Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e

  • jin
  • 11:17 20 Mijdar 2021
  • |
img

RIHA - Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Zehra Semo diyar kir ku wan bi “Şoreşa Jinê ya Rojava” re li dijî zîhniyeta mêrsalarî têkoşîneke demdirêj dane destpêkirin û wiha got: “Destkeftî, ji ber ku moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin.”

 
“Şoreşa Rojava” ku bi siyaseta “rêya sêyemîn” li cîhanê deng vedide, li dijî sîstema mêrsalarî ya kapîtalîst, bi pêşengiya jinê pêşkêşkirina jiyaneke nû dewam dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jinên ku li dijî sîstemên yek navend, li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de modelên alternatîf hildiberînin, hebûna xwe di her tiştî de, ji siyasetê heta dîplomasiyê, ji leşkerî heta aboriyê, ji çandê heta hunerê xurt dikin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Zehra Semo, ji ber 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Tundiyar Li ser Jinê derbarê destkeftî û rewşa jinên herêmê de ji ajansa me re axivî. 
 
 
‘HER TIM WEKE GEF HAT DÎTIN’
 
Semo, diyar kir ku destkeftiyên jinan ji bo desthilatan her tim weke gef tên dîtin û wiha got: “Gelek tundiyên li dijî jinê hene. Eger em li dîroka cîhanê binêrin, hikûmetên hegemon her tim li dijî destkeftiyên jinan di nava têkoşîneke bêeman de bûne. Li şûna ku li dijî tundiya sîstematîk a li dijî jinê têbikoşin, ji bo destkeftî û mafên jinan ji destê wan bigirin, têkoşiyan.”
 
Semo, bi lêv kir ku bi wergirtina hêza ji desthilatdariyê tundî li civakê belav dibe û wiha berdewam kir: “Li dijî tundiyê jinan her tim li ber xwe daye. Her çiqas li dijî jinê tundî hatibe kirin jî li dijî vê Xwişkên Mirabel her tim hebûne. Xwişkên Patria, Minerva û Maria Teresa bi dengên xwe yên herî bilind qîriyan ku jin xwedî mafên wekhev in. Ji ber vê yekê hatin qetilkirin. Di ser kuştina wan re 61 sal derbas bûn nehatin ji bîrkirin, lê her kesî navê dîktatorê ku pê re şer dikirin ji bîr kirin.”
 
SERDEMA PERGALA BAAS’Ê
 
Zehra Semo, destnîşan kir ku beriya Şoreşa Rojava ne pêkan bû ku mirov qala mafên jinan ên li herêmê bike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ne tenê tundiya fîzîkî, tundiya psîkolojîk û aboriyê jî herî zêde jinan hîs dikir. Beriya Şoreşa Rojava Pergala Baas’ê li herêmê hemû cureyên tundiyê li jinan dikir. Tu mafê jinan tune bû. Li malê hatibû hefskirin û di siyasetê de jî destûr nedihate dayîn ku biaxive. Ev yek tundiya herî mezin a li dijî jinê ye. Ji bo jinan ji jiyana civakî bêpar bihêjin tişta ji destê wan hat kirin. Jinan li dibistanan dixwend lê bîrdoziya Pergala Baas’ê didan wan û qadên ku dewletê destûr dida dikarîn bixebitin. Dihat gotin ku eger jin mafên xwe bixwazin wê bên kuştin, îşkence li wan bê kirin, bên hefskirin. Bi her awayî hewl hat dayîn ku jin ji nû ve li ser lingên xwe nesikinin. Jin tên kuştin, dema neyên kuştin jî ji kuştinê xerabtir tên kirin.”
 
‘JINAN JIYANEKE NÛ AVAKIRIN’
 
Semo, bi bîr xist ku Şoreşa Rojava di pêşengtiya jinan de pêk hat û wiha pê de çû: “Şoreş bi navê şoreşa jinan bi tîpên zêrîn di dîrokê de hate nivîsîn. Bi şoreşê re jinan jiyaneke nû ava kirin. Jin li dijî tune hesibandina xwe ya salên dirêj di asta herî pêş a şoreşê de cihê xwe girt. Li hemû qadan gav bi gav rêya 3’yemîn ava kirin. Kesên ku ew paşguh kirin û mafên wan sînordar kirin, dîtin ku jin dikarin di her qadê de hebin.”
 
Semo, destnîşan kir ku jin di çarçoveya nêrînên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de di nava siyaset, aborî û hiqûqê de hene û wiha domand: “Jin êdî daxwaza hemû mafên xwe dikin. Di her warî de rola xwe lîstin. Jinên ku di dema Rejîma Baas’ê de li dijî tundiyê bêparastin bûn, niha xwe diparêzin. Her ku destketiyên wan mezin bûn, dewletên hegemon aciz kirin. Ji ber ku van destkeftiyên nû textên wan hejandin. Rastiya ku jin bi hêz e, ew tirsandin.” 
 
ARMANCA EWIL JININ
 
Zehra Semo da xuyakirin, ku di nava hemû gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn de bi pêşengiya jinan jiyaneke bi hev re hatiye avakirin û anî ziman ku Tirkiye ji vê sîstemê aciz e. Semo, da zanîn ku ji ber vê yekê Tirkiye di êrişên ser herêmê yên dîrokên cuda de jin kirin hedef û got: “Mînaka vê ya herî berbiçav jî kuştina Hevrîn Xelef e. Di kesayeta Xelefê de hemû jin hedef hatin girtin. Ligel vê yekê xwestin bingehên pergalê ji holê rakin. Li dijî hemû êrîşan, jinan bi mezinkirina berxwedanê bersiv dan. Her wiha ji ber ku tê zanîn destkeftî moral û cesaretê didin jinên li Tirkiyeyê jî hedef tên girtin”
 
 
TÊKOŞÎNEKE DEMDIRÊJ
 
Zehra Semo, diyar kir ku li herêmên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê lê serwer e tundiya li dijî jinan gelekî kêm bûye û wiha axivî: “Mixabin em nikarin bibêjin ku bi temamî ji holê rabûye. Jin ji bo tundiyê bi temamî ji holê rakin têkoşîna xwe didomînin. Pêwîst e destkeftiyên li Rojava li tevahiya Rojhilata Navîn û wêdetir li cîhanê bên belavkirin. Bi guhertina hemû zîhniyetên mêrsalarî yên hegemonîk re em dikarin tundiya li dijî jinê ji holê rakin.”
 
Zehra Semo, qala têkoşîna Meclîsa Jinan a PYD’ê ya parastina destkeftiyên jinan kir û derbarê xebatên xwe de ev agahî parve kirin: “Em bi hişmendiya ku em ê bi parastina destketiyan xurttir bibin li qadan in. Em bi jinan re derbarê mafên wan de civînan li dar dixînin û ji jin û mêran re jineolojiyê vedibêjin. Reqa bûbû paytexta DAIŞ’ê. Li gelek cihên mîna Reqayê hişmendiyên qirêj, tarî demekê zindî hatin hiştin. Ji bo ku em wê hişmendiyê ji holê rabikin em têdikoşin. Em di vê noqteyê de ne tenê jinan, hemû civakê perwerde dikin. Dema em zarok û zilaman perwerde dikin, vedîtina jinê bi lez dibe. Ev têkoşîneke demdirêj e, lê ji bilî bidestxistina wê ti çareyeka me tune ye.”
 
BANGA YEKITIYÊ
 
Zehra Semo destnîşan kir ku weke Meclîsa Jinan a PYD’ê xebatên wan bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ne bi sînor in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ku derê li dijî jinê tundî hebe em li wir in. Sînor ji bo me ne asteng in. Em bi hemû rêxistinên jinan re di nava piştevaniyê de ne. Em serpêhatiyên jineke ku li dereke cîhanê rastî tundiyê tê di dilê xwe de hîs dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku di têkoşîna li dijî destavêtin, îşkence, revandin û komkujiya jinan de û bi taybetî li herêmên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin, bi me re di nava piştevaniyê de bin. Eger jin yek bin, eger bi hev re bin, tu hêz nikare li hemberî wan bisekine.”
 
