‘Daraz esker û polîsên sûcdar diparêze'

  • rojane
  • 09:31 9 Kanûn 2021
  • |
img
ŞIRNAK - Parêzer Hakzan Sadak bal kişand ser polîs û eskerên sûcan dikin û ji aliyê darazê ve tên parastin û destnîşan kir ku polîtîkaya bêcezatiyê zêde dibe û hiqûq li hemû herêman wekî hev nayê şixulandin. 
 
Li baharên herêmê ji ber polîtîkayên "ewlehiya taybet" û pêkanînên Rewşa Awarte (OHAL) ji sala 2008'an heya niha herî kêm 92 bûyerên wesayîtên zirxî qewimîne. Di van bûyeran de 20 jê zarok bi giştî 40 kesî jiyana xwe ji dest da û 52 kes jî birîndar bûn. Heya niha li polîs û eskerekî jş yên musebîbê van bûyeran, cez anehatiye birîn. BErevajî vê, di raporên derbarê van bûyeran de, kesên jiyana xwe ji dest dan wekî "qisûrdar" hatin nîşandan. 
 
Herî dawî li navçeya Hezexê ya Şirnexê wesayîta zirxî ya polîsan pêl li Mîraç Mîroglû yê 7 salî kiribû û ew kuştibû. Lê belê polîsê ku Mîroglû yê 7 salî kuşt tenê îfadeya wî hat girtin û paşê hat berdan. 
 
Parêzer Hakzan Sadak, anî ziman ku polîtîkaya bêcezatiyê esker û polîsan bi cesaret dike û sûcdar tên parastin. 
 
‘SÛCDAR TÊN PARASTIN'
 
Parêzer Sadak, diyar kir ku polîtîkayên bêcezatiyê dikin ku esker û polîs hîn bêtir sûcan bikin û got: "Ji ber polîtîkayên darazê karmendên dewletê yên sûc dikin, xwe wekî dewletê dihesibînin. Ev têkildarî Qanûna Bingehîn a 1982'yan e jî. Berjewendiyên dewletê di ser yên gel re ne. A rast di vir de gel di asta dudoyan de ye." 
 
‘HEMAN KES'
 
Sadak, anî ziman ku di lêpirsînan de yê tê sûcdarkirin mexdûr in û got: "Ên raporên têkildarî van bûyeran amade dikin an jî li cihê bûyerê vekolînan dikin meqamên darazê ne. Her wiha esker û polîs jî lêkolîna cihê bûyerê dikin. Yanî yên sûc dikin, ên raporê çêdikin, ên krokiya wê hazir dikin, ên lêpirsînê bi lez û bez dikin û întiqalî darazê dikin heman kes in. Ma wisa be dê rapor çawa bi awyaekî bêalî bê amadekirin? An jî dê lêpirsîn çi qasî çalak be? Dê biryarine adil çawa bên dayîn? Ev hemû cihê nîqaşê ne." 
 
POLÎTÎKAYA BÊCEZATIYÊ
 
Sadak, bilêv kir ku polîtîkaya bêcezatiyê derb li edaletê jî xistiye û got: "Li Tirkiyeyê polîtîkayeke bêcezatiyê ya pêşî lê nayê girtin heye û her diçe zêde dibe. Bi taybetî ji ber neeşkerekirina sûc, ne lêpirsîneke çalak û necezakirina sûcdaran, li bara gel nebaweriya bi edaletê peyda dibe. Necezakirina kiryaran dibe sedema zêdebûna kiryarên nediyar û îşkenceyê." 
 
‘HIQÛQ WEK HEV NAYÊ ŞIXULANDIN'
 
Sadak, bûyera li Hezexê bibîr xist ku demek berê çêbûbû û got: "Mafê jiyanê yê vî zarokî hat binpêkirin. Û bûyerên bi vî rengî hema bibêje li tevahiya herêmê çêdibin. Piranî jê di çapemeniyê de dertên, lê hinek jê jî na. Hûn li Îzmîr, Enqere û Mêrsînê leqayî bûyerên bi vî rengî nayên. Di navbera herêman de cudatî hene. Lewma li rojavayê û li rojhilatê hîqûq wekî hev nayê şixulandin. A rast kuçe qadên jiyanê yên zarokan e. Û peywira we dewletê jî parastina zarokan e. Ger hûn nikaribin biparêzin, nexwe wesyîtên eskerî yên ji bo jiyana mirovan talûke ne li herê neşixulînin. Ev peywira we ye. Ger hûn nekin, nexwe ê sûcdar hûn in." 
 
Sadak, anî ziman ku divê daxwaza ji bo edaletê bibe daxwazeke civakî û divê her kes daxwazên xwe yên di vî warî de bîne ziman. 
 
MA / Zeynep Dûrgût
 

Sernavên din

13/12/2021
09:01 Girtîgeh bûne warê nexweşiyan: Hejmar 6 qet zêde bû
09:01 Doza Komkujiya Konyayê sibê ye: Bila herkes li dozê xwedî derkeve
09:00 ROJEVA 13'Ê KANÛNA 2021'AN
12/12/2021
20:21 Ji ber Kovîd-19’ê 182 kesan jiyana xwe ji dest da
20:10 Li Wanê Nobeta Edaletê di roja 4’emîn de ye
19:39 Gergerlîoglû: Çalakiya Garîbeyê çalakiya şermezarkirina dewletê bû
18:25 Hevserokên nû yên HDP’a Stenbolê bûn Bîrol û Encu
17:45 Ji Orkestra Ma xebateke nû
17:29 Li Şengala ku Tirkiye lê tê şermezarkirin êrişî gel hat kirin
16:55 Jinan serdana şîna Gezer kir
16:13 Sancar li kongreya Stenbolê axivî: Em ê serweriya rêbiran hilweşînin
15:44 Platforma Jinan a Enqereyê: Em ji bo Garîbe ne di şînê de di berxwedanê de ne
15:30 Li Çiyayê Bagokê tevgera leşkerî heye
14:52 Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 27’emîn de ye
14:30 Bayindir: Serkeftin nêzîk e
13:36 Li Dêrikê wesayîta zirxî li otomobîlekê qelibî, Kesek mir du kes birîndar bûn
13:35 ‘Ji bo tarî were ronîkirin em li pey doza Denîz Poyraz in’
12:34 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe: Hezar silav ji Îmraliyê re
12:07 Denîz Poyraz li ser gora xwe hat bibîranîn
12:00 Polîsan mudaxileyî xwendekaran kir herî kêm 30 kes hatin binçavkirin
11:51 Girtiyê nexweş Ozkan dîsa birin girtîgehê
11:14 Malbata Şenyaşar: Wê civak zilmkaran efû neke
10:10 Aydar: Hikumeta Herêmê rê nade ku OPCW’ê çekên kîmyewî lêkolîn bike
09:06 ‘Armanca çêkirina girtîgehên tîpa S'yê rewakirina tecrîdê ye'
09:06 Qeyûmê ku 115 milyon deyn xistin stuyê şaredariyê milkên şaredariyê dan ber îhaleyê
09:03 Li hemberî Ûkraynayê 'şerê durehî': Hevdîtina Putin û Biden
09:00 Li Aydinê JES dibin sedema mirinê
09:00 ROJEVA 12'Ê KANÛNA 2021'AN
08:08 Li Şirnexê kesek hat girtin
11/12/2021
17:37 DEVA, HDP’ê û DBP’ê serdana Nobeta Edaletê kirin
16:52 Kaçmaz: Me çok nedanî û em ê nedanîn
16:50 Jinan Garîbe Gezer li Pirsûsê bi bîr anîn
16:39 ‘Delîla îşkenceya li girtîgehan Garîbe Gezer e’
16:16 ‘Israra berdewamkirina girtina Ozkan binpêkirina mafê jiyanê ye.’
16:02 ‘Tecrîda li Îmraliyê were şikandin wê hemû pirsgirêk çareser bin’
15:32 Li Mêrdînê jinek hat kuştin
15:25 Rapora lêkolînê ya cihê bûyerê nekirine dosya lêpirsînê
15:17 Berteke operasyonê: Wê ev derî neyê girtin
15:17 MSD bi Wezîra Karên Derve ya Swêdê re civiya
14:49 Jinan ji Meclîsê bang kirin: Teqez wê hesaba Gezer bidin
14:48 Xizmên windayan: Heta dîtina hestiyê windayê dawîn wê têkoşîna me bidome
13:52 Aqûbeta windayê 28 salan Taşkaya pirsîn
13:48 Sedan kesan serdana şîna Gezer kirin
12:42 Hejmara kesên bi hedef nîşandana Soylû hatin binçavkirin zêde bûn
12:29 Eren Keskîn: Ser delîlên têkildarî mirina Gezer tên girtin
12:12 Tevî ku li Îmraliyê dema ceza xelas bûye jî serlêdan nayên bersivandin
11:57 Komîsyona Destên Paqij nikare li ser dewlemendiya malbata Barzanî lêkolînan bike
11:44 Xebatkara tenduristiyê ya KHK'î dawî li jiyana xwe anî
11:44 4 sal derbas bûn: Hêj jî 289 cenazeyan nadin malbatan
11:20 Malbata Şenyaşar: Em ê edaletê bi piştevaniyê bînin
11:11 Giliya rêveberiya girtîgehê ku heqaret li girtiyan kiribû hat kirin
10:42 Bertek nîşanî Yenî Akîtê dan
10:21 Di kuştina Sonmez de Wezareta Karên Hundir biqusûr hat dîtin
10:05 Polisan bi ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê de girt
10:05 Cenazeyê Mîhrîban Ata hat veşartin
09:57 Orhan bikaranîna çekên kîmyewî ji Wezîr Akar pirsî
09:11 Li şûna wezîr parlamenter bersiv da: Lêpîrsîn hatiye destpêkirin
09:09 Parêzer Gîngell: Demildest divê Ewropa dest bi mueyîdeyan bike
09:08 Rojnamevan Broomfield: Li herêmê ji bo jiyanê cihê herî xweş Rojava ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2021'Ê
10/12/2021
22:45 Garîbe Gezer bi tilîliyan hat definkirin
17:42 Cenazeyê Gezerê gihaşt Mêrdînê: Polîsan nehişt wesayîta şaredariyê cenaze bibe
17:32 Doza KCK'ê ya Şirnexê hat taloqkirin
17:00 Koç ê HDP’î ji Wezîr Gul re got: Hûn mecbûr in têkildarî Îmraliyê daxuyaniyê bidin
16:55 Di Nobeta Edaletê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:43 Cenazeyê Gezer şandin Mêrdînê
16:16 Ciwanên HDP’î: Binçavkirina Dînç xeleka dawî ya konseptê ye
16:05 Mamosteyê ku 7 xwendekaran îstismar kiribû hat berdan
15:46 Li Amedê tecrîd hat protestokirin
15:32 HDP'ê wêneyên Tûglûk û Gezer bilind kir: Ji mirinê desthilat berpirsyar e
15:22 Saziyên sivîl giliyê du wezîran kirin
15:21 Di Hefteya Mafê Mirovan de bang: Ji bo her kesî mafê mirovan
14:58 HDP'iyan derbarê zem û budçeyê de belavok belav kirin
14:58 TJA: Divê kesên ji mirina Gezer berpirsyar bên aşkerakirin
14:38 TJA’yê serdana Nobeda Edaletê kir
14:22 Mirina biguman a Garîbe Gezer: Em ê hesab bipirsin
14:10 Li Silopiyayê polîsan êrişî dikandarekî kirin
13:57 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê hatin bibîranîn
13:48 Dede: Mirina Gezer kurteya binpêkirina mafê mirovan a Tirkiyê ye
13:44 Bi polisan danişîna Doza Kobanê pêk anîn!
13:15 Cenazeyê Gezerê wê ber bi Mêrdînê ve were oxirkirin
13:04 ‘Mirina Gezer komkujiyeke ku bi destê dewletê hatiye kirine’
12:58 Malbata Şenyaşar di roja 277’emîn de nobeda xwe domand
12:05 Ji bo Aysel Tugluk bang kirin: Demildest berdin
12:05 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:04 Cenazeyê Arşîmet hat veşartin
11:33 Wasiyê Ocalan: Têkoşîna civakî dikare gavê bi Tirkiyeyê bide avêtin
11:04 Cenazeyê Garîbe Gezer ji nexweşxaneyê hat wergirtin û dişînin Mêrdînê
10:43 Platforma Zimanê Kurdî: Kurdistan welatê bi milyonan kurdî axivêra ye
10:22 Di hucreya ku Gezer lê dihat ragirtin de butona lezgîn hatiye betalkirin!
09:50 Onlu: Tê îdiakirin ku li Pulurê çekên kîmyewî hatine bikaranîn
09:39 ‘Malbata Şenyaşarê sembola têkoşîna mafên mirovan e'
09:16 Dayikên Aştiyê: Dewlet bi tecrîdê di şaşîtiyê de israr dike
09:15 'Dê bi rêbazên qanûnên eskerî nikaribin pêşî li ber têkoşînê bigirin'
09:14 Girtiyê nexweş ê ji sedî 94 astengdar nayê tedawîkirin
09:14 Qeyûm ji bo 'xurtkirina bîra neteweyî' dê dîreka alayê biçikîne
09:13 Ji gel re qedexe ye, ji nêçirvanan re serbest e
09:12 ‘Karkerên tekstîlê mehkûmî bextê patronan hatine kirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2021'AN
09/12/2021
23:26 Di rapora otopsiyê de sedema mirina Gezerê nehatiye diyarkirin