Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin

  • rojane
  • 09:12 6 Cotmeh 2021
  • |
img
AMED – 7 sal di ser xwepêşandanên protestoyî yên Kobanê re derbas bûn. Di xwepêşandanên ku êrişên DAIŞ'ê hatin prostetokirin de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan û têkildarî bûyerên çêbûn de tu lêpirsîn nehatin kirin, lê piştî 6 salan doz li HDP'ê hat vekirin û bi vê dozê dixwazin HDP'ê bigirin. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, ji bo hewldanên ku tê xwestin doz zûzûka bê bidawîkirin got: "AKP'ya ku musebîbî van bûyeran e, dixwaze xwe helal bike." 
 
DAIŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de ji bo Şoreşa Rojavayê bifetisîne, dest bi êrişên xwe kirin. Ev êriş di navbera 6-9'ê Cotmehê de li seranserê Tirkîyeyê bûn cihê xwepêşandanên protestoyî. Di van xwepêşandanên protestoyî de zêdetirî 50 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes jî hatin binçavkirin. Di lêpirsînên hatin kirin de heya niha tu pêşketin rû nedane. Lê piştî 6 salan Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hedef girt. Dozgeriyê banga "Ji Desteya Rêveber a HDP'ê ku niha di civînê de ye, bangawaziyeke lezgîn ji bo gelê me. Li Kobanê rewşa dawî pir xetere ye. Ji bo protestokirina êrişên DAIŞ'ê û ambargoya îqtidara AKP'ê ya li ser Kobanê, em bang li gelê xwe dikin ku dakevin kuçeyan û yên daketina kuçeyan jî alîkariya wan bê kirin" a Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê ku di 6'ê Cotmeha 2016'an de kiribû, ji xwe re kir hincet û di 25'ê Îlona 2020'î de, di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 82 kesan de biryara binçavkirinê da. 
 
17 KES HATIN GIRTIN
 
Piştî biryara Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, polîsan avêt ser malên kesên navnîşana wan diyar. Di avêtinên ser malan de 20 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan Sirri Sureyya Onder, Altan Tan û Gulfer Akkaya hatin berdan û Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, endamê Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Nazmî Gur, parlementera berê Ayla Akat Ata, Hevseroka Giştî ya BDP'ê ya berê û parlementera berê Emîne Ayna, endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê yên berê Bîrcan Yorûlmaz, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kûbîlay, Bulent Parmaksiz, Pervîn Odûncû, Îsmaîl Şengun û Cîhan Erdal, Hesabgêrê Giştî yê HDP'ê yê berê Zekî Çelîk, endamê HDP RTUK'ê Alî Urkut û Prof. Dr. Emîne Beyza Ustun jî hatin girtin. 
 
DOZGER BÛ MÊVANÊ QESRÊ
 
Beriya operasyonê bi demekê Serokkomar Tayyîp Erdogan Serdozgerê Komarê yê Enqereyê Yuksel Kocaman vexwand qesra xwe. Ev vexwandin, da der ku operasyon ji aliyê AKP'ê ve hatiye birêvebirin. 
 
HDP: OPERASYONA TOLHILGIRTINÊ
 
Navenda Giştî ya HDP'ê jî destnîşan kir ku operasyonên hatine kirin operasyonên tilhilgirtinê ne û got: "Biryara êrişa tolhilgirtinê ya ku vê sibehê li hemberî partiya me hat kirin, duh di civîna MGK'ê de, di merasîma daweta dozger a li qesrê de hatiye girtin. Her ku bloka AKP-MHP'ê winda dike, hewl dide muxalefetê tasfiye bike. HDP'ê li ber derbeyên we serî netewandin, dê netewîne jî." 
 
RASTÎ NEHATIN ZELALKIRIN
 
Ji bo lêkolînkirina çalakiyên Kobanê û ji bo zelalkirina rastiyan HDP'ê di 2016, 2017 û 2018'an de sê caran pêşniyaznameyên vekolînê dan ber meclîsê. Di pêşniyaznameyan de hat destnîşankirin ku îqtidar hewl dide heqîqetê serobino bike û ev tişt hatin gotin: "Em HDP, ji bo mirinên di 6-8'ê Cotmehê de çêbûn bên zelalkirin me bê hed û hesab bangawazî kirin û me mijar xist rojeva meclîsê, lê ev hewldanên me hemû bi dengên partiya îqtidarê hatin redkirin. Bê guman, ji bo ew birînên kûr ên ji ber bûyerên 6-8'ê Cotmehê li civakê peyda bûn bên cebirandin, tekane rê eşkerekirina heqîqetên têkildarî van bûyeran e." 
 
Pêşniyaznameyên hatin dayîn ji aliyê îqtidara AKP-MHP'ê ve hatin redkirin. 
 
DERBARÊ 108 KESAN DE DOZ
 
Piştî 6 salan îdianameya 3 hezar û 530 rûpelî û ji 324 klasoran pêk tê, di 30'yê Kanûna 2020'î de berpêşî dadgehê hat kirin. Îdianameya ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ew di 6 salan de berhev kir û HDP'ê wê wekî "Doza Kûmpasê" pênase kir, di nav hefteyekê de, di 7'ê Çileya 2021'ê de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê ve hat qebûlkirin. Heya niha di çarçoveya dozê de 108 kes tên darizandin û 108 kes bi 29 sûcên cuda tên sûcdarkirin û tê xwestin 38 caran muebeda giran û 19 hezar û 680 sal ceza li wan bê birîn. 
 
GAZINKER
 
Di îdianameyê de ku HDP bi sûcine giran tê tawanbarkirin û di warê hiqûqê de cihê nîqaşan e, Wezareta Dadê, AKP, CHP, Huda Par, MHP, Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê, MÎT, Wezareta Karên Navxweyî, Midûriyeta Giştî ya Polîsan, Wezareta Parastinê û Saziya Goşt û Şîr jî di nav de 2 hezar û 676 nav wekî gazinkerên mexdûr cih digirin. 
 
Danişîna dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê didome. Endamê Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê Serhat Eren, tiştên beriya qewimînên Kobanê yên di navbera 6-9'ê Cotmehê de û pêvajoya dozê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re vegotin. 
 
'PROTESTO JI BO PÊŞÎLÊGIRTINA KOMKUJIYÊ BÛN'
 
Eren, bibîr xist ku DAIŞ'ê beriya êrişa Kobanê li Şengalê êrişî kurdên êzidî kiriye û komkujiyek pêk aniye û ji ber vê yekê, ji bo li Kobanê pêşî li ber komkujiyeke din bê girtin di serî de gelê kurd û bi giştî jî Tirkiye û tevahiya cîhanê rabûye ser pêyan. Eren, destnîşan kir ku çalakiyên protestoyî yên destpêkirin ji bo pêşîlêgirtina komkujiyeke gengaz bûn. 
 
‘DAXUYANIYA ERDOGAN BÛYER DAN DESTPÊKIRIN'
 
Eren, diyar kir ku beriya bûyeran HDP'ê jî ji bo pêşî li ber komkujiyeke gengaz bigire hem bi hikûmeta tirk hem jî li qada navneteweyî hin hevdîtin kirine û got: "Hikûmetê ji bo êrişa DAIŞ'ê xwe li nedîtinê danî û siyaseteke ku ji bo ketina Kobanê bi rê ve bir. HDP'ê jî ji bo çûna Kobanê û pêşîlêgirtina êrişan, bang li gelê kurd kir ku 'mafên xwe yên protestoya demokratîk bi kar bînin.' Lê bûyerên Kobanê piştî van peyaman çênebûn. Ya ku bûyer dan destpêkirin daxuyaniya Serokkomar Erdogan bû ku di mîtînga Dîlokê de got 'Kobanê ha ket ha ket.' PIştî vê daxuyaniyê, li navçeya Gimgimê ya Mûşê polîsan ciwanek kuşt. Piştî kuştina vî ciwanî bûyer çêbûn û gelek mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dixwazin kesên jiyana xwe ji dest dan û ev bangawazî bê têkildarkirin, lê di asasê xwe de rastî ne bi vî awayî ye." 
 
EFKAN ALA: HIN HÊZ HENE
 
Eren, bibîr xist ku gava bûyer didomiyan HDP'ê hevdîtin bi Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Efkan Ala re kiriye û Ala gotiye "Em nikarin pêşî li ber bûyeran bigirin, em wisa difikirin ku tiliya hin hêz, hin hêzên midûriyeta polîsan ên em nikarin hikmê li wan bikin di van bûyeran de hene. Eren, anî ziman ku ev gotin jî bûne mijara dozê. Eren ku got "Axirê Kobanê neket, ya ket DAIŞ bû" bal kişand ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku ji bo daxuyaniya HDP'ê gotibû tu eleqeya wê bi destpêkirina bûyeran re tune ye. 
 
Eren got: "DMME'yê di biryara xwe de, diyar kir ku di navbera vê bangawaziyê û destpêkirina bûyerên Kobanê de tu têkilî tune ye. Beriya operasyona li hemberî Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, di dema bûyeran de dozgeriyê ji bo îfadeyê gazî hin endamên desteyê kiribûn. Tu kes nehatibû binçavkirin û girtin. Tew hin endamên desteyê ku dozger gazî wan kiribû, neçûn îfadeyê jî û dozger ji bo wan biryara anîna bi darê zorê jî neda." 
 
PIŞTÎ 7'Ê HEZÎRANÊ
 
Eren, diyar kir ku piştî ku AKP di hilbijartina 7'ê Hezîrana 2015'an de bi tena serê xwe nebû îqtidar, HDP bûe hedef û got: "AKP'a ku di hilbijartina 1'ê Mijdara 2015'an de cardin bû îqtidar, dizanibû ku ji bo bibe îqtidar divê HDP bê girtin, HDP û kurd di warê siyasî de bên tepisandin. Ji bo HDP bi awayekî fiîlî bê girtin jî bi bûyerên Kobanê derbarê wê de doz hat vekirin." 
 
‘DAXWAZÊN JI BO KOMÎSYONÊ Û PÊŞNIYAZNAME HATIN ASTENGKIRIN'
 
Eren, diyar kir ku HDP'ê ji bo lêpirsînkirina bûyeran û eşekerekirina bûyeran daxwaz kiriye ku li meclîsê komîsyonek bê avakirin û ji bo vekolandina bûyeran pêşniyazpirs û pêşniyazname berpêşî meclîsê kirine, lê belê hemû hewldanên wan ên di warê hiqûqî de hatine astengkirin. Eren got: "Çima hatin redkirin? Bê guman HDP di vî warî de pir baş bi vê rastiyê dizanibû, ya bûyye sedema van bûyeran ne ew û ne jî twîta wan bû. HDP, bi vê bawer bû û li parlementoyê ji bo vê têdikoşiya. Me baş dizanibû, musebîbê van bûyeran rasterast hikûmet e. Em daxuyaniyên Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala baş dizanin. Heger ji bo zelalkirina bûyerên Komabê komîsyon bihata avakirin û pêşniyazname bihatan qebûlkirin, hikûmetê baş dizanibû ji serî heta binî tiliya wê û saziyên wê tê de heye. Lewma hewmû hewildanên HDP'ê hatin astengkirin." 
 
'FERMAN HAT DAYÎN'
 
Eren, bilêv kir ku piştî 6 salan derbarê bûyerên Kobanê de doz hatiye vekirin û vê yekê jî wekî "fermaneke" siyasî nirxand. Eren, diyar kir ku ji roja ku doz dest pê kiriye heya niha 8 dozger guherîne û her 8 dozger jî têkildarî dozê tiştek nekirine. Eren got: "Wan jî baş dizanibû ku tiliya Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê di bûyerên Kobanê de tune ye û bawer nedikirin. Heger bawer bikirana, heya wê çaxê teqez dê di dosyeyê de biryara girtin an jî binçavkirinê bidana. Fermanek hat dayîn. Jixwe Erdogan gotibû 'Em ê vê yekê ji wan re nehêlin, em ê hesabê wê bipirsin.' PIştî vê gotina wî doz hat vekirin." 
 
BIRYARA VEŞARÎ YA LI SER DOSYEYÊ
 
Eren, destnîşan kir ku ji sala 2014'an heya 2018'an niha lêpirsînên derbarê Kobanê de bi awayekî eşkere hatine kirin, li ser dosyeyê tu biryareke veşarî tune bûne û delîl hatine berhevkirin, lê ji sala 2018'an ve biryara veşarî danîn ser dosyyeyê. Eren, destnîşan kir ku armanca sereke ya biryara veşarî, ew e ku şahidên veşarî, delîline bêbinî hilberînin û serî li hîle û xurdeyan bidin. Eren got: "Ji bo zemîna operasyoneke li hemberî HDP'ê çêbikin, bi vî awayî biryara veşarî girtin. Piştî vê biryarê gelek tiştên wekî şahidên veşarî ku mirov nikare wan wekî delîl bihesibîne, daxilî nav dosyeyê kirin. Bi vî awayî derbarê HDP'ê de dosyeya kûmpasê amade kirin." 
 
‘DADGEH BI FERMANÊ HEREKET DIKE'
 
Eren, bibîr xist ku piştî doz hat qebûlkirin îdianameya 3 hezar û 500 rûpelî di demeke pir kurt de hatiye qebûlkirin û got: "Bi salan e parêzertiyê dikim. Heger ez rabim dest bi xwendina îdianameyeke 3 hezar û 500 rûpelî bixwînim, dibe ku meheke min bixwe, lê dadgehê di nav hefteyekê de ew qebûl kir. Tenê îdianameyê qebûl kir. Li îdianameyê mêze bikin, dev ji delîlên wekî pêveka îdianameyê hatine berpêşkirin, beyanên bi dehan şahidan û lêpirsînên cuda berdin, xwendina vê bi xwe dê bi mehan wext bixwe. Tam li gor fermanekê tevdigerin. Her kes bi vê doza kûmpasê dizane. Dadgeh jî li gor fermana hatiye dayîn dixebite. Dadgehê diviyabû vê dosyeya ev qasî nepixandî paş de vegerandinana, lê berevajî wê tevgeriya û di demeke pir kurt de ew qebûl kir û roja danişînê diyar kir. Her wiha dadgeh dixwaze dosyeyê di demeke kurt de bi dawî bike. Em baş dizanin ku dadgeh, ne dadgeheke bêalî ye. Wekî me got, em tim biryara DMME'yê ya ji bo betalkirina vê dozê û berdana Demîrtaş berpşî dadgehê dikin. Lê ev helwesta dadgehê em metelhiştî nakin, ji lew re wekî me got li gor fermanê tevdigerin." 
 
DIŞIBE DOZÊN KCK'Ê
 
Eren, diyar kir ku doza Kobanê ya derbarê HDP'ê de hatiye vekirin dişibe dozên KCK'ê û  ev şibandin jî ji beyanên "şahidên nepen" diyar e. Eren got: "Em dizanin dosyeyên dozên KCK'ê jî li ser beyanên 'şahidên nepen' hatibûn avakirin. Ev pratîk, dosyeyên dema cemaetê bûn. Lê hikûmetê jî domandina vê pratîkê ji xwe re kiriye peywir. Vê pratîka xwe di doza Kobanê de jî domand. Lê bifikirin dosye hatine vekirin, lê radibin şahidên nepen çêdikin û paşê îfadeyên wan digirin û hewl didin van beyanan xurt bikin. 
 
BELGEYA HAT JIBÎRKIRIN
 
Lê mêze bikin gava dozger ev doz da destpêkirin, di dosyeyê de belgeyek ji bîr kiriye. Ev belge, raporeke ku ji aliyê TEM'ê ve, ya rast ji aliyê îstixbaratê ve hatiye amadekirin. Di raporê de hatiye gotin divê ev doz çawa bê vekirin, divê kî daxilî nav dosyeyê bê kirin, divê lêpirsîn çawa bê kirin, divê dosye çawa bê firehkirin û divê zemîna doza ji bo girtina HDP'ê çawa bê çêkirin hene. Lewma em dibêjin ev doz, dozke kûmpasî ye. Lê mêze kin 6 sal derbas bûne, lê şahidekî veşarî jî tune ye. Lê piştî biryara veşarî, tu lê mêze dik, wa şahidên nepene hatine û dibêje 'dixwazim derbarê vê dosyeyê de îfadeyê bidim.' Tiştekî wisa nîn e. Piştî ku dozger got dosyeyê xurt bikin, îfadeyên şahidên nepen bigirin û dozê vekin, doz hat vekirin. Di dosyeyê de şahidên veşarî hene ku hatine berhêlîkirin. Kes nizane bê kî îfadea şahidên veşarî girtiye û çawa girtiye. Di vê dozê de xwe dan dest. Lewma em dibêjin ev doz, dozeke kûmpasî ye. Ev doz, doza tolhilgirtina siyasî ye." 
 
‘DEST BI HELALKIRINA XWE KIRIN'
 
Eren, destnîşan kir ku di danişînên Kobanê de destûra parastina parêzeran jî nehatiye dayîn û ketina hêwana danişînê ya parêzeran hatiye astengkirin û ji xeynî boykotkirina helwesta dadgehê tu tiştek di dest parêzerên parastinê de nemaye. Eren, bilêv kir ku ev pêkanîn di hemû danişînan de rû dane û got: "Dadgehê têkildarî xanî û kargehên di bûyeran de şewitîn hin pirsên wekî 'çima avahiyên HDP'ê nehatin şewitandin' kirin. Bi van pirsan HDP'ê hedef girt. Di vê dosyeyê de ji MÎT'ê bigirin heya Wezareta Karên avxweyî hema bibêje hemû saziyên fermî yên dewletê wekî mexdûr nîşan dan û daxilî nav dosyeyê kirin. Saziyên tiliya wan di bûyeran de heye, bi daxilbûna nav dosyeyê hewl dan xwe helal bikin. Bifikirin, Wezîrê Karên Navxweyî ku wê demê pêşî li ber bûyeran û mirinan negirtiye, radibe daxilî nav dozê dibe û bi sifetê mexdûriyê cih digire. Hikûmeta ku berpirsiyarê bûyerê, dixwaze rasterast vê dozê bi dawî bike û xwe helal bike. Ji lew re hikûmeta ku musebîbî van bûyeran e, dixwaze hema bûyerê bigire û têxe stuyê HDP'ê. AKP, goya hewl dide xwe helal bike." 
 
‘JI BO GIRTINA HDP'Ê ZEMÎNÊ AMADE DIKIN'
 
Eren, bilêv kir ku binzemîna doza ji bo girtina HDP'ê Doza Kobanê ye û wiha pê de çû: "Doza Kobamê û doza girtina HDP'ê bi tevahî paralelî hev du ne. Lewma heger endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê bên cezakirin, dê ev ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn bibe biryareke darazê ya pir xurt û dê ji bo doza girtinê zemînek bê amadekirin, dê bibe delîl. Bi cezakirina endamên Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê, dê girtina HDP'ê li bara raya giştî hîn rewatir bê nîşandan û dê ji bo Dadgeha Qanûna Bingehîn jî bibe bar. Yanî sedemeke ku hewl didin di demeke kurt de dozê bigirin jî ev e."
 
‘YA DIDARIZÎNE HDP YE'
 
Kesên di çarçoveya dozê de tên darizandin di danişînan de dibêjin ev doz dozeke bêhiqûqî û dozeke kûmpasî ye, lewma "ya tê tê darizandin ne HDP ye, ya didarizîne HDP ye" û got: "Ên tên darizandin dibêjin 'Em sûcdar û aktorên wê demê didarizînin. Ji lew re yên gelek caran hewl dan û gotin werin em wê pêvajoyê zelal bikin em in, mexdûrên wê demê em in, lê niha ên li ser kursiyên kesên tên darizandin em in. Lewma em ê berpirsiyarên wê demê bidarizînin. Tişta ku me wê demê kir, xebatên partiyeke siyasî ne. Em hêza xwe jî bi temamî ji vê yekê digirin. Em baş dizanin ku tişta ku me kiriyye ne sûc e.' Ji ber vê li hêwanên danişînê hem pergala darazê ya hem jî hikûmeta wê demê û doseya lêpirsînê ya dozger didarizînin. Bê guman parastina me parêzeran jî li ser vî esasî yye. Ji ber ku dozeke kûmpasî ye, hin xebatên me yên ji bo pûçkirina delîlan jî hene. Têkildarî evana hemûyan aprastinek me heye. Em meqama parastinê, ne mimkun e ku li wir di pozîsyoneke kêmî ya muwekîlên xwe de bin. Heger ew di pozîsyona darizandinê de bin, ne mimkun e ku em li paş bimînin." 
 
MA / Ergîn Çaglar - Mehmet Erol
 
 

Sernavên din

06/10/2021
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan