Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide

  • rojane
  • 16:50 7 Mijdar 2021
  • |
img
MÊRDÎN - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, bertek nîşanî sûckirina peyva Kurdistanê da û wiha got: “Bila herkes bizanibe ku navê erdnigariya ku kurd lê dijîn Kurdistan e.” Temel, bang li Tirkiyeyê jî kir ku têkildarî çekên kîmyewî ku bikartîne, daxuyaniyekê bide. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Dema Azadiyê ye” de li Mêrdînê civîna gel li dar xist. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û welatî beşdarî civînê bûn. Di civîna ku li eywana konferansa avahiya HDP’ê ya bajar de hat lidarxistin de, piştî Hevseroka HDP’ê ya Bajêr Perîhan Agaoglu Temel axivî. 
 
Temel, diyar kir ku êrişên dagirkirinê yên li ser kurdan didomin û wiha got: “Îro jî dagirkeriya li ser Kurdistanê didome. Polîtîkaya tunekirinê dewam dike. Înkara li ser her tiştî ya li ser kurdan dewam dike. Hikumeta AKP’ê û MHP'ê hewl dide sîstemeke li ser faşîzmê ava bike û herêmê weke pêkanîna polîtîkayên xwe hilbijartiye. Dixwaze tevgera azadiyê ya kurdan tasfiye bike. Armanc dike ku kurdan îmha û înkar bike. Dixwaze nasnameya netewî ya kurdan li çar parçeyên Kurdistanê asteng bike.”
 
‘BI AKP’Ê ÇARESERÎ NABE’
 
Temel, bi lêv kir ku faşîzm bi hilbijartinê bi dawî nabe û anî ziman ku faşîzm tenê bi tekoşînê dikare têk biçe. Temel, dazanîn ku polîtîkayên niha tên birêvebirin polîtîkayên dewletê ne û wiha berdewam kir: “Ji ber ku hebûna AKP û MHP'ê li ser bêrêzî û tunehesibandina kurdan ava bûye. Em di serê xwe de zelal bin; bi AKP'ê re çareserî nabe. AKP û MHP li ser dijminatiya kurdan dostaniyê ava dikin.”
 
NIQAŞA KURDISTANÊ 
 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, bertek nîşanî sûckirina peyva Kurdistanê ya rojên dawî da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bila herkes bizanibe ku navê erdnigariya ku kurd lê dijîn Kurdistan e. Em ji bo ku Kurdistan û kurd bibin xwedî statü têdikoşin. Di vê mijarê de polîtîkaya HDP’ê zelal e. Ji bo kurd û Kurdistanê azadî, ji bo Tirkiyeyê demokrasî. Heke Tirkiye demokratîk nebe wê faşîzm bidome û dijminatiya li dijî kurdan weke niha bidome.”
 
ÇEKÊN KÎMYEWÎ SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE
 
Temel, bal kişand ser operasyonên eskerî yên li Herêma Kurdistana Federe berdewam dikin û têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya Tirkiyeyê wiha got: “Divê PDK û rêveberiya Barzanî armancên xwe bi xwe zelal bikin. Dijminatiya li Tevgera Azadiyê ya Kurd dijminatiya li têkoşîna gelê kurd e. Dijminatiya li tevgera ku doza kurd diparêze, dijminatiya li destkeftiyên kurdan e. Girtina deriyên Rojava dijminahiya li statuya kurdan e. Niha îdîayên çekên kîmyewî hene. Hûn dizanin, dîktatoriya Saddam ji ber bikaranîna çekên kîmyewî hate hilweşandin. Em îro li îdîayeke giran a li dijî şoreşgerên kurd, li hemberî erdnîgariya Kurdistanê dinêrin; çekên kîmyewî tên bikaranîn. Hikûmeta Kurdistanê rê nade ku kesek bixwaze lêpirsînê bike ku vê îdîayê îspat bike. Em ji vir bangekê dikin. Em bang li hikûmeta Kurdistanê, PDK’ê dikin ku têkildarî van îdîayan daxuyaniyeke fermî bidin. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku van îdîayan lêkolîn bikin. Pêwîste van îdîayan zelal bikin. Em bang li hikûmeta Tirkiyeyê jî dikin. Divê ji bo van îdîayan daxuyaniyek bide raya giştî. Ji ber ku ev sûcekî li dijî mirovahiyê ye û wê tu carî neyê jibîrkirin.”
 
 

Sernavên din

08/11/2021
15:35 Doza Kobanê: Beriya giliyê li HSK’ê kirine encam bibe em tevlî danişînan nabin
15:34 Berdevkê YPG'ê: Ji bilî Rêveberiya Xweser rêbazeke din a çareseriyê tune ye
15:11 Dayikên Aştiyê: Bijî berxwedana dayika Emîne
14:00 Polisan mudaxaleyî şermezarkirina YOK'ê kirin
13:29 Li Kerkûkê êriş li Haşdî Şabî hat kirin: 2 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn
12:48 Di ser Doza Pirtûkxaneya Umutê re 16 sal derbas bûn: Edalet pêk nehat
12:45 Ji PE'yê bersiva 'tecrîdê': Em nikarin mudaxale bikin!
12:24 Malbata Şenyaşar: Ev doz nayê girtin
11:53 Seroka Meclisa Katalonyayê: Wê têkiliyên bi Rêveberiya Xweser fermî bibin
11:10 Kazimî: Em dizanin kê êriş pêk aniye
10:41 Dadgerê ku li Doza Kobanê dinêriya ji peywîrê hat girtin
10:29 Li Amedê serdegirtina malan: 14 kes hatin binçavkirin
09:33 Piştî 6 rojan cihê sewqa lawê xwe hîn bûn
09:01 Koçyîgît: Dagirkeriya wan ber bi dawiyê ve diçe
09:01 Ji ber bêhnê nikarin nêzî newalê bibin
09:01 Tirkiyeya ku hewl dide bikeve Herêma Kurdistanê têk diçe
09:00 ROJEVA 8'Ê MIJDARA 2021'AN
07/11/2021
22:41 Êrişa bi roket li dijî baregeha Tirkiyeyê ya li Başîkayê pêk hat
17:50 Ciwanê li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
17:47 HDP'ê li Cizîrê Melayê Cizîrî bi bîr anî
17:35 Jinên ciwan li dijî tiryakê di hunere de li hev civiyan
17:19 Buldan: Em tên ku vî welatî bi rê ve bibin
17:10 Li Rihayê li ser 'sûcên zayendî' panel hat lidarxistin
16:50 Temel: Divê Tirkiye derbarê çekên kîmyewî de daxuyaniyê bide
16:29 Polîsan rojnameger Steve Sweeney binçav kir
16:05 Siyasetmedarê kurd Atalay jiyana xwe ji dest da
14:18 Mîtînga HDP’ê ya ‘Banga Demokrasiyê’ bi govendê dest pê kir
13:54 Malbata Şenyaşar: Hûn nikarin komkujiyê di bin siya desthilatê de veşêrin
13:36 Diz ketin mala rojnamevan Akdemîr ê hat qetilkirin
12:03 Piştî 4 salan derbarê 19 girtiyan de doz hat vekirin
11:41 Baroya Amedê ji bo mafê parastina bi zimanê dayikê dest bi qûrsa kurdî kir
10:20 Bi drona bombebarkirî êrişî mala Serowezîrê Iraqê Kazimî hat kirin
09:58 Sîxurtî li xwendekarê hat binçavkirin ferz kirin
09:38 Eskerên derketin operasyonê li gundiyan dan
09:07 Nayele Mihamed: Baharê jinan Efrînê kirin dojeh
09:06 Êdî tenê ji xwe re distrê
09:05 Berteka DBP û HDP'ê ya ji bo çekên kîmyewî: Sûcê li dijî mirovahiyê ye
09:03 Li Basayê li her saziyekê Aktûgek heye!
09:01 Parêzer Avçîl: Cezayê 'pêgermokiyê' nîşana nemana pergalê ye
09:00 ROJEVA 7'Ê MIJDARA 2021'Ê
08:40 Li Amedê ciwanek hat binçavkirin
06/11/2021
16:46 Platforma Zimanê Kurdî: AKP û ÎYÎ Partî randevû nedan
16:14 KCD û DBP'ê li Elkê du malbat li hev anîn
16:03 Girtiyê nexweş Ozdogan nikare pêwistiyên xwe bibersivîne
15:49 Li Manîsayê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hat avakirin
15:41 Li Îzmîrê Înîsiyatîfa Xwendekarên Azad hat avakirin
15:32 ÎHD: Li girtîgeha Îskenderûnê derman nadin girtiyên nexweş
15:30 'Bila di Doza JÎTEM'ê ya Kerboranê de edalet pêk bê'
14:56 Ji bo girtiyê nexweş Demîr banga berdana lezgîn
14:28 EGE-TUHAYDER: Girtiyên edlî dikin nav qawişan
14:22 Parastina HDP’ê: Divê AYM dozê kontrol bike
13:57 Li Cindirêsê 16 sivîl hatin revandin
13:48 Li çiyayê Gebarê agir bi daristinê ket
13:45 Serokê Baroya Amedê piştgirî da akademîsyenê di bin çavan de
13:21 Xizmên windayan ji bo Halîs Kiliç edaletê xwestin
13:07 Malbata Şenyaşar: Dinya zilma hatiye kirin dibîne
12:57 Li Pirsûsê kesek hat girtin
11:51 Di cinayeta Tahîr Çetîn de cezayê mubbeta giran hat dayîn
11:46 Polis li kesê binçav kir gefa kuştinê xwar
11:36 Li Hevserokê MEBYA-DER'ê Karadag ceza hat birîn
11:01 5'emîn Paketa Darazê ji komîsyonê derbas bû
10:13 Îstinafê biryara beraetê ya ji bo polisê li hevşaredar dabû erê kir
09:21 Ger 606 hezar mayîn bên paqijkirin dê li qadeke 133 milyon metrekareyî çandinî bê kirin
09:16 Li goristanên 'bêkesan' di ser hezarî re cenaze hene
09:15 48 sal in 'bêdemokrasîbûna' Tirkiyeyê xêz dike
09:13 Şahidê JÎTEM'ê di girtîgehê de bû, lê gotin 'nexuya ye'
09:09 Parêzer Beştaş: Demboriya sûcên li Îmraliyê tune ye
09:08 Li Rihayê planeke avadaniyê ya yekbûyî tune ye
09:00 ROJEVA 6'Ê MIJDARA 2021'AN
05/11/2021
19:30 Li Şirnexê 2 kes hatin girtin
17:06 Li Qibrisê êrişî xwendekarên govend gerandin kirin
17:02 HDP'ê parastina xwe pêşkêşî AYM'ê kir
16:52 Ala tirk bi deriyê hîndekarê ku parvekirina ‘Kurdistan’ kir ve hat daliqandin
16:03 Li Çewlikê bertek nîşanî Akşenerê hat dayîn
15:38 Başaran: Kurd, jin serî li ber we natewînin
14:45 Hîndekarê ku parvekirina ‘Bijî Kurdistan’ kiribû ji peywîrê hat girtin
14:21 Girtiyê ku qeyrana dil derbas kir neşandin nexweşxaneyê
13:52 Lahor Şêx Cengî ji YNK’ê hat îxrackirin
13:20 HDP’ê ji bo kongreya Amedê banga tevlîbûnê kir
12:41 Malbata Şenyaşar: Em li vir in dozger li ku ye?
12:11 Li Afganistanê 4 aktîvîstên jin hatin kuştin
12:10 Babûr a got ‘Kurd wê serî ji we re netewînin’: Gotina kurdên birûmet e
11:28 JINNEWS: Di meha cotmehê de 23 jin hatine qetilkirin
11:20 Tirkiyeyê lêpirsîna lêkolînkirina sûcê şer a Holandayê ya li Sûriyeyê asteng kir
11:16 Li Kirklareliyê zilamekî jinek kuşt
11:09 Kesên navdar ji bo PKK ji lîsteya 'terorê' bê derxistin dest bi kampanyeyê kirin
10:51 Wê HDP parastina xwe peşkêşî AYM'ê bike
10:27 Berdevkê YPG'ê: Bi taktîkên nû em ji êrişên muhtemel re amade ne
09:56 KCK’ê ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
09:16 Darazê failê tacizê yê bi unîforma parast
09:15 Bangawaziya ji bo beşdarbûna kongreya HDP'a Amedê
09:09 Xulaseya 25 salan: Tiştên hatin serê me dastan in, bila dîrok wan binivîse
09:07 Hişmetiya Pira Cendereyê
09:06 Dixebitin, lê nikarin debara xwe bikin
09:05 Delîl li holê ne, lê 7 sal in lêpirsîn hê jî wek berê ye!
09:05 DEDAŞ'ê tax û kolanên Hezexê serobino kirine!
09:00 ROJEVA 5'Ê MIJDARA 2021'Ê
04/11/2021
18:30 Danişîna ewil a Komkujiya Konyayê dê di 14'ê Kanûnê de bê lidarxistin
18:24 Cenazeyê Yaliçê piştî 5 mehan radestî malbatê kirin
17:11 MED-DER’ê li Farqînê nûnertî vekir