ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û şandeya pê re serdana Ahmet Turk ê emeliyat bûbû kir.
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş û siyasetmedarê kurd Sirri Sakik, serdana siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ê emeliyat bûbû kirin.
Turk ê li Nexweşxaneya Guven a Enqereyê tedawî dibe, ji ber nexweşiya pişê xwe duh emeliyat bûbû. Bûldan, a serdana Turk kir, di hesabê xwe yê medya civakî de ev peyam parve kir: “Birêz Ahmet Turk ji emeliyatê derket. Tenduristiya wî gelek baş e. Careke din derbasî be.”