Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn

  • rojane
  • 10:48 2 Mijdar 2021
  • |
img
RIHA - Rexmî ku rapora wê ya "nikare ceza bigire" heye jî derbarê Aliye Yabansû ya 96 salî de bi hinceta "heqareta li Serokkoamr" doz hat vekirin. Yabansû ku derbarê wê de biryara "Tevdîra ewlehiyê ya ji ber nexwexiya mêjî" hatiye dayîn û rapora wê ya "nikare seyahet" bike jî heye dixwazin ji bo nexweşxaneyê wê bibin Qayseriyê. 
 
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, bi hinceta ku "heqaret" li Serokkomar kiriye, doz li jina 96 salî Aliye Yabansû ku di konteynerekê de dijî hat vekirin. Yabansû ku rapora wê ya "nikare ceza bigire" heye, di 9'ê çileya 2019'an de bêyî ku destûra wê bê girtin dîmenekê wê tê kişandin û bêyî destûra wê li ser medya sanal tê parvekirin. Li ser vê yekê kesê bi navê M.Î. serî li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê dide û giliya Yabansû dike. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, derbarê Yabansû de doznameya amade dike û li Yabnansû doz vedike. Di doznameyê de tê angaştkirin ku Yabansû bi rûmet û rêzgirtina Serokkomar leyistiye û hatiye xwestin ku ji ber "nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê" lê bê pêkanîn. 
 
PARASTINA PARÊZER Û DAXWAZA SERDOZGERIYÊ
 
Di 1'ê kanûna 2020'an de danişîna dozê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Siwêregê hatiye dîtin. Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, di danişînê de daye zanîn ku muwekîla wî nexweşa li nav nivînan e û di dîmenên ku hatiye kişandine ne diyar e ku muwekîla wî gotin ji kî/ê re dibêje û beraeta wê xwestiye. Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê jî rapora "nikare ceza bigire" ku ji Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Ersoy girtiye pêşkêş kiriye û xwestiye ku ji ber "nexweşiya wê ya mêjî tevdîra ewlehiyê" li Yabansû bê pêkanîn. 
 
BIRYARA DADGEHÊ
 
Li ser vê parastin û daxwazê dadgehê, diyar kiriye ku berpirsyariya ceza ya Yabansû tune ye û biryar daye ku heta talûkeya wê ya ji civakê re ji holê rabe li nexweşxaneyeke herî nêz bê tedawîkirin û parastin. Rexmî ku dagehê biryar daye ku li nexweşxaneyekê nêz bê tedawîkirin jî Serdozgeriya Komarê ya Siwêregê, di 26'ê cotmehê de ji Miduriyeta Polisan a Siwêregê xwestiye ku herî dereng heta 1-5'ê mijdarê Yabansû sewqî Nexweşxaneya Bajar a Qayseriyê bê kirin û ji nexweşxaneyê rapora ku pêwistiye Yabansû bi tedawiyê heye yan tune yê bê xwestin. 
 
ÎTÎRAZA PARÊZER
 
Parêzerê Yabansû Celîl Taniş, biryarê îtîraz kir û îtîraza wî ji aliyê dadgehê ve hat redkirin. Taniş, di serlêdana xwe de destnîşan kiriye ku temenê biyolojîk ê muwekîla wî 10 sal e û nikare bi tena serê xwe pêwistiyên xwe bibersivîne. Taniş, daye zanîn ku rewitiya bi qasî 8 saetan û şandina wê ya bajarekî kesî lê nas nake ji îşkenceyê ne cudatir e û weke wê bi saxî bikin gorê ye. Taniş, xwest ku ji ber sedemên diyar kiriye biryara jibo muwekîla wî hatiye dayîn bê rakirin. Piştî îttîraza xwe ya li dadgehê, Taniş duh ji bo îtîrazê serî li Serdozgeriya Komarê ya Siwêrege jî da û bal kişand ser temen, tenduristî û rewşa muwekîla xwe ku nikare ceza bigire û got ku seyaheteke muhtemel wê tenduristiya wê bike talûkeyê. 
 
Parêzer Taniş, bertek nîşanî biryara hatiye dayîn û pirsa ku çima ne li şûna Amedê biryara Qayseriyê hatiye dayîn.
 
MA / Emrûllah Acar
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

04/11/2021
16:52 Danişîna doza Vartînîsê hat taloqkirin
16:41 Bikaranîna çekên kîmyewî ya arteşa tirk bir rojeva Meclîsê
16:25 Ferît Şenyaşar ku dermanên dayika xwe rêjand: Formalîte ev e?
16:16 Ji bo girtiyan çalakiya bê navber
15:36 Di hevdîtinên budçeyê de daxwaza "lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî" hat kirin
14:54 Li Agirî û Wanê polisan êrişî HDP'iyan kir
14:36 Siyasetmedarên kurd li gelek navendan 4’ê mijdarê şermezar kir
14:18 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
14:15 Polisan mudaxaleyî Emîne Şenyşar bi seromê nobet digire kir
13:16 Girteke "şahidê nepen" bi şaşî hatiye dîtin!
12:58 Li Licê 4 çawişên pispor ji ber firotina tiryakê hatin girtin
12:29 Eymur: Peywirdarên dewletê ji bo pere 18 kes kuştin
12:17 Emîne Şenyaşar bi seromê tevlî Nobeta Edaletê bû
12:02 Doza siyasetmedarên kurd cara 45'emîn taloq bû
11:57 Polisan li Pirsûsê 2 kesan binçav kirin
11:45 Cezaye Çîlem Dogan hat erêkirin
11:26 ‘Kurd bi avakirina tifaqa xwe dikarin li welat bibin hêza diyarker’
11:11 Parastina HDP'ê amade ye: Wê komplo bê teşhîrkirin
09:27 Îdare dibêje pandemî, lê 3 sal in di hucreyê de ye
09:26 Li dijî tecrîdê 'voltaya azadiyê'
09:17 Hem selikan difiroşe hem jî xurdeyan berhev dike: Debara min nabe
09:06 Deverên dîrokî yên bi ser avê ketin tên xerakirin
09:06 ‘Mûyek porê wê bi tenê jî hêjayî têkoşînkirinê ye'
09:06 Xwişka Veysî Aktaş: Li Îmraliyê berxwedaneke bêhempa heye
09:06 Li 5 bajaran pirsgirêka qirêjiya hewayê veguheriye pirsgirêkeke kronîk
09:06 Ji ber govendgerandinê ceza lê birîn!
09:06 Li Şirnexê hemû çalakiyên jinan tên qedexekirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2021'E
03/11/2021
21:41 Îdianameya komkujiya Konyayê hat qebûlkirin: Derbarê 5 kesan de biryara berdanê
17:14 Parazvanên şaredar 2 endamên Meclîsê birîndar kirin
16:56 Dayik ji bo axaftina aştiyê li hev civiyan
16:47 Serokkomariyê dîmena ‘Erdogan dikare bimeşe’ parve kir
16:42 Kurd meşiyan OPCW’ê: Bila heyetek biçe Kurdistanê
16:29 Li Girê Spî 3 jin hatin revandin
16:19 Hat angaştkirin ku li Wanê jinek hewl daye întihar bike
16:10 Sancar: HDP bûye hêza diyarker
16:05 Danişîna doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin
15:46 Derbarê endama Komeleya Jinan a Rosayê de wê mutalaa bê amadekirin
15:36 Dayikên Aştiyê beraet kirin
15:02 Banga doza Vartînîsê: Bila sûc bê ceza nemîne
15:02 Daxwaza sekinandina darizandina Bûldan nehat qebûlkirin
14:49 Li Kurdistanê li dijî çekên kîmyewî koalisyon hat avakirin
14:14 Malbata Şenyaşar: Ji vê zilmê re bêjin bes
13:34 Li Semsûrê qezaya trafîqê: Kesek jiyana xwe ji dest da
13:30 Di dema AKP'ê de 28 hezar û 380 karkeran jiyana xwe ji dest daye
12:59 Parlamenterê berê yê HDP'ê Yildirim hate binçavkirin
12:52 Tirkiyeyê rojnamevanê Lubnanî ku bi Bayik re hevdîtin pêk anî kir hedef
12:52 Seroka Koma Goranê: Divê Rêveberiya Xweser bê naskirin
12:36 Ji Cem Yilmaz daxuyaniya Demîrtaş û Kavala
12:08 Qedexeye derveyî welat a 6 rojnamevanan nehat rakirin
11:45 Saziyên navneteweyî banga berdana rojnameger Turfent kirin
11:16 Dayika Ebû Muslum Dogan: Divê tecrîd bi dawî bibe
10:42 Pêşniyaznameya derbarê zimanê zikmakî de nekirin kirariyê
10:14 Hejmara duyemîn a Destarê gihîşt xwînerên xwe
09:15 Her meh herî kêm 80 bijîşk berê xwe didin derveyî welat
09:14 Polîsê ku Hêlîn Şen kuşt li Mereşê pozê kesekî şikand
09:14 Nameyên ji bo Denîz Poyraz hatin nivîsîn dê bên çapkirin
09:09 Baroya Wanê ji bo parêzeran kursa kurdî da destpêkirin
09:09 Midûriyeta polîsan ji dêvla daneyên çalakiyên DAIŞ'ê tabloya mirinê şand
09:07 Li dijî tezkereyê banga ji bo têkoşîneke yekbûyî
09:07 Dayik Dorûdemîr: Rewşa tendursitiya kurê min pir xirab bûye
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2021'Ê
02/11/2021
18:07 HDP'ê serdana malbatên girtiyên ku hatin derbkirin kirin
17:06 Polisan li Tarsûsê 4 kesan binçav kir
17:02 Li Konyayê Roja Rojava ya Cîhanê hat pîrozkirin
16:44 Dînler ên bi lêdanê hatibûn binçavkirin, hatin berdan
16:27 DEDAŞ'ê gefa birîna ceyranê li cotkaran xwar
16:26 Erol ê CHP’yî li ser bertekan tableta li Ziyaretgeha Dayika Fatma rakir
16:10 Polîsan li balafirgeha Edeneyê 72 afganistanî binçav kirin
15:31 Ji Weşanger Azad Zal re cezayê hefsê hat xwestin
15:22 Rapora DFG'ê ya meha cotmehê: 58 rojnameger hatin darizandin
14:38 Şewirmendê parlementerê HDP’ê hat binçavkirin
14:37 Derbarê dayika Pinar Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
14:19 Ji Kavala name: Rastiya min hat pênasekirin
13:56 Dozgeriyê xwest Îbrahîm û Faîze bên girtin
13:17 Danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kirin
13:17 Li Kabûlê teqîn pêk hat
13:14 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
12:39 Malbata Şenyaşar careke din nobet bir ser pêlekanên edliyeyê
12:20 Ji ber bi Sakîne Cansiz re di girtîgehê de maye kirin sedema girtinê
11:59 Li Şirnexê 2 kes hatin binçavkirin
11:54 Malzemeyên teknîkî yên rojnamevan girtî ne
11:35 Gardiyanan ji girtiyan re got: Hemû rêzikan em diyar dikin
11:11 Çawişê pispor ê ajokarê maşîna zirxî bi 42 kîlo esrarê hat girtin
10:50 Ocalan: Çareseriya li Sûriyeyê xeta PYD’ê ye
10:48 Bi hinceta "heqareta li Serokkomar" ceza li jina 96 salî birîn
10:04 Li Wanê zarokekî bi awayekî biguman mir
09:45 Altûntaş: Binpêkirinên li girtîgehan derketine asta 12'ê îlonê
09:02 DAM: Deverên bîr û baweriyê ne ji bo reklamê ne
09:02 Ji ber lêgerîna dev qebûl nekir, sewqa wî ya nexweşxaneyê hat betalkirin
09:02 Doza kaşkaşkên xwe yên hatin desteserkirin û paşê hatin firotin dikin
09:02 Xizmên girtiyan: Tecrîda li girtîgehan li her derê belav bûye
09:02 Xebatên kolandinê yên li Bajarê Antîk Perreyê pir hêdî tên kirin
09:02 Girtiyê nexweşê pençeşêrê rexmî ku cezayê wî qediyaye jî nayê berdan
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2021'Ê
01/11/2021
17:25 Şandeya HDP’ê bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kir: Bila girtî werin dermankirin
17:19 Berxwedana Kobanê tê pîrozkirin
16:33 Cenazeyê Makbûle Berktaş hat veşartin
16:24 Derman nadin girtiyê Rojavayî
16:15 Beştaş: Divê pergaleke hiqûqê ya nû were avakirin