Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin

  • rojane
  • 09:08 14 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - Weqfa Mojust ku navenda wê li Swîsreyê ye û OHD, derbarê êrişên li ser goristanan û cenazeyan raporek amade kirin. Dê rapor berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê a NY'ê bê kirin. Di raporê tê xwestin ku Tirkiye lêborîna xwe ji malbatan bixwaze. 

Çavdêrxaneya Edaletê ya Mezopotamyayê ya Navneteweyî (Mezopotamia Observatory of Justice-MOJUST) û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadîyê (OHD) têkildarî êrişên li ser goristanên kurdan û cenazeyên wan ên di navbera 2015-2020'î de hatine kirin, raporek 142 rûpelî amade kirin. 
 
POLÎTÎKAYÊN SÎSTEMATÎK ÊN LI HEMBERÎ KURDAN
 
Rapor ji du beşan pêk tê û bi îngilîzî hatiye amadekirin. Di beşa ewil a raporê de polîtîkayên çewisandinê yên berbelav û sîstematîk ên Tirkiyeyê yên li hemberî kurdan hatine destnîşankirin. 
 
Di raporê de hatiye diyarkirin ku ji salên ewil ên komarê heya niha li hemberî kurdan rêbazên otorîter ên sîstematîk hatine bikaranîn û armanca vê bişavtina kurdan û qirkirina neteweya kurdî ye. 
 
Ji xeynî vê di raporê de li ser polîtîkayên tehcîrê jî hatiye sekinandin û hatiye destnîşankirin ku li hemberî polîtîkayên rûxandinê yên dewletê di sala 1984'an de têkoşîna gerîlayyan dest pê kiriye. Di raporê de hatiye gotin ku ji sala 1987'an heya 2002'yan li herêmên kurdan Rewşa Awarte hebûye û di vê demê de li hemberî kurdan sûcine pir giran hatine kirin. Di raporê de hatiye nîşandan ku li gor rapora Rewşa Awarte ya derbarê 13 bajarên herêmê de, bi taybetî di navbera 1990-95'an de 3 hezar û 415 kurd bi darê zorê hatine tehliyekirin, nêzî 4 milyon kurd hatine koçberkirin, ji aliyê hêzên dewletê ve 2 hezar û 680 sivîl hatine kuştin, ji ber mayînan 363 kes mirine, 181 girtî bi îşkenceyê hatine kuştin, hêzên dewletê dest dirêjî 116 jinên kurd kirine, hezar û 620 kes bi awayekî kiryar nediyar hatine kuştin, 911 kes hatine înfazkirin, 4 hezar û 462 kes hatine îşkencekirin û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin. 
 
MESELEYA KURDÎ WEKÎ 'ÇEKEKE SIYASÎ' HAT BIKARANÎN
 
Di raporê de hatiye esehkirin ku sûcên ku dewleta tirk bi taybetî di navbera 1990-1995'an de kirine, bi tu awayî ne cihê şik û gumanan e û niha jî AKP ji bo destkeftiyên mezin meseleya kurdî wekî çekeke siyasî bi kar tîne. 
 
Di raporê de hatiye bibîrxistin ku gava AKP bû îqtidar ji bo monopoliya Kemalîst bişikîne û Yekîtiya Ewropayê piştgiriya wê bike, hin gavine demokratîk  avêtine û bi awayekî qismî destûra bikaranîna kurdî daye û rejîma Erdogan hevdîtinên aştiyê yên di sala 2009'an de bi rayedarên PKK'ê re kiriye jî bi heman taktîkê kiriye. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di vê heyamê de bi rêbazine çewsîner ên modêrn li hemberî kurdan polîtîkayên zext û zoriyê û qirkirine ketine dewrê û ev yek bûye rêgeza sereke ya rêvebirinê. Her wiha di vê çaçroveyê de, 'Plana Rûxandinê' ya di Îlona 2014'an de biryara wê hat dayîn jî hatiye destnîşankirin û hatiye gotin ku îqtidara AKP'ê çi li hundir çi jî li derve li ser qirkirina kurdan hûr bûye. 
 
Di raporê de behsa çalakiyên protestoyî yên li dijî êrişên DAIŞ'ê yên li ser Kobaniyê û kesên di van çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane, birîndar bûne û hatine binçavkirin, jî hatiye kirin.  
 
Di raporê de ev tişt hatine gotin: "Rejîma Erdogan, wekî salên 1990'an, li herêma kurdan, înfazên bêdaraz wekî rêbazeke cezakirin û tepisandinê esas girtin. Ji bo nimûne, di navbera 27'ê Kanûn û 17'ê Çileyê de hêzên dewletê li Cizîrê 8 sivîl kuştin. Her wiha li herêma kurdan girtina aktivîstên kurd ji Sibata 2015'a ve bi awayekî sîstematîk zêde bû. Ev stratejiya tunekirinê, çendî PKK ji Gulana 2014'an heya Nîsana 2015'an li gor agirbestê tevgeriya jî, bi 226 êrişên li hemberî hêzên PKK'ê pêk hat. Ji xeynî vê paralelî van rêbazên tepisandinê, AKP'ê hevdîtinên aştiyê yên bi PKK'ê re domandin. Cîgirê Serokweîzr û Heyeta Îmraliyê ya ji parlementerên HDP'ê pêk dihat, ji bo meseleya kurdî bi awayekî aştiyane bê çareserkirin di 28'ê Sibata 2015'an de 'Mutabaqata Dolmabahçeyê' îmze kirin. AKP'a ku dîskursa 'siyaseta gel' û 'aştiyê' ya HDP'ê wekî gefekê hesiband, pêvajoya çareseriyê ji bo jiholêrakirina HDP'ê wekî çekekê bi kar anî û armanc dikir ku hemû awayên siyaseta kurd ji holê rabike. Di navbera 23'yê Adar û 3'yê Hezîrana 2015'an de êrişên çekdarî û bombeyî yên li hemberî HDP'ê jî di nav de 168 êriş pêk hatin. Di van êrişan de 5 kes mirin û 522 kes jî birîndar bûn."
 
Di raporê de hatiye bilêvkirin ku piştî HDP'ê di hilbijartina Hezîrana 2015'an de ji sedî 13'yyê rayan girt û serketine mezin bi dest xist, ji Tebaxa 2015'an ve li 10 bajar, 39 bajarok û 63 navçeyan wekî normeke rêvebirên rojê 24 saetan qedexeyên derketina derve hatin pêkanînan û di vê pêvajoya 9 mehî de hêzên dewletê ji sûcên di salên 1990'an de hatin kirin dijwartir sûc kirine. 
 
CEZAKIRINEKE GIŞTÎ LI HEMBERÎ KURDAN!
 
Di berdewama raporê de ev tişt hatin gotin: "Hêzên dewletê, cardin herêma kurdan veguherandin qada şer û zêdetirî milyon û nîv kurdên sivîl bi awayekî otomatîk wekî 'sempatîzanên PKK' demxe kirin û bi awayekî giştî ew ceza kirin. Li cihên ku qedexeyên derketina derve hatin ragihandin, li hemberî kurdên piştgiriya HDP'ê dikin êriş hatin kirin. Dewlet, cezakirina giştî ya li hemberî kurdan ku di salên 90'an de li herêmên bejahî yên kurdan dikir, vê carê heya nav bajar û navçeyên kurdan jî bir û êrişine nolî êrişên eskerî yên Îsraîlê ku li Filîstînê dike ji xwe re sêwirandine û bi vî awayî çavkanîyên debarê yên kurdan tune kirin." 
 
Her wiha hatiye diyarkirin ku ev yyek ji hêla rêxistinên mafên mirovan ên cuda ên herêmî û navneteweyî û Komîsertîya Bilind a Mafên Mirovan (OHCHR) a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî hatiye belgekirin. 
 
Di beşa dudoyan a raporê ya bi sernavê "Şerê Tirkiyeyê yê li Hemberî Gorên Kurdan" de jî li ser êrişên li hemberî goran û cenazeyan hatiye sekinandin. 
 
18 GORISTAN, HEZAR Û 644 GOR BI TEMAMÎ HATIN RÛXANDIN
 
Li gor tespîtên hatine kirin, di raporê de hatiye destnîşankirin ku di navbera 17'ê Îlona 2015'an heya 4'ê Nîsana 2020'î de polîs û eskeran 18 goristan xera kirine û ev tişt hatine destnîşankirina: "Herî kêm hezar û 644 gor bi temamî hatin xerakirin, 2 hezar û 926 goristan jî hatin texrîbkirin. Li bajarê Şirnexê 900 goristan ji binî de hatin xerakirin û hezar û 475 gor jî hatin texrîbkirin. Li Amedê 143 goristan ji binî de hatin xerakirin û 340 goristan jî hatin texrîbkirin. Li Êlihê 200 goristan ji binî de hatin xerakrin û 369 goristan jî hatin texrîbkirin. Li bajarê Dersimê 150 goristan ji binî de hatin xerakirin û 3 goristan hatin texrîbkirin. Li Wanê 41 goristan hatin xerakirin û 69 goristan jî hatin texrîbkirin. Li Sêrtê 200 goristan hatin texrîbkirin. Li Mêrdînê 232 horistan hatin texrîbkirin. Li Pirsûs a Rihayê 9 goristan ji binî de hatin xerakirin û 3 goristan hatin texrîîbkirin. Li Bedlîsê 267 goristan ji binî de hatin xerakirin. Li Colemêrgê 54 goristan ji binî de hatin xerakirin. Li Mûşê 27 goristan ji binî de hatiin xerakirin û 8 goristan hatin texrîbkirin. Li Çewligê 80 goristan hatin texrîbkirin. Li bajarê Agiriyê 'Goristana Şehîd Sûat Tekîn Kizilay' ji hewayê ve bi helîkopteran hat bombeberankirin û gelek goristan texrîb bûn û ev yek tişta hatiye kirin bi awayekî eşkere dide der. Li bajarê Mêrdînê rewşa 'Pakrewangeha Egît Sûrûc û Goristana Ayten Tekîn' û li navçeya Qaqizman a Qersê rewşa 'Goristana Çemçe'yê jî nayê zanîn. Wekî ku MEBYA-DER jî diyar kiriye, ji ber ku xebatên di vî warî de tên astengkirin û bi israr tên krîmînalîzekirin, hejmara goristanên hatine texrîbkirin ên di vê rapora lêkolînê de cih digirin, ancax teqabulî ji 4 payan payeke hejmara goristanên hatine texrîbkirin û rûxandin dike."
 
Di raporê de êrişên li hemberî goristanan hatine kirin roj bi roj bi wêneyan hatine dayîn û hatiye gotin ku parlementerên HDP'ê di navbera 2'yê Gulana 2019'an û 17'ê Hezîrana 2020'an de têkildarî êrişên sîstematîk ên li hemberî goristanên Tirkiyeyê 23 pêşniyazname berpêşî meclîsê kirine, lê belê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû pêşniyazname nebersivandine.
 
LÊBORÎN
 
Di raporê de îşaret bi mewzûatên qanûnî yên Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye îmzeya xwe daniye binî wan hatiye kirin û ji bo diyarkirina kiryarên êrişan hatiye xwestin ku demildest lêpirsîneke adil, bêalî û çalak bê kirin û Tirkîye ji malbatan lêborîna xwe bixwaze. 
 
Dê rapora ku ji hêla her du saziyan ve hatiye amadekirin, di nêz de berpêşî Raportora Taybet a Tirkîyeyê ya NY'yê Mary Lawlorê bê kirin. 
 
MA / Omer Çelîk

Sernavên din

15/10/2021
09:04 Zabitayan li zaroka kaxezan berhev dike, xistin
09:04 Ûca: Dixwazin li Şengalê civaka demokratîk ji holê rakin
09:04 3 meh ma ji qedexeya tûtinê re: Tûtin jî here, em ê çi bikin?
09:04 Di 5 salan de 40 caran cezayê pereyan li Hevşaredara Êlihê hat birîn
09:04 Baroya Şirnexê dest bi perwerdehiya kurdî kir
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2021'AN
08:28 Li Edeneyê kesek hat binçavkirin
14/10/2021
17:41 Endama RJAK'ê Ciwana Ebdulbaqî hat berdan
17:05 Bikaranîna çekên kîmyewî bir rojeva Meclîsa Elmanyayê
16:26 Doza Gulîstan Doku: Ji bo Engîn Yucel biyara girtinê hat dayîn
16:24 MED-DER’ê belgename li mezûnên HDP’î yên kursa kurdî belav kir
16:05 Alî Dûran Topûz: Sedemê veqetandina min serxwebûna edîtoryal e
15:58 Bikaranîna çekên kîmyewî: Divê giliyê Tirkiyê li NY bê kirin û darizandin
15:18 Şandeyek ji Êlihê serdana Malbata Şenyaşar kir
14:34 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan
14:27 Rewşenbîran serdana Nûnertiya HDP'ê kir
14:26 Ji Rihayê banga tevlîbûna mîtîngê
13:57 Rojnamevan Kadrî Bagdû hat bibîranîn
13:36 Ji bo mîtînga jinan a Amedê destûr hat dayîn
13:36 MED TUHAD-FED: Li girtîgehan binpêkirin zêde bûn, bi hestiyar bin
13:34 Baroya Rihayê: Girtî bi îşkenceyê re rûbirû mane
13:34 Li pey hev ji Rojnameya Dûvarê îstifa kirin
13:11 Li Pirsûsê qeza: 2 kes mirin, 6 kes birîndar bûn
12:54 Dema hinarên Zivzikê dest pê kir
12:53 Dozger xwest Şerîf Çamçi heta 15 salan were cezakirin
12:52 Doza rojnameger Şahîn taloq bû
12:07 Malbata Şenyaşar: Em ê bi berxwedanê edaletê bînin
12:03 Gunay: Gur e gura şer komploya li muxalefetê ye
11:50 Parêzer Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:45 Li Qereyaziyê leşkeran bi ser gundekî de girt
11:40 Danişîna nûçegihanê me Aslan hat taloqkirin
11:19 Erdogan dîsa berê xwe da Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefan lê dixwe
11:18 Piştî Erdogan û Çavûşoglû Akar jî gefa êrişê xwar
11:02 Berdevkê YPG'ê: Tirkiye dixwaze statûya Rojava ji holê rake
10:21 Di doza ‘cînayetên siyasî’ ya JÎTEM’ê de wezaret zextan li ser dadgehê dike
10:04 ‘Daxwaza Baybars ê di rojiya mirinê de ye qebûl bikin’
10:04 Kaplan: Divê her kurd mala xwe bike cihê perwerdehiya zimanê kurdî
09:11 Ji TJA'yê banga mîtîngê: Dikare her tiştî biguherîn e
09:10 Rojnameger Êzidî: Encamên hilbijartinê ne rewa ne
09:08 'Zabitnameya ku DAIŞ'iyan tê de Bagdû kirin hedef daxilî dosyeyê nehat kirin'
09:08 Dê rapora derbarê êrişên li hemberî goristanan de berpêşî NY'yê bikin
09:08 Mîtînga Amedê: Em ê bersiveke mezin bidin feraseta dagirker û tecawizker
09:08 Hevseroka ciwan Duzun ji bo têkoşînê bang li ciwanan kir
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2021'AN
13/10/2021
17:06 Platforma Zimanê Kurdî li Batmanê jî nûnertiya xwe vekir
16:16 Li gundan kampanyaya ‘Dema azadiyê’ hat birêvebirin
15:39 Li wargeha KYK’ê li xwe kirina pîjemayan ji bo jinan hat qedexekirin
15:20 Serokê AKP'ê destdirêjî li jinekê kir
15:20 Li Rihayê banga tevlîbûna mîtînga jinan hat kirin
14:54 Ji Çavûşoglû daxuyaniya Sûriyeyê
