Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in

  • rojane
  • 10:23 11 Mijdar 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Rojnameger û nîvîskar Weysî Tallî ku li başûrê Kurdistanê dixebite, diyar kir ku li herêmê bi hevkariya PDK'ê çekên kimyewî tên bikaranîn û ev tişt got: "Niha OPCW û dîsa NATO, YE, NY û hêzên navneteweyî bi qasî Tirkiye di mijara bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dermirovî yên li ser Kurdan berpirsin."
 
Operasyona Tirkiyeyê ya ku di 23'ê Nîsanê de li dijî  herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe hatibû destpêkirin dewam dike. Li herêmê 6 meh in şer û pêvçûn ji hewayî û bejahiyê ve didomin. Di van 6 mehan de bi piştgiriya Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) gelek gund ji aliya dewleta tirk ve hatin bombebarankirin. Operasyona ku bi hevkariya PDK'ê hatiye destpêkirin herêmê ber bi talûkeyan ve dibe. Li herêmê di encama bombebaran de gelek çavkaniyên debarê hatine tunekirin. Di van bombebaranan de bi dehan welatî jî hatine qetilkirin. Di van rojan de yek ji geşedanên germ ên li herêmê jî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve ne. Herî dawî di 24'ê cotmehê de Hêzên Parastina Gel (HPG) bîlançoya şerê 6 mehan bi raya giştî re parve kiribû. Di bîlançoya ku hatibû parvekirin de hatibû ragihandin ku Tirkiyeyê di nava 6 mehên dawî de herî kêm 323 caran çekên kîmyewî bi kar aniye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di 38 êrîşên bi çekên kîmyewî de 101 HPG’yiyan jiyana xwe ji dest daye. Her wiha herî dawî Komîteya Tenduristiyê ya KCK’ê bang li OPCW’yê û MSF'ê kir ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê bi berpirsyarî tevbigerin. Nerazîbûn û bangawaziyên helwest nîşandina  li dijî  bikaranîna çekên kimyewî her ku diçe zêde dibin. Lê li dijî vê bêdengiya hêzên netewî jî didome. 
 
Der barê bikaranîna çekên kîmyewî ya herêmê, hevkariya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyê re û bêdengiya hêzên navnetewî de rojnameger û nivîskarê Rojnameya Welat Weysî Tallî ku li herêmê dixebite pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
Bikaranîna çekên kimyewî ya li hemberî Kurdan kîngê dest pê kir? 
 
Dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li dijî Kurdan digihêje salên 1920’an. Ji bo balê bikişînin ser bikaranîna çekên kîmyewî divê hinek mînakan bidin û bûyerên demdirêj cihê xwe di rojev û dîrokê de kirî bikin.Li Kurdistanê ne tenê artêşa Tirk, her wiha hêzên din ên mêtinger jî di demên cuda de dema ku pêwîstî pê dîtin gaza jehrî û çekên kîmyewî bi kar anîn. Sûcê destpêkê yê bi gaza kîmyewî li dijî gelê Kurd hate kirin, di nava salên 1920’î de bû. Li başûrê Kurdistanê li dijî berxwedana Şêx Mehmûdê Berzencî, îngilizan bi balafiran gazên kîmyewî bi kar anîn û ji 5 heta 10 hezar Kurd hatin qetilkirin. Li gorî hin çavkaniyan ji rêveberên wê demê yên dewleta îngiliz Wînston Chûrchîll di çarçoveya ‘Fermana bikaranîna gazê li dijî eşîrên hemdem nebûne’ li dijî Kurdan gaz bi kar aniye.Ne tenê ji bo tepisandina serhildana Şêx Berzencî, her wiha di navbera salên 1937-1938’an di Qirkirina Dêrsimê de ku yek ji êşên herî giran ên gelê Kurd e, gaza kîmyewî bû çeka sereke ya artêşa Tirk. Li gorî belgeya 7’ê tebaxa 1937’an ku ku mohra Mûstafa Kemal û wezîrên wî yên pêwendîdar li binî bû, dewleta Tirk ji bo gazê bi kar bîne, sala 1937’an ji DYE’yê balafirên şer ên bi modela Marten kirî. Di 16’ê Adara 1988’an saet derdora 11:00 bombeyên li bajarê Helebçe yê başûrê Kurdistanê hatin barandin, herî kêm 5 hezar Kurd hatin qetilkirin. Ew gazên ku xwezayê wêran kir li febrîqeya bajarê Samarra ji aliyê rejîma Saddam Huseyîn ve bi teknolojiya welatên rojavayî hatin çêkirin.Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Amedê ku sala 2011`an weşandiye, artêşa Tirk a dagirker ji sala 1994'an ve û heta sala 2011`an 46 caran çekên kîmyewî li Kurdistanê bi kar anîne, ji wan 39 caran çekên kîmyewî li dijî gerîla bû. Ji sala 1994'an ve û heta 2011`an 437 kes di nav de gelek gerîla, şehîd bûne.Dewleta Tirk di êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet di dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî de gazên jehrî û çeka kîmyawî ku weke bombeyên fisfor tê zanîn li ser şervan û sivîlan bikar anî. Mînaka vê jî wêne û belgeyên derket holê bi vekirî bikaranîna çekên kîmyewî piştrast dike. Herî zêde jî hewara Mihemedê Rojavayî li cîhanê deng veda.Di Sibata îsal de (2021) dewleta Tirk a dagirker şikefta ku 13 esîrên ji polîs, leşker û endamên MÎT`ê tê de bûn, bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di encamê de 13 esîr hatin kuştin û gerîlayên ku parastina şikeftê dikirin jî şehîd bûn. Di Hezîrana îsal de, artêşa dewleta Tirk şikefteke herêma Mamreşoyê bi çekên kîmyewî bombebaran kir ku 7 gerîla tê de bûn. Di encamê de her 7 gerîla şehîd bûn.Di dîroka nêzîk de jî di şerê gerîla û artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku 23’yê Nîsana îsal û vir ve destpê kir, bi taybet piştî berxwedana 6 mehan û şûnde êdî dewleta Tirk nekarî berxwedana gerîla bişkîne, dest bi bikaranîna gazên kîmyewî û jehrî kirin. HPG’ê bi belge û dîmanên li tunelan weşand û bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kir. Dîsa gerîlayên rizgar bûne jî anî ziman ku gazên ku nefesta mirov diçikîne û difetisîne tên bikaranîn û herî dawî jî gaza ku goştê mirovan dihelîne û dirizîne li tunelan tê bikaranîn.Dema mirov li daneyên jor dinêre, hewce pê nabîne ku li delîl û belgeyekê bigere ku bê nîşandan. Dîrok tiştek welê ye ku ticarî nayê jibîrkirin û tim bermahî li pey xwe dihêle. Di serî de Tirkiye û dijminên Kurdan di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de ti demê xwe bi şûn ve nedane, kengê tengijîne bikar anîne. Hema bêje dîroka bikaranîna çekên kîmyewî ya li ser Kurdan dibe sed salê, lê dîsa jî Kurd li ber xwe didin û têkoşîn dike.
 
Çekên kîmyewî ku di  dîrokên cuda de li hemberî kurdan hatine bikaranîn helwesta hêzên navnetewî çawa bûye?
 
Mixabin helwestek wisa çênebûye ku dilê Kurdan rehet bike. Ji xwe ti demê li dijî dijminê Kurdan jî nebûne xwedî helwesteke cidî. Berovajî ji bo qira Kurdan bîne tim piştevanî kiriye. Gelek alî didin nîşandan ku di serî de Tirkiye û dijminên Kurdan, hebûna PKK’ê dikin hincet. Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ev 40 sal in têkoşîn dike. Lê dijminê Kurdan sedê salan e ji bo qira Kurdan bîne dibin hevkar û taybet dewleta Tirk a mêtinger-qirker li hember Kurdan sor dike û bera Kurdan didin. 
Demê xwe rejîma Iraq, Îran û Sûriye jî ji bo Kurdan tine bikin, bihelînin û ji Kurdbûnê derbixînin bê navber êrîş kirine, çand û zimanê wan qedexe kiriye. Di her êrîş û hewldanên van rejîman de di serî de hêzên hegemon DYE, Rûsya, Îngîltere, Elmanya, Hollanda, Fransa û h.w.d tim piştevaniya wan kiriye û ji bo Kurd nebin xwedî statû û negihêjin azadiya xwe tim hatine mêtingerkirin. Sererd û binerd hatine talankirin. Ji serhildanên Kurdan bigire heta herî dawî Têkoşîna Rizgariya Kurd. Eger ku rastî hêzên navneteweyî ku qaşo destûr û sazûmanî ji bo cîhanê danîne rast û dirûst bin, wê ji bo Kurdan jî xwedî helwest bin. Lê mixabin hemû jî li ser Kurdan bûne yek. Her çendî di mijarên li ber yek cuda bifikirin jî, lê bi rêya Tirkiye, Sûriye û Îran û Iraqê tim çakûç li serê Kurdan dane. Çawa ku di mijara qirkirinê de nebûne xwedî helwest, di mijara bikaranîna çekên kîmyewî de jî nebûne xwedî helwest. Ma kê çekên qedexe û kîmyewî dane Tirkiye û rejîmên dijî Kurdan? Van hêzan dane. Di serî de Elmanya, DYE, Îngîltere, Fransa û gelek welatên din. Ma wê çawa helwest nîşan bide? Ji xwe bibin xwedî hewlest divê di serî de van çekan nedin Tirkiye. Heta niha kîjan parlemento û welat mijara çekên qedexe û kîmyewî ya li Kurdan kiriye rojev û helwestek li ber daniye? Eger ev yek di roja îro de bûbe, ji ber berxwedana gelê Kurd û têkoşîna wê ya israr a azadiy ye. Ji xwe helwest nîşan bide, divê pêşî li Tirkiye bigire. 
 
Herî dawî Hêzên Çekdar ên Tirk di 23’ê nîsanê de li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê operasyona leşkerî dabû destpêkirin. Li gorî daneyên Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê, di 6 mehên êrîşan de Tirkiyeyê zêdeyî 323 caran bi çekên kîmyewî êrişî herêmê kiriye. Bi çekên kîmyewî êrîşkirin divê çawa bê nirxandin û dê Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî re bi encameke çawa re rû bi rû bimîne? 
 
Emerîka li Horeşîma-Nagazakî atom bikar anî û erd û esman serûbin kir. Lê heman atom bi milyonan car hatiye parçekirin û her rojê li Kurdan dibarîne. Ew rojek bû, ev sed sal in li ser Kurdan dibarînin.Bikaranîna çekên kîmyewî wateya herî zelal têkçûn e. Nikare li ber berxwedana gerîla û gelê Kurd bigire, dixwazin bi girseyî û çekên qedexe tine bike. Her cûre çek bikar anîn, nekarî. Bi tank, top, her cûre teknîka pêşketî nekarî berxwedana gerîla. Bi Balafirên Bêmirov û Bêçek-Biçek (ÎHA-SÎHA) qaşo ku malên mîllî yên Tirkiye, lê derket holê ku hemû parçeyên welatên derve ne tenê li Tirkiye li hev dixin jî nekarî gerîla û gelê Kurd. Tenê tiştek ma di destan de ew jî, binpêkirina destûrên navneteweyî û bi piştevaniya wan a dayîna çek û bêdengiyê dest bi bikaranîna çekên kîmyewî û gazên jehrî kirin.Ji xwe ne di roja îro de dest bi bikaranîna çekên kîmyewî kiriye. Me li jor jî anî ziman, dîroke dûr û dirêj a bikaranîna çekên qedexe ya Tirkiye heye. Dema em li wan dîrokan dinêrin, dibînin ku her dema artêşa Tirk a dagirker li ber gerîla têkçûye, nekariya gerîla, serî li sûcê şer daye û bi gazên jehrî û kîmyewî gerîla şehîd kirine. Divê di serî de gelê Kurd, dostên wan û hemû hêzên demokratîk û antî-faşîst vê yekê bizane ku dewleta Tirk ji ber lewazî û zeîfiya artêşbûnê serî li bikaranîna çekên kîmyewî daye. Di şexsê Tirkiye de NATO, DYE, YE, NY li ber berxwdana gerîla têk çûye. Ji bo wê hemû hêz çavê xwe li vê digire û bi kîmyayê êrîşî gerîla, Kurdan tê kirin. Di roja îro de jî sedemê herî esasî ku Tirkiye serî li rêya kîmyayê daye, windakiriye, ketiye çiravê û leşker êdî nikare li çiya li ber gerîla şer bike. Mînakên vê jî bi dehan car heye, gerîla bi ser qereqolan de girtiye, leşker hatine girtin û nekarîne şer bike. Êdî kes nikare înkara vê bike. Tirkiye li ser şerê taybet û derûnî dixwaze leşkerê xwe û îtibara xwe li ser piyan bihêle. Lê mixabin bi bikaraîna çekên kîmyewî ew jî li erdê daye. Ji xwe Tirkiye ji warê aborî, siyasî û dîplomasî di nava krîzê de ne. Ji gelek aliyan ve hewldanên ambargoyên cuda tên sepandin û rewşa wê ya bi cîranan re jî berkendal e. Lingê wê ketiye solekê û li çiravê asê maye. Ma wê çi bike? Rewşa niha Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan têre derbas dibe, rewşa rejîma Baasê Seddam Huseyîn tîne bîra mirov. Sedam jî weke ‘xudayê’ Iraqê lêhatibû. Çi dixwest dikir û gotin a wî bû. Niha jî Erdogan wê tîne bîra mirov. Çawa ku Seddam Huseyîn li kunekê geriya xwe lê bisitirîne, rewşa Erdogan dibe ne weke wî be, lê wê qedera wan heman be. Heta cihekê di serî de NATO, NY, DYE, YE bar û sûcên Erdogan û rejîma Tirkiye radike, ji cihek şûnde wê hew bikare piştevanî bike û hew bibe şirîkê vê hovîtiyê. Ji ber ku Tirkiye êdî ji bo Ewropa jî dibe xeterî û îtibara NATO û hêzên navneteweyî li erdê dixe. Ji ber ku her diçe diqada navneteweyî û cîhanî de berxwedan û hêza Kurdan tê dîtin û piştevaniyeke enternasyonalîstî li cîhanê çêdibe. Mînaka vê jî berxwedana dîrokî ya Kobanê bû. Berxwedana gerîla ya li Başûr ku rêgirtiyê li dagirkeriya giştî Kurdistanê digire, dibe bibe Kobaneke nû. Ev deng tê bihîstin û ne dûr nêzîk e.
 
Bikaranîna çekên kîmyewî ku di qanûnên navnetewî de jî qedexe ye niha bi aşkere tên bikaranîn. Lê li dijî vê yekê bêdengiyek jî heye. Li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bêdengiya hêzên navneteweyî tê çi wate yê?   
 
Gelê Kurd û dostên xwe li ser piyan e. Dibe ev deng kêm be, lê dengek heye. Tehşîrkirinek a saziyên mafê mirovan, taybet Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) û welatên çekan didin dewleta Tirkiye heye. Ji aliyê gelê Kurd ve têkoşînek heye, lê mirov nikare bêje têrê dike ku zextekê li van saziyan dike ku pêşiya êrîşan bigire û dîsa hew çekên qedexe yên kîmyewî jehrî bifiroşin Tirkiye. Tevî her tiştî jî bi dengê xwe û çalakiyên xwe li Kurdistan û derveyî welat heye.Hêzên qaşo mafê mirovan diparêzin û sazûmaniya cîhanê dikin bêdeng in. Ev jî mirov bêje balkêş e, na; na ne tiştekî balkêş e. Ji ber ku ev hêzên bêdeng ne hevalbend bin, wê teqez dengê xwe derxînin. Ji ber ku hevkar in, sûcdar in ji bo wê bêdeng e. Wan welat û hêzan çek dane Tirkiye, bi ser wê de jî wan lampeya kesk ji bo bikaranîna wê dane Tirkiye û ew niha li ber kiryarên heyî bêdeng in. Mirov ji derveyî vê pênaseyek çawa bide nîşandan. Ma hevkarê diz, diz dide dest. Na. Niha eger ev sazî û dezgeh dengê xwe derbixin û li ber rabin, ma wê mirov nebêje kê ev çek dane Tirkiye, kê bikaranîna wê û lîsans dane Tirkiye pirs neke. Ev jî wê bên dadgehkirin. Niha OPCW û dîsa NATO, YE, NY û hêzên navneteweyî bi qasî Tirkiye di mijara bikaranîna çekên kîmyewî û êrîşên dermirovî yên li ser Kurdan berpirsin. 
 
Li gorî we hêzên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyeyî piştgiriyê didin Tirkiyeye hene gelo? Heger hebin ev kîjan hêzin?  
 
Teqez hene. Di serî de Elmanya, DYE, Îngilîsta, Hollanda, Swêd û gelek ji welatên di nava NATO’yê de ku bi fermî hê nehatine eşkerekirin, lê bi parçe û madeyên cihê ji bo çêkirina van çekan kar dikin û difiroşin Tirkiye. Gelek belge û dokomentên li ser van çekan û guleyên wê derketin holê ku gelek şirketên welatên biyanî ne raste rast destekê didin Tirkiye. Li ser vê nimûneyek bidim; Zanîngeha Bradordê ya li Îngilistanê di sala 2010'an de raporek amade kir û ragihand ku Saziya Endustriya Makîna û Kîmya (MKEK) bombeyên CS ên bi 120 mm'î hildiberîne difiroşe. Bombeyên CS ê bi 120 mm'î ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatin çêkirin û sala 2010'an li Kapstadtê di Fûara Çekan a AAD'ê de hate nîşandan, li gorî OPCW'ê qedexe ne. Lê belê tevî ewqas belge û agahiyan OPCW'ê derbarê Tirkiye lêpirsîn nehate meşandin.
 
Ne tenê qadên PKK lê di heman demê de gelê herêmê jî ji vê yeke bi awayeke neyinî bandor dibe. Ev di demên pêşiya me de wê bibe sedemê çi û wê encamên çawa bi xwe re bîne?  
 
Dewleta Tirk ti demê ferq nexistiye nava gerîla û sivîlan. Ji xwe tim ji bo Kurdan qir bike êrîş dike û çekên qedexe bikar tîne. Teqez bandorên pir neyînî yên di warê tenduristî û heta ji bo nifşên nû jî bandor bike. Çawa ku ji roja yekem a li Horeşîma û Nagazakî piştî bombeya atomê hate bikaranîn û şûnde bandoreke pir mezin a jiyanî û xwezayî anî, li vir jî eynî tişt nebe jî lê ne kêmî wê ye. Heta niha li gorî agahiyên hatin destxistin û li ser raya giştî hatine bikaranîn gelek gundiyên li ser herêmên sînor jê bandor bûne. Li gorî daneyan heta niha qala 548 kes bi jehrî bûne, lê dibe ev yek zêdetir be. Ji ber ku ev herêm qadên şer û dîsa di bin kontrola PDK’ê de ne, em nikarin agahiyên baş û bi tendurist bigirin. Ji bo wê agahiyên zelal nîne. Lê diwarê talan xweza û qirkirina xwezayê de texrîbatên pir mezin hene.Cihên ku gazên jehrî û çekên qedexe tê bikaranîn, rê li ber zerer û ziyanên pir mezin vedike. Di serî de gelek cûre zindî û nebatên temamî Kurdistanî tên qirkirin û tinekirin. Ev jî awayek din ê qirkirinê ye. Her wiha di warê biyolojîk de jî dibe bandorên pir mezin bike. Ji ber ku heta niha lêkolînek baş nehatiyekirin ku bikare bandorên wê yên mezin derxîne holê. Ji xwe ev yek jî di çarçoveya polîtîkayekê de tê kirin, eger ku bê lêkolînkirin, wê derkeve holê ku çi çek hatiye bikaranîn û bandora wê çiye. Em dizanin PDK’ê ji bo ev dernekeve, weke hincet korona daye nîşandan û rênadin welatî li cihên cuda yên tenduristiyê kontrolên baş bikin. Eger wiha dewam bike, dibe serî li ber serhildaneke mezin a gel jî veke. Dîroka Kurdan tim ji serhildanan tije ye, demê herî teng ku mirov bêje va qediya Kurd vedijin. Ev dem jî hinek dişibe wan deman. Zextek mezin heye. Gel hejar e, bê çare û jiyan teviziye. Ji bo wê dibe rê li ber serhildaneke mezin a civakî jî veke. Ev yek hinek bi berxwedana gerîla ve jî têkildar e. Gerîla çiqas dijmin lewaz bike, gel piştgirî bide gerîla wê di têkçûnê de dijmin ewqas lez bibe. Ji bo gel ji vê rizgar bibe, divê serî hilde. Cihê zilm, zordarî lê hebe, serhildan û berxwedan jî heye. Têkoşîn û berxwedan jî mîraseke gelê Kurd e. Civak rabe, wê dawî li zilmê bê anîn. 
 
Li hemberî vê yekê bêdengiya PDK'ê û bêhelwestbûna wê divê çawa bê nirxandin? 
 
PDK’ê ji bêdengiyê zêdetir ketiye nava hevkarî û lihevkirineke eşkere ya bi dijminê gelê Kurd re. Dama mirov li dîrokê dinêre, di gelek cih û deman de em dibînin PDK bi rol û risteke ne ya çêker a berjewendiyên Kurd-Kurdistanî, ketiye berjewendiyên partî û hîzbayetiyê. Ev jî timî bi Kurdan daye windakirin. Tevî ku gelek carî partî, sazî û kesyetên Kurd-Kurdistanî yê çar parçeyên Kurdistanê derbarê vê mijarê PDK û hinek rayedarên PDK’ê ku serkêşiya vê dikin, hişyar kiribin jî, lê PDK tim di ya xwe de israr kiriye. Ji derveyî xwe bawerî nedaye hêz û aliyek din ku têkoşînê ji bo gelê Kurd bike. Hinek kesên di nava PDK’ê de û dîsa binemala Barzanî li gorî berjewendiyên xwe yên aborî û demkî, bûne hevkar û di gelek mijaran de ji Kurdan daye windakirin. Naxwazim vê mijarê zêde bînim ziman, ji ber ku her tişt li ber çavan e. PDK dixwaze bi kiryarên xwe di serî de îtibara PKK’ê ya ku di nava gelê Kurd de heyî bi reng û rêbazên cuda bide şikandin û ew derkeve ser dika dîrokê. Ji bo wê tim di nava lêgerînên cuda ku zirarê bide destkeftiyên gelê Kurd.Di roja îro de jî di rewşek wiha de ye. Li gelek aliyên Başûr di serî de li Zînê Wertê, Metîna, Heftanîn û heta nava bajar bi hevkariyên MÎT û Parastinê operasyonên taybet li ser pêşengên gelê Kurd dike. Rojane di encama vê hevkariyê de pêşengên Tevgera Azadiya Kurd ên mîna Diyar Xerîb, Cemîl Amed, Demhat Egîd, Şukrî Serhed, Şîlan Goyî û bidehan gerîla bi hevkariya bi dijmin re hatin şehîdkirin. Êdî gel jî gihiştiye vê yekê ku hinek kesên di nava PDK’ê û binemala Barzanî de ne ji bo berjewendiyên netewî, ji bo berjewndiyên kesî û hîzbî kar dikin. Berjewendiyên hizbî li ser her tiştî re dibînin û wê esas digirin. Bi kurt û Kurmancî divê ev yek êdî ji aliyê her ferdî/ê ve bê zanîn û li gorî wê bibe xwedî helwest. PDK a dike, ne ji bo Kurd-Kurdistanê ye. Divê zextê lê bike ku ji vê yekê vegere. Eger ku venegere jî jê hesab bixwaze. Ji ber ku ev helwest sed sal in ji em Kurdan dide windakirin. PDK’ê kêr ji hestî borandiye, li ber qûtbûnê ye, ji bo wê divê helwestek cidî hebe.
 
Tiştê ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
 
Dema mirov li dîroka Kurd-Kurdistanê dinêre dibîne ku çiqasî êş û berdêlên mezin dane. Ewladên xwe yên herî bi qedir û qîmet ji bo avakirina jiyanek azad û serfiraz feda kirine. Ji bo hest û xeyalên wan bi cih bên û xwîna rijandî berhewa neçe, li her derê xwe bikin yek, li dijî xiyanet, hevkarî û êrîşên qirkirinê xwedî helwest bin û rabin ser piyan. A serketinê bîne û azadî û aştiyê mîsoger bike wê ev be. 
 

Sernavên din

12/11/2021
09:00 ROJEVA 12'Ê MIJDARA 2021'AN
11/11/2021
16:39 Dayik meşiyan sînor: Destê xwe yên qirêj ji cenazeyên me vekişînin
15:59 Parlamenterê HDP'ê yê berê Yildirim hat girtin
15:51 Cenazeyê Atici piştî 191 rojan radestî malbatê kirin
15:37 Wê ji bo tundiya li girtiyê berasteng serlêdan bê kirin
15:25 Malbata Dînç piştî 5 salan cenazeyê keça xwe wergirt
15:14 Parêzerên Doza Kobanê serî li HSK'ê dan
14:57 Derbarê çend kesan de ji ber peyva ‘Kurdistan’ lêpirsîn hatiye destpêkirin?
14:49 Platforma Jinan a Mersînê bernameya xwe ya 25'ê Mijdarê aşkera kir
14:05 Dadgehê ceza li ‘Kurdistan’ birî!
13:57 Egîtîm Sen: Komîsyona Rewşa Awarte sûc dike
13:16 Polisan afîşên Komkujiya 38'an jêkirin
12:58 Emîne Şenyaşar: Ez ji dadgeran pirsa kujer kî ne bikim?
12:54 Sancar: Armanca me ew e ku em aştiyê ji tabanê ve ava bikin
12:23 Parêzeran ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
12:13 Qedexeya derketina derve ya rojnameger Evren ranekirin
12:10 Doza Kobanê: Derbarê parêzerên danişînê protesto kirin de gilî hat kirin
11:20 Li Amanosan operasyona leşkerî dest pê kir
11:20 Dadgehê çalakiyên Gokkan tevlî bûye weke 'gef' hesiband
10:52 Şahîn: Kurdistan her hebû û welatê kurdan e
10:42 Parastina HDP'ê ji Dadgeha Bilind re hat şandin
10:23 Tallî: Hêzên navneteweyî jî bi qasî Tirkiyeyê berpirs in
09:45 Ben û Senê xera dikin: Em nikarin li cihekî din bijîn
09:44 'Ji bo tedawî bibe divê bê berdan'
09:43 Avahiya ji Cemiyeta Ilim û Belavkirinê hat stendin kirin navenda piştevaniyê
09:20 Ji pêşmergeyê berê ji bo Barzanî: Ma te Helebçe û Enfal ji bîr kir?
09:20 ‘Tirkiye hewl dide pêşketina projeya demokratîk asteng bike’
09:18 Birîna kurdan a nekewandî: Komkujiya Eleqemşê
09:16 Dem dema azadiya jinê ye: Em ê her derî bikin qada berxwedanê
09:00 ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2021'AN
10/11/2021
16:50 Bi hêceta ‘heqaret li Erdogan kiriye’ ceza ji parêzerekî re hat xwestin
16:50 MSD`ê banga qedexekirina firîna balafiran kir
16:32 Li Bihuşta Çûkan dîsa şewat derket
16:18 Mazlûm Ebdî ji bo malbata Gulo sersaxî xwest
15:50 DÎSK-AR: Hejmara bêkariyê 7,9 milyon e
15:33 Parlamenterê berê yê HDP'ê 8 roj in di bin çavan de ye
15:27 Ji ber parvekirina wê derbarê mamosteyê de lepirsîn dan destpêkirin
15:02 Parêzerên Doza Kobanê: Em ê nebin terefê darizandina sexte
14:47 Ji Wezîrê Dadê pirsî: Ma hûn ê hêj çiqas ji îşkenceyê re bêdeng bimînin?
14:23 Bûldan: Kavila herî mezin a desthilatê sûcên wê yên li dijî jinan in
13:16 Di hevdîtinên budçeyê de şermezarkirina 'Peymana Stenbolê'
13:09 Akademîsyenê piştî parvekirina ‘Bijî Kurdistanê’ hatibû girtin hat berdan
12:48 Keştiya Azadiyê bi rê ket: Êdî dema azadiya Ocalan e
12:02 Malbata Şenyaşar: Em ê dest ji edaletê bernedin
11:37 Qurbaniyên 10'ê cotmehê hatin bibîranîn
10:54 Ji bo ku Eymur di lêpirsîna JÎTEM’ê de were guhdarkirin serlêdan hat kirin
10:47 Ji bo bikaranîna çekên kîmyewî serî li hikûmeta Iraqê hat dayîn
10:47 Girtiyê ku lê dan nebirin revîrê
10:12 NÇM li benda şagirtên xwe ye
10:01 Dr. Al Elûfî: Ji ber ku nayê cezakirin Tirkiye çekêm kîmyewî bi kar tîne
09:12 Li Ataşehîrê jinek hat kuştin
09:04 Îsal li Şirnexê 31 deverên bi daristan hatin şewitandin
09:04 Li hemberî ferzkirinên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê kir
09:04 ‘Dê dijberiya ji bo şer bibe hîmê yekîtiya neteweyî'
09:04 Beraet kiribû lê ji bo heman parvekirinan careke din lêpirsîn dan destpêkirin
09:04 'Ji bo budçeya gel daxwazkirin tenê têr nake, têkoşîn jî divê'
09:00 ROJEVA 10'Ê MIJDARA 2021'AN
08:54 Wê KNK serdana penaberên li ser sînorê Polonya û Belarûsê bike
08:38 Li Denîzliyê mirina biguman a jinekê
09/11/2021
20:27 'Keştiya Azadiyê' berê xwe da Napoliyê
17:13 Tirkiye bi SÎHA'yê êrişî wesayîteke li Qamişloyê kir
17:05 Polîsên ku Hantaş kuştine gefa kuştinê li hevalê wî jî xwarin e
16:58 Doza Kobanê rojekê hat taloqkirin
16:54 Li Depê ‘Dema Azadiyê’: Krîz bi pêşniyazên Ocalan dikare were çareserkirin
16:54 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:53 Telefona girtiyê ku bi malbata xwe re diaxivî hat birîn
16:14 Ji Amedê berteka binçavkirinan: Desthilat hewl dide tirsa xwe li gel belav bike
15:50 Sancar: Divê AYM bêyî ku bikeve esasê dozê red bike
15:26 Li Girtîgeha Tarsûsê girtiyên nexweş nayên dermankirin
15:22 Di danişîna rojnamevan de rojnamevan hatin astengkirin
14:57 Doza nûçegihanên ETHA’yê hat taloqkirin
14:40 Balafirên Tirkiyeyê penaberên kurd birin Belarûsê
14:25 Lêpirsînek din derbarê Emîne Şenyaşar de hat destpêkirin!
14:05 DFG belavkarên di meha mijdarê de hatibûn kuştin bi bîr anî
13:53 Parêzer û siyasetmedar tevlî Doza Kobanê nebûn
13:19 Rojnivîska zaroka hat îstîsmarkirin pêşkêşî dadgehê hat kirin
13:13 Apro Dîrîl careke din hat girtin
13:03 Polîsan li Sêrtê 5 kes binçav kirin
12:47 Rojnameger Ayşe Kara beraet kir
12:27 Sûcên li dijî jinên Efrînê hatine kirin ji Çavuşoglu pirsî
12:21 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
12:07 Ji Pûtîn û Erdogan 'mîzansena' dostaniyê: Ûkrayna û Sûriye
11:54 Hejmara kesên hatine binçavkirin derket 19’an
11:10 Temel: Îqtidar bi neçareserkirinê re dihele
11:03 ‘Ez wan nabînim lê bila ew werin min bibînin’
10:35 Giliya kesên kesên heqaret li Poyraz kiribûn hat kirin
10:14 'Dengê Ciwanan' dest bi weşanê kir
09:42 Rapora derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de ji saziyên navneteweyî re hat şandin
09:22 Kujerê komkujiya nijadperest baş nehatiye vekolandin
09:17 Derbarê giliya HDP'iyan de biryara neşopandinê
09:15 Cizîrî: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Encama DNA'yê diyar e, lê 467 roj in cenazeyê Acay nadin
09:13 Ji Girtîgeha Kiriklarê: Ger zilm bi dawî nebe dê berxwedan mezin bibe
09:10 Firingiyên wan di nav erde de man!
09:09 Dayikên Aştiyê: Kurd li dijî tecrîdê bibin yek
09:00 ROJEVA 9'Ê MIJDARA 2021'AN
08/11/2021
17:07 Li Çewlikê 'Dema Azadiyê': Ya têk diçe desthilat bixwe ye
16:31 Li Wanê ‘Banga Demokrasiyê’: Tekane çareserî vekirina deriyên Îmraliyê ye
16:07 Hevdîtina parêzeran a bi kesên hatin binçavkirin re hat sînordarkirin
15:46 Bi molotofan êrişî avahiya HDP'ê kirin