STENBOL - Parêzeran diyar kir ku dosyeya Gezî û çArşi ku kirine yek darbeya li dijî darazê ye û xwestin dosye ji hev werin cihêkirin.
Karsaz Osman Kavala jî di nav de 16 parêzvanên mafê mirovan û 35 endamên grûpa Beşîktaşê çArşi ji ber çalakiyên Parka Geziyê tên darizandin. Osman Kaval girtî tê darizandin. Danişîna dozê li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Ji ber ku hejmarek zêde beşdarî danişînê bûn, doz li 27’emîn Dadgeha Cezayê hat lidarxistin.
Rêveber û parlamenterên HDP’ê û CHP’ê û gelek parêzvanên mafê mirovan û nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî dozê bûn.
Osman Kavala ji Girtîgeha Sîlîvriya Stenbolê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Kesên din ku negirtî tên darizandin û parêzer jî di danişînê de amade bûn.
PARÊZERAN XWEST DOSYE WERIN VEQETANDIN
Danişînê bi xwendina nasnameyan dest pê kir.
Parêzeran di dozê de parastina miwekîlên xwe kirin û destnîşan kirin ku dadgehê 4 dosye kirine yek û ev yek jî li dijî hiqûqê û darazê ye. Parêzeran xwest ku dosye ji hev werin veqetandin. Parêzeran got bi biryarek siyasî dosye bûne yek û xwest dosyeya endamên grûpa çArşi ji dosyeyê were veqetandin.
DOZGER XWEST DAXWAZ WERIN REDKIRIN
Dozger nêrîna xwe ya li hember daxwaza parêzeran eşkere kir û xwest ku daxwaza wan were redkirin.
Dadgehê navber da danişînê.