Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê

img

AMED - Derhêner Metîn Ewr ku bi fîlmê "Çerx" zextên di salên 1990’î de li belavkarên zarok hatine kirin vedibêje, diyar kir ku heta astengî û zextên li ser çapemeniya azad bidomin wê çerxa berxwedanê jî bigere. 

Rewşenbîr û rojnamevanê kurd Apê Mûsa (Mûsa Anter) di 20’ê Îlona 1992’yan de li Amedê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin. Piştî qetilkirina Apê Mûsa bi sedan kesî da pey şopa wî û xebatên çapameniyê azad meşandin. Ji bo berdewamkirina vê kevneşopiyê di salên 1990'î yên herî dijwar de gelek zarok rojname belavkirin û navê "Genaralên Biçûk" ên Apê Mûsa li wan hat kirin. Ji Komeleya Sînemayê ya Rojhilata Navîn Derhêner Metîn Ewr, bi kurtefîlmek bi navê "Çerx" bal kişand ser zextên ku di salên 1990'î de li "Genaralên Biçûk" ên Apê Mûsa hatiye kirin. Filmê ku hatiye kişandin wê di demên pêş de ji mihrîcanên fîlman re bê şandin û li ser gelek platformên bê nîşandan. 
 
‘CIHÊ LÊ ZILM HEBE BERXWEDAN JÎ HEYE’
 
Ewr, têkildarî fîlmê ku kişandiye axivî û hin agahî parve kirin. Ewr, diyar kir ku cihê zilm û dagirkerî lê hebe berxwedan jî heye û wiha got: “Xebatkarên rojnameyê ji bo rastiyan ragihînin gel gelek bedel dan. Keda zarokên belavkar ên generalên biçûk zêde bû. Min jî di sala 2000 de belavkariya Azadiya Welat kir û di rêveberiya wê de jî cih girt. Belim weke salên 1990’î nebû lê zext heman zext bûn. Dîsa belavkarên me dihatin revandin, gef li wan dihat xwarin, dihatin girtin. Ev rewş îro jî ne guheriye. Îro jî bi dehan xebatkarên rojname û ajansê dîl hatine girtin. Dîsa doz li wan tên vekirin, îşkence heye. Dîsa astengî heye. Ev rewş xwe dubare dike. Heta ku dagirkerî neqede wê ev rewş jî bidome.”
 
‘MIN EV FÎLM WEKE DEYNEKÊ DÎT’
 
Derbarê senaryoya film de Ewr, da zanîn ku senaryoya kurtefîlma "Çerx" 4 sal berê nivîsandiye û têkildarî mijarê ev tişt got: "Min ev fîlm weke deynekê ji xwe re didît. Ji ber ku nayê jibîrkirin. Tiştek hat jiyîn, bedelek hat dayîn. Çawa ku di sernivîsa rojnameyê de dibêje ‘rastî di tariyê de namînin’. Divê wê rastiyê em bi rengekî din jî derxînin holê. Ez karê sînemayê, dîtbariyê dikim. Min got ez vê weke deynekî pêk bînim.”
 
‘EW EV ÇERX HER BIGERE’
 
Ewr, qala çîroka navê fîlmê xwe "Çerx" jî kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku çerx timî digere. An jî ev kar, pergal. Mesele tu li rojnameyê dinêrî, bi salan e evqas astengî hene, tê girtin tê cezakirin, tê tehdîtkirin, tê bombekirin lê didome. Bi vîneke xurt didome. Ya duyemîn di fîlm de jî gelek çerx hene. Wexta rojname tê çapkirin di çerxekê de derbas dibe. Zarokên belavkar yek tableyê digerîne çerxeke wê heye. Yek bisiklêtê çêdike çerxeke wê heye. Yanî wê ev çerx her bigere. Ji ber wê  min navê fîlm kir Çerx.”
 
‘ÇÎROK RASTIYEKÊ VEDIBÊJE’
 
Di berdewamê de Ewr, bi lêv kir ku beriya senaryoya fîlm binivisîne bi du kesên ku di salên 1990’î de belavkarî kirine re axiviye û wiha pêde çû: “Ez bi du zarokên wê demê re axivîm. Yek jê Zafer bû. Min di fîlm de jî navê wî bi kar anî. Min navê zarok, xebatkar û nûçegihanên ku hatine qetilkirin bi zanebûn bi kar anîn. Ji bilî Hebûn û Bawer karakterên ku di fîlm de dilîzin navên rastî ne. Min derbarê wan de lêkolîn jî kir. Pirtûk û makaleyên derbarê wê de derketibûn tev xwendin û ez bi xwe jî ne dûr bûm. Çîrok hinek bi vî rengî bû. Min nexwest ez ji rastiyê veqetînim. Hinekê kurgu jî tê de heye lê çîrok rastiyekê vedibêje.” 
 
‘PEYDAKIRINA LÎSTIKVANAN PIR ZEHMET BÛ’
 
Ewr, diyar kir ku di peydakirina lîstikvanan de hinek zehmetî kişandiye û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku diviya zarok û ciwan bilîzin me zehmetî kişand. Hem ji ber pêvajoyê hem jî ji ber pandemiyê peydakirina lîstikvanan pir zehmet bû. Em du mehan geriyan encax gihiştin van hevalên ku di fîlm de dilîzin. Zarokên ku dilîzin jî ne lîstikvan in. Hin xwendekar in hin di xebatên çandê de dixebitin. Tenê çend hevalên me yên şanoger di nav de cih digirin. Ji bo kêşanê jî me destûr girt wisa kişand. Ji ber ku di nav Sûrê de bû. Kêşana fîlm 3 rojan dom kir. Sahneya rê jî ji ber rewşa hewayê me piştî mehekê kişand. Zêde zehmetî derneket.”
 
4 MÎHRÎCANAN FÎLM QEBÛL KIRIYE
 
Têkildarî şandina fîlm a mîhrîcanan jî Ewr, destnîşan kir ku bi qedandinê re dest bi şandina fîlm a mîhrîcanan kirine û ev tişt gotin: "Em ê fîlmê xwe bêtir bişînin mîhrîcanên navnetewî. Ji qada navnetewî vegerên erênî ji me re tên. Mîhrîcanên ku me serî lê dane, 4 li me vegeriyan. Yek Mîhrîcana Parîsê, yek ya Nîjeryayê ye yek jî ya Amerîkayê ye. Yek jî ya Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ye. Pêvajoya serlêdanan baş diçe. Dema pêvajoya mîhrîcanan bi dawî bû em ê fîlm bi raya giştî re jî parve bikin.”
 
WÊ ÇERXA BERXWEDANÊ BIDOME
 
Ewr, destnîşan kir ku astengî û zextên li ser çapemeniya azad didomin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Tu rewş ne hatiye guhertin. Dagirkerî jî didome. Heta ku ev hebe wê berxwedana li hemberî wê jî bidome. Ev jî çerxeke berxwedanê ye û wê bidome.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç- Eylem Akdag 
 

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin