Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin

  • rojane
  • 09:26 18 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad, diyar kir ku belgeyên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî yên bi dest xistine ji saziyên navneteweyî re şandine û ji bo lêpirsîneke navneteweyî dest pê bike ketine nava hewldanan. 

Operasyonên Tirkiyeyê yên li herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe 7 meh in didomin. Di van operasyonên ku bi piştgirya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) didomin de, Tirkiyeyê heya niha gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Li gorî Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê heta niha bi dehan endamên wan ji ber van çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl jî bandor ji wan girtina. Her wiha li hemberî bikaranîna çekên kimyewî hikûmeta Bexda û hikûmeta Hewlêrê û Yekîtiya Ewropayê (YE) jî xwe li bêdengiyê danîne. Kurd û dostên wan li gelek deveran dadikevin qadan û vê bêdengiya hêzên navneteweyî şermezar dikin. 
 
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Zeyneb Mûrad têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, bêdengiya hêzên navneteweyî û helwesta Iraq û PDK'ê ji Ajansa Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
BELGE ŞANDIN JI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ RE
 
Hevseroka KNK'ê Mûrad, anî ziman ku ji bo ev yek li cihê cih bê lêkolînkirin tevdigerin û wiha axivî: "Me KNK ji bo bikaranîna çekên kîmyewî ku Tirkiye li Zap, Avaşîn û Metînayê wan bi kar tîne, bang li hêzên navneteweyî kir. Li hemberî dewleta tirk a ku sucê şer dike, divê hêzên navneteweyî bêdeng nemînin û ji bo vê çi pêwîst be divê bikin. Her wiha me xwest ku li ser vê mijarê hin lêkolîn bên kirin. Di heman demê de nûnertiya KNK'ê ya Başûr di nav liv û tevgerê de ye. Me ew şandin tevahiya konsolosên welatên ewropî. Di heman demê de dosyeyeke lêkolînê hatiye amadekirin. Di vê lêkolînê de hin belge û agahî hene. Ev ji hemû saziyên navneteweyî û wezaretên derve yên welatên Ewropayê û dezgehên ragihandinê ên berpirsyar re hatine şandin. Lê mixabin heta niha bersiveke fermî nehatiye dayîn. Her wiha heta niha saziyên navdewletî di çapemeniya navneteweyî de jî li ser vê mijarê nesekinîne. Çendî bersiveke fermî nehatibe dayin jî, lê ji bo vê dostên kurdan weke parlementerên Ewropayê ketine nava hin liv û tevgeran. Mînak, em dikarin bibêjin ku parlementerên Ewropayê ku dostên kurdan e di parlementoyê de daxwaz kirin ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî lîjneyeke navneteweyî bê damezirandin û her wiha lêpirsineke navneteweyî bê destpêkirin. Em jî hewl didin ku komîsyoneke serbixwe ku nûnertiyên navneteweyî jî di nav de, bê avakirin û ev komîsyon biçe li wan deveran lêkolînan bike. Ji bo destpêkirina lêpirsîneke navneteweyî hin hewldanên me jî hene."
 
'ŞÎRÎKÊN VÎ SÛCÎ NE' 
 
Mûrad, bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kimyewî û destnîşan kir ku bi vê bêdengiya xwe dibin şirîkê vî sûcî.
 
Mûrad di berdewamiya axaftina xwe de got: "Dewletên ewropî û civaka navneeteweyî ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî li hemberî kiryarên dewleta Tirkiyeyê bêdeng mane. Ev ne tenê îro wiha ye, ji destpêka erişên dewleta Tirkiyeyê heta niha bêdeng in. Di roja me ya îro de jî bi heman hişmendiyê û ji bo berjewendiyan xwe bêdeng dikin. Heta ku di asta ragihandina navdewletî de jî girîngiya pêwîst nadin mijarê. Ev ne cara yekem e ku li hemberî gelê me dikevin nav vê kêmasiyê. Di dema borî de jî dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê çekên kimyewî bi kar anîn. Her wiha ev bi belgeyan aşkere bû. Weke mînak dema ku eriş birin ser Efrîn û Serêkaniyê bbi belgeyan aşkere bû ku çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Lê wê demê jî li hemberî dewleta tirk bertekek nehat nişandin. Vê bêdengiya hêzên navneteweyî cesaret da Tirkiyeyê ku careke din jî çekên qedexekirî bi kar bîne. Rastiyek heye NY heta dawiyê piştgiriyê dide dewleta tirk û desthilatdariya Erdogan. Di vê piştgiriyê de berjewendiyên wan hene. Di heman demê de Tirkiye jî di hin mijaran de gefan li welatên Ewropayê dixwe. Di dema berê de jî me dît ku çawa karta penaberan weke zextekê li ser Tirkiyeyê bi karanî. Bêdengiya van dewletan ew e ku çekan difiroşin Tirkiyeyê. Van dewletan ev çekên qedexekirî û kimyewî firotine Tirkiyeyê. Loma ew şirîkên vî sûcî ne. Firotina balafiran, çekên kimyewî sedemê bêdengiyê ye. Hêzên navdewletî hevkarê vî sûcî ne. "
 
'DI NAVBERA ERDOGAN Û KAZIMÎ DE TIFAQEK ÇÊBÛYE' 
 
Mûrad, destnîşan kir ku Iraq bi helwesta xwe pêşî li ber Tirkiyeyê vedike û wiha domand: "Hikûmeta Iraqê Tirkiyeyê sûcdar nahesibîne. Çimkî di destpêka erişên Tirkiyeyê de heta niha tu helwest nîşan nedane. Hikûmeta Iraqê bêdengî hilbijartiye. Li gorî wan heger helwest nîşan bidin wê ji bo erişên Tirkiyeyê hincetan çêbikin. Bêdengiya wan dibe sedema binpêkirina serweriya axa Iraqê. Di heman demê de ev eriş ji hemû Iraqê re watedar e. Lê li hemberî Tirkiyeyê heta niha bertekên xwe nîşan nedane. Roj bi roj rewşa Iraqê aloztir dibe. Lê ev ne xema wan e. Tirkiye li Kurdistanê çi bike jî naxwazin bizanibin. Ji ber ku bi aloziya xwe re mijûl in. Ne xema wan e ku Tirkiye li ser axa Kurdistanê çi cînayet û sûcan dike. Ji destpêka erişên Tirkiyeyê heta niha Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî helwestek nişanî dewleta Tirkiyeyê neda. Wisa xuya dike ku tifaqek di navbera Erdogan û wezîrê Iraqê de çêbuye. Ev tifaq li ser hin berjewendiyan çêbuye. "
 
'AGAHIYÊN DI DEST ME DE VÊ YEKÊ PIŞTRAST DIKIN'
 
Mûrad, da zanîn ku di destê wan de di warê bikaranîna çekên kimyewî de delîl hene û got: "Dosyaya ku ji aliyê KNK'ê ve hatiye amadekirin û bi wekî name ji dewletên navneteweyî re hatine şandin, tê de daxwaza qedexekirina çekên kimyewî hatiye kirin. Me daxwaz kir ku ji bo lêkolînkirina vê lijneyek bê avakirin. Li gorî çavkaniyên herêmê û her wiha ew agahiyên ku ji aliyê tîma Aşitiyê Kristyan ve hatine bidestxistin, li gundan belge hatine komkirin. Her wiha Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG'ê jî daxuyand ku dewleta tirk di nava 6 mehan de 132 caran bi çekên kimyewî erişî gerîla û sivîlan kiriye. Li van herêman ,bi taybetî li gundên minteqa Horirî hatine bikaranîn. Ev agahî ji aliya koma aşitiyê ya Kristyanm ve hatine piştrastkirin. Ev hemû belgeyên bikaranîna çekên kimyewî ne. Her wiha ji aliyê KCK'ê ve jî daxuyanî hat dayin ku heger lijneya lêkolînê biçe herêmê, ew amade ne ji bo alikariyê. Ev jî dide xuyakirin ku belge di destê wan de ne. Mirov dikare van belgeyan hemûyan peşkeşî dewletên navneteweyî bike. "
 
'BI ÇALAKIYAN DIKARIN BÊDENGIYÊ BIŞKÎNIN' 
 
Zeyneb Mûrad, destnîşan kir ku ew bi çalakiyan dikarin vê bêdengiyê bişikînin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Kurdên li Ewropayê û dostê wan ev demeke dirêj e li ser pêyan e. Daxwaz dikin ku hêzên navneteweyî li hemberî vî sûcê şer bisekinin. Ev jî nîşan dide ku em dikarin dawiyê li vê faşîzmê bînin. Ev jî wê bi rêya berdewamkirina van çalakiyan çêbibe. Divê em bi tekoşîna xwe bêdengiya hêzên navdewletî bişikînin. Banga me ji hemû welatparezan û ciwan û jinan re heye ku bi çalakiyên xwe raya giştî ji vê rewşê agahdar bikin. Di heman demê de daxwaziya me ji dewleta Iraqê û Herêma Kurdistana Federe re heye ku bi cidî nêzî vê mijarê bibin û rê nedin dewleta Tirkiyeyê. Roj bi roj mafên gelê me tên binpêkirin û axa Kurdistanê tê talankirin divê em vê yekê bi berxwedana xwe teşhîr bikin. Divê her kes xwedî helwest be û erka xwe ya neteweyî pêk bîne. "
 
MA / Zeynep Dûrgût

Sernavên din

18/11/2021
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?