ERZIROM - Ebubekir Siddik Ş., li navçeya Yakûtiye dijî, keça xwe ya 14 salî D.., bi giranî birîndar kir.
Li Taxa Şehîtler a navçeya Yakûtiye ya Erziromê, Ebubekir Siddik Ş., ê 38 salî, li malê bi keça xwe ya 14 salî D.Ş., re nîqaş kir. Siddik Ş., di encama nîqaşê de keça xwe kêr kir. D.Ş., a birîndar bû, bi ambûlansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Zanîngeha Ataturkê. Hat diyarkirin ku rewşa tenduristiya D.Ş., giran e.
Ebûbekir Siddik Ş., ê piştî bûyerê reviya, hat binçavkirin. Ebûbekir Siddik Ş., piştî ku li Miduriyeta Polîsan îfade da, sewqî edliyê hat kirin. Ebûbekir Siddik Ş., bi sûcdariya “birîndarkirina bi zanebûn” hat girtin û şandin girtîgehê.