OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir

  • rojane
  • 14:36 8 Cotmeh 2021
  • |
img

AMED - OHD’ê ji ber gotinên nijadperest ên Serokê TTB’ê Metîn Feyzîoglû yên li ser kurdî, daxuyanî da. OHD’ê, ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir û bang lê kir ku dev ji peywîra xwe berde.

Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Şaxa Amedê, derbarê gotinên nîjadperest ên Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) Metîn Feyzîoglû, yên di bernameyeke televîzyonê ya li ser kurdî de, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û Feyzîoglû şermezar kir. Endam û rêveberên HDP’ê, MED-DER’ê, Hevserokê Giştî yê OHD'ê Bunyamîn Şeker û endamên OHD'ê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyaniya kurdî Prz. Mûhîttîn Mûgûç ya tirkî jî parêzer Ozum Vurgun xwend.
 
‘QEDEXEYA CIHEKARIYÊ BINPÊ KIR’
 
Mûgûç, bi bîr xist ku Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Prz Metîn Feyzîoglu di 2’yê Cotmeha 2021’an de bû mêvanê bernameya “Dipirsim” (Soruyorum) a Amed Radyo û TV’yê û wiha got: “Li ser hinek pirsên pêşkeşvanan, Feyzîoglu bersivên wiha dan ‘Di hêla fermiyetê de cotzimanî nabe ji ber ku rê li ber xetereya parçebûnê vedike’ û ‘Ez ne li gel cotzimaniya di fermiyetê de me.’ Ji bo tabelayên bi kurdî jî wiha got ‘Ger ku bingeheke wan ê fermî hebin, fermo nîşanî min bidin, kurd, bi zimanê tirkî dizanin lê sûriyeyî nizanin.’ Bi van gotinên xwe, qedexeya cihêkariyê raste rast binpê kir.”
 
‘PIRZIMANÎ JI BO DEWLETAN ÊRIŞEK NÎNE’
 
Mûgûç, destnîşan kir ku Feyzîoglû peymanên navnetewî binpêkirine û wiha berdewam kir: “Di Xala 37’emîn a Belgeya Kopenhagê de berovajî gotinên Feyzîoglu, têkildarî maf û pirzimaniyê de, yekparetiya xaka dewletan hatiye mîsogerkirin. Di vê belgeyê de tê diyarkirin ku pirzimanî ji bo dewletan êrişek nîne. Berevajî êrişê, di welatiyan de aîdiyetê xurtir dike û ji ber ku gelan azad dike, di heman demê de xizmeta yekparetiyê dike.”
 
‘FEYZÎOGLÛ SÛCÊ CIHEKARIYÊ KIRIYE’
 
Mûgûç, bi lêv kir ku li saziya Feyzîoglû serokatiya wê dike, gelek parezer hene ku bawerî, ziman, nêrîn û şêweyên wan ên jiyanê cuda ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em van fikrên li dijî hiqûqa gerdûnî ku sepanên yekperest, cihêkar û qedexeker diparêze, red dikin û gotinên ku yekitî û yekparetiyê tune dikin jî qebûl nakin. Em dîsa dibêjin ku ji bo hemû zimanên dayikê li Tirkiyeyê bi qanûnan û makeqanûnê bên mîsogerkirin, dê têkoşîna me berdewam bike. Em ji raya giştî re radigihînin ku Metîn Feyzîoglû sûcê cihêkariyê kiriye û em serlêdana sûc dikin.”
 
‘DEV JI PEYWÎRA XWE BERDE’
 
Mûgûç, da zanîn ku fikrên nêzî desthilatdariyê yên Feyzîoglû yê serokatiya yekitiya baroyan dike red dikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em jî endamên vê baroyê ne. Diviya bû ev kes li gorî berpirsyariyên peywira xwe tevbigeriya û bêalî mabûya. Lê wî bêalîtî binpê kiriye. Em bang li vî kesî dikin ku li gorî pîvanên etîk û exlaqê tevbigere û dev ji peywira xwe berde.” 
 
 

Sernavên din

09/10/2021
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin