nû vekin
10:16 Li Îzmîrê 7 kes hatin binçavkirin
10:09 Doza Denîz Poyraz dest pê dike
10:05 Rojnameger Êzidî: Li Şengalê li şûna MÎT'ê PDK kar dike
09:31 Zeytûn: Dê ATK bi lêpirsîneke kartêker daxilî nav gumanbaran bibe
09:19 Bijîjk ji girtiya nexweş re got: Tu bi vê tansiyonê çawa dijî?
09:11 Înfaza girtiyê ku 'poşmanîtî' qebûl nekir cara dudoyan hat şewitandin
09:11 Êdî goştê mirîşkan jî bi xiraman tê firotin
09:11 Zarok û malbatên wan ji bo xwedî derketina li kurdî bang kirin
09:11 Elîk: ATK şirîkê mirina girtiyan e
09:11 Komira Şirnexê çû heya Trabzonê jî!
09:11 Parêzerê Dînç: Soylû jiyana muwekîlê min xist talûkeyê
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2021'AN