WAN - Hevşaredarê Qelqeliyê Yakûp Almaç, di 4’emîn danişîna doza ku derbarê wî de hatibû vekirin de 8 sal û 6 meh cezayê hefsê girt.
Danişîna 4’emîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê Hevşaredarê Qelqeliya Wanê Yakûp Almaç de hatibû vekirin li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Almaç û parêzerên xwe di danişînê de amade bûn.
Şandeya dadgehê, piştî ku parastina Almaç û parêzerê wî ya li dijî mutaalaya dozger guhdar kir, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 8 meh û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” jî 6 sal û 10 meh cezayê hefsê li Almaç birî. Parêzerên Almaç, diyar kirin ku wê îtîrazî biryarê bikin.