NAVENDA NÛÇEYAN - Gokhan Argin û kurê wî yên ji mirina Aleyna Aggul berpirsiyar tên girtin û hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li Îdirê Alyena Aggul (18) a bi destdirêjiyê re rûbirû ma û xwe ji qata avahiyê ya 5’an avêt û dawî li jiyana xwe anî. Jina ciwan li pey xwe têbiniyek “Ji mirina min Gokhan Argin berpirsiyar e” hiştibû. Gokhan Argin û lawê xwe Gokturk Argin ji mirina Aggul hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên bav û kur hatin wergirtin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Gokhan Argin ê ku wêneyê Aggul di telefona lawê xwe de dît, bang li Aggul kir ku biçe ofîsa wî û li ser wêneyan şantaj kir û wê bi destdirêjiyê re rûbirû berda.
Di çarçoveya lêpirsînê de li benda rapora wê ji saziya tiba edlî derkve hatiye mayîn.
Malbata Aggul bertek nîşanî berdana bav û kur dan.
KCDP: Bila gumanan derxin holê
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) li ser medya dîjîtal daxuyanî da û Gokhan Arin û kurê wî ji mirina Alyenayê berpirsiyar girtin û xwest ku hemû gumanên têkildarî mirina Aleynayê derkevin holê.