Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê

  • rojane
  • 10:39 8 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Buroya Hiqûqê ya Asrin, li ser biryara "nayê qebûlkirin" a Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) a têkildarî astengkirina hevdîtinên malbatan ên li Girtîgeha Îmraliyê, serî li DMME’yê da.

 
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên girtin, berdewam dike. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê û malbat her hefte hem serî li Miduriyeta Girtîgeha Îmraliyê hem jî Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê ne bi erênî ne jî neyînî bersiv nayê dayîn. 
 
Parêzerên Ocalan piştî 8 salan di 2-22’ê Gulan, 12-18’ê Hezîran û 7’ Tebaxa 2019’an de karîbû hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bike. Ocalan, cara ewil di 27’ê Nîsana 2020’an de bi telefonê bi birayê xwe Mehmet Ocalan re axivîbû. Axaftina bi telefonê ya duyemîn û ya dawî ku Ocalan, di 25’ê Adarê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû, di nivî de hatibû birîn. 
 
DI 6 SALAN DE 3 HEVDÎTIN
 
Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên di Adara 2015’an de birin Girtîgeha Îmraliyê, nikarin ji mafên xwe sûdê bigirin. Ligel 350 caran daxwaza hevdîtinê ya malbatan û 750 caran a parêzeran, Yildirim 2 car, Konar û Aktaş jî 3 caran karî bi malbatên xwe re hevdîtinê bikin.  
 
AYM: BINPÊKIRIN NÎNE
 
Serlêdanên parêzeran ên li dijî vê rewşê encamê nadin. Parêzeran ji bo cezayên dîsîplînê yên li dijî heq û hiqûqê bên rakirin û mînaka dosyaya biryarên lijneya dîsîplînê ya derbarên muwekîlên wan de bidin wan, di nava meha Kanûna 2020’an de serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê û Dadgeha Cezayê Giran dan. Serlêdanên ji bo Aktaş, Yildirim û Konar hatin kirin, hatin redkirin. Parêzeran, li ser vê yekê bi hêceta biryar li dijî hiqûqê ye ji bo muwekîlên xwe Konar, Aktaş û Yildirim serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) da. AYM’ê, serlêdana derbarê her sê kesan de weke “nayê qebûlkirin” dît. AYM’ê îdia kir ku tu binpêkirinên mafan nînin, û redkirina serlêdanên hevdîtinê “li gor hiqûqê” dît. 
 
SERLÊDANÊN DMME’YÊ
 
Derbarê serlêdana ji bo Ocalan hatiye kirin de hêj tu biryar nehatine dayîn. Parêzeran ji bo her sê muwekîlên xwe yên din ên serlêdanên wan hatin redkirin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Di serlêdanên 22-24’ê Îlonê de hatine kirin, hat destnîşankirin ku mafê hevdîtina malbatan bi destûra bingehîn, peymanên navneteweyî û mafên mirovan hatiye parastin.
 
Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, astengkirina serlêdanên Îmraliyê, tecrîd û serlêdanên din ji ajansa me re nirxand. 
 
SEKNA OCALAN
 
Ozturk, bi lêv kir ku Girtîgeha Îmraliyê ji bo kirdeyên siyasî û polîtîk hatiye çêkirin û "bi taybetî" ji bo muwekîlê wan Ocalan ê ku di encama komploya navneteweyî de anine Tirkiyeyê hatiye çêkirin.
 
Ozturk bal kişand ku girava ku girtîgeh lê ye di heman demê de 2’yemîn Qada Qedexe ya Leşkerî ye û wiha got: “Anîna cihekî wisa ya Birêz Ocalan bi rastî jî nîşaneya berdewamiya komployê bû. Li vir bi qasî 10 salan di hucreya yekkesî de hat girtin. Hewl hat dayîn ku vîna Ocalan were şikandin. Di kesayeta wî de, hewl hat dayîn ku vîna gelê Kurd were şikandin. Pêwîst e were zanîn ku ev tecrîd li ser gel jî tê meşandin. Lê belê Birêz Ocalan li hember vê rewşa sîstematîk gavek paşde neavêt û bi paradîgmaya ku hêviyê dide gelê kurd bersiv da.”
 
HINCETA REDÊ
 
Ozturk, diyar kir ku Ocalan, Konar, Yildirim û Aktaş dibin şert û mercên tecrîda giran de tên girtin û wiha got: “Di encama çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan de, hin hevdîtin li Îmraliyê hatin kirin. Di demeke ku têkoşîna civakî gihîşt lûtkeyê de, muzakere hatin kirin. Ji xwe berî hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an de, serlêdanên ji bo hevdîtinê dihatin red kirin. Her tim hincetên weke ‘kêştî xirabe’ û ‘rewşa hewayê nebaşe’ nîşan didan. Dûre bersiv ji bo serlêdanan nehat dayîn. Dûre jî ‘cezayên disîplînê’ kirin hincet. Ji Çileya 2021’an ve jî hevdîtin bi malbatê re nayê kirin û bi tu awayî bersiv ji bo serlêdanan nayê dayîn. Ji meha Adara 2021’an ve jî, ne erênî ne neyînî bersiv ji bo serlêdanên parêzeran nayê dayîn. Niha bi tu awayî hevdîtin nayê kirin û ev rewşek pir nebaşe.”
 
BIRYARA AYM’Ê
 
Ozturk, da zanîn ku dadgehên herêmî hemû serlêdanên wan red kirin û wiha bilêv kir: “Dûre me serî li AYM’ê da. Ev demek dirêje em nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin. Rayedarên darazê mecbûr in ku vê yekê pêk bînin. Bi van binpêkirinan, şer û merc girantir dibin. AYM’ê derbarê serlêdana me ya Kanûna 2020’an de, di meha Nîsanê de biryar da. Bi awayekî lez biryar da. Ev jî dide nîşandan ku AYM çiqasî bêbandore.”
 
'BIRYAR PARÇEYEKÊ TECRÎDÊ NE’
 
Ozturk, dest nîşan kir ku AYM’ê jî mîna Dadgeriya Înfazê tevgeriya û wiha rêz kir: “Ji ber ku rêyên hiqûqa navxweyî qediyan, me di 22’yê Îlonê de ji bo Yildirim û Aktaş, di 24’ê Îlonê de jî, ji bo Konar serî li DMME’yê da. Me di serlêdana xwe ya ji bo DMME’yê de mafên muwekîlên xwe bi bîr xistin. AYM ji bo me saziyek teorîk û xeyalî ma. Ji ber ku ne di rewşek fonksiyonel de ye. Ji ber zextên polîtîk û siyasî AYM ne serbixwe ye û di vê çarçoveyê de tevnagere. Di rastiyê de, ev jî parçeyekê tecrîda ku dewam dike ye. Divê DMME bil ez serlêdanan bixe rojeva xwe û biryarek erênî bide. Ji ber ku DMME serlêdanan bi demê re dihêle, Tirkiye ji vê yekê cesaretê digire. Em niha bi rewşekê ku xirab diçe re rû bi rû ne. Divê bi lezgînî biryarek derbarê binpêkirinan de bê dayîn.” 
 
BANDORA TECRÎDÊ
 
Ozturk, da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî bi êş ên welat tecrîda li Îmraliyê ye û wiha bi dawî kir: “Ev bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Ev her du rewş jî bi heman awayî têne dest girtin. Di demên dawî de li ser pirsgirêka Kurd hîn nîqaş hene. Gotina Erdogan a ‘Pirsgirêka Kurd tuneye’ û biryara AYM’ê ya ‘Binpêkirin tuneye’ bi tecrîdê ve girêdayî ne. Qanûnên li Tirkiyeyê, bi ceribandina li ser Îmraliyê dikevin meriyetê. Dûre ev hemû qanûn li tevahiya welat tên bicihanîn. Li wê derê polîtîkayeke qebûl kirinê, dest pê dike û piştre li tevahiya Tirkiyeyê belav dib. Ev dûre dibe amûra zilmê ya li dijî hemû gelên Tirk û Kurdan.”
 
MA / Mehmet Aslan
 

Sernavên din

09/10/2021
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin