Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne

  • rojane
  • 09:06 8 Cotmeh 2021
  • |
img

COLEMÊRG - Li Geverê malbatên 4 ciwanên ku polîsan ew kuştibûn daxwaza xwe ya ji bo edaletê dubare kirin û gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê gava kurd tên kuştin kes nayê cezakirin." 

Di 8'ê Cotmeha 2016'an de li navçeya Gever a Colemêrgê wesayîta zirxî ya polîsan derdor gulebaran kiribû û di guleberanê de Serhat Bûldan (15), Rahmî Sahali, Necdet Îşozu û Aydin Tumen jiyana xwe ji dest dabûn û Şemsettîn Kaya û Mehmet Alî Kaya jî birîndar bûbûn. 5 sal di ser bûyerê re derbas bûn, lê heya niha kesek jî nehatiye cezakirin. Têkildarî bûyerê derheqê polîs Î.M. de doz hatibû vekirin û doz neqlê Dadgeha Cezayê Giran a 3'yan a Amedê hatibû kirin. Danişîna biryarê ya dozê di 11'ê Cotmeha 2018'an de hatibû lidarxistin û dadgehê li polîsê ku bi awayekî negirtî dihat darizandin 11 sal û mehek û 10 roj ceza birîbû û daxwaza ji bo girtina wî jî red kiribû. Malbatên her 4 kesên jiyana xwe ji dest dan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Edliye ya Herêmê ya Dîlokê dabûn. Daîreya Ceza ya 16'an serlêdana malbatan red kiribû. Malbatan jî serî li Dadgeha Bilind dabû. 
 
Malbatan anîn ziman ku cezayê li polîsê bersûc Î.M. hatiye birîn, ne cezeya, xelat e. Malbatan destnîşan kirin ku 5 sal in li benda edaletê ne. 
 
‘DÊ HESAB BÊ PIRSÎN'
 
Ahmet Tumen, apê Aydin Tumenê hat kuştin, diyar kir ku ne yek tenê, 4 biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane û got: "Kezeba me şewitiye û hê jî dişewite. Em dengên xwe bilind dikin lê nayê bihîstin. Kes bi hawara me de nayê. Lê em bawer dikin ku ne îro be jî, miheqeq dê sibe hesa bê pirsîn û dê kesên ev tişt kirin bên cezakirin. Hêvîdar im hesab bê pirsîn. Ez nepirsim jî, dê kurê min, neviyên min bipirsin. Ev bûyera me ne bûyera ewil e. Li her derî mirov tên kuştin û kujer bi rihetî digerin. Em baş dizanin bê ka ev feraset çi ye. Ev tişt tenê li Geverê naqewimin; li Cizîrê, Rojavayê û li Başûr û gelek deverên din jî diqewimin. Ev zilm, 100 sal in didome. Em dixwazin kesên ev mirov kuştin bên cezakirin. Mixabin li Tirkiyeyyê gava kurd tên kuştin kujer nayên cezakirin." 
 
‘BELKÎ JÎ POLÎS HÊ JÎ KARÊ XWE DIKE'
 
Hasan Bûldan, bavê Serhat Bûldan, bilêz kir ku êşa wan hê wekî roja berê ye. Bûldan, destnîşan kir ku polîs nehatiye cezakirin, hatiye xelatkirin û ev tişt gotin: "Em nizanin niha ew kes li ku derê ye. Kî çi zane belkî niha karê xwe dike. Ew kes niha li derve ye û bi rihetî digere. Dewlet ji bo kesên van tiştan dikin xwe li nedîtinê datîne. Em mexdûr in. Heger li vî welatî edalet û hiqûq hebe, em dixwazin cezayê giran kîjan be ew bê birîn." 
 
‘SOYLÛ SOZA XWE NEANÎ CÎ'
 
Bav Bûldan, soza Wezîr Karên Navxweyî Suleyman Soylû ku gotibû "Dê ev bûyer bê ceza nemîne" bibîr xist û got: "Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû di şîna me de soz da, lê soza xwe neanî cî. Soz da û got, polîsê ku ev yek kiriye FETO'yî ye û dê bê cezakirin. Wiha got, lê soza xwe neanî cî. Jixwe me dizanibû dê bi vê soê tiştek çênebe, lê me got qet nebe belkî edalet pêk bê. Hê jî em li benda edaletê ne û ji bo pêk bê çi ji destê me bê em ê bikin." 
 
