Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin

  • rojane
  • 09:04 24 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Êzidiyên ku hê jî ji tarvamaya êrişên DAIŞ'ê xelas nebûne, ji bo ji nav lepên bêçaretî, xizanî û betaliyê xelas bibin didin ser rêyan. Penaberên êzidî dema vegera xwe ya Hewlêrê ji rojnamevan Wladîmîr van Wîlgenbûrg re axivîn. 

Beriya çend mehan ji ber şert û mercên siyasî û aborî yên li Herêma Kurdistanê, bi hezaran kurd bi ser Tirkiyeyê de derbasî Belarûsê bûbûn û xwestibûn bi ser Polonyayê re derbasî welatên Ewropayê bibin. Ji ber ku Polonya destûr nedida vê yekê û Belarûsê jî li wan nedirênt rewşa penaberên li vir bûbû sedema qrîzeke dîplomatîk. Piştî hevdîtinên dîplomatîk ên di nav dewletan de hejmarek penaberên kurd biryar dabûn ku vegerên Herêma Kurdistanê. Di nav van penaberên ku vegeriyan Herêma Kurdistanê de 430 kurdên êzidî jî hebûn. 
 
NIKARIN DEBARA XWE BIKIN
 
Malpera nûçeyan Middle East Eye, girêdayî vê mijarê têkoşîna penaberên êzidî daxilî nav rojeva xwe kir. Rojnamevan Wladîmîr van Wîlgenbûrg, dema vegera wan a Hewlerê bi çend êzidiyên ku di warê derûnî de rewşa wan nebaş re hevdîtin kir û ji bo rojnameyê derbarê êzidiyan de gotareke amade kir. Li gorî gotarê, êzidiyên ji êrişa DAIŞ'ê xelas bûne nikarin li Herêma Kurdistanê debara xwe bikin û wekî çareyekê dane ser rêya penabertiyê. Wîlgenbûrg, di hevdîtina xwe de bi taybetî li ser penaberên êzidî sekiniye û zor û zehmetiyên ku bi wan re rû bi rû mane şayesandiye. Wîlgenbûrg, ewilî bi Naam Xeloyê êzidî re axiviye. Wîlgenbûrg, nivsiye ku Naam Xeloyê 52 salî ji gundê Tel Ûzaur ê Şingalê ye û di êrişa DAIŞ'ê ya 2014'an de 77 kes ji malbata wî hatine kuştin. Xelo, bilêv dike ku xaniyên wan ên li Şingalê hatine xerakirin, paşê li kampekê hatine bicihkirin û li vê kampê jî konên wan hilweşiyane. 
 
EM NEÇARÎ KOÇÊ HATIN KIRIN
 
Wîlgenbûrg, diyar dike ku çendî DAIŞ di sala 2015'an de têk şikiyaye jî, lê hê jî li Şingalê îstikrarek çêbenûye û ewlehî pêk nehatiye, lewma gelek êzidî ji bêgavî li kampan mane. Wîlgenbûrg, di gotara xwe de diyar dike ku li Iraq û Kurdistana Federe her diçe xizanî zêde dibe, bi pandemiya Covîd-19'ê re li gelek bajarên sereke karantîna pêk hatiye û ji bo debarê kar bi destê êzidiyan nakeve. Wîlgenbûrg, destnîşan dike ku bi taybetî dubendiya budçeyê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de rewşa êzidiyan xirabtir kiriye. Her wiha Wîlgenbûrg, bilêv dike ku di demên dawî de li qada ku konên êzidiyan lê ne gelek şewat rû dane, ji ber vê gelek kes mirine û gelek kon şewitîne. Li gor agahiyên ku Wîlgenbûrg salix dide, di meha Hezîranê de li Kampa Şarya ya Duhokê ku êzidî lê dimînin 400 kon şewitîne û ji ber vê 200 malbat ji bêgavî ji wir çûne. Darya Xelaf ku bi rojnamevan Wîlgenbûrg re axiviye, dibêje: "DAIŞ'ê xaniyên me xera kirin, lewma em mecbûr man koç bikin. Em hatin Kampa Şaryayê. Li vira jî konên me hatin şewitandin. Dixwazim êzidî ji vir biçin. Kes aliyê me nake. Li vir tu heqekî me tune ye." 
 
JI QIRKIRINÊ XELAS BÛN, NEÇAR MAN
 
Wîlgenbûrg, diyar dike ku êzidî ji ber zor û zehmetiyên li konan ji bêgavî koç dikin. Wîlgenbûrg, hevdîtin bi Nisreen Hecî Qasim ê şingalî re jî kiriye. Hecî Qasimê 74 salî, dibêje ew û koçberên din li sînorê Belarûs-Polonyayê bi rojan tî û birçî mane. Qasim, radigihîne ku piştî êrişa DAIŞ'ê hin ferdên malbata wan çûne Ewropayê. Qasim, bilêv dike ku dixwaze biçin cem zarokên xwe û dibêje, li Şingalê cihekî wan tune ye û naxwazin vegerin. Serokê Akademiya Şingalê Mûrad Îsmael jî di hevdîtina xwe ya bi rojnamevan Wîlgenbûrg re dibêje: "Ji aliyekî ve ji ber ku penaber bi sax û silamet vegeriyan û neqefilîn kêfweş im. Ji aliyekî ve jî pir êşiyan, pereyên xwe xerc kirin û bi awayekî bêhêvî vegeriyan. Li Iraq û Sûriyeyê pêşeroja êzidiyan ne zelal e. Rindbûna piştî qirkirinê, her çû veguherî bêhêvîtiyê." 
 
‘DIVÊ KURDISTANA FEDERE SÛCDARAN BIDARIZÎNE'
 
Li gor agahiyên ku rojnamevan Wîlgenbûrg ragihandine Serokê Weqfa Êzidiyên Azad a li Hollandayê Parî Îbrahîm jî fikirên xwe beyan kirine. Îbrahîm bal kişandiye ser drama ku êzidî dijîn û bi awayekî neyekser gazinan ji Polonyayê û welatên Ewropayê dike. Îbrahîm destnîşan dike ku travmayek hatiye serê êzidiyan û bêhêvîtî li wan peyda bûye û rêvebiriya Kurdistana Federe rexne dike: "Hikûmeta Iraqê û rêvebiriya Kurdistana Federe teqez divê kesên malbatên neçar şêlandin û ew birin avêtin nav daristanên sar û cemidî yên welatekî din bidarizîne. Divê ji bo qedandina vê qaçaxçîtiya ku bûye cihê sûcan temanînatekê bide." 
 
MA / Îsmet Konak
 

Sernavên din

25/11/2021
09:37 Daneyên Wezareta Karên Hundir: 251 jin hatine kuştin
09:10 Zarokên girtî yên nexweş di nava çar dîwaran de mezin dibin
09:09 Qada çopê Cizîrê jehrî dike!
09:08 Ercument Akdenîz: Pêdiviya Tirkiyeyê bi tifaqeke gel heye
09:00 ROJEVA 25'Ê MIJDARA 2021'AN
24/11/2021
17:15 Jinan serdana Emîne Şenyaşar kir: Daxwaza wê daxwaza me ye
17:05 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
16:45 Li navçeya Ebexê mirina biguman a zarokekê
16:38 Gazî jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25’ê Mijdarê bibin
16:35 Doza Dayikên Şemiyê: Parêzeran eywana danişînê terk kirin
16:33 Destpêkê nehat bîra wî piştre înkar kir
16:08 Farisogûllari: Girtina siyasetmedarên kurd çi bi vî welatî da qezençkirin?
15:28 ÎHD: Di 10 mehan de 30 jin hatin kuştin
15:26 Parêzeran ji bo Îmraliyê serî li Meclîsê dan
15:04 Dikandarê Wanî ku ji Mûstafa Sarigul re got ‘Ev der Kurdistan e’ hat binçavkirin
14:27 Tecrîda li ser Ocalan di rojeva Meclîsê de ye
14:23 Ji Girtîgeha Bolûyê 15 girtî hatin sewqkirin
14:23 Sancar: Divê muxalefet pêşniyazek hevpar a hilbijartinê pêşkêşî Meclîsê bike
13:47 Nobeta Edaletê ya xizmên girtiyan di roja 9'an de ye
13:46 Malbata Şenyaşar: Sedemê vê pêvajoya xerab bêedaletî ye
13:36 Dayikên Şemiyê: Ev doz betal û bêbandor e
13:34 MYK'a HDP'ê civiya: Rojev qrîza siyasî û aborî ye
13:30 Nobeta li Sêmalka di roja 51'an de didome
13:29 Çalakiya xwendekarên Herêma Kurdistanê di roja 4'an de ye
13:07 Nobeda li Sêmalka di roja 51’emîn de ye
12:38 Înfaza Savûr ê 30 sal in girtiye cara 2’yemîn hat şewitandin
12:08 Nûçegihanê me Acar hat berdan
12:06 Endamê HDP'ê ji ber sîxurtî qebûl nekir ji Hewlerê hat derxistin
11:58 Ocalan ji bo jinan: Xwe bi rêxistin bikin û biparêzin
11:37 Cerdevanên Çelîk kuştin, bi saetan bi cendirmeyan re rûniştine
11:22 Dolar bi 13,20’an dest bi rojê kir
11:19 Ji bo Rojnameger Acar daxwaza kontrola edlî
10:53 Demîrtaş banga mitîngan li muxalefetê kir
10:45 Îqtidar dixwaze Doza Kobanê bi encam bike
10:00 Ji bo Ocalan serî li Wezareta Dadê dan: Dawî li vê nediyariyê bîne
09:38 Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî di rojeva Ewropayê de ye
09:04 Penaberiyê ji xwe re weke 'çareserî' dibînin
09:03 ‘Bila ATK bên girtin'
09:03 Fûtbolvanên jin ên Êlihê feraseta 'jin nikarin bilîzin' dişikînin
09:02 Ji ber govendgerandinê cezayê dîsîplînê li girtiyan birîn
09:01 Li herêmê şerê taybet: Armanc astengkirina têkoşîna ji bo nasnameyê ye
09:00 ROJEVA 24'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:59 Îlham Ehmed bi Lavrov re hevdîtin kir
23/11/2021
16:48 Jin li çar aliyan di çalakiyan de ne
16:47 Hevserokên Giştî yên HDP’ê bi qoda “lezgîn” MYK’a xwe kom dikin
16:03 Bûldan: Em ê windakirina bi reqor nîşanî pergala AKP-MHP'ê bidin
15:54 Nobeta Edaletê di roja 8’emîn de ye: Deng bidin berxwedanê
15:50 Li Zanîngeha Bogazîçiyê 6 xwendekar hatin dûrxistin
15:20 Li polîsê ku bi wesayîta zirxî Oner kuşt tenê 4 sal ceza birîn
14:16 Danişîna 7 jinên li Wanê tên darizandin hat taloqkirin
13:58 Pêşnûmepirsa çekên kîmyewî li Ûca hat vegerandin
13:31 Leşkeran li Licê li rojnamevanan xist û şandeya jinan asteng kirin
13:07 Çalakiyên xwendekaran berbelav dibin
12:39 Derbarê parlementerên HDP’ê de 16 fezleke hatin amadekirin
12:35 Danişîna 22 rojnamevanan hat taloqkirin
12:34 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:23 Malbata Şenyaşar: Heta hesap neyê pirsîn wê kes neyê ‘helalkirin’
12:18 Nobeta li Sêmalka di roja 50'yî de ye
12:10 Gardiyanan li Girtîgeha Akçadagê girtî tazî kirin û li wan dan
12:09 Danişîna 46 rojnamevanan hat dîtin
11:41 Ewlehiya canê Muzeyyen û zarokên wê nîne!
11:40 Bulgaristanê agir bi otobuseke rêwiyan ket: 46 kes mirin
10:50 Ji bo Ocalan serlêdana "hevdîtina lezgîn" hat kirin
10:27 Parêzerê Gurban: Ji bo Ocalan sûd wernegire biryara binpêkirinê pêk naynin
09:58 Amerîka: Di navbera Tirkiye û DAIŞ'ê de pergala hewaleyê heye
09:40 Li 60 girtiyên ku nasnameya girtîgehê qebûl nekirin ceza hat birîn
09:15 Malbatên di Nobeda Edaletê de: Heya bêedaletî bi dawî nebe em ê li vir bin
09:09 Onaran: Girtiyên jin li dijî pêkanînên derî mirovahiyê têdikoşin
09:07 Tan: Înkarkirin li Meclîsê bi sonda bi tirkî dest pê dike
09:07 Endama RJAK'ê Efrîn: Piştî bikaranîna çekên kîmyewî hejmara kesên serî li nexweşxaneyan didin zêde bûye
09:06 ‘Divê em ji her wextî bêtir xwedî li kurdî derkevin'
09:05 Çalakiya bi teştên hevîr: Em rojekê têr, şeş rojan birçî ne
09:00 ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2021'Ê
22/11/2021
23:43 Li Şirnexê 5 kesên din jî hatin girtin
16:58 Li Parka Millî ya Munzurê xweza hat talankirin
16:47 Rojnamevan Acar 4 roj in di bin çavan de ye: Dixwazin tolê hilînin
16:09 Nobeta Edaletê di roja 7’emîn de ye: Divê herkes dengê berxwedanê bilind bike
16:08 Li Amed û Stenbolê jin li qadan bûn
15:51 Li Çiyayê Bagokê wênekêş hatin bicihkirin
14:37 Paylan ji Soylu re got: Tu Derewan û provokasyonê dikî
14:14 Cezayê hefsê li Rojnamevan Nûrcan Yalçin hat birîn
13:50 Aldar Xelîl: Tişta esas berxwedana me ye
13:09 Ozturk: Pergala ku Erdogan temsîl dike têk çû
13:03 Sercerdevanê ku Çelîk kuşt gef li malbata wî jî xwariye
13:02 Soylû êriş kir û parlamenteran jî Peker bi bîra wî xistin
12:34 TJA'yê rapora tundiya li ser jinê aşkera kir
12:18 Malbata Şenyaşar: Bila rojnamevan Emrullah Acar were berdan
10:58 Jinên ku azadiyê di dem û mekan de bi sînor nakin
10:44 Li Wanê jinek hat qetilkirin
10:29 Dêra Ergany ji ber nehatiye parastin bûye kavil
09:24 Zilam li ser tundiyê axivîn: Heta 'mêranî' neguhere naqede
09:16 Jiyanên di têkoşînê de gihiştin hev: Kedxwarî hebe berxwedan jî heye
09:06 Ne budçeya tenduristiyê budçeya rantê ye
09:06 Dayikên Aştiyê bi dayikên Sêmalka re ne
09:00 ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'AN
21/11/2021
16:52 Nobeta Edaletê: Em li girtiyên nexweş xwedî derkevin
16:24 Pekoz: Navnîşana çareserkirina hemû pirsgirêkan Îmralî ye
16:21 Di dosya nûçegîhanê me Acar de biryara nepeniyê hat dayîn
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin