* KCD ku ji bo çareserkirina meseleya kurdî rê û rêbazên çareserkirinê danîn holê, bi polîtîkaya tahdeyê hedef tê girtin û deriyê wê hat mohrkirin. Kesên tevli nav xebatên KCD'ê dibin jî yeko yeko tên cezakirin.
* Prof. Dr. Mûstafa Dûrmûş, diyar kir ku ji welatên ku "çavakanîyên xwe yên kêm" herî zêde ji bo armancên eskerî xerc dikin yekê jê jî Tirkîye ye û bi vê aboriya heyî daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe xweşkirina agir e.
* Pirtûka helbestan “Karincanin Sûstûgû” ya Ramazan Besîlî ji Weşanên Aramê derket.
* Recep Okkaşê 27 salî diyar kir ku ji ber zemên her roj tên kirin xeyalên xwe taloq kiriye û Alî Kaya yê 75 salî yê ku li kuçe û kolanan tizbî û gustîlkan difiroşe, got: "Dawî kendal e."
* Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar wê di roja 230’emîn de berdewam bike.
* Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li Taksîmê li otelekê "Komxebata Budçeya Zayenda Civakî ya Hesas" pêk bîne. (11.00-16.00)
* Meclîsa Ciwanan a HDP'ê wê li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi beşdariya parlamenterên HDP'ê Sezaî Temelli û Dersim Dag bi dirûşmeya "Em tiryakê têk bibin û jiyana azad ava bikin" panelekê û piştre jî şahiyekê li dar bixin. Danê êvarê jî wê maça fînalê ya tûrnûvaya futbolê were lîstin. (13.00-22.00)
* HDP di çarçoveya hevdîtinên xwe yên ku belgeya helwesta xwe ya “Banga Demokrasiyê” parve bike wê li Antalyayê bi beşdariya Hevserokê Giştî Mîthat Sancar mîtîngekê li dar bixe. (13.00-16.00)
* TJA û Meclîsa Jinan a HDP’ê wê li navçeya Esenyûrtê şahiyekê li dar bixe. (14.00)
* NÇM, wê bi dirûşmeya “Berbang” li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Edeneyê şahiyekê li dar bixe. (15.00-17.00)