‘POLÎS, ZILAMÊ SOYLÛ YE'
 
Sabrî Îşozu, bavê Necdet Îşozu, jî got: "Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû hat şîna me û soz da ku dê kiryar bên cezakirin. Ji me re got ew polîs FETO'yî yye. Lê paşê me fêm kir ku ew polîs zilamê wî bi xwe ye. Li vî welatî edalet tune ye. Me edalet nedîtiye. Ji dest me tiştek neyê jî, em ê heya DMME'yê jî biçin. Xwezî niha kurê min sax bûne û min pars bikira. Dibêjin me 11 sal ceza li polîs biriye, lê polîs li derve ye û bi rihetş digere. Em vê zilmê qebûl nakin, dê Xwedê jî qebûl neke." 
 
MA / Mazlûm Engîndenîz 

Sernavên din

09/10/2021
09:01 Dawetên xwe li gorî çanda xwe dikin
09:01 Kampanya ciwanên HDP'î mezin dibe: Em hêviyê birêxistin dikin
09:00 'Heger hevdîtin bi Ocalan re bê kirin dê rêyên demokrasiyê vebin'
09:00 Jinên Pirsûsê tirşa hinaran çêdikin
09:00 '6 sal in êşa min netebitiye'
09:00 Qeyûmê Pirsûsê ji dêvla xizmetê bike, mal û milkên şaredariyê pay dike
09:00 Dêra hezar û 500 salî bi hilweşandinê re rûbirû maye
09:00 Biryara Leyla Guven: Strana kurdî ji ewlehiya girtîgehê re gef e
09:00 Dermanê kurmancî yê xwezayî: Nêrebend
09:00 ROJEVA 9'Ê COTMEHA 2021'AN
08/10/2021
21:45 Kampanyaya #FreedomForOcalanNow
18:24 Li wênegir Mehmet Ozer cezayê hefsê hat birîn
16:10 Doza ‘pergala hevserokatiyê’ hat taloqkirin
16:02 Di doza Leyla Aydemîr de hemû bersûcan beraet kir
15:59 Qurbaniyên Komkujiya Enqereyê li Stenbolê hatin bibîranîn
15:39 108 saziyan pişgirî da 300 karkeran
15:25 DEDAŞ’ê bi maşîneyên zirxî bi ser gundan de girt
15:11 Berpirsa Kovara Yuruyuşê Ersoy 28 roj in greva birçîbûnê de ye
14:55 Parêzeran daxwaza cihêkirina dosyeyên Gezî û çArşi kirin
14:36 OHD’ê ji ber sûcê cihekariyê giliyê Feyzîoglû kir
14:35 HDP’ê bi bêkaran re civiya: AKP’ê xelkê perîşan û birçî kiriye
14:31 Dayika Aştiyê ya tedawiya penceşêrê dibîne, 2 roj in di bin çavan de ye
13:48 Şandeya HDP’ê li Agiriyê got: Ne budçeya Qesrê, budçeya gel û demokratîk
13:47 Danişîna parêzera Ocalan Ûysal hat dîtin
13:08 NÇM’ê banga beşdariya şahiya salvegera 30’yemîn kir
13:03 Hevserokê HDP’ê yê Pirsûsê ku cezayê wî hatibû erêkirin hat girtin
11:48 Malbata Şenyaşar: Edalet li ku ye nediyar e!
11:34 Bedel: Em ê destûr nedin ku ‘Peymana Şengale’ bikeve meriyetê
11:30 Malbatan ji bo Îmraliyê cardin serlêdan kirin
11:02 HDP’ê starta ‘Hevdîtinên Budçeyê’ li Agiriyê da
10:52 Li Iraqê ‘dengdana taybet’ dest pê kir
10:39 Tecrîda li Îmraliyê birin DMME'yê
10:28 Li Êlihê 2 kes hatin binçavkirin
10:26 Salih Muslim: Kurd bi ser ketin, Tirkiye bi tenê ma
09:53 Hesen, behsa pêwendiyên xwe yên bi Ocalan re kir: Gotinên wî yeko yeko rast derketin
09:27 Li Rihayê jinek hat qetilkirin
09:15 Dê 104 kes bi çalakiyên cur bi cur bên bibîranîn
09:06 Ji Meclîsa Çapemeniya Dîjîtal a Kurdistanê kampanyayeke mezin: Azadî ji bo Ocalan
09:06 Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve
09:06 'Tirkiye li Girê Spî û Serêkaniyê bi talankirin û revandinê tê zanîn'
09:06 Serokê AKP'a Mêrdînê nehişt derbarê xizmê wî de lêpirsîn bê destpêkirin!
09:06 Malbata Înan 5 meh in bê ceryan û av e
09:06 Polîsê kujer ê ku 4 kes kuştin li derve ye, malbat li benda edaletê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2021'AN
07/10/2021
17:59 Li Şirnexê 26 kes hatin binçavkirin
16:18 Dadgehê ceza li derhêner Altay û Dîcle Anter birî
16:17 HDP’iyên ku PDK’ê ew binçav kiribûn hatin berdan
16:07 Di doza Hevşaredarên Pasûrê de kes girtî nema
16:04 Di lêpirsîna malbata Dîrîl de Apro Dîrîl careke din hat girtin
15:17 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
15:13 AATUHAY-DER: Wezareta Dadê sûc dike
15:07 Danişîna doza rojnamevan Kayar hat taloqkirin
15:06 Li Iraqê beriya hilbijartinan parlementoyê xwe fesix kir
14:24 Ji ber ku girtiya siyasî bû, ne hat muayenekirin
14:24 Kooperatîfa Kîbeleyê hevserokên xwe yên nû hilbijartin
13:52 Li Girtîgeha Kurkçulerê gardiyanan li girtiyan dan
13:46 Berdevka HDP'ê Gunay: Em ji bo çareseriya pirsgirêkan amade ne
13:15 Ciwanên HDP’î li dijî tiryakê li hev civiyan
12:28 Dixwest lawê xwe bibîne lê berî ku bibîne koça dawî kir
12:23 MGKP: Em bi pênûsa wêrek a Gurbetellî nivîsandinê bidomîn in
12:17 Li Egeyê bi ser malan de girtin: Dayika Aştiyê ya 70 salî di bin çavan de ye
12:09 Nûnerên HDP’ê yên li Hewlêrê hatin binçavkirin
12:07 Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar berdewam dike
11:33 Piştî bombebarana Tirkiyeyê li Amediyê şewat derket
10:51 Salaz: Ger em Tirkmenan di operasyonan de bibînin, em ê şaş nemîn in
10:43 Li Mêrsînê kesek hat binçavkirin
10:40 Dolmîşa karkeran qeza kir: Kesek mir û 16 kes birîndar bûn
10:39 Şopa ku Ocalan di 66 rojan de li pey xwe hişt 23 sal in hêj winda nebûye
10:15 Li Girtîgeha Kirikkalê nêzî 100 girtî hatin sewqkirin
09:42 Operasyona li Bestayê dewam dike
09:35 Tevî temînata dan DMME'yê jî, dosya girtin
09:26 Polîsan berhevkarên kaxizan binçav kirin
09:05 'Bi sedan jin xwedî li pênûsa wêrek a Gûrbetelliyê derketin'
09:02 ‘Em ê bi kongreyê bibin bersiva zextên desthilatê’
09:02 Eyşe Efendî: Li Kobanê jinan bîr bi derziyan kolandin
09:02 Ji ber 'cezayên dîsîplînê' yên 10 sal berê berdana wî 6 salan hat taloqkirin
09:02 Îsal halê îsotê ne tu hal e!
09:02 Tûrhalli: Ya nelirêtî kir ne hevserokatî, qeyûm bi xwe ne
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2021'AN
06/10/2021
17:05 Jinên siyasetmedar ku Mûsa Orhan şermezar kiribûn hatin beraetkirin
16:17 Kesên ku xwe weke ‘polîs’ dan nasîn Savaş û Bariş revandin
16:03 Ciwanê HDP’yî: Polîsan xwest min bikin sîxur
15:41 Jinan ji bo mitînga Amedê dest bi amadekariyan kirin
15:41 Li Farqînê hejmara binçavkirinan derket 13’an
15:36 6 sal cezayê hefsê li siyasetvan Çûr hat birîn
15:09 Ji Girtîgeha Kirikkaleyê 80 girtî hatin sewqkirin
15:02 Xwediyê kar hevdîtinê qebûl kir, karkeran jî navbera da çalakiyê
14:53 Dozger 15 sal cezayê hefsê ji Hevseroka MEBYA-DER'ê re xwest
14:39 Li Wanê mamosteyekî 3 zarok tacîz kirin
14:38 Karkerên ku nanê xwe ji çopê derdixin: Desthilatdarî zilmê li me dike
13:42 Rêvebera MEBYA-DER’ê hat beraetkirin
13:10 Li Cizîrê 3 kes hatin binçavkirin
13:09 Tundiya zilam: Keça xwe ya 14 salî bi giranî birîndar kir
13:05 Derbarê Ferît Şenyaşar de lêpirsîna ‘Qesrê’ hat destpêkirin
12:50 Di Îlonê de 175 karkeran jiyana xwe ji dest dan
12:49 Dozger xwest faîlê tacîzê were beraetkirin
12:22 Di wesayîta Serokê AKP’ê de cixareyên qaçax û sîleh hatin girtin
12:21 Li Farqînê 5 kes hatin binçavkirin
11:54 Berxwedana 300 karkeran di roja 3’yemîn de ye
11:49 Li Enqereyê 3 ciwan hatin binçavkirin