Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye

  • jin
  • 11:08 3 Cotmeh 2021
  • |
img

STENBOL - Jinan diyar kir ku danezana HDP’ê ya ji 11 xalan pêk tê ji bo hemû aliyên civakê xeta jiyanek nû dihûnîne û pirsgirêka kurd bi têkoşîna hevgirtî ya gelên Tirkiyê dikare were çareserkirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 27’ê îlonê de ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn li Tirkiyê danezanek ji 11 xalan pêk tê ku navê “Danezana Banga Demokrasî, Edalet û Aştiyê” lê kiribûn hatibû eşkerekirin. Di danezanê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, feqîrî, ekoloji, jin, ciwan û darazê pêşniyaz hatin kirin. Di danezanê de tê destnîşankirin ku hemû pirsgirêk bi têkoşînek hevpar û hemû aliyên civakî û aktor û muzakereyên siyasî re dikare were çareserkirin. 
 
Nûnerên sazî û komeleyên jinan ên li Stenbolê danezana HDP’ê nirxandin. 
 
NÊRÎNA JINAN DI DANEZANÊ DE HEYE 
 
Endama Koordînasyona Navenda Rizgariya Jinan Burcugul Çubuk diyar kir ku armanca danezanê ew e ku rêxistinkirina bindest û kesên keda wan tê xwarinê ye. Çubuk da zanîn ku nêrîna jinan di danezanê de heye û çimkî ev danezan piştevaniya jinan û mafê wan dike. Çubuk destnîşan kir ku danezan tenê ne ji bo pirsgirêka jinan ji bo pirsgirêkên ciwanan, karkeran û hemû pirsgirêkên gelên Tirkiyê pêşniyazên çareseriyek demokratîk pêşkêş dike û divê danezan hin bêtir were bihêzkirin û berfirehkirin. Çubuk anî ziman ku yek ji pirsgirêkên serek û bingehîn pirsgirêka kurd e û got: “Li gorî me çareserkirina pirsgirêka kurd dikare bi têkoşînek hevpar a gelên Tirkiyê were çareserkirin. Çimkî herî zêde şer bandora xwe li ser jinan dike. Em dizanin ku bi taybetî jinên li Kurdistan û Tirkiyê her ku diçe bi tundiya dewletê re rûbirû dimînin. Em vê li Kurdistanê ji Mûsa Orhan, Zeynel Abarakov û yên dinan dizanin. Li her devera Kurdistanê jin bi êrişên polîs û leşkeran re rûbirû dimînin. Ev tecawizkar ji aliyê dewletê ve tên parastin.” 
 
XETA JIYANA NÛ 
 
Çubuk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li dijî faşîzma AKP-MHP'ê helwesteke zelal hatiye nîşandan û wiha dewam kir: "Her çend piştî AKP'ê li ser baskê CHP û ÎYÎ Partiyê nîqaş hebin jî, di mijara avakirina jiyanek nû de gel ne di rojevê de ye. Lê belê, di HDP’ê de, ev ji bo ciwan, gel, jin, LGBTI+yan ne wisa ye, lê jiyanek nû tê pêşbînîkirin. Di vê wateyê de, danezana HDP'ê ne xeteke paşverû ya mîna Tifaqa Milletê ye lê îfadeya xeta jiyanê ya nû ye.” 
 
‘NEXŞERÊ YE’ 
 
Ji Komeleya Dema Jinan Dilek Başalan jî destnîşan kir ku ew danezana HDP’ê erênî dibînin û nefesê dide civakê û wiha got: “Ev danezan dikare Tirkiyê ji vê aloziyê derbixe. Di asta nexşerêyê de ye. Banga HDP’ê pir nirx e. Rêya pirsgirêkan ronî dike. Armanca danezanê ew e ku em xwe bigihînin ronî û rojê. Em ji bo jinan edaleta mêran naxwazin, em ji bo jinan edaletek rasteqîn dixwazin. Heke daraz ne di bin kontrola zilamn û îqtidarê de bûya wê îro Ayşe Gokkan, Ayla Akat Ata, Sebahat Tuncel û jinên din ne girtî bûna. Dema edaleta rastî hebûya wê hevalên me bihatana berdan. Heke ev danezan li ber çavan were girtin wê dawî li mekanizmaya şer were û di encamê de wê tevahiya civakê nefesê bistîne.” 
 
MA / Esra Solîn Dal
 

Sernavên din

06/10/2021
11:01 Têkoşîn bi ser ket û pêşengên komployê jî tune bûn
10:20 ‘Avahiyên HDP’ê bidin ber keviran û konan vedin’
09:19 Hestên xwe bi keviran nexş dike
09:12 Bi bûyerên Kobanê HDP'ê hedef girtin: Hewl didin bigirin
09:05 'Pênûsa wêrek a Ersoz berpisiyariya nivîsîna heqîqetê daye ser milê me'
09:04 Miduriyeta daristanan nikare mudaxaleyî birîna daran bike!
09:03 Sînorê Kobanê nerehete!
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2021'AN
08:49 Li Stenbolê nêzî 200 karkerên kaxizan berhev dikin hatin binçavkirin
08:48 Li Silêmaniyê 5 kes di malekê de şewitîn
05/10/2021
19:02 Dayika 2 girtiyan ku di rêya girtîgehê de qeza kir jiyana xwe ji dest da
17:03 Daxwaza ji bo kifşa cihê bûyera malbata Îzol hat redkirin
16:42 3 karkerên ku kaxizan kom dikirin hatin girtin
16:35 AYM’ê serlêdana Komkujiya Pirsûsê red kir
15:49 Li Mexmûr û Sêmalka çalakiyên şermezarkirinê: PDK di nava îxanetê de ye
15:45 ‘Li girtîgehan tedbîrên pandemiyê veguheriye tecrîdê’
15:37 Platforma Zimanê Kurdî li Mêrdînê nûnertiya xwe vedike
15:00 Artêşa tirk Bradost bombebaran kir
15:00 Li Silopiya 12 kes hatin binçavkirin
14:59 Dadgehê îtîraza ji bo berdana Demîrkiran red kir
14:42 Sancar: Heke we pirsgirêka kurd çareser kiribe, çima panzêr zarokên kurd dikujin?
13:52 Li Midyadê esnafek mirî hat dîtin
13:36 Li Çiyayê Gabarê şewat derket
13:36 DFG’ê raporê meha îlonê aşkere kir: 50 rojnamevan hatin darizandin
13:33 300 karker li ber xwe didin: Em li hember pergala koletiyê serî radikin
12:30 Çeteleya tundiya meha îlonê ya JinNewsê: 25 jin hatin qetilkirin
12:27 Derbarê du parêzerên piştevaniya Malbata Şenyaşar kirine de gilî hatiye kirin
12:26 Doza rojnamevan Demîr hat taloqkirin
11:27 ‘Sûîqestên li Kurdistana Federe perçeyekî konseptekê ne’
11:24 Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li dozgeriyê dan
11:19 Vaye darên ku li Botanê tên birîn!
10:38 Li Bedlîsê du kes hatin binçavkirin
10:21 Li Farqînê 2 tax bi ‘birîna ceyranê’ hatin cezakirin!
10:10 Foza Yûsif: Şengal rûmeta gelê kurd e
09:12 Cenazeyên HPG'iyên ku tên revandin bi awayekî komî tên definkirin
09:11 Berdana girtiyê ku ûr di mejiyê wî de tê astengkirin
09:11 MÎT bela xwe ji Suloyê penaber venake
09:10 Ji girtiyan ji bo midûrê ku got 'Ez Esat Oktayê girtîgehê me': Em jî Mazlûm, Kemal û Hayrî ne
09:09 Di çalakiyên Kobanê de kê çikir?
09:07 Ji Platforma ji Biçekkirina Ferdî re Na Sozer: Civakek xeternak tê avakirin
09:03 MED-DER’ê ji Semsûrê heta Colemêrgê berhavkarî kir: 7 pirtûkên folklorîk çap kir
09:01 Ji rojnamevan Kara re 15 sal cezayê hefsê tê xwestin
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2021'AN
04/10/2021
16:35 HDP'a Stenbolê kongreya xwe li dar dixe
16:05 Cenazeyê Bahadir piştî 6 mehan radestî malbatê hat kirin
14:19 Girtiyên cezayên wan qediyane nayên berdan
14:18 Polîsan bi ser depoyên paşve veguherînê de girtin: 2 binçav kirin
14:01 Li Rihayê 300 karkeran li ber fabrîkayê dest bi nobetê kirin
13:40 PSK’ê serdana malbata Şenyaşar kir
13:24 Doza 16 xizmên qurbaniyên Roboskî hat taloqkirin
13:23 'Kujerên Haci Bîrlîk ji aliyê kîjan hêzan ve tên parastin?'
12:49 Li Girê Spî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
12:08 Rêveberiya Şengalê: Yên îradeya me nas nekin, em ê jî wan nas nekin
12:00 Malbatên girtiyan ji gardiyanan re gotin: Ma ev der Girtîgeha Guantanamoyê ye?
11:59 Zilamê ku hewl da destdirêjî zarokê bike hat girtin
11:49 Kolber axivî: Me wek çekdaran radestî Îranê kirin
11:44 Lêkolîna Qadê: 4 partî bendê derbas dikin, hilbijêrên herî bi biryar ên HDP’ê ne
10:21 Xelkê Şengalê li dijî planan tên kirin li ser piya ne
09:00 Mehserek rengîn a bi tiriyê ‘Mezrone’
09:00 Karkerên Tekstîla Tay: Heya serkeftinê berxwedan
09:00 Li Pirsûsê 20 hezar donim erdê çandiniyê di bin avê de ma
09:00 ROJEVA 4'Ê COTMEHA 2021'AN
03/10/2021
19:45 MED DER'ê panela 'Zarok û Ziman' li dar xist
18:47 Dema binçavkirina 11 kesan hat dirêjkirin
16:25 Faîlê destdirêjiyê û kurê xwe serbest hatin berdan
16:03 Li Şirnexê 2 kesan xwe întîhar kirin
15:10 Orak a hatibû revandin serbest hat berdan
14:25 AATUHAY-DER'ê kongreya xwe li dar xist
13:55 Daxuyaniya Xelîfanê: PDK’ê êriş pêk anî
13:33 Malbata Şenyaşar: Em dest ji daxwaza edaletê bernadin
13:30 Hacî Lokman Bîrlîk li ser gora xwe hat bibîranîn
11:45 Li Nexweşxaneya Şirnexê 2 cenaze tên sekinandin
11:08 Jinan danezana HDP’ê şîrove kirin: Nexşerêya jiyanek nû ye
10:22 Navê Denîz Poyraz û malbata Dedeogullari li taxan kirin
09:10 'Heger navê Ocalan bê bilêvkirin, nexwe heqê wî ye ku ew jî baixive'
09:09 Kûrhan ê 30 salan di girtîgehê de ma: Heke îdia mezin bin berxwedan jî mezin dibe
09:07 Ji bo aqûbeta penaberên ku eskeran ew avêtin çem serî li ÎHD'ê dan
09:06 Kooperatîfa Kîbeleyê ku bi destê du jinan hat avakirin mezin dibe
09:03 Esnafên halê ji ber krîza aborî nikarin çerxa xwe bigerînin
09:03 Girtiyê nexweş Akbaba yê 29 sal in girtiye nayê dermankirin
09:03 Gelo Erdogan cardin berê dûmena xwe dide Biden?
09:00 ROJEVA 3'YÊ COTMEHA 2021'AN
02/10/2021
21:16 Li Hezexê kesek hat binçavkirin
19:55 203 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:52 Li Hezexê şahiya jinan: Ne Ezgî Molla, bila Mûsa Orhan bê cezakirin
16:48 Li Antalyayê jinên HDP'î hatin gelhev
16:20 Bavê Şahîn bertek nîşanî daxuyaniya Walîtiya Êlihê da
16:17 Gergerlîoglû kameraya di girtîgeha jinan de vegot
15:54 Prz. Yureklî: Bi qanûnên li dijî Ocalan bingeha qanûna înfazê ava kirin
15:37 Li Cindirêsê jinek hat revandin
15:13 Ji bo Mehmet Ozkan daxwaza berdanê kirin
15:07 ‘Girtiyê nexweş Kirtay serbest berdin'
14:54 Girtiyê 4 salin di hucreyê de tê girtin, 13 rojin di greva birçîbûnê de ye
14:53 Xizmên windayan: Faîlên Ceylan Onkol bibînin
14:21 Banga taloqkirina înfaza girtiyê nexweş Ramazan Dûrmaz
13:58 Prof. Bîçer: ATK’î bi perspektîfa parastina dewletê tevdigerin
13:47 2 bira 28 sal in winda ne
13:15 Li Licê operasyona eskerî dest pê kir
12:47 Li Tekîrdagê jinek hat qetilkirin
12:32 Gelê Şengalê li dijî tevgera eskerî ya PDK û Iraqê daket qadan