ENQERE - Şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Bûdak ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin, nayê tedawîkirin û li qawişa ku kesên ji Cemaeta Gulen tê darizandin hatiye bicihkirin.
Hat zanîn ku Şaredarê berê yê Cizîrê Aydin Bûdak ê di qawişa 5B a Girtîgeha Hejmara 7 a Sîlîvriyê de ye, pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Hat diyarkirin ku Bûdak ê ku 8 mehên dawî hewcedariya wî bi tedawiya diranan heye, diranên hatine tijîkirin ketine û di xwarinê de zehmetî dikişîne.
Bûdak beriya niha emeliyata mîdeyî derbas kiribû û di encamê de di destê wî yê çepê de ji aliyê fîzîkî ve nedixebitî. Hat hîn bûn ku Bûdak ligel pirsgirêkên wî yên tenduristiyê nayê tedawî kirin û li qawişa ku kesên ji Cemaeta Gulen tê darizandin hatiye bicihkirin.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nûran Îmîr ku rewşa Bûdak anî rojeva Meclîsê, pêşniyazpirsek da Wezîrê Edaletê Abdulhamît Gul û xwest bersivê bide. Îmîr têkildarî rewşa Bûdak jî daxwaznameyek da Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.
Pirsên Îmîr ên ji Wezîr Dadê Gul pirsîn wiha ne:
"* Haya Wezareta we jê heye ku girtiyên siyasî li qawîşên rêxistina FETO tên bicihkirin? Girtiyên siyasî bi kîjan sedeman li qawîşên FETO tên bicihkirin?
* Haya we jê heye ku Şaredarê me yê berê yê Cizîrê Aydin Bûdak pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê dijî? Hûn difikirin ku bi lezgînî bikevin tevgerê?
* Hûn ê lêpirsîneke lezgîn bikin ku ji mîdeyî emeliyat bûye, diranên hatine dagirtin ketine û zêdeyî saleke tedawiya fîzîkî nedîtiye?
* Sedema neberdana Aydin Bûdak ku şert û mercên wê yên jiyanê ji bo girtîgehê ne guncaw in çi ye?
* Ji bo dermankirina Aydin Bûdak ê ku ji ber diranên xwe zehmetiya xwarin xwarinê dikişîne, nikare milê xwe yê çepê bi awayekî fîzîkî bi kar bîne û ji ber nerehetiya mîdeyê pirsgirêkên giran ên tenduristiyê dijî, niyeta we heye ku demildest bikevin tevgerê?”