Parêzer Acûn: Tecrîd pirsgirêka TBB’ê ye jî

  • rojane
  • 09:06 15 Kanûn 2021
  • |
img
AMED - Parêzerê OHD’yî Berdan Acûn, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de pirsgirêka Yekitiya Baroya Tirkiyeyê ye jî û got: “Divê TBB jî bikeve dewrê.”
 
Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) yê Amedê Parêzer Berdan Acûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û bandora tecrîdê nirxand. 
 
Prz. Acûn diyar kir ku tecrîd bi dîroka anîna Ocalan a Tirkiyeyê re ket rojeva welat û wiha got: “Birêz Ocalan ji sala 1999’an û vir ve li vê girtîgehê ye û darizandina wî li vê giravê (Girava Îmraliyê) hate kirin. Ev tecrîda li ser Birêz Ocalan çawa tê domandin; Mafê têkilîdanînê yê parêzer û malbatê, hevdîtina bi telefonê, xwegihandina nûçeyan, ragihandin, xwegihandina tenduristiyê tê sînordarkirin.”
 
‘TECRÎD LI CIVAKÊ BELAV BÛ’
 
Acûn, da zanîn ku tecrîd piştî demekê li hemû girtîgehan belav bû wiha berdewam kir: “Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir belavî hemû civakê bû. Şewitandina înfazên girtiyên ku cezayên xwe qedandine, neberdana girtiyên nexweş, destpêkirina Nobeta Edaletê ya malbatên girityan, bandora tecrîdê ya li ser civakê ye. Li dijî vê hem dengê rêxistinên hiqûqî hem jî dengê civakê bilind dibe. Ji ber vê yekê divê tecrîd were bidawîkirin.”
 
ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK A LI GIRTÎGEHAN
 
Acûn, bi lêv kir ku rewşa Garîbe Gezer a hat îdiakirin ku di girtîgehê de întîhar kiriye girêdayî tecrîdê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina Garîbe Gezer encama tecrîd û îşkenceya sîstematîk e. Mînakeke gelek xerab a tecrîdê ye ku çawa rê li ber taritiyê vedike. Ji ber vê yekê em dibêjin tecrîd pirsgirêkên cidî derdixe holê ku jiyana civak, girtî û mirovan xera dike. Hewceye bi vî awayî li bûyera Gezer were nêrîn.”
 
ÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD DI HEDEFÊ DE YE
 
Acûn, dazanîn ku çareserkirina demokratîk a pirsgirêka kurd bi tecrîdê tê astengkirin û wiha pê de çû: “Bi tecrîdê dengê mûxalîfan tê birîn, banga edalet û mafê demokratîk ya rêxistinên sivîl ên civakî, ciwan û jinan tê birîn. Ji ber vê yekê divê li dijî tecrîdê sekneke civakî hebe. Divê demildest ev bêhiqûqî were bi dawî kirin.”
 
ARMANC ‘TESLÎM GIRTINE’
 
Acûn, anî ziman ku tecrîd bi awayekî hiqûqî weke “’îşkence û mûameleya nebaş” tê binavkirin û wiha domand: “Mafên girtiyan hem di mewzûata netewî hem ya di navnetewî de hene. Ji ber vê yekê armanc bi tecrîdê teslîm girtine. Ji ber vê tecrîd pirsgirêka mafên mirovan e.” Acûn, rapora Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) a li ser tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê bi bîr anî û got: “Têgeha tecrîda di nav tecrîdê de gelekî girîng e, ji ber ku sîstemeke ku me ji hemû mafan bêpar dihêle heye.” 
 
‘MUEBBETA GIRANKIRÎ TECRÎD E’
 
Acûn, diyar kir ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî nîşan da ku cezayê muebbetê yê girankirî ku li Ocalan hatiye birîn, binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ku “mafê hêviyê” sererast dike ye û binpêkirina qedexeya îşkence û mûameleya nebaş e. Acûn, dazanîn ku cezayê muebbeta girankirî yê li Ocalan hatiye birîn jî tecrîd e û wiha axivî: “DMME’yê di sala 2014’an de biryarek da . Ji ber vê yekê, divê Tirkiye derbarê cezayê muebbetê yê giran de sereraskirinekê bike. Li gorî vê biryarê ku girtîgeh heta mirinê binpêkirina qedexeya êşkence û miemeleya nebaş e, di hiqûqa navxweyî de rêûresmek hatiye nîşandan. Di vê pêvajoyê de di hiqûqa navîn de tu sererastkirin nehatine kirin. Îsal Komîteya Wezîran a Komîteya Ewropayê ev dosya danîn pêşiya xwe û dest bi şopandinê kir.”
 
BINPÊKIRINA KU 7 SAL IN DIDOME
 
Acûn dazanîn ku Komîteyê ji bo sererastkirinên pêwîst dem daye Tirkiyeyê û wiha domand: “Ev rewş niha di bin çavdêriya Komîteya Wezîran de ye. Daxwaza ku ev plan di nava salekê de bê kirin, tê wê wateyê ku yên cezayê muebbetê li wan hatine birîn wê saleke din ji azadiya xwe bêpar bimînin. Bi biryara DMME’yê ku di sala 2014’an de hat dayîn re, heta niha sererastkirinek nehatiye kirin, ev jî binpêkirina mafan a 7 salan e.”
 
BERPIRSYARTIYA RÊXISTINÊN PIŞEYÎ
 
Acûn, bi lêv kir ku tecrîda li ser Ocalan tecrîda li ser parêzeriyê ye jî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Parêzeriya parêzerên Ocalan tê astengkirin. Xwegihandina parêzaren a muwekîlê wan tê astengkirin. Ji ber vê yekê tecrîdek li ser pîşeyê jî tê sepandin. Ev pirsgirêka parêzeran, parastinê, baroyan û Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê ye. Ji ber ku mafê me yê alîkariya hiqûqî ya muwekîl nikare were astengkirin. Beriya niha bi hêceta ‘koster xerabe ye’ hevdîtin dihatin astengkirin niha jî bi pêkanîna ‘cezayên dîsîplînê’ ev yek tê kirin. Ji ber mafê hevdîtinê tê astengkirin, rêyên serlêdanê yên dijî cezayên dîsîplînê jî ji holê radibin. Em dixwazin Wezareta Dadê di zûtirîn demê de dawî li tecrîdê bîne û rê li ber çûna parêzeran a Girava Îmraliyê veke. Bi heman awayî divê baro, rêxistinên sivîl ên civakî, komeleyên mafên mirovan, rêxistinên hiqûqî û Yekitiya Baroya Tirkiyeyê (TTB) bikevin dewrê û vê tecrîda li ser pîşeyê bi dawî bikin.”
 
 
 
 

Sernavên din

18/12/2021
17:09 Bi hezaran kedkar li Gundogdûyê qîr kirin: Diçin û wê biçin
16:58 Her du jinên ku hatibûn kuştin, hatin veşartin
16:51 Malbatên Nobeta Edaletê digirin: Bila Meclîs girtiyên nexweş bigire rojeva xwe
16:20 Nexweşxane dibêje “nikare” ATK dibêje “dikare di girtîgehê de bimîne”
16:14 Sedema mirina mehkûmê edlî nehat eşkerekirin
15:41 Rûniştina F: Girtiyê nexweş Azîz Tufan berdin
15:28 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
15:12 Ji bo Serkan Dîkme li Ceyhanê şîn hat dayîn
14:51 Bi hezaran kedkar herikîn Qada Îstasyonê: Hikûmet îstîfa
14:50 Baroya Sêrtê serdana malbata Şenyaşar kir
14:40 'Mehmet Emîn Ozkan berdin'
13:56 Hevjîna Aydogan ê beriya 27 salan hat windakirin: Hestiyên wî bidin
13:13 25 sal in tu xeber jê nehatiye girtin
12:08 Nobeda li Sêmalka di roja 75'an de didome
11:52 Goristana Xerzanê: Êrişa li bîr û dîrokê hatiye kirin
11:38 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bînin
10:49 Cenazeyê Dîkme piştî 5 salan hat wergirtin
10:18 Li Îmraliyê hiqûq hatiye xitimandin: Divê fikarên civakî werin bidawîkirin
10:13 Dê ji bo hesabpirsînê li Mereşê bin!
09:26 Keça dayika Taybet: Bawer dikim ku dê hesab bê pirsîn
09:08 Nerazîbûna amediyan a ji bo bihakirina nan: Guherîn şert e
09:08 Malbatan meaşê kêmane hesab kir: Em avê jî qurto qurto vedixwin
09:08 ‘Mifteya gergerîneka neçareseriyê li Îmraliyê ye'
09:08 Bêyî li benda rapora ÇED'ê bisekine dest bi karê madenê kir
09:00 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2021'AN
08:13 Rêveberê DBP’ê hat binçavkirin
17/12/2021
23:42 Girtiyekî din jî jiyana xwe ji dest da
17:04 Li Geverê ciwanan şahî li dar xist
17:04 Îşkence kirin û gefa destdirêjiyê lê xwarin!
16:57 Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê: Lêgerîna girtî li girtiyan tên ferzkirin
16:07 Malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Bakirkoyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin
16:06 Piştgiriya Nobeta Edaletê ku ket roja 32’yan mezin dibe
15:45 Parêzvanên mafê mirovan serdana Malbata Şenyaşar kirin
14:50 HDP’ê Cejna Êzî pîroz kir: Li dijî êrişên Şengalê bêdeng nemînin
14:49 Bankaya Navendî mudaxileyî dolar kir
14:48 Nivîskar Haydar Işik koça dawî kir
14:10 Li Licê jineke ducanî hat girtin
14:04 Welatî dikevin dora kirîna nan: Bila Erdogan şerm bike
13:29 Li Silopiyayê qeza trafîkê rû da
13:25 Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
12:50 'Edî bes e, dawî li vê zilmê bînin'
12:39 Di 11 mehan de 2 hezar û 17 karkeran jiyana xwe ji dest da
12:30 Nobeta malbata Şenyaşar di roja 284’emîn de ye
12:21 Amed ji bo mitînga ‘em nikarin debara xwe bikin’ amade ye
12:20 Li Stenbolê 12 kes hatin binçavkirin
11:50 Xemsariya girtîgehê roj bi roj wî bir mirinê!
11:38 ‘Di komkujiya Konyayê de gelek rastî tên veşartin’
10:36 Mezlûmekî li girtîgehê mezin dibe: Mazlûm Îçlî
10:35 Li Girtîgeha Turkoglûyê ava gerim nayê dayîn
10:18 Li Hewlêrê lehî rabû: 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
09:11 Jinên baretspî li şantiyeyên zayendparêz feraseta heyî dişikînin
09:11 Ji jinên sendîkayî banga ji bo mîtînga 'em nikarin debara xwe bikin'
09:09 Cenazeyê wê 7 rojan li cem wan ma: Kurê wê yê 6 mehî ji bo şîr diket hemêza wê
09:09 Girtiyê ji sedî 82 astengdar: Jiyana min veguheriye îşkenceyê
09:08 Hevserokê Giştî yê OHD'ê Şeker: Girtîgeh bûne cihê mirinê
09:07 Girtî li deverên bê kamera tên derbkirin
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2021'AN
08:50 Girtiyê nexweş Abdulrazak Suyur hat veşartin
08:49 Tûgrûl li bajarê xwe Sêrtê hat veşartin
16/12/2021
19:58 Konsera LaWje hat taloqkirin
17:08 Cenazeyê Salcûk piştî 15 mehan radestî malbatê wî kirin
17:00 Rêxistinên ked û pîşeyî banga beşdariya mitînga Îzmîrê kirin
16:58 Nobeta Edaletê di roja 31'an de ye: Girtiyên nexweş tên kuştin
16:36 Ji doza ji nû ve hat darizandin nehat berdan
16:01 Di erîşa çekdarî de jinek birîndar bû
15:47 Meaşê herî kêm diyar bû: Wê 4 hezar û 250 lîre be
15:10 Ji bo beşdariya mitînga ‘Em nikarin debara xwe bikin’ bang hat kirin
14:51 Daxistina faîzê dolar bihatir kir
14:51 Nobeta Edaletê ya Wanê di roja 8'an de ye
14:45 Di doza parêzerên Ocalan de li şahid hat guhdarîkirin: Ev komploya polîsan e
14:33 Polisan Hevseroka MED TUHAD-FED binçav kir
14:20 Jinan daxwaza xwegihandina edaletê kirin
13:29 Berdevka HDP'ê Gunay: Girtiyên nexweş berdin
13:21 Malbata Şenyaşar: Bêedaletî Tirkiyeyê tune dike
12:10 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:07 Pirsa ‘te çima axa kuşt’ ji HDP’iyan kirin
11:55 Cenazeyê Halîl Guneş hat veşartin
11:51 PDK'ê Deriyê Sînor ê Sêmalka bi blokan girt
11:47 Cenazeyê Tugrul şandin Sêrtê
11:24 Malbatan li ber ATK’ê îsyan kir: Em ne cenazeyan, em zarokên xwe dixwazin
11:21 Nûçegihanê me Aslan hat beraetkirin
10:50 Li Ermenistanê gundekî kurdan: Pampa kurdan
10:41 Nobeda li Sêmalka di roja 73'yan de didome
10:39 Beriya biryara faîzê ya MB’ê dolar û euro zêde bûn
10:32 ‘Mirina girtiyên nexweş cînayet e’
09:28 Keça serhildêr a Kerboranê: Xerîbe Gezer
09:12 Koç: Xalên ‘tarî’ yên Komkujiya Konyayê nehatin lêkolînkirin
09:12 ‘Derbarê polîsên îşkence li xwendekaran kirine de lêpirsîn nayê destpêkirin’
09:11 Jinan bertek nîşanî kelûpelên paqijiyê da: Ped ne luks e, pêdivî ye
09:10 Di 7 salan de 5 caran hat sirgûnkirin
09:09 ‘Divê tenê ne kurd tecrîdê bînin ziman’
09:08 ‘Divê tavilê Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike’
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2021'AN
00:10 Girtiyê nexweş ê hatibû berdan jî jiyana xwe ji dest da
15/12/2021
21:12 Di rapora otopsiya pêşîn a Suyur de 'mirina biguman' hat nivîsandin
19:43 Hevşaredarên Silopiya hatin darizandin
19:36 Ji bo Akkuş şîn hat dayîn
19:28 Rapora pêşî ya otopsiya Guneş nedan parêzeran
17:56 Girtî: Guneş û Şûyûr bi îşkenceyê hatin kuştin
17:44 'Dewlet wê teqez bi komkujiyan re rûbirû bimîne’