Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin

  • rojane
  • 09:07 16 Mijdar 2021
  • |
img

AMED - Hogir Boltan, birayê girtiyê nexweş Civan Boltan ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew daxilî nav rojeva xwe kiriye û dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de rewşa wî bê nîqaşkirin, diyar kir ku birayê wî nayê tedawîkirin û ji bo vê rewşa hesa bang li raya giştî kir. 

Li gor raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi hezaran girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Civan Boltan (30) e ku 9 sal in girtiye. Boltan, di 24'ê Nîsana 2012'an de li Çewligê di şer de bi birîndarî hatibû zevtkirin û paşê hatibû girtin û cezayê muebeda giran û 95 sal ceza lê hatibû birîn. Bijîşkan ji bo Boltanê ku gelek nexweşîn lê peyda bûne rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" dabûn, lê belê Saziya Tiba Edlî (ATK) bereksê van raporan biryar dabû. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê (TÎHV) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV)  ji bo ku biryarên binpêkirinên mafan ên derbarê biryara "girtîbûna heta hetayê" de yên derheqê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Emîn Gurban û Civan Boltan de hatine dayîn, serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê dabûn ku konsey demildest vê yekê daxilî nav rojeva xwe bike.
 
XETERE
 
Hogir Boltan, diyar kir ku birayê wî bi birîndarî hatine binçavkirin û ji ber îşkenceyê çavekî wî kor bûye û got: "Çavê wî yê rastê jî ji sedî 80 nabîne. Di serê wî de perçeya şarapnelê heye. Ji ber ku rewşa wî xetere ye bijîşk jî nikarin mudaxile bikin. Di şer de milekî wî çû." 
 
NAYÊ TEDAWÎKIRIN
 
Boltan, bal kişand ser raporên bijîşkan ên "nikare di girtîgehê de bimîne" jî û got: "Ji ber ku doza wî dozeke siyasî ye û ji ber ku kekê min kurd e ATK rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' da. Niha jî bi hinceta 'rewşa wî baş e û dikare jiyana xwe bidomîne' nayê tedawîkirin. Lê em baş dizanin ku di van şert û mercan de nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne." 
 
Boltan, destnîşan kir ku birayê wî di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye, lê belê ji ber pandemiyê zêdetirî 2 sal in hevadîtina vekirî qedexe ye û got: "Hinceta wan pandemî ye, lêli derve her der vekiriye. Otobês heya ber dev tije ne. Bi hezaran kes tevli mîtîngan dibin. Li van deran pandemî tune ye, ma tenê li girtîgehan heye? Ev biryareke siyasî ye." 
 
CEZAYÊ DÎSÎPLÎNÊ
 
Boltan, bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehê jî û diyar kir ku birayê wî ragihandiye ku gardiyan tim davêjin ser qawîşên girtiyên siyasî û lêgerînê dikin û bi awayekî kêfî cezayê dîsîplînê li wan tê birîn. 
 
BANGAWAZÎ
 
Boltan, destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi van binpêkirinên mafan tên mexdûrkirin û nayên tedawîkirin û got:"Her kes divê di vî warî de hesas be. Ji bo ji girtîgehan darbest dernekevin, ji destê kê çi tê divê bike ji bo girtiyên nexweş." 
 
MA / Mehmet Guleş

Sernavên din

18/11/2021
11:21 Hevşaredarê berê yê Komîrê hat binçavkirin
11:20 Budçeya Hevkariya Cemawerî-Taybet ji budçeya 7 wezaretan zêdetir e
11:01 Li Kobanê çalakiyên 25'ê Mijdarê dest pê kirin
10:31 Bi têkoşîna jinê re çîroka vejîna duyem
10:14 Ji bo ewlehiya canê xwe serî li CÎMER'ê dan
09:26 Hevseroka KNK'ê Mûrad: Me belgeyên çekên kîmyewî ji saziyên navneteweyî re şandin
09:21 Ji bo meşa ber bi Enqereyê ve bang li tenduristkaran kir: Werin em bi hev re gotina xwe bibêjin
09:20 'Kurdistan heqîqetek e wê tim hebe'
09:18 Mîrza Ronî: Divê em li ber qedexeyên li ser kurdî rabin
09:18 Bîra bîyolojîk a herêmê bi awayekî dîjîtal pêşkêş dike
09:08 ‘Tirkiye ne carekê du caran berpirsê krîza penaberan e'
09:00 ROJEVA 18'Ê MIJDARA 2021'Ê
17/11/2021
21:43 Di doza komkujiya nijadperest de 3 kesên din jî hatin berdan
18:49 Polîsan avêt ser avahiya HDP'a Çerkezkoyê: 6 kes hatin binçavkirin
18:17 Nobeda Edaletê di roja duyemîn de ye: Em ji girtiyan re bibin hêvî
16:42 Dema Azadiyê: Di şexsê Ocalan de Tirkiye tê tecrîdkirin
16:35 Karaca ya CHP’yî: Divê deng bidin qêrîna edaletê ya malbata Şenyaşar
16:31 Ji parêzerên ÇHD'î re 450 sal ceza hat xwestin
16:18 Li Silopiya festîvala zarokan bi dawî bû
15:44 Li Dîlokê di rojekê de 2 jin hatin qetilkirin
15:44 Hunermend Omer Suleyman li Rihayê hat binçavkirin
15:42 Li Şirnexê hejmara binçavkiriyan derket 27'an
15:35 KESK: Kesên li Amedê hatin girtin bila bên berdan
15:26 SES’ê ji bo budçeyê serdana HDP’ê kir
15:22 Rojnameya Yenî Yaşamê ji sepana Meclîsê hat rakirin
15:04 Jinan ji jinên girtî re qert şandin
15:00 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina endama xwe Yîgît dan
15:00 Parlamenterê Îngilistanî: Bila PKK ji ‘lîsteya terorê' bê derxistin
14:46 Li Amedê starta 25’ê Mijdarê hat dayîn: Rêya me rêya azadiyê ye
14:19 HDP'ê giliya reveberê berê yê MÎT'ê Eymûr kir
14:18 Dersim Dag: Cerdevan bi bêcezakirinê tên xelatkirin
13:41 Fakibaba li Şenyaşaran geriya û lêborîn xwest
12:27 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
12:14 Girtiyê nexweş Ozkan nikare ji nav nivînan rabe
12:10 Polîsan di binçavan de tundî li zarokan kir!
11:58 Nûçegîhanê me Karataş beraet kir
11:40 Gelo wê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike?
11:38 Gotina "Dijminê xwezayê" kirin heqareta li Altûn
11:07 Gelo li Edliyeya Amedê 'borsaya darazê' hatiye avakirin?
10:57 Polîsan li Şirnexê 16 kes binçav kirin
10:33 Li Girtîgeha Sîlîvriyê ji ber pirtûka kurdî cezayê hucreyê li girtî birîn
10:21 Menderes 24 saetan sebir nekir, Ocalan 23 sal in li ber xwe dide
09:49 Rojavayê cîhaneke din da der
09:18 Tûrnûvaya fûtbolê jî wekî sûc hesibandin
09:17 Guven: Xwedî li kurdî û Kurdistanê derkevin
09:17 Dê sêwirandina azadiyê ya girtiyan bi wê wêneyan bê pêşandan
09:16 Taşçier: Li dijî êrişan tekane çare yekitiya neteweyî ye
09:15 Ji bo 'Denîz neyên qetilkirin' dê dakevin qadan
09:14 Meh û nîveke daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin: Heta girtina cenazeyan em ê têbikoşin
09:00 ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2021'Ê
01:27 Li Cizîrê li dijî sercerdevanekî êrişa bombeyi pêk hat
16/11/2021
17:00 Wezîr Hulusî Akar bakur û başûrê Kurdistanê înkar kir!
16:52 Girtiyê nexweş bi koronayê ket
16:38 Dest danîn ser kember û pêlava girtiyê di greva birçîbûnê de ye
16:21 Li Efrînê talana zeytûnan didome
16:15 Parlamenterê Misrî ji bo PKK ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin bang kir
16:14 170 penaber dixwazin vegerê Iraqê
15:52 Berdana girtiyê 81 salî hat redkirin: Dikare bol avê vexwe
15:31 Bûldan: Wê gel AKP-MHP'ê ji desthilatê bigire
15:24 Li Dîlokê jinek kuştî hat dîtin
15:17 Bi hinceta greva birçîbûnê derbarê Yuksekbag de 3 dozname amade kirin
15:09 Li Êlihê jinek hat kuştin
14:35 Dê li dijî polîtîkayên kedxwariyê têbikoşin
14:34 Berteke ji bo Komîsyona Rewşa Awarte: Biryarên AYM'ê tune tên hesibandin
14:05 Doza Ozgur Gundemê taloq bû
13:40 Malbata Şenyaşar bang li Meclîsê kir
13:40 Li Wargeha Keçan a Mêrdînê mirina biguman a xwendekarekî
13:11 Li Hezexê mirina biguman a zarokekî
13:05 Sercerdevan û lawê xwe yê cerdevan hatin berdan
12:53 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
12:35 Bi kamyonan daran vedikêşin
12:06 Komîsyonên ziman ên baroyan betalkirina konsera kurdî şermezar kirin
11:26 Budçeya Wezareta Parastinê ji sedî 20 hat zêdekirin
11:07 Keftarê bixet ku nesla wî li ber tunebûnê ye li Rihayê hat dîtin
10:29 Gelo li Akkûyê cînayetên kar tên veşartin?
10:17 Çomanî: Erdoganê Başûr Barzanî ye, xelk jê direve
10:07 Amûrên resman ên girtî desteser kirin
09:13 Dr. Zebarî: Tirkiye mudaxileyî parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de dike
09:12 Dixwazin hem fêr bibin hem jî fêr bikin
09:12 Guzel: Tirkiye Protokola Cenevreyê bin pê kiriye
09:09 Nimêjên li derî mizgeftê hatin kirin wekî sûc hatin hesibandin
09:07 Boltanê ku di rojeva Konseya Wezîran de ye nayê tedawîkirin
09:00 ROJEVA 16'Ê MIJDARA 2021'AN
08:26 Bi şev şekir zem kirin: Kîlo derket 5,30’an
15/11/2021
18:07 Li Şirnexê 4 kes hatin berdan
16:49 Fezîle A. beriya bimire tundî lê hatiye kirin
16:32 HDK: Divê tifaqa Demokrasiyê bê xurtkirin
16:16 ÎHD’ê rapora girtîgehên Xarpêt û Amedê aşkera kir: Îşkence zêde bû
15:56 Jin li qadan in: Em ê li her derê têkoşînê mezin bikin
13:47 Di meha Cotmehê de herî kêm 165 karkeran jiyana xwe ji dest dan
13:46 Hat xwestin 19 kesên di bin çavan de bên girtin
13:35 Serlêdana rojnameger Bîlen hat redkirin
13:05 Xizmên girtiyan serdana malbata Şenyaşar kirin
12:52 Li Rihayê faîlê tacîzê hat girtin
11:29 Li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Rihayê êrişa nijadperest
11:15 Li Sakaryayê cendirmeyan kesekê kuştin
11:00 19 kesên hatibûn binçavkirin sewqî edliyeyê kirin
10:44 Dayikan bang li Barzanî kir: Dest ji rijandina xwîna xwişk û birayên xwe berde
10:38 Serhildana etar didome: Ma dibe ku heta serê sibehê 5 TL zem bê ser tiştekî?
09:11 Karkerên Înşaetê: Ji bilindbûna bihayên radibin desthilat berpirsyar e