13:47 HDP’ê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kiriye
13:46 Malbata Şenyaşar ji girtiyên nexweş re edalet xwest
13:43 Doza Demîrtaş a "heqareta" li Davûtoglû taloq bû
13:28 Li Qibrisê hikûmetê îstifa kir
13:07 Kovara Dilopê bi dosyeya Mehmet Bayrak derket
13:07 Girtiyan bang kirin: Bi lez bikevin tevgerê
12:33 Tirkiyeyê di berdêla çi de Casimê DAIŞ'î da Iraqê?
12:12 Di hilbijartina Iraqê de 97 jin ketin parlamentoyê
11:41 Doza 5 rojnamevanan ji bo mutalayê hat taloqkirin
11:41 Ji daxuyaniyên “Dê cînayetên siyasî bên kirin” re lêpirsîn hat destpêkirin
11:26 'Destûr nedan civîna me, gef li me hat xwarin'
11:21 Rekorek nû: Dolar asta herî jor derbas kir!
11:01 Rêxistinên Elewiyan: Em xwedî li deklarasyona HDP’ê derdikevin
10:42 Ji girtiyan xwestine di 10 deqîqeyan de amade bin
10:15 Piştgirî dan Nîhal Yalçin: Êrişa li dijî nasnemaya jin û kurdbûnê ye
09:42 Li parêzerê ku hewl da muwekîlê xwe biparêze doz vekirin
09:39 Piştî heyamek dirêj baran li Deşta Mezopotamyayê bariya
09:00 Aydoganê CHP'î: A li girtîgehan rû dide dram e
09:00 Li gundên Semsûrê amadekariyên zivistanê
09:00 Meclîsa Ciwanan a HDP'ê li kuçeyan e: Em ê tiryak û fuhûşê ji binî de biqedînin
09:00 ‘Heya ev îqtidar neçe, aborî sererast nabe'
09:00 Kose yê 38 sal in girtiye nayê dermankirin
09:00 Parêzvanên mafê mirovan: Tişta li Îmraliyê tê kirin sûc e
09:00 Bi ser qetilkirina rojnamevan Bagdû re 7 sal derbas bûn
09:00 Hevserokê MEBYA-DER’a Şirnexê: Îşkencê li cenazeyan tê kirin
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2021'AN
12/10/2021
17:08 Polisan bi fîşekên gazê yên dîroka wan derbas bûne agir derxistin
17:07 Piştî sê salan derbarê girtiyekî de lêpirsîn hat destpêkirin
16:59 Kuştina Tutal hat şermezarkirin: Ne cînayet e, qirkirina jinan e
16:45 Dozger piştî çend saetan îtîrazî beraeta Metîna kir
16:29 CHP’ê serdana malbata Şenyaşar kir
16:07 30 sal ceza li mamosteyê ku xwendekarên xwe îstismar kiribû hat birîn
15:52 Hevseroka Giştî ya HDP’ê Bûldan, serdana Ahmet Turk kir
15:51 Roja rûniştina doza kujer Onur Gencer diyar bû
15:51 Rojnameger Takva beraet kir
15:33 Buldan: Gel dibêje êdî bes e
15:05 Li Hevşaredar Almaç 8 sal û 6 meh cezayê hefsê hat birîn
14:38 Daxwaza rojnameger a "rakirina qedexeya derketina derveyî welat" hat redkirin
14:38 Rêxistinên sivîl bersiva îdiayên Îmraliyê yên Tirkiyê dan: Hikumet we dixapîne
14:25 Li Bûrsayê di kargeha kîmyayê de teqîn çêbû û karkerek jiyana xwe ji dest da
14:19 CPT’iyê li dijî êrişên Tirkiyeyê bang li saziyên navnetewî kir
14:06 Gundiyan walîtiyê derewand: Kesî bi me re hevdîtin nekiriye
13:58 Derbarê bîranîna Mîraç Mîroglu de lêpirsîn hat destpêkirin
13:34 Makîneyên fabrîkaya ku 600 karkeran ji kar derxist veguhestin Girê Spî!
13:23 Rojnameger û nivîskar Roza Metîna beraet kir
12:59 Danişîna nûçegihanên ETHA û ESP’iyan hat taloqkirin
12:30 Berdana girtiyê 30 sal in di girtîgehê de ye hat taloqkirin
11:37 Malbata Şenyaşar: Di her bêhngirtina me de hêvî heye
11:37 Parêzer ji bo Ocalan bibînin serî li dozgeriyê dan
11:29 Li Pîranê mamosteyekê 7 zarokan tacîz kir