Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye

  • rojane
  • 15:34 8 Mijdar 2021
  • |
img
QAMİŞLO - Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd, têkildarî nîqaşên ku li ser çareseriya pêşeroja Sûriyeyê tên kirin de axivî û diyar kir ku ji hêla van ve ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye. 
 
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, piştî gefên êrişê yên Tirkiyeyê liv û tevgera li herêmê zêde bû. Ji Îdlibê heta Dêrikê ev liv û tevger tê dîtin. Her wiha bi gefên Tirkiyeyê re nîqaşên derbarê bazariya di navbera Amerîka û Rûsyayê de, hevîtinên di bin navê çareseriyê de tên kirin, êrişên Îsraîl ên li dijî Şam û Îranê û sekna Amerîkayê li dijî geşedanên nû de didomin. Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd, ji Ajana Mezopotamyayê (MA) re axivî û van hemû geşedanan nirxand. 
 
 
'SALTANATA ERDOGAN'
 
Nûrî Mehmûd, diyar kir ku desthilatdariya faşîst a li pêşberî wan di pêvajoya nû de têgihiştinên berê dubare dike û tê xwestin ku serweriyeke Osmanî vê carê jî di bin navê "desthilatdariya Erdogan" de careke din dubare bibe. 
Mehmûd, bi lêv kir ku Tirkiye ji aliyê siyasî, aborî, civakî û leşkerî ve têk çûye û desthilat dixwaze hebûna xwe bi rêya şer bidomîne û berovajiyê vê gelên Tirkiyeyê li şûna nêzîkatiyeke ku şer kûr dike wêdetir li rewşeke ku demokrasî û azadiyê bi pêş dixe digerin. 
 
XETERIYA ŞER HEYE
 
Têkildarî rewşa ku Erdogan têde ye Mehmûd, destnîşan kir ku Erdogan ne tenê di siyaseta derve de di siyaseta hundir de jî ber bi hilweşînê ve diçe û wiha got: "Pergala li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa gelan e. Ereb, kurd, çerkez, tirkmen, asûrî, errmenî û beşên din li vir tifaqek ava kirine. Modeleke nû afirandine. Bi vê modelê hewl didin ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re çareseriyê bibînin. Hikumeta Tirkiyeyê vê pergalê li pêşiya planên dixwaze li herêmê bi cih bîne, weke astengiyekê dibîne. Erdogan pergala li vê derê ji bo serdestiya xwe weke kelemekê dibîne. Ji bo vê jî gefên şer li ser herêmên me dewam dikin."
 
BERDEWAMÊN DAIŞ'Ê
 
Mehmûd, bal kişand ser hewlesta CHP'ê ya di tezkereyê de û destnîşan kir ku deng nedana CHP'ê ya tezkereyê nîşan dide ku di rastiyê de hin kesên li Tirkiyeyê şer naxwazin, lê desthilata heta dawiyê şer dixwaze û wiha pêde çû: "Komên di bin kontrola Tirkiyeyê de li herêmê hatine komkirin berdewama El Qaîde, DAEŞ û El Nûsra ne. Êrîşî Eyn Îsa, Til Temir û Şebayê dikin. Heta niha ev êrîş nesekinîne. Hêza Tirkiyê tune ye ku bi tena serê xwe şerekî nû li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bide destpêkirin. Tirkiyê pêşniyara êrîşa li dijî herêmê li Amerîka û Rûsyayê kiriye. Lê ji ber ku wan qanih nekiriye dest bi êrîşê nekiriye. Lê lêgerîna wê berdewam e. 
 
PLANÊN TIRKIYEYÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN
 
Ji bo hewldanên Tirkiyeyê yên li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî jî Mehmûd, destnîşan kir ku hem Amerîka û hem jî hêzên din siyaseta Tirkiyeyê ya dema Trump a li herêmê qebûl nakin û ev tişt anîn ziman: "Hem Rûsya û hem jî Amerîka du hêzên girîng in di qada Sûriyê de. Hemû gelê Sûriyê ji her du hêzan dixwaze ku ew di pêşxistina çareseriyê de cih bigirin. Yek ji mezintirîn astengiyên li pêşiya aloziya Sûriyê Tirkiye û rêxistinên ku wê ava kirine ne. Divê tenê vebijêra leşkerî li welat dernekeve pêş. Li Sûriyeyê bingeh û firsenda çareseriyê heye. Heta niha ji bo pêşxistina çareseriyê tu gav nehatine avêtin. Divê ev welatên garantor ne bi Tirkiye û Îranê re bi gelên Sûriyeyê re rûnên. Îradeya siyasî ya gelên Sûriyeyê hê muxatab nehatiye girtin."
 
ANGAŞTÊN LI QADÊ ERDÊ RASTIYÊ NÎŞAN NADIN
 
Mehmûd, da zanîn ku Rûsya di demên dawîn de li Til Temir û Eyn Îsayê tetbîqatên leşkerî pêk anîne lê ev yek ji bo çareseriyê têrê nakin û axaftina xwe wiha domand: "Gelek angaşt li qada Sûriyeyê belav bûne. Ev angaşt ji aliyê istixbaratê ve ji bo tevlihevî li nav civakê bên belavkirin hatine derxistin. Heta niha gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tenê hatiye hiştin. Şehba herêmeke di nav xelekê de ye. Li wir mazot û gaz tune ye. Dîsa her kesê ku dibêje 'di navbera rejîma Sûriyeyê û QSD'ê de lihevkirinek heye ji bo avakirina odeyeke operasyonên hevbeş' li benda sûdwergirtina ji vê rewşê ne. Hêzên herêmî wan dixin jiyanê. Divê Rûsya bi vî rengî nêz nebe, lê belê divê rêya çareseriyê bi pêş bixe." 
 
'AMERÎKA BI RASTÎ NÊZÎ NABE'
 
Di berdewamê de Mehmûd, bi bîr xist ku li dijî DAIŞ'ê stratejiyeke wan a hevpar bi Amerîkayê re heye, lê di aramkirina Sûriyeyê de wan nêzîkatiyeke rasteqîn a Amerîkayê nedîtine û wiha pêde çû: " Pirsgirêka Sûriyeyê pirsgirêkeke navneteweyî ye. Girîng e Amerîka û Rûsya li hev bicivin û vê mijarê nîqaş bikin. Pêwîstî bi konsensûseke ku karibe bê çareserkirin û xizmetê ji mirovahiyê re bike heye. Divê pêşiya Tirkiye û Erdogan bê girtin. Tenê bi vî rengî em dikarin nêzî çareseriyeke rasteqîn bibin." 
 
ÎDÎAYA BAZARIYA ÎDLIB-KOBANÊ
 
Mehmûd, bi lêv kir ku ji bilî Rêveberiya Xweser hemû hêzên li Sûriyê vebijêrka leşkerî ji xwe re esas dibînin û têkildarî bazariya li ser Îdlin û Kobanê jî ev tişt got: "Şer ranewestînin. Modêleke siyasî ku hatiye pêşniayrkirin nîn e. Ev yek li pêşiya çareseriyê asteng e. Hêzên navneteweyî tenê vê rewşê dişopînin. Tirkiye, rejîma Sûriyeyê û Rûsya dibêjin 'em ê şer bikin'. Li Deraayê şer heye, Tirkiye dixwaze êrîşî Rêveberiya Xweser bike, Rûsya dixwaze derbasî Idlibê bibe. Plan hene ku bi vê yekê re şerekî mezin derxînin. Lê belê şer êdî tiştekî çareser nake. Pêwîste Îdlib ji dagirkeriyê rizgar bibe. Li wê derê divê hebûna Tirkiyê li Idlibê bi rêya tevgerkirina li gorî qanûnên navdewletî bi dawî bibe. Dîsa divê vegera sivîlan were mîsogerkirin. Îdlib axa gelên Sûriyeyê ye. Ji bo rizgarkirina wê ji dagirker û çeteyan gelek senaryo tên nivîsandin û kişandin. Tê gotin ku Pûtîn û Erdogan li ser Kobanê û Îdlibê danûstandin kirine, lê heta niha tiştekî bi vî rengî li ser rûyê erdê nîşan nedaye."
 
MA / Nazim Daştan
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

08/11/2021
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir