Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e

  • rojane
  • 11:24 9 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên ku têkildarî salvegera 23’yemîn a komploya navnetewî daxuyanî dan, diyar kirin ku komplo têk çûye û destnîşan kirin ku armanca wan a bingehîn azadiya Ocalan e.  

 
Girtiyên PKK’î û PAJK’î, têkildarî salvegera 23’yemîn a komploya navnetewî ku di sala 9’ê Cotmeha 1998’an bi derxistina Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan a ji Sûriyeyê dest pê kir, daxuyanî dan. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF), li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyanî da. Kaya, diyar kir ku armancên komployê pir alî ne û wiha got: “Emperyalîzmê armanc kir ku bi Projeya Rojhilata Navîn a Mezin (BOP) herêma me ji nû ve ava bike. Sedem ev e ku pergala kapîtalîst a navneteweyî qeyranek binesazî ya kûr dijî û rewşa kaosê serdest e. Ji ber vê yekê, pergala navendî, ya ku nikarîbû xwe bi rê ve bibe, ji nû ve avakirinê, rêveberin kir armanc. Di gotinê de çiqas bêjin ‘em ê demokrasiyê bînin jî’ qeyrana ku modernîteya kapîtalîst dijî, bingeha netew dewletê bû. Hêzên navnetewî ji bo ku ji qeyranê derkevin ewilî pêwistî li Rojhilata Navîn bi vesazkirina netewe dewletê dît.” 
 
PÊKHATINA ŞARISTANIYA DEMOKRATÎK
 
Kaya, destnîşan kir ku ji bo ku ev pergal têk biçe divê pergala şaristaniya demokratîk pêk were û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên ava bûne. Dîrok xwe dubare dike. Yekemîn welatê neolîtîkê Kurdistan e. Ya rast, wê xwe di kesayeta PKK’ê û Rêbertiyê de pêk anî. Şaristaniya dewletparêz ketiye nav kaoseke kûr. Sedema bingehîn a Sêyemîn Şerê Cîhanê ev e. Ji bo ku hebûna şaristaniya dewletparêz bê parastin, divê Rêbertî û partiya me PKK were pelçiqandin û îmhakirin. Wê li ser vê bingehê, di şexsê Rêbertî de gelê kurd ê têkoşer tasfiye bike. Ji ber ku partiya me di şert û mercên dîrokî û heyî de wek nûnerê şaristaniya demokratîk derdikeve pêş û nêzik bûye ku nakokiya bingehîn an girêka dîrokê ya Gordiyonê qut bike. Dixwaze wê pelçiqîne. Ji ber vê yekê, her çend komploya 9'ê Cotmehê êrîşek li dijî Rêbertî be jî, di heman demê de tê armanckirin ku di şexsê wî de rastiya berxwedêr a gelê kurd bişikîne û hêviya mirovahiyê ya ji bo jiyaneke azad a demokratîk ji holê rake.”
 
KÛRBÛNA KOMPLOYÊ
 
Kaya, bal kişand ser kûrbûna komployê û wiha pê de çû: “Bi êrîşa komployê ya li ser Rêbertî, tê xwestin ku serkeftina şaristaniya navendî were mîsogerkirin. Lê belê, nûjenkirina hebûna civakî ya kurd, nûjenkirina PKK’ê û Rêbertî, wateya wê, berhevkirinên ku bi berxwedana pênc hezar salî ya dîrokî hatine afirandin û hişmendiya ku bi hêrsê hatî bidestxistin, tama serkeftinê nedaye pergala şaristaniya cîhanê. Di salvegera 23’yemîn a komployê de, her çendî hêzên komploger bi tevahî nehatibin têkbirin jî, parçebûnek cidî, lehî û serketin şensê pêkanîna hêzên şaristaniya demokratîk zêde kir. 23 sal in, hewl didin Rêbertî di bin tecrîda mutleq û pergala îşkenceyê de zindî bimîne.
 
‘ÊRIŞA NAVNETEWÎ’
 
Kaya, komploya ser Ocalan weke “Êrişeke navnetewî” bi nav kir û wiha got: “Bi taybetî di şeş salên dawîn de, Girava Îmraliyê cihê ku herî zêde êrîşên bi navê ‘Plana Çokdanînê’ lê kom bûne ye. Armanc diyar e; Ew baş dizanin ku ew nikarin bi Serokatiyê çok bidin danîn. Berxwedan û helwesta dîrokî ya bêhempa ya Rêbertiya me ya 23 salan, nîşanî dijmin da ku komplo çawa bû, çawa pêk hat û tu encam bi dest nexist. Lê belê, ji bo bandora Rêbertî ya li ser gelê kurd û mirovahiyê kêm bikin, tecrîda mutlaq pêk tîne. Bandora gotinên Rêbertiyê yên ser civakê nayên niqaşkirin. Rêya yekane ya ku nehêlin ew gotin bigihije derve, îzolasyona mutleq e.”
 
TECRÎD LI TEVAHIYA CIVAKÊ BELAV BÛYE
 
Kaya, berdewamê daxuyaniya xwe de wiha got: “Ev tecrîda ku li ser Rêbertiyê tê ferzkirin di tevahiya civakê de, bi taybetî jî di zindanan de xwe dide der. Ji ber pandemiyê, van du salên dawî li zindanan tecrîdek bêkêmasî tê meşandin. Hevdîtina girtiyan bi malbat û parêzerên wan re qedexe ye. Telefon pir kêm têne kirin. Dîsa, xistina zindanan a hemû materyalên çapemeniyê ku bêhna azadiyê jê tên, qedexe kirine. Name şandinên me hema hema ne gengaz e. Têkiliya bi derve re pir kêm e. Dîsa, axaftinên navxweyî û aktivîteyên werzîşê yên ku berê hebûn, bi hinceta pandemiyê hatin qedexekirin. Ji ber vê yekê, girtî di nava xwe de jî tecrîd kirin. Dîsa, şewitandinên înfazê ku li dijî qanûna heyî ya Komara Tirkiyeyê ne tên kirin. Înfaza girtiyên 30 salî, an ku cezayên heta hetayê, dişewitînin. Bi paşguhkirina biryara dadgehê ya 30 salan, hewl didin ku girtî bi şewitandina înfazê şeş salên din jî di girtîgehê de bimînin. Ew qanûnên xwe bi xwe jî pêk naînin. Ev êrîş li dijî me girtiyan e. Hêvî şikandine. Tevî ku di rêziknameyê de hatiye nivîsandin ku ew ê piştî 30 sal cezayê girtîgehê werin berdan jî, lê nayên berdan. Ceza diqede jî lê girtî nayên berdan. Berdana wan tê betalkirin. 
 
ARMANC AZADIYA OCALAN E
 
Dema ku em li bendê bûn, ji hêla rewşenbîrî, hestyarî û psîkolojîkî ve werin berdan,  rewşa nehiştina berdanê, eşkere ye ku li dijî kesayetiya mirov e. Em, wekî şopdarên kevneşopiyek xurt û mezin dibêjin ku bi van pêkanînên faşîst nikarin dilsoziya me ya girêdayî kevneşopiya berxwedan û çanda me biceribînin. Bila baş were zanîn ku em weke girtiyên PKK’ê û PAJK’ê ji sekna xwe ya bi rûmet tavîz nadin û azadiya Serokatiya me armanc û hedefa me ya bingehîn e. Ev rewş êrîşa lûtkeyê ya pergala faşîst, qirker a dewleta tirk e. Bê şik, ev êrîş ne tenê ser girtîgehan in, li derve jî hewl didin ku herêma Kurdistanê dagir bikin û gelê kurd tune bikin. Ji ber ku T.C. di hewldanên dagirkeriyê yên li qadên parastina medya de ji aliyê gerîla ve tê şikandin, xwe bi PDK’ê ve girê dide. Bi têkiliyên aborî û yên din ên xirab ên ku bi Xanedana Barzanî re hatine danîn, tê xwestin ku encamên xiyanetê bi dest bixin. Sîstema hegemonîk a Tirk ev stratejî gelek caran pêk aniye. Di sedsalên 19 û 20’an de, bi 'Qirkirina kurdan a bi destê kurdan' encam girt. Lê belê, di encama berxwedana partiya me ya PKK'ê ya 50 salên dawî de, ev polîtîkaya dijmin di asteke mezin de bêbandor hatiye hiştin. Tenê baskek ji xanedana Barzanî maye. Vî baskî jî hemû pêşeroja xwe bi faşîzma AKP’ê û MHP’ê ve girê daye. Wê bi berxwedanê, ev îxanet bi temamî di dîrokê de bê veşartin, astengên bingehîn ên li pêşiya azadiya gelên herêmê, bi taybetî jî ya gelê kurd, dê bên rakirin.
 
ŞERTÊN XWE GIHANDINA SERKEFTINÊ
 
Di sala 24’emîn a komployê de, hemû êrİş û komployên li dijî Rêbertiya me, hatin şikandin. Ji niha û pê ve, şert û mercên bidestxistina serketinê bi mezinkirina berxwedanê ji her demê zêdetir gengaz in. Paradîgmaya Rêbertî, li ser pirsgirêkên mirovahiyê, nemaze li Rojava, îlham û hêvî dide. Bi coş û heyecana pêngava ‘Dem dema bidawîkirina tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê ye, dem dema misogerkirina azadiyê ye’ û ya KJK'ê ‘Dema parastina jinên azad û civakê li dijî komkujiya jinan’, em bawer dikin ku wê serkeftin di 24 saliya xwe de bigihe encamek teqez. Hêviya me ji her demê mezintir e û zindîtir e. Berxwedan li ser vê bingehê ye. Serkeftin wê li ser vê bingehê bi dest bikeve. Bi vê bîr û baweriyê, em weke wekî girtiyên PKK’î û PAJK'î komployê bi tundî şermezar dikin, dizanin ku em li ber serkeftinê ne û dijminê ku mirina wî nêz dibe ji ber vê yekê êrîşkar bûye. Lê ji wê zêdetir, em ê teqez berxwedana xwe ya di zindanê de ji bo serketinê, mezin bikin. Em gelê xwe, her kesê ku dibêje 'ez mirov im' li dora Rêbertî û paradîgmaya wî, vedixwînin yekîtî û têkoşînê. Serkeftin ya me ye."
 
 

Sernavên din

12/10/2021
11:15 Parêzer Enmek: Li girtîgehan ‘Plana Têkbirinê’ di dewrê de ye
10:04 ‘Girtîgeh ketine şûna dadgehan’
09:56 Li Amedê 6 kes hatin girtin
09:55 Li Girtîgeha Silîvriyê têkiliya di navbera girtiyan de hat qutkirin
09:45 Li Antalyayê gelek kes hatin binçavkirin
09:05 Li Silopiya berhevkirina fistiqan dest pê kir: Ji sala borî erzantir bûne
09:05 NÇM her kesî vedixwîne 'Berbangê'!
09:05 50 roj in cenazê Toprak nedane malbata wê
09:05 Sinyalên GPS'ê hatin qutkirin, endezyar saetên balafirê dişopînin
09:05 Bi hinceta 'dibe ku sûc bike' wî bernadin
09:05 18 sal in pêlavan boyax dike
09:04 Li Amedê heqê kirêyan 3 qat biha bûne
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2021'AN
11/10/2021
16:57 ‘Mafê berdanê yê girtiyan tê astengkirin’
16:16 Îdîanameya derbarê qatilê Denîz Poyraz de hat qebûlkirin
16:15 Li Şirnexê konsera ji AKP'ê re serbest ji HDP'ê re qedexe ye
15:54 Li du bajaran tundî li jinan kirin
15:53 Kivilcimli li ser gora xwe hat bibîranîn: Bû çavkaniya têkoşînê
15:46 DÎSK-AR: Hejmara bêkaran 7 milyon û 855 hezar kes in
15:09 Ahmet Turk emeliyat bû
14:49 Dayikên Aştiyê ji bo cenazeyan meşiyan Pêşxabûrê
14:27 LaWje wê li Êlih û Amedê konsere bide
14:27 ‘Jinên Botanê wê bi rengên xwe tevlî mîtîngê bibin’
14:02 ‘Hevdîtinên Budçeyê’ yên HDP’ê: Tifaqa ekolojiyê ya li dijî rantê
14:01 Li Iraqê ji sedî 41 hilbijêran çûn ser sindoqan
13:42 Îtîraza ji bo berdana Îpek a îşkencekarê xwe kuştibû hat redkirin
13:33 Surucu îşkenceya komî ku li girtiyan hat kirin bir rojeva meclisê
13:19 Doza Kerboranê carek din hat taloqkirin
13:12 Malbata Şenyaşar: Edalet, berpirsyartî û wijdanê dixwaze
13:08 Di darizandina Komeleya Sarmaşikê de cezayê yekemîn
12:46 Yuksekdag: Li Kandirayê zext zêde bûn
12:34 Li Afyonê servîsa xwendekaran qeza kir: 5 kesan jiyana xwe ji dest da
12:16 AYM’ê têkildarî cezayê dîsîplînê biryara binpêkinê da
11:54 Serokwezîrê Iraqê Kazimî: Cîgirê Bexdadî hat girtin
11:53 Polîsan bi hêceta ‘cilên herêmî’ bi ser dawetê te girtin
11:32 Biryar hat dayîn ku milyonek tazmînat ji malbata Dînk re bê dayîn
11:25 Danişîna rojnameger Şahîn hat dîtin
09:00 Angaşta ku Tirkiye gaza bijehr bi kar tîne bihêz dibe: 548 kesan serî li nexweşxaneyê dan
09:00 Pirsgirêka wargehan veguherî firsendê: Wê qeyûm ji bo muftîtî û cemaetê wargeh çêbike
09:00 Ya faîlên wan 'ne diyar in' an jî mirina wan 'li gorî hiqûqê ye'
09:00 Gulên reş ên Xelfetiyê
09:00 Fatma Ocalan: Ji bo hatina aştiyê divê tecrîd bi dawî bibe
09:00 ROJEVA 11'Ê COTMEHA 2021'AN
10/10/2021
22:10 Wezareta Karên Hundir: Polisek jiyana xwe ji dest da û 3 polis jî birîndar in
20:46 Wê di nava 24 saetan de encama hilbijartinên Iraqê bên aşkerakirin
17:13 Li girtiyên li dijî lêgerîna tazî derket dan
16:55 Di bîranîna Komkujiya Garê de bi eskortiya polisan hewldana provakasyonê
16:34 'Bila 10'ê Cotmehê weke Roja Şîn û Bîranînê bê îlankirin'
16:16 Di 21 rojan de 4 jin hatin revandin
16:05 Ji HDP'ê daxuyaniya 10'ê Cotmehê: Kesên ku '400 parlamenterî' xwestin berpirsyar in
15:55 Li Îzmîrê jinek bi giranî hat birîndarkirin
15:12 Surucu ji bo îşkence komî 'Esat Oktay' bi bîr xist
15:03 Talabanî: Namzetê YNK'ê yê Serokkomariya Iraqê Berhem Salih e
14:37 Tê angaştkirin ku PDK'ê 3 hezar dengên sexte amade kiriye û gef li hilbijêran dixwe
14:18 Li Çiyayê Cudî şewat derket
13:28 Agahî ji rojnamegerê ıraqî nayê girtin
13:22 Qurbaniyên Komkujya 10'ê Cotmehê li ser gorên xwe hatin bibîranîn
12:30 Malbata Şenyaşar: Wê ev dewran wiha neçe
11:56 Li Şengalê dengdan hat rawestandin
10:46 Polisan mudaxaleyî kesên li ber Gara Enqerê kir
10:14 Li Konyayê jinek hat qetilkirin
09:52 Li Iraqê dengdanê dest pê kir
09:07 Parêzer Yamar: Armanca astengkirina berdanê şikandina vîna girtiyan e
09:06 Mirineke din a di binçavan de daxilî nav kiryar nediyaran dibe: Hemû kamera xerabe ne, zabitname tune ne
09:05 Dayika Hasret Tûtal a hat qetilkirin: Em ê bêdeng nemînin
09:05 Malbat sê car in ji Rojhilat tê, lê destvala vedigere!
09:00 Li Geverê 6 tax 5 roj in di bin dorpêça polisan de ne
09:00 ROJEVA 10'Ê COTMEHA 2021'Ê
09/10/2021
23:59 Li seranserê Ewropayê çalakiyên ji bo şermezarkirina komployê
22:01 Li 3 navçeyên Stenbolê panelên derbarê komployê de
17:43 Başaran: Armanca êrişên li ser Ocalan planên dagirkirina Kurdistanê ye
17:20 ‘Ji bo başbûn û kêmkirina êşê divê edalet pêk were’
16:37 Li Girtîgeha Rihayê îşkence li girtiyan hat kirin!
16:13 Peyamên hevpar ên şermezarkirina komployê: Komplo bi ser neket
15:47 Buroya Hiqûqê ya Asrin: Çareserî di azadiya Ocalan de ye
15:33 5 endamên HPG’ê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan
15:26 Jiyana girtiyê ku tedawiya wî dereng dikeve, di xetereyê de ye
15:22 Li Girtîgeha Şakranê zext li girtiyan tê kirin: Girtiyan xistine depoyê
15:13 Li naverasta cadeyek Hatayê tundî li jinekê hat kirin
14:54 Yerlîkaya: 8 hezar dixtor îstîfa kirine
14:54 Xizmên Windayan Veyselê 9 salî ji bîr nekirin
14:26 Gunay: Rejîma yek zilamî xwe bi tecrîdê xwedî dike
14:04 Zarokên Baskin ê 28 sal berê hat kuştin: Êdî bi êşê re rûbirû bibin
13:52 ‘Di navbera dewlet û DAIŞ’ê de peymanek veşartî heye’
13:44 Turkdogn û Keskîn: Divê li Tirkiyê rejîmek demokratîk were avakirin
13:12 Karkerê ji Kobanê hat girtin
11:55 Kongreya Asayî ya 20’emîn a ÎHD’ê dest pê kir
11:55 Ji bo girtiya nexweş Ayşe Ozdogan banga lezgîn
11:32 Gardiyanan dest danî ser lênûskên girtiyan
11:24 Girtî: Komplo têk çû, armanc azadiya Ocalan e
11:14 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 215’an de ye
11:13 Togrûl ê HDP’î: Divê PDK dev ji helwesta xwe ya bi fikar ber de
11:13 Cenazeyê li Sûrê hat dîtin dibe ku aydê Hakan Arslan be
10:52 Komkujiya Malbata Dedeogullari piştrast bû ku êrişek nijadperest e
10:05 Hêzên Amerîkayê dest bi vekişîna ji Iraqê kirin
10:01 Rojnamevan Koyluoglu: Piştî hilbijartina Iraqê dibe ku şer kûr bibe
09:38 Komplo di salvegera 23’yemîn de ye: Ocalan hemû destwerdanên siyasî pûç kir
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'