Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike

  • rojane
  • 10:34 28 Îlon 2021
  • |
img

AMED - Hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker diyar kir ku li Îmraliyê polîtîkayek taybet tê sepandin û Tirkiye bi bersivdayîna bo Konseya Ewropayê dixwaze pêvajoyê manîpule bike. 

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an heta niha 22 sal in li Îmraliyê di tecrîdê de tê girtin. Rayedarên dewletê ji sala 1999’an ve ye, hevdîtina parêzeran a li Îmraliyê her tim bi hincetên cuda asteng dikin. Pergala tecrîdê piştî 27’ê tîrmeha 2011’ê  bêtir hat girankirin û dijwarkirin. Piştî 8 salan di encama berxwedana greva birçîbunê ya 200 rojan de parêzer di 2-22’yê gulan, 12-18’ê hezîran û 7’ê tebaxa 2019’an de cûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Piştî hevdîtina 7’ê tebaxa 2019’an hemû serlêdanên ji bo hevdîtinê tên astengkirin.
 
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji 1999’an heya 25’ê tebaxa 2021’an ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin, bi giştî hezar û 817 serlêdan kirine. Ji van serlêdanan tenê 442 jê hatine qebûlkirin û hezar û 375 jî hatine redkirin. Li gorî daneyan sal bi sal pergala tecrîdê jî dijwartibûye.
 
Di sala 1999’an de 62 hevdîtin hatin kirin. Di sala 2000’an de ji 54 serlêdanan 34, di 2001’an de ji 52 serlêdanan 18, di 2002’an de ji 52 serlêdanan 18 jê hatin redkirin. Di 2003’an de ji 55 serlêdanan 35, di 2004’an de ji 53 serlêdanan 24, di 2005’an de ji 51 serlêdanan 35, di 2006’an de ji 60 serlêdanan 36, di 2007’an de ji 60 serlêdanan 30, di 2008’an de ji 56 serlêdanan 19, di 2009’an de ji 61 serlêdanan 11, di 2010’an de ji 65 serlêdanan 22, di 2011’an de ji 84 serlêdanan 23 serlêdan bi hincetên cuda hatin redkirin.
 
Piştî hevdîtina 27’ê Tîrmeha 2011’an, deriyên Îmraliyê 8 salan ji bo parêzeran bi temamî hatin girtin. Di 22’yê mijdara 2011’an de jî parêzerên ku hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Ocalan re kirin hemû di bin navê “Doza KCK’ê” de hatin girtin. Ji 27’ê tîrmehê heya 31’ê kanûna 2011’an 43 serlêdan hatin kirin. Hemû jî hatin redkirin. Ji 2012’an heta dawiya 2015’an, 410 serlêdan hatin kirin û tev hatin redkirin. Di sala 2016’an, tecrîda li Îmraliyê girantir bû û dîsa 124 serlêdanên hatin kirin. Tevahiya serlêdanan bi biryarên dadgehê hatin redkirin. Di salên 2017-2018’an de bi tevahî 202 serlêdan hatin kirin û tevahî hatin redkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di sala 2019’an de bi ser ket û parêzer piştî 8 salan çûn Îmraliyê. Parêzer ewilî di 2’yê gulanê çûn Îmraliyê hevdîtin kirin. Di 2020’an de dîsa bi tevahiya 89 serlêdanên hatin kirin û hemû hatin redkirin. 125 serlêdanên heta 25’ê tebaxa 2021’an jî heta niha bêbersiv hatine hiştin.
 
 
PARAZVANÊN MAFÊN MIROVAN SERÎ LI CPT’Î DAN
 
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkîyeyê (TÎHV), Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê (TOHAV), Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Ceza De (CÎSST) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi awayekî girankirî tên tecrîdkirin serî li Komîteya Pêşîlêgirtin û Şopandina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan.
 
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ji 15’ê Sibata 1999’an heya niha li Girtîgeha Îmraliyê îzolasyonek taybet heye. Di serlêdanê da hat bibîrxistin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran ji 27’ê tîrmeha 2011’an heya 2’yê gulana 2019’an tam 8 salan bênavber dewam kiriye û di sala 2019’an de jî tenê 5 hevdîtin pêk hatine û ji 7’ê tebaxa 2019’an heya niha jî serlêdanên parêzeran ên ji bo hevdîtinê bênavber têne redkirin.
 
Hevserokê OHD’ê Bunyemîn Şeker, têkildarî tecrîdkirina li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman ku tecrîda mutlaq piştî 2015’an dest pê kiriye û wiha got: “Lê bi taybetî piştî salên 2009-2011’ê ku operasyonên KCD’ê dest pê kir, li dijî siyaseta demokratîk a kurdan operasyona tunekirinê dest pê kir. Di sala 2011’ê de li dijî parêzerên Ocalan operasyon dan destpêkirin. Di 22’ê mijdara 2011’ê de 48 jê parêzer zêdeyî 60 kes hatin binçavkirin. 36 parezer hatin girtin. Gelek parêzer demek dirêj girtî man. Piştî vê operasyonê ji 27’ê tîrmeha 2011’ê heta 2019’an 8 salan bê navber hevdîtina parêzeran hatin qedexekirin. Her tim bi hinceta ‘muxalefeta hewayê heye’,  keştî xerabe ye’ û ‘personel tune’ nehiştin hevdîtin pêk bên.”
 
PIŞTÎ ÇALAKIYA GREVE YA 200 ROJAN PARÊZER ÇÛN ÎMRALİYÊ
 
Parêzer Bunyemin Şeker anî ziman ku piştî Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di 8’ê mijdara 2018’an de ket greva birçîbûnê, çalakiyê 200 rojan berdewam kir û wiha got: “Di vê çalakiya 200 rojan de 8 girtiyan di çalakiyê de jiyana xwe ji dest dan. Girtiyan dest bi rojiya mirinê kir. Piştî çalakiya greva birçîbunê û rojiya mirinê Wezîrê Dadê got ‘Tu astengiyên hiqûqî li pêş hevdîtinê tune ye. Li ser vê yekê parêzer pişti 8 salan dîsa di 2’ê gulana 2019’an de çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin.  Parêzeran di vê pêvajoyê de 5 caran hevdîtin kirin. Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de hevditin kirin. Di 21 salan de tenê 2 caran ji mafê axaftina telefonê sûd girt. Pirtûk hatin qedexekirin. Mafê ragihandinê, hevdîtina malbatê û parêzeran hat astengkirin. Ev hemû nîşaneyên tecrîda mutlaq e.”
 
ÎDIAYA ‘OCALAN NAXWAZE PARÊZERÊN XWE BIBÎNE’ DEREW DERKET
 
Şeker, anî ziman ku telefona dawî tenê 4 deqîqeyan dewam kir û hat qutkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî Birêz Ocalan got ‘Ez dixwazim bi parêzerên xwe re hevdîtin bikim. Çima parêzer nayên dîtina min?’ telefon hat qutkirin. Bi taybetî di salên dawî de şerekî taybet li ser Birêz Ocalan hebû. Rayedarên dewletê îddîa dikirin û digotin ‘Ocalan naxwaze bi parêzerên xwe re hevdîtin bike’. Bi taybetî piştî vê telefona dawî, derket holê ku ev îddîa derew e û perçeyek polîtîkayê şerê taybet e.”
 
BERSÎVÊ NADIN SERLÊDANÊN PARÊZERAN
 
Hevserokê OHD’ê Şeker, bibir xist ku piştî hevdîtina telefonê disa parêzer serlêdan dikin, lê di dîsa hevdîtin nayê kirin û wiha berdewam kir: “Parêzer serî li dozgeriyê didin, lê pêdivî bi bersîva parêzeran jî nabînin. Serlêdanên parêzeran bê bersîv dihêlin. Berê sedema astengiyê cezayê disîplînê nîşan didan. Lê niha bersîvê jî nadin serlêdana parêzeran. Ev nêzîkatî li dijî zagonên navdewletî û zagonên Tirkiyeyê ne. Tu astengiyên zagonî yên li pêş hevrîtinan tune ye.
 
JI BO TECRÎDÊ REWA BIKE QANÛNÊN ÎNFAZÊ DIGUHERÎNE
 
Dewlet ji bo tecrîdkirina Ocalan rewa bike, bê navber di zagonên înfazê de guhertinan çêdike. Dixwazin van pêkanînên keyfî û li gorî xwe, bi kirasekî zagonî veşerin. Niha cezayên hucreyê, cezayên dîsîplinê û qedexeyên li pêş hevdîtinên bi parêzeran re bi tu awayî ne zagonî ne. Bi temamî keyfî û siyasî ne. Me bi dehan caran anî ziman ku ev pêkanîn nêzîkatiyek polîtîk û keyfî ye.”
 
OCALAN NE GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ YE
 
Şeker, destnîşan kir ku ev nêzikatî û polîtîkayên dewletê yên li dijî Ocalan nîşan dide ku Ocalan ne girtiyekî ji rêzê ye û wiha got: “Di raya gişti de û cîhan jî di ferqa nasnameya Birêz Ocalan de ye û nasnameya wî nas dikin. Ji bo girtiyên ku cezayên herî giran girtine jî mafê wan ê zagonî yek bi yek hatiye rêzkirin. Lê em dibînin ku ev maf û zagon ji bo Birêz Ocalan nayên naskirin. Em dibînin ku ajandayek taybet û polîtîkayek cûda ya dewletê li hemberî Ocalan heye. Di pêvajoya çareseriyêde hat dîtin ku li Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn gotinên Ocalan ên ji bo aştî û çareseriyê çiqas girîng in. Terîd nişan dide ku dewletên li Rojhilata Navîn dixwazin berjewendiyên xwe pêş bixin, şer pêş dixin. Ji bo vê yekê jî tecrîdê kûr dikin. Ji bo ku îqtîdarên xwe mayinde bikin li şûna aştiyê şer pêş dixin. Bi tecridê dixwazin pêşniyarên Ocalan ên ji bo çareseriyê ji gel veşêrin şer pêş bixin.  Mirov nikare vê tecrîdê li gorî hiqûqê binirxîne. Divê mirov aliyê civakî û siyasî yê tecrîdê jî binirxîne. Ev tenê bi hiqûqê nayê pênasekirin.”
 
TECRÎDA ÎMRALIYÊ LI GIRTÎGEHÊN DIN JÎ BELAV BÛYE
 
Şeker, bal kişand ser bandora tecrîda li Îmraliyê ya li ser girtîgehên din jî û wiha lê zêde kir: “Em dibînin ku pergala li Îmraliyê pêş xistin hêdî hêdî li girtîgehên din jî belav dikin. Dixwazin hemû hevdîtinên girtiyan ên bi parêzeran re guhdar bikin û têxin bin qeydan. Kengî bixwazin dikarin guhdar bikin û qeyd bikin. Bi taybetî ev di pêvajoya OHAL’ê de zêde pêş ket. Dixwazin pêkanîn û pergala ku li Îmraliyê pêş xistin, li gorî zagonan saz bikin û li girtîgehên din belav bikin. Bi taybetî dixwazin şert û mercên fîzîkî yên ku ji bo Ocalan xistine meriyetê li girtîgehên din jî pêş bixin. Ji bo vê yekê pêk bînin, pêvajoya pandemiyê jî ji xwe re kirine firsend. Em dibînin ku tecrîd tenê li Îmraliyê bi sînor nemaye. Ev pêkanînên li girtîgehên din pêş dikevin, nîşan didin ku tecrîda li Îmraliyê êdî li girtîgehên din jî belav bûye. Ev jî polîtîkaya dewletê ye. Ev terîd û îzolasyon tenê li girtîgehan pêş neketiye. Em dibînin ku ev tecrîd li ser civaka Tirkiyeyê jî belav bûye. Em dibînin ku daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên demokratîk li gorî tê xwestin nayên kirin. Hemû têne asteng kirin. Mirov nikarin fikrên xwe bînin ziman. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje tecrîd li ser civakê tun ye. Her çend rayedarên hikûmetê bêjin azadiya ramanê heye jî kesên fikrên xwe bêjin û ne li gorî daxwaza hikûmetê be, têne binçavkirin û girtin. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje li ser civakê tecrîd tune ye. Ev polîtikaya tecrîdê jî dibe sedem ku em bi xwe otosansurê li ser xwe pêş bixin. Ev tecrîda li ser civakê pêş dikeve bi tecrîda li Îmraliyê ve girêdayî ye.”
 
JI BO CPT HIŞYAR BIKIN RAPOR ŞANDIN
 
Şeker, li ser serlêdana parêzeran a Komîteya Wezîran û CPT’î ji rawestiya û wiha axivî: “Di sala 2014’an de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek dabû. Diyar kiribû ku kesên cezayê muebeta giran stendine, dikarin ji guhertina înfazê sûdê bigirin û cezayê wan bêne daxistin. Ji wê demê heta niha 7 sal borîn. Lê dewletê tu gav neavêt. Ji ber ku dewletê heta niha tu gav neavêt û di zagonan de tu guhertin çênekir, bû sedem ku em serî li CPT û Komiteya Wezîran bidin. Me ji bo ku girtiyên cezayên giran stendine karibin ji vê zagona înfazê sûdê bigirin serlêdan kir. Me bi vê serlêdanê xwest ku dema Komîteya Wezîran dema civînek din li dar bixe vê mijarê jî têxe rojeva xwe û ji bo vê yekê raporek amade kir. Komîteya Wezîran dê di navbera mijdar û qanûnê de civîna xwe li dar bixe û vê yekê têxe rojeva xwe. Bi vê yekê îhtîmala ku li dijî Tirkiyeyê biryarek derkeve jî heye. Ku Komîte biryarekê bide wê bibe sedem ku dewlet pêvajoyê bi lez bike. Dîsa me wekî ÇHD, ÎHD, TÎHV,  TOHAV serî li CPT’yê da. CPT di rapora 2020’an de xwest ku ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin divê dewlet şert û mercan ava bike. Lê ji wê demê heta niha tişta ku CPT xwest hêj pêk nehatiye. Ji ber vê yekê me wekî OHD’ê bi van saziyên navborî re got li gel ku we di 2020’an de rapor amade kir, lê qedexeya parêzer û malbatan hêj didome. Me bi vê serlêdanê xwest CPT şopdarê rapora xwe be û Tirkiye vê hewcedariyê pêk bîne. Ji bo ku CPT biryar û raporên xwe bişopîne me nameyek ji wan re şand. Me di vê rapor û nameyê de bal kişand ser îşkence û binpêkirina mafen girtiyan jî.”
 
CPT’YÊ XWEST PARÊZER Û MALBAT BIÇIN ÎMRALIYÊ 
 
Şeker li ser helwesta CPT’yê jî rawestiya û wiha pêde çû: “CPT ne saziyek sivîl e. CPT ji pêkhateyên saziyên dewletê pêk tê. Ji bo ku CPT têkeve nava tevgerê divê dewlet vê yekê daxwaz bikin. CPT herî dawi di 2019’an de li Îmraliyê hevdîtin kirin û di sala 2020’an de rapora xwe aşkere kirin. Xwestin ku ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinan pêk bînin şert û merc bêne ava kirin. Lê heta niha dewletê şert û merc ava nekirin û astengiyên li pêş hevdîtinê ranekirin. Ev ne tenê ji bo Birêz Ocalan, ji bo girtiyên din jî astengî ranekirin. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî ji 2015’an heta niha nikarin hevdîtinan bikin. Ji bo ku CPT gavan bavêje me dîsa serlêdan kiriye.
 
DIVÊ CPT LI HEMBERÎ SERLÊDANA 6 SAZIYAN BÊBERSIV NEMÎNE
 
Şeker, herî dawî anî ziman ku ji bo hevdîtin bên kirin û daxwaza parêzeran li ber çavan bê girtin deklerasyona bangê weşandin û wiha bilêv kir: “Herî dawî me OHD 775 parêzeran deklerasyona bangê aşkere kir. Me got ev tiştên hûn dikin li dijî zagon û hiqûqa navdewletî ye û keyfî ye. Me xwest demek berî demekê astengiyên li pêş hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re rakin. Piştî me serlêdan kir, em li benda bersîva dewletê man. Lê heta niha me tu bertek û bersîv nedît. Ji ber ku dewletê bersîv neda me pêdivî dît ku em serî li CPT’ê bidin. Ji bo ku CPT têkeve nava liv û devgerê me 6 saziyên mafên mirovan ên ji OHD, ÎHD, TÎHV, TOHAV, CÎSST û ÇHD pêk tê serlêdan kir. Ev ji bo tevgerê referansek baş e. Ji bo tecrîd bi dawî bibe serlêdan û hewldanên me de bidomin. Em wekî parazvanên mafên mirovan û hiqûqnas tiştê ji destê me tê em ê bikin. Serlêdanên me dê bidomin û em ê şopdarên wan bin.
 
MA / Ayşe Surme 
 

Sernavên din

29/09/2021
10:24 Girtiyê ji sedî 98 astengdar ji bo raporê şandin Stenbolê
10:21 ‘Deklerasyona HDP derketina ji gêdûka tarî ye'
09:35 Rêveberiya Xweser, wê giliyê Tirkiyê li NY û YE bike
09:32 Li cihê ku neft lê hatibû dîtin, dar tên birîn
09:11 Dadgehê têkildarî damezrandina PÎA'yê, peywira Wezareta Karên Navxweyî bibîra wê xist
09:11 Unsal: HDP rêya çareseriyê nîşan da
09:11 Înfaza girtiyê ku du gurçikên wî xera bûne nehat betalkirin
09:11 Wezaretê ji bo biryara derbarê Ceylan Onkol de îtiraz kir
09:11 Derbarê dosyeya kolberên hatin kuştin de biryara 'veşarî'
09:11 Dadgehê plana avadaniyê ya qeyûm a li dijî rêgezên bajarsaziyê da sekinandin
09:01 Firotina wesayîtên kevn kêm dibe, fiyet biha dibin
09:01 Agahî ji endama RJAK'ê nayê girtin: Li ser jinan şerek taybet tê meşandin
09:00 ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2021'AN
28/09/2021
16:43 Xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê ber bi rektoriyê ve meşiyan
16:37 Li Cizîr û Hezexê jinan vexwendin şahiyê
16:12 Ji bo Tuzel heta 15 salan cezayê hefsê hat xwestin
16:01 Jina ku hat angaştkirin ceyranê pê girtiye jiyana xwe ji dest da
15:53 Li Edenê bertek nîşanî hewldana êrişa li dijî Hatîmogûllari dan
15:51 Polîsan wî revandiye û sîxuriyê lê ferz kirine
15:26 Çalakiya hîndekarên Zanîngeha Bogazîçiyê di roja 179’emîn de ye
15:11 Ji bo Roboskiyê ‘edalet’ hat xwestin
14:52 Pankarta malbata Şenyaşar hat binçavkirin!
14:39 Di civîna HDP’ê û Hevserokê YNK’ê de 'yekîtî' hat axaftin
14:10 Li Stenbolê jinek hat kuştin
13:55 Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha cotmehê aşkere kir
13:05 Hatimogullari: Du kesên çekdar ku gotin ‘em polîs in’ xwestin bi ser mala min ve bigirin
12:47 Ji DEVA û CHP'ê daxuyaniya deklerasyona HDP'ê: Em pêşniyarên çareseriyê girîng dibînin
12:34 41 xwendekarên ku nikarin bi cih bibin hatin berdan
12:05 Talîbanê çûyîna zanîngehê li jinan qedexe kir
11:35 Polîtîkayên avê yên Tirkiyeyê li ser Sûriye û Iraqê tên nîqaşkirin
11:35 Daxwaza rawestandina darizandina Feleknas Ûca hat redkirin
11:35 Malbata Şenyaşar: Dema edalet nebe mirovahî jî nabe
11:28 'Muxatabê kurdan eşkere ye, projeya we çi ye?’
11:25 Ji ronakbirin ji bo muxalefetê: Destê HDP'ê dirêj kir venegerînin
11:04 Saziyên elewiyan: Bê HDP’ê welatek demokratîk ava nabe
10:34 Şeker: Tirkiye dixwaze polîtîkayên taybet ên li Îmraliyê manîpule bike
09:52 Gundên têketina wan qedexe ji leşker û cerdevanan re vekirî ne
09:05 Derbarê hevserokê HDP'î de 2 lêpirsîn
09:05 Hefteyek derbas bû hê jî kiryarê Komkujiya Vartînîsê nehatiye girtin
09:04 Bangawazî ji bo doza Komkujiya Pirsûsê
09:04 Peyama amediyan ji bo Erdogan: Meseleya kurdî heye, muxatab jî Ocalan e
09:03 Li girtîgehê pençeşêr lê peyde bû, ji bo wî nebin nexweşxaneyê xistin hucreyê
09:03 'Di şert û mercên Rewşa Awarte de tiryak bi rihetî tê firotin'
09:00 ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2021'AN
27/09/2021
20:53 206 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:54 Rojnamevan Aykol: Dora gavavêtinê ya Tifaqa Millet e
16:41 Karkerê ceyranê girt jiyana xwe ji dest da
16:34 Acar li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 'Tirkiye avê weke çeka şer bi kar tîne'
16:06 Hîndekarên Bogazîçiyê 178 roj in nobetê digirin
16:06 15 meh cezayê hefsê li parêzer Nûrcan Kaya hat birîn
15:56 Wezareta Dadê ku ceza taloq bike dê girtiyê nexweş were berdan
13:17 Di hevdîtina Soçiyê de li ser masê çi heye?
12:16 Malbata Şenyaşar: Bila qanûn werin pêkanîn
12:16 Şandeya HDP'ê li Silêmaniyê serdanan dike
11:48 Gokkan bi peyamekê spasiya kesên beşdarî şîna dayika wê bûn kir
11:23 HDP ‘Deklarasyona Banga Demokrasî, Edalet û Aştî' eşkere kir: Em ji têkoşîn û reveberiya hevpar re amade ne
10:57 Yuce: Di Pirsgirêka Kurd de muxatab qadên têkoşîna civakî ne
10:27 Sirri Sakik: Gotinên xweş têrê nakin, pêwîstî bi gavên şênber heye
10:10 Gotin ‘gihîşt malbata xwe’ lê cezayê muebetê lê hat birîn
09:00 Kanar: Divê Konseya Ewropa ambargoya li ser Tirkiyeyê bike rojeva xwe
09:00 Xelkê Rihayê ji ber krîza aborî bêzar bûye
09:00 Dadgehê salek û 3 meh ceza da manşeta rojnameya Bildê
09:00 27 sal in girtî ye, nabihîze, nabîne û lingek wî astengdar e
09:00 Awirên Ceylanê 12 sal in li kujeran û edaletê digere…
09:00 ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2021'AN
26/09/2021
21:19 Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk a HDP'ê bi dawî bû
21:06 Ciwanên HDP'ê li dijî tiryakê xelkê agahdar kirin
20:21 Ji ber Kovîd-19'ê 228 kesên din mirin
20:13 Di hilbijartina Elmanyayê de SPD li pêş e
19:04 Yek ji lîderên EGRF’ê Xalida Jarrar hat berdan
15:12 Li Tahranê girtiyek Kurd bi îşkenceyê hat qetilkirin
14:24 Ji 12 salî heya 16 saliya xwe hat tecawizkirin
12:51 Sancar: Em dixwazin hemû pirsgirêkên Tirkiyê çareser bikin
12:05 Di êrişa DAIŞ'ê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
11:57 Ahmet Turk: Mûxatap gelê Kurd û aktorên wê ne
11:09 Malbata Şenyaşar: Edalet tenê di lewhê de cih digire
10:56 Konferansa Rêveberiyên Herêmî ya HDP’ê dest pê kir
10:28 Li Girtîgeha Maltepeyê 3 girtî bi vîrûsa koronayê ketin
09:30 Nobedarê Miduriyeta Polîsan jinek qetil kir
09:01 Beriya hevdîtina Soçiyê amadekarî: Salvoyê Qirimê
09:01 Elîaçik: Erdogan dixwaze bi Erbaş, rayan zêde bike
09:00 Xwendekarên 'bêstare': Madem hûn nikarin çareser bikin, ji ser wan qoltixan rabin
09:00 Dê Ardanûç bi lewenteyê bê ser hemdê xwe
09:00 ROJEVA 26'Ê ÎLONA 2021'Ê
25/09/2021
23:57 'Bi rêxistinbûyînê em ê karibin civaka xwe azad bikin'
17:17 Binbanê avahîyeke TOKÎ'yê hilweşiya
17:05 Ji Wezaretê parastina ‘Li Îmraliyê binpêkirin nînin’ hat pirsîn
16:49 Aydenîz: Mûxatabê çareseriyê Ocalan e
16:19 Di 2 salan de 63 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan
16:19 Şewata li Gabarê bi xwe vemirî
15:46 Li Tûşbayê lehî: Binesazî tune ye
15:45 ‘Eroglû yê 26 sal in winda ye li ku ye?’
15:33 Li girtîgehê di 28 salan de 5 caran mîda wî xwînîbû
15:17 Malbata ku 5 zarokên wan heye 8 meh in bêceyran e
14:50 Parêzerê malbata Dedeoglû Karabûlût: Dozger, peyamên watsappê ji me vedişêre
14:43 Li Amed û Êlihê, aqûbeta kesên hatin windakirin pirsîn
14:34 Babacan jî tevlî nîqaşa Pirsgirêka Kurd bû
14:28 Giliya ferzkirina sîxurtiyê kirin
14:08 Dayikên Şemiyê: Dagirkeriya li Galatasarayê bi dawî bikin