STENBOL - Danişîna doza nûçegihanê ETHA’yê Alî Sonmez Kayar jî di nav de, 9 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, bi hêceta kêmasî hene, hat taloqkirin.
Danişîna doza nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Alî Sonmez Kayar jî di nav de, 9 kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 32’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di danişînê de tenê Sitki Gungor ê negirtî tê darizandin amade bû. Uzum Uzak a beriya niha li Sûriyeyê di nava MLKP’ê de xebat dikir û li dijî Gungor îfade da jî ji Ûşakê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bû.
Parêzerê Alî Sonmez Kayar û Sitki Gungor Onder Alçîçek destnîşan kir ku ji beyanên keseke ku “ji poşmantiyê” sûd wergirtî, nayê bawerkirin û wiha got: “Dîroka îdiayên derbarê muwekîlê min de nînin. Wekî din muwekîlê min neditiye û nas nake.”
DANIŞÎN HAT TALOQKIRIN
Dozgeriyê xwest ku kemasî bên temamkirin û daxwaza şertê kontrola edlî were red kirin. Şandeya Dadgehê, bi hêceta kêmasî bên temamkirin, danişîn taloqî 10’ê Sibata 2022’yê kir.