Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye

  • rojane
  • 09:38 24 Mijdar 2021
  • |
img
STENBOL - Siyasetmedar Demîr Çelîk, diyar kir ku nimûneyên têkildarî çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên bikaranîn ji saziyên Ewropayê re şandine û got: "Xebatên me didomin. Divê em vîna ku ji dewleta tirk re bibêje 'bisekine' têxin nava liv û tevgerê." 
 
Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê yên Herêma Kurdistana Federe ji 23'yê Nîsanê ve didomin. Ev demeke tê nîqaşkirin ku Tirkiye di demên dawî de di van operasyonan de çekên kîmyewî dişixulîne. Ji ber vê hem li herêmê hem jî li Ewropayê gelek rêxistinên civaka sivîl û sazî ji bo vekolandina vê yekê ketine nava hewldanan. Dane û nimûneyên di vî wrî de jî ji rêxistinên civaka sivîl ên navneteweyî, DYA û welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) re hatin şandin. Her wiha li Ewropayê kurd û dostên wan jî bang li YE, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê dikin. 
 
'YE ŞIRÎKÊ SÛC E'
 
Ji siyasetmedarên ku li Ewropayê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ketine nava liv û tevgeran Demîr Çelîk, bertek nîşanî bêdengiya heyî da û got: "Kî ji bo vê xwe lê bêdengiyê deyne ew şirîkê vî sûcî ye. Endamên YE û Konseya Ewropayê yên îdia dikin ku dergûşa demokrasiyê ne jî şirîkê vî sûcî ne." 
 
Çelîk ku denstnîşan kir "kelepûra îttihat-terakiyê îro jî li dijî mirovahiyê heman sûcên şer dike" got: "Welatekî ku endamê Konseya Ewropayê ye û hewl dide daxilî nav YE'yê bibe û endamê NATO'yê ye vê yekê dike. Em bi israr dibêjin ev şerê qirêj û hov ji cezakirina me kurdan wêdetir gefeke mezin li erdnîgariya me, floraya ekolojiya me û cirbicuriya faûnaa me û candarên me dixwe, lê dîsa jî tiştek nayê kirin." 
 
NAME ŞANDIN JI BO PAPA
 
Çelîk, ragihand ku ji ber vê bêdengiya Ewropayê, li ber Dîwana Edaletê ya Navneteweyî, NATO, UNESCO û Konseya Ewropayê daxuyanî dane û name ji hin parlementer, siyasetmedar, rayedarên hikûmetên Ewropayê û Papa re nivîsîne. Çelîk, destnîşan kir ku têkildarî mijarê hin panel û konferasn jî li dar xistine û got: "Em li vira brîfîngê didin kesên em xwe digihînin wan. Lê wê berpirsiyariya xwe ya mirovî û wijdanî nakin. Tenê hin dostên me hesas tevdigerin. Dibêjin ev nayê qebûlkirin, lê belê li bara hikûmetan û dewletan hêzeke wan a mueyîdeyî tune ye, tenê berpirsiyariya xwe ya wijdanî pêk tînin." 
 
REXNE Û BANGAWAZÎ
 
Çelîk, destnîşan kir ku kurdên li Ewropayê jî baş bertek nîşan nedane û got: "Ên li wir tên qetilkirin keç û lawên me, xwişk û birayên me, hevrêyên me ne. A li wir tê qetilkirin dîroka Kurdistanê ye, çand, flora û faûnaya Kurdistanê ye. Lewma ewilî divê em kurd rabin ser pêyan." 
 
Çelîk di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ger em ji dêvla bi sedan, bi hezaran kesan bi deh hezaran, bi sed hezaran û bi milyonan daketanan kuçeyan û me bi hev re li dijî vê hovîtiyê serî rakira, belkî ev sazî jî ev qasî neguhdêrî nekirina. Lê ji ber ku em bi feraseta 'tiştên zirara wan negihê me, îşê me pê tune ye' tevdigerin, ên din dê hê bêtir xwe li bêdengî û nedîtinê deynin. Lewma divê em li dor nasnameya Kurdistanê bên cem hev du û bibin qîrîn, bibin deng û serî rakin. Divê em pêşî li vê hovîtiyê bigirin." 
 
‘EM Ê TEVBIGERIN'
 
Çelîk, da zanîn ku di nêz de dê hin dosyeyên girîng amade bikin û ji saziyên têkildar re bişînin û vîna ku karibe ji dewleta tirk re bibêje "bisekine" têxin nava liv û tevgerê. Çelîk got: "Niha em bi rêya dostên xwe zorê didin hikûmetan da ku tevbigerin. Divê em bênavber têkiliyên xwe yên dîplomatîk, têkiliyên xwe yên diyalogê, xebatên xwe yên çandî, civakî û siyasî bidomînin. Em ê hewl bidin ku bîr û baweriyên Kurdistanî tevbigerin. Hemû bîr, bawerî, pergal, meclîs û komun divê ji 10 qat, 20 qatê efora xwe ya heyî zêdetir tevbigerin û heq ji vê pêvajoyê derkevin."
 
BANGAWAZÎ
 
Çelîk, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir û got: "Pir aşkere ye ku dewleta tirk komkujî û qirkirinên ku duh kiribûn, niha dixwaze di vê sedsala 21'ê de  cardin li hemberî kurdan û bîr û baweriyên Kurdistanî pêk bîne. Lewma roj ne roja ku em li malê rûnên, li nav nivînên germ rakevin. Dem dema serîrakirinê, têkoşîna bi hev re, rawestandina vî şerê hov, bidawîkirina dagirkeriyê, rûxandina faşîzmê û avakirina Kurdistan û Tirkiyeyeke azad û demokratîk e. Ji ber vê yekê, divê em li dor projeya xwe ya 'Rojhilata Navîn a Demokratîk' a rewa bibin xelek û têkoşînê mezintir bikin." 
 
MA / Ferhat Çelîk

Sernavên din

25/11/2021
09:37 Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin