‘Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş a dîroka Tirkiyê ye’

  • rojane
  • 10:49 3 Kanûn 2021
  • |
img
STENBOL - Rojnamevan Huseyîn Denîz diyar kir ku bombekirina rojnameya Ozgur Ulke ya bi fermana serokwezîra wê demê di dîroka Tirkiyeyê de weke lekeyeke reş a mezin ku tu carî ji holê ranabe û her wê bimîne.
  
Di ser bombekirina rojnameya Ozgur Ulkeyê re 27 sal derbas bûn. Rojnameya Ozgur Ulke ku di 28'ê Nîsana 1994'an de dest bi weşanê kir, piştî rojnameyên Halk Gerçegî, Yenî Halk Gerçegî, Yenî Ulke û Ozgur Gundemê rastî zextên giran hatin. Ozgur Ulke ku êriş li xebatkarên wê hat kirin, rûpelên wê hatin sansûrkirin û gelek doz hatin vekirin, di şeva 3'ê Kanûna 1994'an de hat bombekirin. Di êrişa hemwext a li dijî buroya wê navendî ya li Çagalogluya Stenbolê û Kadirgaya Stenbolê û her wiha li Enqereyê pêk hatin. Di êrişa li Stenbolê de xebatkarê rojnameyê Ersîn Yildiz jiyana xwej i dest da û 23 rojnamevan û xebatkar jî birîndar bûn. Ozgur Ulke ku piştî teqînê weşana xwe negirt, roja din bi sernavê, “Ev agir wê we jî bişewitîne!” derket. Derket holê ku êriş li gorî biryara di civîna Desteya Ewlehiya Millî (MGK) de hatiye girtin, hatiye kirin.
 
Rojnamevan Huseyîn Denîz ê wê demê di rojnameya Ozgur Ulke de wek nûçegihan dixebitî diyar kir ku zextên li ser çapameniya muxalîf wek berdewamiya polîtîkaya zextan a li ser kurdan e. 
 
‘HEYAMEK REŞ BÛ’ 
 
Huseyîn Denîz salên 1990’î wek salên “tarî” nirxand û dewletê-îqtidara wê demê dixwest nasnameya kurd, hebûna gelê kurd tune bihesibîne û dixwest bi rêbazên leşkerî kurdan bêdeng bike. Denîz da zanîn ku wê demê gotina “kurd hene” raste rast însan bi “xayîntiyê” dihatin sûcdarkirin û behskirina kurdan mîna ku tu pê li agir bikî bû. 
 
ROJNAMEVAN BÛN HEDEF 
 
Denîz destnîşan kir ku wê serdemê bi hezaran bûyerên “kiryar nediyar” dihatin kirin û ji berk u rojnamevanên kurd di wê serdemê de kirinên dewletê teşhîr dikirin, hedef dihatin girtin, dihatin revandin, kuştin û cezakirin. Denîz got herî zêde nivîskar û nûçegihanên Ozgur Gundemê bûn armanca êrişan û Apê Mûsa di nav de gelek nûçegihan û belavkar hatin kuştin. 
 
DENGÊN MUXALÎF DI HEDEFÊ DE BÛNE 
 
Denîz anî ziman ku wê demê rewşek wiha hat afirandin ku wek kabûsê bû û got: “Civakê xistibûn nava tirseke mezin. Kesî nizanibû wê roja din sax bimîne an na. Di atmosferek wiha de rojnamevanî dihat kirin. Hemû çapamenî û dengên muxalîf di hedefe de bûn. Her roj rojnamevan dihatin tehdîtkirin.” 
 
‘BI FERMANA TANSÛ ÇÎLLER PÊK HAT’ 
 
Denîz da zanîn ku hevalê wan Ersîn Yildiz di êrişê de hatibû kuştin û gelek hevalên wan birîndar bûbûn û got: “Tirsek pir mezin hebû. Lê belê hewldana komkujiyê bandorek mezin çêkir û xwedî derketinek mezin ava bû. Piştevaniyek mezin hat kirin. Dotira rojê rojname dîsa derket û navber neda xebata xwe. Sernavê me yê dotira rojê ‘Ev agir dê we jî bişewitîne’ bû. Bombekirina Ozgur Ulkeyê lekeyek reş bû ku tu carî wê ji dîroka Tirkiyê neyê jêbirin e. Deqek reş û li eniya Tirkiyê ye. Êriş bi fermana serokwezîra wê demê Tnasû Çîller pêk hatibû. Tu tiştek nehguheriye. Îqtidar tenê guherîne. Hêj kurd û rojnamevanên kurd li vî welatî wek ‘tehdît’ tên dîtin. Lê bi gotina Marx, çapemeniya azad çav û guhê gel e.” 
 

Sernavên din

07/12/2021
12:58 Nobeda li Sêmalka di roja 64’emîn de ye
12:36 Dadgehê xwest ji bo lêpirsîna biryara neşopandinê hatiye dayîn doz bê vekirin
12:22 Dadgehê parvekirina wêneyê Ocalan beraet kir: Azadiya derbirînê ye
11:53 Rojnamevan di Doza Kobanê de bi ‘kartê turkuaz’ hatin astengkirin
11:41 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:33 Zebariyê YNK’yî: Divê çekên giran li dijî DAIŞ’ê bên bikaranîn
10:45 KESK: Divê mûçeya kêmane derveyî bacê bêgirtin
10:28 Serokê MHP’yî bi bertîlê kesan dixe kar û kadro dide wan
09:12 Endamê DÎB'ê Akbaş: Sedema sereke ya krîza aborî meseleya kurd e
09:12 Çîroka penaberekê: Barê jiyanê giran e, lê ez ê li ber xwe bidim
09:12 Ocalan: Sedema hilweşandina li welêt tecrîd e
09:12 Karkerên karên nav malan dikin: Em doza sîgorteyê û mafê teqawidbûyînê dikin
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2021'Ê
06/12/2021
17:05 Ji Sêmalka bang li PDK’ê kirin: Cenazeyan bidin
16:45 Kedkarên cemaweriyê piştgiriya Nobeta Edaletê kir
16:15 Rêxistinên ciwanan li dijî zextan banga têkoşînê kirin
15:59 Cezayê ‘govend û stranên kurdî’ ku li jinên girtî hatibû birîn hat betalkirin
15:34 Li Geverê tecrîdê protesto kirin
15:28 Yuksekdag ji bo Nobeta Edaletê banga piştgiriyê kir
15:28 Pêşangeha 'Dengê azadiyê' li Rihayê ye
14:55 Derbarê Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin de doz hat vekirin
14:35 Li Amedê tundiya zilam: Kesek kuşt û 2 kes jî birîndar kir
14:05 Doza Kobanê: Leşkeran eywanê têje kir û danişînê 5 deqe berdewam kir
14:04 Nobeta Edaletê di roja 21’emîn de didome
12:45 Li Qeyseriyê jinek hat qetilkirin
12:34 Emîne Şenyaşar cara 10’emîn vexwendin îfadeyê
12:24 Bi îfadeya şahidê nepen ji hevseroka DBP'î re ceza hat xwestin
11:57 Danişîna Adalet Kaya hat taloqkirin
11:16 YPS’ê êrişên Guven û Negiz girt ser xwe
10:55 DBP'ê êrişa DAIŞ'ê ya li Kerkûkê şermezar kir
10:50 Bîlançoya êrişên mehekê yên DAIŞ’ê: 22 pêşmerge û 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan
09:48 Dolar bi 13,7 TL'yan û Euro jî bi 15,5 TL'yan dest bi heftê kirin
09:06 Eren Keskîn: Kesên unîformayê li xwe dikin û nîşana 'gur' dikin, tên parastin
09:06 Girtiyê nexweş 73 roj in di qarantînayê de ye
09:06 Banga ji bo pîrozkirina 6 saliya DÎB'ê
09:06 Çîroka aşê sed salî
09:06 'Yekane sedema krîza aborî rejîma yek zilamî ye’
09:06 Girtiyê nexweş ê bi gurçikekî dijî nayê berdan
09:06 Nûnerên HDP'a Hewlerê: Armanca PDK'ê Kurdistaneke bê kurd e
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNÊ YA 2021'AN
05/12/2021
22:27 DAIŞ’ê gundê Lihêban şewitand
20:31 Li Şirnexê operasyona leşkerî dest pê kir
19:39 Walîtiya Mêrdînê şanoya kurdî qedexe kir
19:18 Ji bo serokatiya TBB'ê Sagkan hat hilbijartin
17:32 Ji Meclisa Ciwanan a HDP'ê banga dijî tiryakê
16:31 Karkerên Ûgûr û Ozakê daxwazên xwe rêz kir
16:09 Polisan rojnameger Mîmar Kaya binçav kirin
15:33 HDP' a Amedê piştgirî da Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan
13:39 Banga Acar a li partiyên siyasî: Nunertiya wekhev bikin rêziknameya partiyên xwe
13:12 Li Herêma Kurdistanê xwendekarên zanîngehê careke din daketin qadan
12:38 PDK çekên giran li dijî DAIŞ'ê bi kar nayne
11:54 Malbata Şenyaşar: Hikûmetên bingeha wan ne edalet e hildiweşin
10:48 Li ser sînorê Îranê cenazeyek hat dîtin
09:25 Piştî çûna gund hat qedexekirin, bêrîkirina xwe bi dîmenên gund ditebitîne
09:06 Dayikên Aştiyê: Ew zarokên me hemûyan e
09:05 Parêzer Ergul: Divê Mûsa Orhan bê girtin
09:04 ‘Em nikarin debara xwe bikin'
09:03 Malbata ku xaniyê wê hat xerakirin niha di dikanê de dijî
09:01 'Dê di meha Çile de stok biqedin, fiyet biha bibin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2021'Ê
04/12/2021
18:58 Parêzer Emekçî: KE bi biryara derbarê Ocalan de rê li ber Tirkiyeyê dixe
17:11 Serdana malbatan didome: Nobeta we rûmeta me ye
17:07 Hêzên PDK’ê Dayikên Aştiyê asteng kirin
16:50 Şaxên ÎHD’ê wê ji bo Îpek Er têkoşîna edaletê bidomînin
16:49 Li Girtîgeha Rihayê ji ber ‘govenda kurdî’ lêpirsîn dan destpêkirin
15:51 Du sal in girtiyê nexweş nayê dermankirin
15:50 ÎHD’ê xwest girtiyê nexweş Bekmezcî were berdan
15:29 Bal kişandin ser rewşa 6 girtiyên nexweş
15:27 Li kolanên Stenbolê kesekî jiyana xwe ji dest da
14:53 HDK li dijî serdestiya zilam konferansa berxwedan û têkoşînê li dar dixe
14:44 Meclisa Ciwanan a HDP’ê bang li tevlêbûna kongreyê kirin
14:39 Dayikên Şemiyê: 3 hezar sal jî derbas bibe em ê li pey doza xwe bin
14:38 Nobeta Edaletê di roja 19’emîn de ye
14:18 Aqûbeta Akyildiz ê beriya 29 salan hat revandin hat pirsîn
13:39 Kişanak piştgirî da Nobeda Edaletê: Divê her kes bikeve tevgerê
13:10 Dîcle Anter serdana Malbata Şenyaşar kir
13:07 Li Rihayê qeza: 3 kes mirin, 4 kes birîndar bûn
13:00 Turkdogan: Wê êdî rewşa Ocalan ji rojeva Konseyê dernekeve
12:59 ‘Şikandina tecrîdê mifteya çareseriya pirsgirêkan e’
12:28 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 271’emîn de ye
12:08 Li 51 jinên girtî cezayê ‘govend û stranên kurdî’ hatiye birîn!
12:08 Li şûna boyaxê qehwe, li şûna firçeyan jî derzî bi kar tîne
10:29 Parlementer Hunko: Destûr nayê dayîn ku biçim Îmraliyê
10:26 Nobeda li Sêmalka di roja 61’emîn de ye
09:50 Kolanên Stenbolê: Hikumet bila îstîfa bike, hilbijartina pêşwext çêbibe
09:49 Dayikên ku bûne remza aştî û edaletê li ber xwe didin!
09:17 Bi kilamên xwe dibe ronî ji bo dîroka kurdî
09:15 Di doza tiryakê de çawîşên pispor hatin cezakirin, fermandarê qereqolê hatin beraetkirin
09:15 Bavê ku înfaza keça wî hat şewitandin: Em ê li dijî vê bêhiqûqîtiyê li ber xwe bidin
09:14 Kîloya penîrê bisîrik bûye 65 TL
09:14 Gundê hat valakirin niha jî bi xetereya madenê re rû bi rû ye
09:12 Jinên qereqol li zozanên wan hatine çêkirin: Zozan ên me ne
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2021'Ê
03/12/2021
16:24 Li Şirnexê kesek hat girtin
15:51 Li Farqînê kesekî êrişê xebatkarê tenduristiyê kir
15:50 Li pêşiya OPCW'ê çalakiya şermezarkirinê
15:10 Nobeda Edaletê di roja 18’emîn de ye: Bila tecrîd bi dawî bibe
15:03 Di salvegera 27'an de bîranîna 'Ozgur Ulke'yê
14:55 Nobeda li Sêmalka di roja 60’emîn de ye
14:45 Nobeta Edaletê di roja 18’emîn de ye