Rojavayê cîhaneke din da der

  • rojane
  • 09:49 17 Mijdar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku bi têkoşîna xwe didin der ku li dijî serdestiya mêr-dewletê "cîhaneke din pêkan e," bi "Şoreşa Jinê ya Rojavayê" re dîrokeke nû dinivîsin. Eyşe Efendî ku li dijî êrişên dagirkeriyê axa xwe diparêze, anî ziman ku rêça azadiyê 10 sal in bûye rênîşander ji bo tevahiya cîhanê. 

Di sedsala 21'emîn de ji Rojavayê heya Filîstînê, ji Afxanîstanê heya Îranê, ji Polonyayê heya DYA, Kolombiya û Mynmarê tevgerên jinan li seranserê cîhanê bihêz bûn û li dijî hêzên otokrat ji bo bidestxitina azadiya xwe û parastina mafên xwe bûm sembol. 
 
Me bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Tahdeya Li Hemberî Jinê, "Şoreşa Jinê ya Rojavayê" ji Hevseroka Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Eyşe Efendî pirsî. Efendî pirsên me yên "Şoreşa Jinê ya Rojavayê rêyeke çawa esas girt, têkoşîn li ser kîjan esasî hat domandin?" bersivandin. 
 
 
ÇIRÛSKÊN EWIL ÊN ŞOREŞÊ
 
Efendî ku yek ji wan jina ye ku gava DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de dest bi êrişên xwe kirin li Kobanê ma û axa xwe parast, diyar kir ku amadekariyên jinan ên ji bo şoreşê xwe dispêrên salên dûr û dirêj. Efendî, anî ziman ku bi taybetî fikrên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di sala 1979'an de derbasî Sûriyeyê bûye, bandorek mezin lê kiriye û di sala 2011'an de gava ku şerê navxweyî dest pê kiriye ewilî jin daketine kuçeyan. 
 
HÊZA GUHERÎNÊ
 
Efendî, destnîşan kir ku jin di her warî de xwe perwerde kirine û têkoşîneke di warê zayendî de dane û guherîna civakê ya li dijî feraseta baviksalriyê bi vî awayî bilêv kir: "Beriya tevgera azadiyê ya kurdî, jin hepsî malan hatibûn kirin. Pêşî xebatên serwextkirinê hatin kirin û bi dû re perwerdehî dest pê kirin. Gava ewil a jinan daxilbûna nava perwerdehiyê bû. Gava dudoyan jî esasgirtina nasnameya jinê bû. Mafê jinê, hiqûqa jinê çi ye? Nîqaşên bi vî rengî dest pê kirin. Bi azmûnên xwe yên jiyanê, daxilî nav civakêbûn. Mînaka ewil a vê yekê jî pergala hevserokatiyê bû. Bi piştgiriya Rêber Apo ya ji bo jinan, jin di nav partiyên siyasî, komunan, meclîsan, parlementoyê de bi temsîliyeteke wekhev cih girtin. Ewilî bi feraseteke wekî ya malbatî li pergalê hat mêzekirin. Yanî mêr serok, jin cîgir... Lê paşê ev pergal bû cihê guherîneke mezin û li tevahiya qadan belav bû. Jinan di gelek waran de bi hezaran şaşî rast kirin, bûn cihê guherînê. Berê jin di temenekî biçûk de dihatin zewicandin. Berdêl, qelen, pirzewacî, tahde hebû. Helbet di vê de tesîra mezheban û dînan pir bû. Hê jî ev pirsgirêk hene, lê Qanûnên Jinan hatin çêkirin. Êdî kes nikare rabe û jinan ji vira biqewirîne. Jinan ji roja şoreşê dest pê kiriye heya niha bi hezaran şehîd dane, bi komkujiyan re rû bi rû mane. Rêya ku Rêber Apo ji bo jinan vekir, dê hîn bêtir bê firehkirin û bidome. Bi feraseta 'ez ne namûsa kesî me, namûsa min axa min, welatê min e û ez xwe diparêzim' veguherînek civakî hat afirandin." 
 
Efendî, anî ziman ku jinan çawa li eniyê şer kirin, bi heman awayî li dijî feraseta baviksalariyê jî şer dikin û got: "Ev şoreş 10 sal in didome. Berê jin nikaribûn derkevin derve. Nikaribûn biçin dewleteke din, bajar û herêmeke din bixwînin. Lê niha bi sedan zarokên me li Hesekê, Cizîrê, Lazkiyeyê û dewletên din dixwînin. Yanî îro roj jinan gelek tişt pêş xistine. Di navbera pergala berê û ya niha de gelek ferq hene. Berê lêgerîn, berxwedan û parastin tune bû. Lê niha qanûnên ku mafên jinan diparêzin hene, artêşa wan heye. Jin hê jî xwe diguherînin. Hê jî jinên 50-60 salî tên û dixwazin di saziyan de bixebitin. Belkî berê ev qas sazî û dezgeh tune bûn, lê dîsa jî jin li hin cihan dixebitîn. Gelek kar dikirin. Me civîn çêdikirin, rapor amade dikirin û me ew radigihandin civakê. Me bi gel re pêwendî datanî. Ev pergal, pergalek nû ye. Pergaleke ku jinê xwe pê îspat kiriye. Berê gava şervanek jin hebûna, cîhan radibû ser pêyan. Eşîr û malbat li ber radibûn. Digotin 'jin reviyaye.' Lê niha her dayik bi destê keça xwe digire û tê. Dibêje 'ez keça xwe didim şoreşê.' Me ev tişt jî dîtin. Ev mîrateya bi hezaran jinên şehîd in. Ev mîrate 40sal berê ji sifirê dest pê kir. Em berdewamkerên vê mîrateyê ne. Jin di nav lêgerînê de ne û dê ev lêgerînên me bidomin." 
 
HILBERÎNA KOMUNA
 
Efendî, destnîşan kir ku jin ji bo muhtacî kesî nebin kedek mezin didin û got: "Jin dixwazin di warê aborî de azad bin. Naxwazin muhtacî destê hevjînên xwe, zarokên xwe û malbata xwe bin. Dixwazin xwe bi xwe pêdiviyên xwe peyda bikin. Azadiya aborî, di warê azadiya jinê de hêmaneke girîng e. Gava jin û zarokên xwe bi tenê bimînin, azadiya wê ya aborî hebe dê bi awayekî bihêztir daxilî nav jiyanê bibe." 
 
BÛ HÊVÎ
 
Efendî, anî ziman ku piştî berxwedana Kobanê ji gelek welatan jin hatine serdana wan kirine û pêvajoya serketinê meraq kirine. Efendî got: "Bi piranî jî dixwestin wêrekiya şervanên jin bibînin û şerê wan ê di dema şoreşê de hîn bibin. Şoreşa Rojavayê wekî şoreşa jinê hat pênasekirin û li seranserê cîhanê belav bû. Min bi xwe ji kesên dihatin vira re digot 'Em tu tiştî ji we naxwazin, tenê rastiya vî gelî, rastiya jinê û pergala vira bînin ziman û belav bikin.' Me li vira gelek jinên ereb, aşûrî, ermenî jî dîtin. Gotin 'we me pir dereng em bi vê pergalê re dan naskirin.' Jin di warê siyasî û dîşlomatîk de xwe gihandin astekê. Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û ji fermandarên YPJ'ê Nesrîn Abdullah, serdana Qesra Élysée kirin. Heyeteke din ku jin di nav de bûn li Washingtonê hin hevdîtin kirin. Lêgerînek heye. Jin dixwazin azadiya xwe pêk bînjin. Ger tu di warê fikirî, siyasî, dîplomatîk û eskerî de xwe çi qasî bi pêş bixî, tu yê ew qasî xwe nas bikî. Tu yê ew qasî gelê xwe nas bikî. Tu yê wê jinê ew qasî nas bikî. Jin bi her tiştê xwe rengîn e. Lewma bi taybetî divê jin di warê perwerdehiyê de xwe bi pêş bixe. Çi qasî bixwîne, dê ew qas xwe bi pêş bixe. Banga me ji bo hemû jina ye, li dor rêber Apo bibin xelek. Rêber Apo 22 sal in bi awayekî fizîkî girtî ye. Projeyên Rêberê Apo ji bo jinan e. Divê jinên cîhanê li dor YPJ û jinên kurd bibin xelek. YPJ'ê bi şerê xwe yê li dijî DAIŞ'ê berxwedana jinê anî vê astê." 
 
SIBÊ: Ji Rojhilata Navîn ber bi Asyaya Navîn: Tekane tirsa dîktatoran
 
MA / Arjîn Dîlek Oncel 
 

Sernavên din

18/11/2021
11:32 Baroya Mêrdînê: Polîsên ku tundiyê li zarokan kirine bila werin tespîtkirin
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?