Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin

  • rojane
  • 09:02 22 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Hiqûqnasan diyar kirin ku girtiyên cezayên wan qediyane bi hincetên kêfî nayên berdan û gotin: "Heyfê ji girtiyên siyasî distînin." 

Bi Qanûna Înfazê ya vê dawiyê re ku di 1'ê Çileyê de ket meriyetê, girtiyên ku cezayên wan qediyane nayên berdan. Piştî çêkirina vê qanûnê li girtîgehan Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Midûriyeta Girtîgehê hat avakirin û ev deste bi hincetên kêfî pêşî li ber berdana girtiyan digire. Li hêlekê "poşmantî" li girtiyan tê ferzkirin, li hêla din jî gelek girtî bi hincetên wekî "odeya xwe tim diguherîne" û "bi kurdî stiriye" nayên berdan. 
 
POŞMANÎTÎ HAT FERZKIRIN
 
Ji van girtiyan yek hê Sadik Ozbay e. Ozbay ku 12 sal ceza lê hat birîn û piştî 9 salan diviyabû bi awayekî "şertî bihata berdan", b hinceta ku "poşmanîtî qebûl nekiriye ji hêla Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Midûriyeta Girtîgeha Amedê ya Tîpa T'yê berdana wî du caran, her carê 6 mehan, hatiye taloqkirin. Ozbay, 10 meh in sûd ji mafê berdana bi şerî nagire.
 
Li Girtîgeha Ceyhan a Tîpa M'yê Mazlûm Erdem jî piştî temamkirina înfaza 6 sal û 3 meh cezayê lê hatiye berdan, bi hinceta ku "21 caran odeya xwe guherandiye, gava av xerc kiriye kanî vekirî hiştiye" înfaza wî 6 mehan hatiye taloqkirin. Berî ku 6 mehên wî biqedin, dê înfaza wî 6 mehên din jî bê taloqkirin. 
 
BI KURDÎ STIRIYE Û GOVEND GERANDIYE!
 
Sedat Karak jî ku di Girtîgeha Mereş Turkoglû ya Jimare 1 a Tîpa L'yê de ye û cezayê wî qediyaye, bi hinceta cezayên dîsîplînê yê li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 2'yan a Tîpa T'yê lê hatine birîn, nehat berdan. Desteyê bi hinceta ku Karak bi kurdî straye û govend gerandiye ew berneda. 
 
CEZAYÊ WÎ 15 SALAN ZÊDE HAT HESIBANDIN
 
Resûl Baltaci jî ku di sala 1992'yan de li Êlihê hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, bi hinceta ku "eşyayên qedexe anîne girtîgehê" berdana wî hat taloqkirin. Her wiha cezayê Baltaci jî şaş hatiye hesibandin. Dozgerê Komarê yê Duzceyê, di demnameya ceza de, ji dêvla ku cezayê li girtîgehê bê kişandin 36 salan bihesibîne, 45 sal hesibandiye. 
 
Li Girtîgeha Balikesîr a Tîpa L'yê Hamdîn Demîrkiran jî bi hinceta cezayên dîsîplînê nehat berdan. 
 
Ceylan Bozkûrt û Dîdar Boz ên di Girtîgeha Şakranê de jî bi hinceta di jimariyê de hewl nedane înfaza wan hat taloqkirin. 
 
NE SAZIYEKE BÊALÎ YE
 
Parêzerê Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê Ji Bo Malbatên Girtî û Hikimxwaran (TÛHAD-FED) Parêzer Yûsûf Çakas diyar kir ku desteyên îdare û çavdêriyê yên girtîgehan ne sazînî bêalî û serbixwe ne û got: "Beriya rêziknameyê, kesekî/e ku dadgehê 6 sal û 3 meh ceza lê birîbe, piştî ji 4 payan 3 payê ceza, yanî 4 sal û 8 mehan, sûd ji berdan bi şertî digirtin. Lê belê piştî pêkanîna kontrolkirina berdanê, cezayê bê kişandin bû 3 sal û 8 meh. LÊ ev pêk nayê, berevajî wê girtî ji 4 payên ceza 4 payan di girtîgehêd e dimînin." 
 
Çakas, destnîşan kir ku ev deste xwe wekî dadgehan dihesibînin û pirsên wekî "Tu poşman î, yan na?" ji girtiyan dipirsin û got: "Kî poşman dibe yan jî nabe, ev ne meseleya girtîgehê ye. Ji bo vê desteyê ya girîng, girtî xwedî halekî baş e yan na." 
 
ÎDARE GUH LI AYM'Ê NAKIN
 
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Amedê Şemdîn Şahîn jî xala "Îdareya girtîgeh ne xwedî hukm e" ya Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bibîr xist û anî ziman ku lê belê îdareyên girtîgehê guh li vê nakin. Şahîn ku got "li hemberî girtiyên siyasî heyfstendineke qesdî heye" evt tişt gotin: "Bi beyanine neberbiçav înfaza girtiyan tê şewitandin. Li gor rêziknameym, divê 6 mehên dawî esas bê girtin, lê niha cezayên dîsîplînê yên çend sal berê esas digirin. Bi vî awayî dixwazin girtiyên siyasî bitepsînin." 
 
SERLÊDAN
 
Şahîn, diyar kir ku OHD'ê li dijî van bêhiqûqîtiyan rapor amade kiriye û dê serî li saziyên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî bidin. 
 
MA / Mehmet Guleş - Mehmet Erol

Sernavên din

25/10/2021
11:29 'PDK’ê nexweşxaneyek taybet ji bo kesên ji çekên kîmyawî bandor dibin vekiriye'
10:15 Tê payîn di rojeva kabîneyê de destwerdana li dijî Rojava hebe
09:06 Dadgeha Bilind 'bêcezakirinê' pir dît û daxwaza beraetê kir
09:06 Pîşeya ku ji bêderfetî dijî!
09:06 Generalên biçûk ên Apê Mûsa Bi navê 'Çerx' bûn mijara sînemayê
09:06 Girtî Yildiz: Zext veguherîne êrişên fizîkî
09:06 Malbatan piştgirî da têkoşîna li dijî fihûş û hişbirê
09:06 Cotkarê petixan: Heta kîngê em ê xesar bikin?
09:00 ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2021'AN
24/10/2021
18:08 Damezrandina MKM'ê bi gerandina govendê pîroz kirin
17:04 Dest danîn ser arşîva muzîkê ya hunermend Karakaş ê hat binçavkirin
17:00 Panela Ciwanan: Tûrnûvaya Fûtbolê îtîraza desthilatê ye
15:07 Meclisa Jinan a HDP'ê: Li dijî budçeya zilam budçeya li gorî zayendiya civakî
14:49 Xizma girtî ku çûbû hevdîtinê bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
14:48 Maşîneya zirxî li 6 wesayîtan qelibî: 3 kes birîndar bûn
14:26 7 meh in ji Ocalan agahî nayê girtin
13:03 Karabûlak, sirgunî girtîgeheke din hat kirin
13:01 Civaknas Schmîdt: Gefa esil Erdogan e
12:36 Çetînkayayê infaza wî şewitantandin hat sewqkirin
12:06 Di 6 mehan de 323 êrişên kîmyewî çêbûn
11:57 QSD: Li Kobanê 3 şervanan jiyana xwe ji dest da
11:35 Têkoşereke edeletê: Kadriye Encû
11:15 Malbata Şenyaşar: Em bi serdema herî bêedalet re rûbirû ne
10:57 Navenda Xwendekarên Silopiyayê: Pirtûkxaneya Mîr Celadet Bedirxan
09:07 Prof. Dûrmûş: Daxilbûna nava şerekî nû, dê bibe geşkirina agir
09:06 Şîroveya rihayiyan a ji bo aboriyê: Dawî kendal e
09:05 Pirtûka helbestan a Ramazan Besîliyê 29 sal in girtî derket
09:04 Piştî pêvajo hat xerakirin dest bi cezakirinê kirin
09:00 ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2021'Ê
23/10/2021
16:52 Hunermend Guneştekîn bersiva rexneyên li ser xwe da
16:45 Dayikên Şemiyê: Em ê hesabê hestiyên xwe ji wan bipirsin
16:30 Çalakiya ‘Rûniştina F’ di hefteya 500’emîn de ye
16:24 Li Qilêbanê jinek ciwan xwest xwe întîhar bike
16:15 Li Edeneyê jî konsera NÇM’ê hat qedexekirin: Wê konser li avahiya HDP’ê were lidarxistin
15:42 Sancar bang li muxalefetê kir: Em ji tezkera şer re bêjin na
14:59 Di hefteya 500'emîn de bang li îqtidarê kirin: Em ê dev jê bernedin
14:43 ‘Bila girtiyên nexweş Burgu û Gokan werin berdan’
14:34 Li aqûbeta Cemîl Kirbayir hat pirsîn
14:33 Polîsan bi ser şantiyeyê de girtin: Gelo we bêriya xendekan kiriye?
14:15 PZK’ê helbestvan Cegerxwîn li gundê lê ji dayik bûye bi bîr anî
14:01 KCD: Bidawîkirina aloziyan bi azadiya Ocalan pêkan e
13:41 Xizmên Windayan li aqûbeta Dr. Recaî Aydin pirsîn
12:35 HDP’ê serdana TTB’ê kir: Divê em xwedî li budçeya gel derkevin
12:05 Serokê EMEP’ê serdana Malbata Şenyaşar kir
11:21 ‘Heke em dengê xwe dernexin wê budçeya 2022’an jî bibe budçeya şer’
10:43 44 sal in sewalkariyê dike lê zirarê dike
10:09 Li dijî binpêkirinên li girtîgehan rêzebername: Em bibin dengê girtiyan
09:06 Malîyeta 5 salan a polîtîkaya ewlehîparêz 600 milyar dolar e
09:03 Gelê herêmê naxwaze li Dero Findikoyê pengav bê çêkirin
09:03 Projeya germavê 20 meh in neqediyaye
09:03 SES: Divê li Şirnexê AMATEM hebe
09:03 Rektor soza ku dê çayê bike 50 quriş da xwendekaran
09:03 Li Îmraliyê cezayê voltaavêtinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:23 Yek ji dayikên Roboskiyê Kadriye Encu wefat kir
22/10/2021
20:53 Doza Komkujiya Pirsûsê: Dadgehê ceza li bersûcekî tenê birî û dosyeya dozê girt
20:39 Piştî lêgerîna eskeran a qawişê 14 girtî bi virûsê ketin
16:05 ÎHD: Li girtîgehên Egeyê 147 binpêkirinên mafan qewimîn
16:02 Parlamenterên CHP’ê serdana Malbata Şenyaşar kirin
15:32 Walîtiya Rihayê çalakiyên ji bo Doza Pirsûsê qedexe kir
15:11 Sancar: Îqtidar bi feraseta ‘qencî û sedeqeyê’ nêzî astengdaran dibe
15:02 Tûncel: Agirê Prometheus di destê HDP’ê de ye
14:39 Li Edene û Mêrsînê cezakirina Gokkan hat protestokirin
14:01 Jinan jî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bang kir
13:39 Doza Pirsûsê: Dadgehê daxwaza ji bo dosyeya El Aggal red kir
13:39 Piştevaniya ji bo Gokkan: Esas hedef têkoşîna jinan e
12:31 Başaran: Em kurd in, jin in, li vir in
12:22 Doza Kobanê: Xebata hilbijartinê sûc hatiye nîşandan
11:56 Di Doza Pirsûsê de daxwaza parastina parêzeran hat redkirin
11:41 Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribû derketin holê
11:29 Rûniştina biryara Doza Komkujiya Pirsûsê dest pê kir
11:24 Malbat û wasiyê Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:23 Li Wanê şermezarkirina xwendekaran didome
11:16 Malbata Şenyaşar: Dayik wê edaletê bînin
10:55 Îdareya girtîgehê ‘Antolojiya Dengbêjên Botanê’ desteser kir
10:08 YE: Tirkiye, li Sûriyeyê hêzeke dagirker e
09:52 HDP'ê hosteyê helbesta kurdî Cegerxwîn bi bîr anî
09:40 YNK’ê bersiva PDK’ê da: Tu têkiliya hikumetê bi bûyera Xelîfanê re nîne
09:38 Rewşenbîrên ereb têkildarî çekên kîmyewî bang kirin: Li cihê cih lêkolîn bikin
09:13 Ava bermayî ya Heskîfê 6 meh in diherike pengava bendavê
09:02 Helwesta darazê di îstismarkirina zarokan de: Kiryar tê parastin
09:02 Hiqûqnas: Heyfê ji girtiyên siyasî distînin
09:02 Sekreterê Giştî yê Tum Bel-Senê: Qeyûm gefan li endamên me dixwin
09:02 Dê ji bo girtiyê nexweş Ozkan serî li AYM û DMME'yê bide
09:02 10 sal derbas bûn, Wan ji bo erdhejê ne amade ye
09:02 16 sal in restorasyona li Keleha Kolikê neqediyaye
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2021'AN
08:51 Li Semsûrê kesek hat binçavkirin
21/10/2021
17:00 Derbarê Ferhat Tûnç de biryara girtinê hat derxistin
16:54 Li Dersimê eskerekê jiyana xwe ji dest da
16:44 Bikaranîna "çekên kîmyewî" li Parlamentoya Îtalyayê ye
16:15 Rêveberiya Xweser serdana Parlementoya Katalonyayê kir
16:11 Derbarê 9 kesên êrişî Malbata Dedeogullari kirin de doz hat vekirin
16:10 ÎHD'ê ji bo tezkereyê banga 'na' li parlamenteran kir
15:57 Kadîr Çat: Ji bo me her der qada konserê ye
15:56 Îtîraza ji bo Guven û Alokmen hatibû kirin, hat redkirin
15:12 Olûç: Divê girtîgehên Sîncan, Şakran û Kurkçulerê bi lezgînî bên ziyaretkirin
14:53 Berteka li dijî cezayê Gokkan: Em ê îtaat nekin
14:53 109 kesayetan ji NY'yê xwest lêkolîna çekên kîmyewî bike
13:44 Dayikên Aştiyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin