RIHA - DEDAŞ’a li navçeya Hilwanê ligel cendermeyan, bi TOMA û maşîneyên zirxî, bi ser gelek gundan de girt û bi hêceta “bikaranîna ceyrana qaçax” li 84 kesan cezayê pere birî û gelek trafo jê kirin.
Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), li navçeya Hilwana Rihayê, ligel cendermeyan bi TOMA û maşîneyên zirxî, bi ser gelek gundan de girt. Beriya serdegirtinê gundan ketin û derketinê rê girtin. Di serdegirtinan de bi hêceta “bikaranîna ceyrana qaçax” li 84 kesan cezayê pere hat birîn. DEDAŞ’ê li hin cihan bi hêceta “abonetiya wan nîne” saetên ceyranê û li hin cihan jî trafo jê kirin.
Tîmên DEDAŞ'ê ku bi TOMA'yan ketin gundê Şêxan, bi ser malan de girtin.