NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Qibrisa Bakur Ersan Saner îstifaya hikûmet koalîsyonê ya UBP-DP-YDP'ê pêşkêş kir. Li giravê hilbijartina pêşwaxt di rojevê de ye.
Serokwezîrê Qibrisa Bakur Ersan Saner, ji ber krîza di navbera wan de îstifaya Hikumeta Koalîsyonê ya UBP-DP-YDP'ê pêşkêşî Serokkomar Ersîn Tatar kir û ji serokwezîrtiyê istifa kir. Ji ber rewşeke ku hikumetek nû ya koalîsyonê bê avkirin tuneye, li giravayê hilbijartina pêşwaxt di rojevê de ye.