EDENE - Parêzerên ÇHD û ÎHD'î bi hinceta ku polisê Alî El Hemdam kuştibû diparêzin giliya peywirdarên cemaweriyê kirin.
Beriya 6'emîn danişîna polis F.K. ku Alî El Hemdam kuştibû li 9'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edenê dest pê bike, parêzerên Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ên Edenê, bi hinceta ku polisê kujer parastine, li Serdozgeriya Komarê ya Edenê giliya Waliyê Edenê, Midurê Polisan ê Edenê, pisporên Laboratûara Krîmînal a Polisan, hevalê polis ê peywirê Î.K. û Midurê Têkiliyên Gel û Çapemeniyê yê Walîtiya Edenê kirin.
Parêzer Tûgay Berk, têkildarî serlêdana giliyê ya derbarê peywirdarên cemaweriyê de kirin daxuyanî da û raya giştî agahdar kir.
Piştî daxuyaniya ku hat dayîn parêzer derbasî eywana danişîna doza polis F.K. bûn.