Girtiyê nexweşê qanserê ku hevkariyê nekir "bihalê baş" nehat hesibandin

  • rojane
  • 10:27 15 Kanûn 2021
  • |
img

AMED - Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê, bi hinceta ku "durî hevkariyê tevdigere" derbarê girtiyê 28 salan Soydan Akay ku 4 sal in di hucreyê de tê girtin de biryara ne "bihalê baş" da. 

Lijneyên Çavdêriyê yên Girtîgehan (ÎGK) ku ji 1'ê çileyê ve li girtîgehan hatine avakirin, li dijî girtiyên ku cezayên wan bi dawî dibin biryarên sosret didin û vediguherin "îşkenceyê". Bi hinceta ku ne "bihalê baş" in girtiyên ku şertên wan ên berdanê çêbûne bernade û careke din wan ceza dike. Ev lijne xwe dike şûna dadgehê û bi biryarên ku dide maf û azadiya girtiyan ji holê radike. Li gorî daneyên rêxistinên ku derbarê girtîgehan de xebatan dikin, heta niha 60 girtî rexmî ku cezayê wan qediyane jî bi biryarên kêfî û cihêkar ên vê lijneyê nayên berdan û li girtîgehan tên girtin. 
 
4 SAL IN DI HUCREYA YEKKESÎ DE YE
 
GirtÎ Soydan Akay (47) ku li Girtîgeha Hejmara 9 a Tîpa F a Sîlîvriyê tê girtin jî yek ji van girtiyan e. Akay, di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, 28 sal in girtî ye û 4 sal in di hucreya yekkesî de tê girtin. Hevdîtinên ku Akay bi parêzerên xwe re kiriye hemû ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi qamerayê hatine qeydkirin. Serlêdana ku parêzera wî Esra Erîn li Dadgeha Destûra Bingehîn kiriye hê bi encam nebûye. 
 
LI NEXWEŞXANEYÊ ÊRIŞÎ WÎ KIRIN
 
Akay ku divê li nexweşxaneyeke baş tedawiya wî bê kirin, ji ber ku li hucreya yekkesî tê girtin û hevdîtinen wî tên qeydkirin, bi mehan mafê xwe yê bi axaftina telefonê û hevdîtina bi parêzerên xwe re bi kar nanî û rêveberiya girtîgehê şermezar kir. Herî dawî di 28'ê cotmehê de li nexweşxaneya ku ji bo kontrolê çêbûyê, nêzî cendirme û kesekî sivîl êrişî wî kiribûn. Parêzerê wî xwestin ku têkildarî vê êrişê di 2'ê mijdarê de bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin bikin. Rêveberiyê girtîgehê vê daxwazê red kir. 
 
HINCETA NE 'BIHALÊ BAŞ'
 
Ji bo vê êrişa ku gefê li jiyana Akay xwar bê lêpirsînkirin û cezayê pêwîst li êrişkaran bê birîn serî li Wezareta Edaletê hat dayîn, lê heta niha agahî nehatiye dayîn ku têkildarî mijarê lêpirsîn hatiye destpêkirin an na. Heke tu cezayekî dîsîplînê nexwe divê di 11'ê tebaxa 2023'an de Akay bê berdan. Li gorî qanûnê, Lijneya Çavdêriyê ya Girtîgehê ji 3 mehan carekê rewşa Akay lêkolîn dike. Lijneyê biryara da ku Akay ne "bihalê baş"e. Lijneyê, ji bo ne "bihalê baş" jî ev hincet nîşan da: "Di sekn û tevgerên wî de bi awayekî erênî guhertin tune ye, di hêla başbûn û feyda civakê de qinyateke baş çênebûye, tevgerandina wî dûrî hevkariyê ye."
 
VASIYÊ WÎ SERÎ LI ÎHD'Ê DA
 
Li ser vê biryarê vasiyê Akay Şafî Hayme, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û li dijî biryara lijneyê ya neheq daxwaza alîkariya hiqûqî ji ÎHD'ê kir. 
 
MA / Omer Çelîk
 

Sernavên din

18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’