Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike

  • rojane
  • 10:21 14 Cotmeh 2021
  • |
img
ENQERE - Ji nû ve darizandina Doza JİTEM a Enqereyê ku derbarê cînayetên siyasî de hatibû vekirin, dê sibê dest pê bike. Balkêş bû ku Wezareta Dadê beriya destpêkirina dozê gelek caran agahî ji dadgehê xwestiye. 
 
Li Tirkiyê carek din têkildarî cînayetên siyasî ku dibe pêk werin nîqaşan dest pê kir. Lîderên muxalefetê diyar dikin ku lîsteyên cînayetên siyasî hatine amadekirin. Li gel vê nîqaşê sibê dozek girîng a cînayetên siyasî yên salên 1990’î li Enqereyê tê lidarxistin. Doza JİTEMê ku derbarê kuştina Midurê Nifûsê yê Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin jî di nav de 19 kesan ku navbera salên 1993-1996’an de li Enqere û bajarên derdorê hatibûn kuştin, bi hinceta siyasî hat vekirin, dê sibê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê dîsa were lidarxistin. 
 
Dadgeha xwecihî derbarê berpirsên wan kuştinên siyasî de biryara beraetê dabû. Dadgeha Herêmî ya Enqereyê di 5’ê nîsanê de biryarê xera kir û xwest ew berpirs carek din werin darizandin. Bersûcên wek Wezîrê Karên Navxweyî Mehmet Agar, Serokê Daîreya Tîmên Taybet İbrahim Şahin, Korkut Eken, Ayhan Çarkin, Ayhan Akça, Ziya Bandirmalioglu, Ercan Ersoy, Ahmet Demîrel, Ayhan Ozkan, Seyfettin Lap, Enver Ulu, Ugur Şahin, Alper Tekdemîr, Yusuf Yuksel, Abbas Semih Sueri, Lokman Kulunk, Mahmut Yildirim, Nurettîn Guven, Muhsin Korman wê ji sûcê “Di çarçoveya sûcên çekdarî de kuştina mirovan” ji nû ve werin darizandin. 
 
WEZARETÊ AGAHÎ XWESTINE 
 
Piştî xerakirina biryarê beriya darizandin were destpêkirin, Wezareta Dadê ji 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê derbarê naveroka dosyeyê de agahî xwestine. Buroya Muhabere ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya Wezaretê di 7’ê cotmehê de nivîsek li ser wê daxwazê ji Wezaretê re şand. 
 
WEZARET PÊYAMA ‘ÇAVÊ ME LI SER WE YE’ DIDE DARAZÊ 
 
Yek ji parêzerên dozê Yusuf Alataş, diyar kir ku Wezareta Dadê ji destpêkê ve dosye şopandiye û got: "Çima Wezareta Dadê bi dozê re mijûl dibe? Çima ew her dem ji dadgehê re dinivîse? Jixwe dozgerek li dadgehê heye û ew di bin banê Wezareta Dadê de ye. Her dem derfet heye ku hûn dosyeyê binirxînin. Lê wezaret ji dadgehê re dinivîse, vê peyamê dide wan, 'Çavê me li ser we ye, li xwe miqate bin'. Ji ber vê yekê, dadgeh bi tevahî ji bo redkirina delîlên berhevkirî û beraetkirina tawanbaran e. Gelek delîl nehatin berhevkirin, ji bo yên hatine berhevkirin jî nirxandinên cûda hatin kirin.” 
 
Alataş destnîşan kir ku Wezareta Dadê beriya ku doz dest pê bike dîsa agahî ji dadgehê xwestiye û wiha got: “Jixwe wezîfeya Wezaretê heye ku bi rêya dozger dosyayê lêkolîn bike. Bi vî awayî, dadgeh xwe serbixwe hîs nake. Wezareta Dadê ji aliyekî ve çavdêriyê dike ka çibû û çi qewimî, her wiha jixwe dozgerî vê yekê çavdêrî dike.” 
 
‘DEWLET BI XWE TÊ DARIZANDIN’ 
 
Alataş destnîşan kir ku Doza JÎTEM’ê ya Enqereyê ji rêzê ye û kesayetiya darazî ya dewletêj i vê dozê tê darizandin. Alataş anî ziman ku di wan salan de cînayetên pêk hatin bi biryarênsiyasî pêk hatin û her kesî vexwend rûbirûna cînayetên siyasî û darizandinek adilane. Alataş da zanîn ku darazê jî xwestiye ku bersûcên cînayetên siyasî xelas bike. Alataş anî ziman ku darizandinek berfireh li benda wan sekinî ye û ji bo darizandinek adilane pêk were û bepirsên cînayetên wan salan werin cezakirin çi ji destê wan were dê bikin û ji bo vê wê têbikoşin. 
 
MA / Zemo Aggoz
 

Sernavên din

15/10/2021
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir