Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin

  • jin
  • 15:48 26 Mijdar 2021
  • |
img
AMED/RIHA - Şaxên OHD'ê yên Amed û Rihayê ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin daxuyanî dan. Parêzêran destnîşan kir ku daraz bûye bêdengkirina muxalefet û jinan.
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Amedê ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin li avahiya xwe daxuyaniyek dan. Komeleya Jinan a Rosa û parêzêrên ku li Doza Kobanê dinêrin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla parêzer Halîse Dakalî ve hat xwendin. 
 
Dakalî diyar kir ku demek dirêj e daraz têkoşîna jinan hedef girtiye û bi vê şêwazê dixwaze têkoşîna jinan têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ligel hemû pêkanînên siyaseta mêran a der barê jinê de, em îro li vir in û şîdeta dewletê ya li dijî têkoşîna jinê ya ji aliyê darazê ve tê meşandin û daxwaza tasfiyekirina têkoşîna jinê her çendî neyê dîtin jî bi we re parve bikin. Li Tirkiyeyê saziyên ku li dijî tundî, îstîsmar û pêkanînên newekheviyê yên li ser jinan têdikoşin, ji aliyê darazê ve hewl tê dayîn ku zextê li wan bê kirin. Bi vî awayî saziyên jinan tên girtin, yên ji bo jinan têdikoşin tên girtin û bi zextên edlî re rû bi rû dimînin. Yek ji wan jî Doza Kobane ye. Di vê dozê de bi destê darazê tê xwestin tundiya dewleta-mêr têkoşîna jinan bifetîsîne.”
 
'TÊKOŞÎNA JINAN TÊ CEZAKIRIN'
 
Dakalî di berdewamiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku di dosyaya doza Kobanê de çalakiyên jinan wek sûc tê pêşberî wan û got: “Di lêpirsîna ku 6 sal berdewam kir de tu binçavkirin nehat kirin, di dosyayê de biryara nepentiyê hat girtin û di encama operasyoneke siyasî de gelek kes bi awayekî komî hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de; Gelek jinên ku têkoşîna jinan dimeşînin û wekî parêzvanên mafên jinan dimeşînin hene. Di dosyayê de kiryarên jinan ên di çarçoveya têkoşîna xwe de tên sûcdarkirin.”
 
‘DARAZ BÛYE AMÛRA BÊDENGKIRINA MÛXALEFETÊ Û JINAN’
 
Piştî daxuyaniyê parêzer Cemîle Turhalli axivî û destnîşan kir ku têkoşîna jinan xweser û deskeftiyek ji bo hemû jinên cîhanê ye û got: "Li gorî pratîka darazê ya van demên dawî, daraz bûye amûra bêdengkirina mûxalefet û jinan. Herî zêde jî hewl dide jinên ku diaxivin bêdeng bike. Her jineke ku nikarîbûn bêdeng bikin ji aliyê darazê ve hewl tê dayîn bê bêdengkirin. Çawa ku hemû êrîşên li ser hevalên me yên jin li ser esasê têkoşîna jinan tên kirin, gotinên jinên weke Gultan, Sebahat û Aysel jî bi civakê re nayên dîtin. Armanca dozê ew e ku pêşî li rabûna tevgera jinên kurd bê girtin û wê bifetisînin. Mîna ku em her tim dibêjin kuştina jinan polîtîk e. Divê her darizandina li dijî jinan weke darizandinek polîtîk bê dîtin. Wekî di têkoşîna jinê de muxatabê me jî civak bi xwe ye. Em her kesî vedixwînin rûniştina dozê ya li 29 Mijdarê de Sîncan a Enqereyê. Weke ku Sebahat got, 'Gotineke me heye û hêza me heye ku em bikin".”
 
'POLÎTÎKAYÊN ŞERÊ TAYBET TÊ MEŞANDIN'
 
Parêzên Ozûm Vurgûn jî axivî û destnîşan kir ku di şexsê Ayşe Gokkan de li ser hemê jinan de tundiyeke darazê heye û wiha axivî: “Ayşe Gokkan bi salan e têkoşîna jinan dide. Bi destê darazê, desthîlatdar li dijî jinê şerekê daye destpêkirin. Girtîgeh ne cihê darizandina jinan û binpêkirina mafan e. Li Girtîgehên Amedê de binpêkirina mafan heye. Bi kamerayan jiyana wan a taybet tê binpêkirin. Gelek girtiyên nexweş henin ku nayên derman kirin û tehlîye kirin. Ev polîtîkayên bêkêfî nayê qebûl kirin û hemû sûc in. Ev polîtîkaya şerê taybet e.”
 
RIHA 
 
Şaxa OHD’ê ya Rihayê jî ji bo balê bikişînin ser jinên ji Doza Kobanê tê darizandin, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên Platforma Jinan a Rihayê jî piştevanî dan parêzeran û beşdarî civînê bûn. Ji parêzerên dozê Sevda Çelîk Ozbîngol daxuyanî xwend. Ozbîngol banga beşdariya danişîna dozê ya ku wê di 29’ê mijdarê de were lidarxistin kir û xwest jin piştevaniya jinên girtî bikin. 
 
 

Sernavên din

27/11/2021
17:28 Bertek nîşanî cezayê li Leyla Guvenê hat birîn dan: Nikarin me têk bibin
17:00 ÎHD’ê xwest faîlên Seyhan werin cezakirin
16:42 ‘Em ê li rex jinên ku di Doza Kobanê de tên darizandin bibin’
16:37 ANYAKAY-DER bertek nîşanî zext û binçavkirinan da
16:16 Hat îdiakirin ku li Qilebanê jinekê hewl daye întîhar bike
16:06 Vegera penaberan a ji Belarûsê didome
16:05 Ji bo girtiyê nexweş Çakal banga berdanê kirin
15:40 Nobeda li Sêmalka di roja 54’emîn de ye
15:35 Girtiya birîndar di 4 mehan de 4 caran hat sewqkirin
15:30 HDP wê sibê mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’ li dar bixe
14:55 Dayikên Şemiyê: Bal kişandin ser darizandinên xwe
14:53 'Desthilat tol dihilîne'
14:23 Miduriyeta polîsan vegeriya salên 90’î: Pirtûk û kefiyên rengîn bûn “belgeyên rêxistinî”
14:12 Turkdogan: Daxwazên wan daxwazê herkesî ne
14:06 Cendirmeyan êrişî gundiyan kir
13:46 Xizmên windayan aqûbeta Epozdemîr pirsîn
13:12 120 ronakbirin fransayî banga PKK'ê li Biden kirin
12:50 Karayilan navên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê bikaranîn aşkere kirin
12:43 Piştî 12 salan doza ROJ TV'yê li rojnameger Sala vekirin
12:40 Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girtin
12:02 Ger û geşta Qanadê Kurdo ya 'Kurdên Batûmê'
11:29 Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 264’emîn de ye
11:29 Zinar Ronî: Heke ji xeletiyan venegere wê Hewler jî weke Enqereyê hilweşe
10:26 Jina ku li Îzmîrê giran birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da
09:52 Li Mêrdînê gelek kes hatin binçavkirin
09:03 Komeleya Wêjekarên Kurd dê 2 pirtûkan çap bike
09:02 Hem êrişî wî kirin hem jî cezayê hevdîtinê lê birîn
09:02 Karkerên Bakirkoyê 34 roj in di grevê de ne
09:02 Aydenîz: Rêya afirandina jiyaneke azad bi berxwedanê pêkan e
09:00 ROJEVA 27'Ê MIJDARA 2021'Ê
26/11/2021
20:32 Li Leyla Guvenê 5 sal cezayê girtîgehê hat birîn
19:43 Li Şirnexê ji 35 kesên hatibûn binçavkirin 16 kes hatin girtin
17:05 Doza Geziyê hat dîtin: Osman Kavala nehat berdan
17:02 DEDAŞ 11 roj in ceyranê nade gund
16:57 Beştaş: Berxwedana jinan mezin bûye
16:46 Girtiyê nexweş Mûhammed jiyana xwe ji dest da
16:46 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
16:18 Nobeta Edaletê di roja 11’emîn de ye: Em bibin hezar û bêdeng nebin
15:50 Lukaşenko: Divê YE çareseriyê bibîne
15:48 Ji bo jinên ji Doza Kobanê tên darizandin bang kirin
14:53 Aktîvîsta TJA'yê Seyhan Başak tehliye bû
14:38 Dadgeha Bilind, dozgerên ku delîlên komkujiyê veşartine parast
14:37 Ji bo mîtîngê bang kirin: Em li dijî desthilatê dengê xwe bilind bikin
13:59 Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan di roja 11’emîn de ye
13:56 Parêzerê Ocalan serî li saziyen navneteweyî dan: Rewşa dijhiqûqê teşhîr bikin
13:36 Tahîr Elçî bi pêşangeha "dengê azadiyê" bi bîr anîn
13:14 Welat dubare bi rûpela dijîtal dest bi weşanê dike
13:07 Yuksekdag banga piştgiriya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş kir
12:26 ‘Osman Kavala berdin’
12:07 Malbata Şenyaşar: Bila li Rihayê qanûn pêk bên
11:30 Li Kocaelî û Stenbolê gelek HDP’yî hatin binçavkirin
11:29 Diyanetê ji tundiyê re çareserî dît: Li mizgeftan weaz û li qehwexaneyan sohbet
11:05 Dozgeriyê îtîrazî biryara baraetê ya rojnameger Rûvanas û Esen kir
10:27 Li Edenê serdegirtina malan: Derî şikandin
09:34 Kemal Pîr 40 sal berê bi vî awayî pirsa 'Kurdistan ku derê ye?' bersivandibû
09:33 Li ser sînorê Sûriyeyê eskerekî jiyana xwe ji dest da
09:33 Polisan damezrînerê DEVA'yê Gurcan binçav kirin
09:11 Derket holê ku bapîrê Muslumeyê bavê wê ye
09:00 4 girtiyên di ser 70 salî re bi mirinê re rû bi rû ne
09:00 Ji sedî 27'ê nifûsê li dijî xizaniyê li ber xwe dide
09:00 Girtiyê ku behsa êrişên gardiyanan kir: Dibe ku me bikujin
09:00 ‘Em li dijî bişavtinê xwedî li zimanê xwe derkevin'
09:00 Rojnamevan Mame: Hikûmeta Kurdistanê di bêedaletiyê de israr dike
09:00 ROJEVA 26'Ê MIJDARA 2021'AN
25/11/2021
22:30 4 rojnamevanên li Silêmaniyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
20:43 Li Amedê jin daketin qadan
19:08 Li Cizîrê mirineke biguman
17:10 Daxwaza berdana girtiyê nexweş Ozkan hat redkirin
17:04 Ji bo polîsê Hemdan qetil kir cezayê hefsê yê muebbetê hat xwestin
16:51 Di Nobeda Edaletê de bal kişandin ser tecrîdê
16:47 Esnafê got ‘Ev der Kurdistan e’ hat berdan
16:39 Jin li qada ne: Em dest ji jiyana xwe jî ji mafên xwe jî bernadin
16:22 Li gundê Poyraz bang kirin: Li dijî polîtîkayên şer em li her derê ne
16:11 Dozger cezayê kujerê Şahîn Oner zêde dît!
16:03 Li Amedê di salekê de 965 jin bi tundiyê re rûbirû mane
15:54 Ji bo Ocalan serî li rêxistinên sivîl hat dayîn
15:44 Sewqiyata lojîstîk a leşkerî hat kirin
15:24 Giliya peywirdarên cemaweriyê hat kirin
14:38 Ji HDK'ê banga tevgera gel a yekgirtî
14:37 Ozgun ê HDP’yî ku 2 caran bi heman îdiayê hatibû girtin hat berdan
14:19 Parêzerên jin banga beşdariya Doza Kobanê kirin
13:57 Ji wêneyên Ocalan beraet kir
13:55 Nobeta Edaletê di roja 10’emîn de ye
13:50 HDP wê di qadê de bi gel re têbikoşe
13:37 Ji Sosyo Polîtîkê rapora tundiyê ya 3 mehan: 74 jin hatin kuştin
13:36 Xelkê Wanê: Ev der Kurdistan e, kes nikare înkar bike
13:25 Ji Weşanên Enstîtuya Kurdî 2 pirtûkên nû
12:52 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
12:37 Birîndar girtin û sîxuriyê lê ferz kirin
11:53 Li Amed û Rihayê gelek kes hatin binçavkirin
11:32 Malbata Şenyaşar: Wê jin qismetê bêyom ê welat biguherînin
11:31 Ji Girtîgeha Sîlîvriyê name: Bênasnametiyê li me ferz dikin
11:14 Zilamê di metroyêde erişî jinekê kir hat binçavkirin
11:03 Nobeda li Sêmalka di roja 52’yemîn de ye
10:55 Îfadeya esnafê got 'Ev der Kurdistan e' hat girtin
10:47 Di Doza Kobanê de gelo Îsmet Yilmaz bi heyeta dadgehê re hevdîtin pêk aniye?
10:32 Piştî 11 salan azad bû: Min ewilî darê hembêz kir
10:26 Rojnameger Rêkanî: Wê encamên gelek giran derkevin holê
09:44 Ji 2 nûçegîhanên Rojnewsê agahî nayê girtin
09:43 Ji Wezîr Gul daxuyaniya malbata Şenyaşar: Lêkolîn berdewam dike