 
MA / Emrûllah Acar
 

Sernavên din

21/11/2021
15:35 Li Girtîgeha Sîlîvriyê gardiyanan li girtiyan dan
15:06 Jin xwe ji 25'ê Mijdarê re amade dikin
14:37 Ûgûr Kaymaz hat bibîranîn
14:18 'Em bibin dengê girtiyên nexweş'
12:59 Dr. Savary: Mifteya çareseriyê Abdullah Ocalan bi xwe ye
12:30 Malbata Şenyaşar: Gelo qîrînên edaletê we aciz nakin?
11:39 Karamollaoglû: Min pêşniyara tifaqê ya Erdogan red kir
11:29 Bi windakirina roniya çavê xwe re rû bi rû ye
09:17 Ûgûr Kaymaz, awayê herî berbiçav ê nêrîna dewletê ya li kurdan e
09:15 Hilberînerên garis: Em bi 4'an didin, bazirgan bi 12'an didin
09:14 Girtîgeha Rihayê daxwaznameyên girtiyan nabersivîne
09:12 Li Şirnexê TOKÎ li dû fen û fûtan e!
09:10 Girtiyê ku piştî îşkenceyê şîzofrenî lê peyda bû nayê berdan
09:09 Dengbêj Hêlîn: Em vê çandê bidomînin
09:07 Li Tirkiyeyê krîza dermanan
09:02 Projeya Tekstîl Îxtisas OSB'ê çav berdaye xaniyên welatiyan
09:00 ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2021'Ê
20/11/2021
18:39 Banga xizmên girtiyan: Em çalakiya Nobeda Edaletê mezin bikin
17:53 Balkişandin ser rewşa girtiyên jin
17:10 Ji bo girtiya nexweş Tugluk banga berdanê hat kirin
16:55 Li Girtîgeha Tokatê girtiyên nexweş derman nakin
16:50 Aydenîz: Wê jin pergala yek zilamî hilweşînin
16:14 Ji bo girtiyê nexweş Oztel banga berdanê hat kirin
15:52 ‘Divê Tirkiye pêwîstiya Peymana Zarokan bîne cih’
15:35 Li Mêrsînê ji bo mîtînga HDP’ê bang kirin
15:17 Banga meş û çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin kirin
15:11 Xizmên Windayan li aqûbeta Gulistan Dokû pirsîn
14:42 HDP: Bi milyonan zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê nabînin
14:22 41 sal in li kekê xwe digere: Em hevhelalkirin û rûbirûbûnê tevlihev nekin
13:24 Baroya Amedê: Muameleya mezinan li zarokan dikin
12:10 Ji ber nûçe şopandin li du rojnamevanan doz hat vekirin
11:50 Li Tokatê bi pileya 4,0 erd hejiya
11:28 Malbata Şenyaşar: Divê em bibin yek û dawî li zilmê bînin
11:17 Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê: Tirkiye ji hêviya li Rojava aciz e
10:50 TJA di sala 6’emîn de ye: Têkoşînek bêhempa
10:04 Aydogan ku tevli 'Keştiya Azadiyê' bû: Dema azadiya Ocalan hatiye
09:43 Ji bo ketina tunelên şer ên çekên kîmyewî lê hatine bikaranîn hêzên PDK’ê tên bikaranîn
09:28 Li Wanê mirineke biguman
09:25 Dayika aştiyê Emîne Koç: Ez yeqîn dikim, em ê bi ser bikevin
09:20 Armanca wan Kurdistanê ji kurdan xalî bikin
09:19 Berteka ji bo 'lêgerîna tazî': Divê pêkanîn biguhere
09:19 Banga ji bo 25'ê Mijdarê: Em bi hev re bihêz in
09:18 118 roj in agahî ji 3 endamên HPG’ê nayê wergirtin
09:17 'Çarenivîsa cotkarên garis di destê çend fabrîkeyan de ye'
09:00 ROJEVA 20'Ê MIJDARA 2021'Ê
19/11/2021
18:31 Cenazeyê Acar û Yîgît hatin veşartin
17:04 Erzirom bi pileya 5,1 hejiya
17:04 Li Şêrewa 400 darên zeytûnan hatin birîn
16:54 Artêşa Tirk xwe ji Werxelê û Tabûra Ereba vekişand
16:47 ‘Kesên du can qetilkirin çawa dikarin bên berdan?’
16:25 Li Sûrê zarokan eleqeyeke zêde nîşanî şahiye dan
16:23 Îlkay Akkaya serdana Malbata Şenyaşar kir: Dilê min bi we re ye
16:09 Ji jinan banga mezinkirina têkoşînê
16:05 ‘Polîtîkaya êrişan a nû Girtîgehên Tîpa S ne’
15:21 Oluç: Îqtidara ku ketiye tirsa windakirinê 50+1’ê nîqaş dike
15:13 DFG: Hûn nikarin rojnamegeran bitirsînin
14:34 KESK: Bila KHK’yî li karê xwe bên vegerandin
14:28 Komîsyona Zarokan a HDP'ê: Li Tirkiyeyê 2 milyon zarok tên xebitandin
13:46 DÎSK: Divê mûçeya asgarî ya herî kêm bibe 5 hezar 200 lîre
13:26 Cenazeyê Muslumeyê hat dîtin
12:59 Malbata Şenyaşar: Ji bo ku hesab nedin welat şewitandin
12:52 Di danişîna ewil de ceza li siyasetmedar Kok hat birîn
12:27 Şeyhmûs Gokalp beraet kir
12:26 Li Rihayê qeza: 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn
12:06 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:44 Kurd vedigerin ser axa xwe
11:15 Hêceta berdana kujerên Komkujiya Konyayê: Xisûsên nehatine lêkolînkirin hene
10:48 Li Çewligê kesek hat binçavkirin
09:36 Amûreke zordar şerê taybet: Tirsa wan têkoşîna jinê ye
09:14 'Em ne qereqol û baregehan, em aramiyê dixwazin
09:09 Ji ber bihabûna fiyetên êm keriyên pez li zozanan man
09:08 Êdî komirê bi dolar difiroşin!
09:08 Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan çalakiyek girseyî
09:00 ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:37 Cenazeyê Serhat Tekîn bi girseyî hat veşartin
08:19 Nûçegihanê me Emrûllah Acar hat binçavkirin
18/11/2021
17:25 Nobeta Edaletê: Bila dengê me bê bihîstin
17:21 Hevdîtina ‘Dema Azadiyê’: Divê em li dijî tecrîdê têkoşînê mezintir bikin
17:15 Cenazeyên Acar û Yîgît hatin wergirtin
17:00 Hevserokên HDP’ê beraet kirin
16:53 Di şahiya zarokan de balê kişandin ser girîngiya zimanê zikmakî
16:46 Dayikên Aştiyê li dijî tecrîdê meşiyan
16:43 7 sal û 6 meh ceza li girtiyê ket greva birçîbûnê hat birîn
15:56 Di doza rojnamevanan de biryar hat dayîn ku şahid bînin dadgehê
15:42 Beştaş derxistina Yenî Yaşamê ya ji sepana meclisê ji Şentop pirsî
15:24 TJA’yê li Birca Keçikê jinên hatine qetilkirin bi bîr anîn
15:04 Di doza Baluken û Demîrel de daxwaza pevgihandina dosyeyan hat kirin
14:55 Li dijî berdana cerdevanan dest bı çalakiya rûniştinê kirin
14:21 Şandeyek ji Îzmîrê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:18 Hat tespîtkirin ku hestiyên li Sûrê hatin dîtin aydê Hakan Arslan in
13:47 Doza parazvanên mafên mirovan nehat dîtin
13:43 Şûreya Dewletê îtîraza ji bo Peymana Stenbolê red kir
13:31 Banga tevlîbûna daxuyaniya girseyî 25'ê Mijdarê
13:08 DEDAŞ 3 roj in ceyranê nade gundiyan
13:00 Gunay: Ji bo êrişî kurdî û axa kurdan bikin ketine pêşbaziyê
12:12 Malbata Şenyaşar: Peywîra dozger ne hevkariya sûc e
12:00 Rojnameger Candemîr beraet kir
11:55 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:39 Li Rêqayê banga ‘Ji Ocalan re azadî’
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin