ŞIRNEX - Birîna daran a li Şirnexê didome û bi qamyonan ji derveyî bajêr re tên şandin.
Li herêmên Besta, Cudî, Gabar û Çelenimija yên Şirnexê birina daran û talankirina xwezayê didome. Vê carê jî darên ku ji herêma Besta hatine birîn, li 6 kamyonan hatine barkirin û tên kişandin. Darên birî yên li qamyonan hatine barkirin nêzî Qereqola Milî ya di navbera bajarokên Gundikê Melê û Sêgirkê yên Şirnexê de, di bin çavderiya leşkeran de hatine sekinandin û piştre ji derveyî bajêr re tên şandin.