* Hogir Boltan, birayê girtiyê nexweş Civan Boltan ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ew daxilî nav rojeva xwe kiriye û dê di navbera 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de rewşa wî bê nîqaşkirin, diyar kir ku birayê wî nayê tedawîkirin û ji bo vê rewşa hesa bang li raya giştî kir.
* Di îdianameya derbarê endamên DÎAYDER'ê de hemû xebatên komeleyê wekî sûc hatine hesibandin û nimêjên li derî mizgeftê hatine kirin jî wekî "xebata li gor bîrdoziya rêxistinê" hatine nirxandin.
* Parlementera HDP'ê Semra Guzel, diyar kir ku Tirkiye Protokola Cenevreyê eciqandiye û çekên kîmyewî bi kar anîne û bang li welatên ku îmzeya wan li bin protokolê hene kir: "Pêşî li ber vî sûcî bigirin."
* ARÎ-DER'ê piştî perwerdehiyê sertîfîka da gelek kesan. Ji kesên sertîfîka wergirtin hin jê dixwazin pirtûkan binivîsin û hin jê jî dixwazin bibin mamosteyên zimanê kurdî.
* Mamosteyê Zanîngeha Duhokê Dr. Hashim Zebarî têkildarî rewşa aborî, siyasî û civakî ya li Herêma Kurdistana Federe diyar kir ku tiliya Tirkiyeyê di parvekirina neftê ya di navbera Bexda û Hewlêrê de heye û got: Şîrketên ku nêzikî AKP'ê jî sûd ji vê digirin. Tirkiyeyê gelek caran bi mîlyonan dolar pêşkeşî Herêma Hikûmeta Kurdistanê kirine ku karibe bi rehetî karê xwe bike."
* Nobeta malbata Şenyaşar di roja 253'anda didome.
* Danişîna doza ku li Gerînendeyên Giştî yên Rojanemya Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol û Zana Kaya, Midurê Berpirsyar ê Karên Nivîsan Înan Kızılkaya û siyasetmedar Hatîp Dîcle hatibû vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Stenbolê bê dîtin. (10.00)
* KESK û TTB, wê ji bo akademîsyenên aştiyê li Enqerê civîna çapamniyê li dar bixin. (10.00)
* Wê HDP komcivîna xwe li dar bixe. (12.45)
* Danişîna doza ku bi hinceta tevlî çalakiyên Kobanê bûne li 4 kesan hatiye vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. (11.00)
* Danişîna doza ku li Serokê Komeleya Piştevanî, Çand û Hawirdorê ya Mûnzûrê Alî Ekber Barmagiç hatiye vekirin wê li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Tekîrdagê bê dîtin. (11.00)
* Hevdîtinên 5'emîn Pakêta Darazê li Lijneya Giştî ya Meclisê dest pê bikin. (15.00)